Sê Stêrkên Ku Şevên Tarî Ronîkirin

0Shares

Şeristan Efrîn Zagros

Rêhevalên çeleng, lehengên çiyayê welatê me, şehîdên nemir, hevalên min ên hêja hevala Fîdan,Cahîde û Rûmet.Sê jinên bi rengê kulîlkên azadiyê.

Wan xwe xemilandin bi hêviyên evîna jinên azad. Bi rastiya felsefe û ramanên Rêber APO, kesayeta xwe afirandin. Ez ji bo rêhevalên xweyên hêja û delal, hest û ramanên xwe bi çi awayî bilêv bikim, pênaseya wan bi her awayî ji min re giran tê. Negengaze bi peyv û hevokan rastiya wan were îfadekirin. Raveya wan sê xwşîkên ku çelengên çiyabûn, zehmet e. Lê belê, ez dixwazim bi kinasî be jî sê şitlên azadiyê, jiyan û sekna wan îfade bikim, dibe wiha deynê li ser milê xwe kêm be jî pêkbînim. Elbet baş ez pêhaydarim ku dê her lewaz bimînin hevok.

Belê, ew xwîşkên hevbûn.Navê hevala Rûmet yê malê Xedîce bû, navê hevala Fîdan Zeynep bû yê hevala Cahîde jî Emîne bû. Hevala Fîdan û Cahîde xwendevanên zanîngehê bûn. Di pêvajoya xwendina dibistanê bi jêhatîbûn û şarizabûna xwe ve dihatin nasîn. Ji hêla mamoste û hevalên xweyên dibistanê ve pir dihatin hezkirin. Ji xwe ji malbatekî welatparêz, ji Efrînê navçeya Mabatayê bûn. Malbat ji hêla aborî jî rewşa wan başbû. Ango di şertûmercekî baş de mezinbûn. Wek piraniya malbatên rojavayê Kurdistanê malbata van her sê rêhevalan di nav têkoşîna de çalak beşdar dibûn. Ji têkoşîna azadiyê re ji her hêlî ve dibûn alîkar.

Hevala Rûmet keça malê ya mezinbû. Kesayetek bi dîsîplîn û xwediyê rika berpirsyariyê bû.Ne tenê bi xwendinê re mijûl dibû, di karê malê û di nava xebatên rêxistinê de jî beşdar dibû. Her sê xwîşk jî ji hêla derdor ve dihatin naskirin û hezkirin. Bi çanda Elewîtiyê hatibûn mezinkirn. Hevala Rûmet di salên 80’an de tevgera azadiyê ji nêz ve nasîbû, li Akademiya Mehsûm Korkmaz perwerde dîtibû. Bi felsefeya Rêber APO pir bandor dibe, ji bo ku di nava têkoşînê de bibe xwedî rol, soza tevlîbûnê dide. Her sê xwîşk jî perwerdeya rêxistinê dibînin. Hevala Fîdan, Cahîde û Rûmet di perwerdeyê de xwe digihînin asteke bilind a ramyarî, hizrî û lêhûrbûnê. Kesayetên xwe nas dikin û wek jin dixwazin hêza xweya cewherî derxin û bikin bin xîzmeta tevahiya jiyanê de. Dixwestin bibin bersiv ji tevgera azadiya gelê xwe. Hevala Cahîde û Fîdan di sala 1988’an di nava xwendevanan de xebata rêxistinî didan meşandin. Bi rêya xwendevanan malbatên welatparêz jî nas dikirin û ramanên Rêber APO derbasî wan malan dikirin. Her wiha her du heval di nava xwebatên hunerê de jî cih digrtin. Bi sekna xwe ya Apoyî di nava gel de gelek xwedî bandorbûn. Her çendî ku bi çalakî di nav xebatan de cih digirtin, lê hedara wan nedibû û ji bo ku derbasî qada şer bibin xwestekên xwe dianîn ser ziman. Di wan deman li bakurê Kurdistanê tevgera gêrîla zêde bibû, di nav gelê bakur û rojava de jî naskirina rêxistinê û beşdarbûn pir berfireh bibû. Ref bi ref ciwan ber bi çiyayên Kurdistanê ve diherikîn. Hevala Cahîde û Fîdan jî pir dixwestin tevlî qada çiya bibin. Li ser israra wan di salên 90 de derbasî qada çiya bûn. Hevala Fîdan derbasî qadaAmanosan bû.Li wir jî xebatên xwe berdewam kir. Di nava gel de pir hate hezkirin. Li çiyayên azad ên Kurdistanê meşa xweya azadiyê bênavber bilind kir. Di sala1991’an di encama şerekî giran, tevlî karwanê nemiran bû. Hevala Cahîde di sala 1991’an çu qada Behdînan, ew jî di şerê başûr ê sala 1992’an gihîşte şehadetê. Hevala Cahîde û Fîdan li ser israra xwe derbasî qada şer bibûn. Yek ji Armancên wan ewbû ku hêrs û kina dilê xwe li ser dijmin vala bikin û tola Dîcle, Xalîde, Ezîme, Seydo û Cîloyan bistînin. Dema ku gel şehadeta van her du hevalan bihîst, bi tevahî rabû serpiyan û bi dehan ciwan soza tevlîbûna xwe dan. Tevlî refên rêxistinê bûn. Herî zêde jî jin ji şehadeta wan bandorbûn û biryara ku rêya wan dewam bikin, wergirtin.

Hevala Rûmet heya sala1995’an di nava xebatên gel de cihê xwe girt. Her çendî ku israr dikir ew jî were çiya, lê ji ber ku di malbatê de şehadet pir bûn, rêxistinê destûra wê nedida û dixwest ku hevala Rûmet di nava xebatên gel de bimîne. Lê sebr û tebata hevala Rûmet nemabû. Li ser israra xwe ya zêde di sala 1995’an derbasî qada çiya bû. Li qada Behdînanê ma. Bi xurtî tevlî xebatên tevgarê bû. Pir girîngî dida kar û xebatên têkoşînê. Herdem di sekna xwe de mînak û pêşng bû. Di sala1998’an hevala Rûmet rojekê dema dice erkekî dûr, ji ber serma û seqema zivistanê li çiyayên Metîna jiyana xwe ji dest dide û tevlî karwanê şehîdan dibe.

Ev demeke pir dirêje ku min dixwest hasten xwe li hemberî wan hevalan bi lêv bikim, lê gelek zehmet e ku mirov kesayetên wek wan leheng bîne ziman. Me bi hev re gelek tişt parve kirin. Pêwîst dike min hîna bêtir li ser wan were gotin, Lê soza berdewamkirina doza wan didim. Soza me ewe ku em ê ticarî nehêlin xwîna wan sar bibe û çeka wan li erdê bimîne. Îro li ser bingeha ked û cangoritiya bi sedan rêhevalên şehîd li rojavayê Kurdistanê û tevahiya Kurdistanê hem statûya gelê Kurd têqez qezenç kirin, hem jî jiyaneke nû tê afirandin û em ê heya dawî ji bo pêkanîna xwestek û xeyalên rêhevalên xweyên şehîd bi bilindkirina têkoşînê û watedarkirina nirxên ku wan afirandine, xwedî li doz û bîranîna wan derkevin. Dibe ku wiha kêm be jî berpirsyarî û erkên xwe li pêşberî şehîdên azadiyê pêkbînin.