Di rojên dawî de li Herêma Kurdistanê trafîkekî yoxun ya Şandeya Îmraliyê hebû. Şandeya ji endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KDC) û Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç û parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê pêk dihat, hevdîtinên xwe yên li Herêma Kurdistanê temam kirin e.
Buroya Çapemeniyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî hevdîtinên Şandeya Îmraliyê yên li Herêma Kurdistanê daxuyaniyek kûrt da û bidawî bûna hevdîtinên li Herêma Kurdistanê ragihand.
Şandeyê herî dawî îro danê sibê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtin ku tinê 45 deqe domiya ye pêk anîbû.
Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ji bo bi rayedarên PDK û YNK’ê re hevdîtinan pêk bîne û peyamên Rêber Apo bigihîne, ji 15’ê Sibatê ve li Başûrê Kurdistanê bû. Şandeyê 16’ê Sibatê li navçeya Pîrman ya Hewlêrê bi serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re hevdîtinek ku saetek û 45 kêliyan dirêj kir pêkanîn. Şande di 17’ê Sibatê de jî bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî civiya.
Duh jî şandeyê li Silêmaniyê bi serokê YNK’ê Bafil Talebanî, cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî û Endama Mekteb Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed re civiya bûn.
Piştî hevdîtinan YNK’ê daxuyanî dabû
Ofîsa çapemeniyê ya Bafil Celal Talebanî piştî hevdîtina bi şandeya Îmraliyê re daxuyanî da û ragihand ku lîderê YNK’ê wê piştgiriyeke xurt bide pêvajoyê. Piştî hevdîtinê Ofîsa Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got; “Di hevdîtinê de ku Endamê Polîtburoyê Qubad Talebanî amade bû, şandeya Îmraliyê silav û rêzên birêz Abdullah Ocalan gihandin Serok Bafil Celal Talebanî û biryar, siyaset, bijardeyên xwe derbarê bûyerên siyasî yên navçeyê, pirsa aştiyê li Tirkiyê û gotûbêjên xwe bi birêz Ocalan re anîn ziman. Serok Bafil jî tevî ku bi germî pêşwazî li şandeyê kir, her wiha nêrîna xwe û stratejiya YNK’ê ya derbarê qonaxa nû ya aştiyê ya li Tirkiyê bi zelalî anî ziman û diyar kir ku piştgîrî û piştevaniya hemû dilxwazan dikin da ku gelê me li Tirkiyê mafên xwe biparêze û weke YNK jî wê hevkariya serxistina vê hewldana dîrokî bikin ku Serok Mam Celal di sala 1993’an de bingeha wê danîbû.”
Di vê navberê de şandeya Îmrali lîderê dîrokî yê YNK’ê Celal Talabanî jî li ser gora wî bi bîr anî. Ev serdan piştî hevdîtina bi lîderê YNK’ê Bafil Talabanî û Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya Federe Qubat Talabanî li ser gora Celal Talabanî pêkhat. Ji Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan lênûska taybet a li gora Talabanî îmze kir û ev daxuyanî da: “Pêkanîna aştî û azadiya gelê Kurd ku hesreta Mam Celal bû, xwedîderketina li bîranîna wî ye. Em soz didin, ku ev yek wê di dema herî kurt de bê pêkanîn. Em serbilind in ku me dilsoziya Birêz Ocalan a bi Mam Celal re ji kurên wî re ragihand. Bi minet û hurmet bi bîr tînim.”
Ji bo hevdîtinê serlêdanek din hate kirin
Li gel van pêşketinên dîrokî bi israr domandina tecrîda giran li ser Rêber Apo jî tê jiyîn. Ev demek gelek dirêje ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo bi Rêber Apo re hevdîtin pêk bînin serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê didin û her carê ev serlêdana wan bêbersiv tê hiştin, yan jî tê red kirin. Dûh jî parêzeran ji bo bi Rêber Apo û girtiyên din yên li giravê re hevdîtin pêkbînin serlêdanek din kirin.
Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Sûzan Akîpa, Emran Emekçî, Cengîz Yureklî û Îbrahîm Bîlmez ve li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê hate kirin. Parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan lê carek din bersiva erênî ji serlêdana vê carê re jî nehatiye dayîn.