Nasnav: Rêvan Cîlo
Nav û Paşnav: Rojîn Yusuf
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1979/Tirbespiyê
Navê Dayikê: Halime
Navê Bav: Ramazan
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 1992/Qamişlo
Dîrok û Cihê Şehatedê: 5-7’ê Îlona 2012’an li Kato
Ji Bo Bîranîna Rêhevala Rêvan Cîlo (Rojîn Yusuf)
Rasthatina min û rêhevala Rêvan di sala 2004’an de di Kongreya PAJK’ê de çêbû. Piştî Kongreyê, dema ku me di heman grubê de ber bi Behdînanê ve diçûn, me karî bi kêmek jî be sohbetê bikin. Dema ku em cardin di sala 2009’an de li Haftanînê di Konferansa Botanê de rastî hev hatin, ew di gruba Botanê de weke Fermandara Eyelatê ya YJA-Starê cihê xwe digirt.
Di ketina me ya gruban de, dema ku hevala Rêvan ji min re got; “Tu yê di gruba yekemîn de derbas bibî” bi min re li hember wê meraqekî mezin pêşket. Ji ber ku deh sal bûn ez li benda çûyîna Bakur bûm, her wiha vesazbûyîna min çêbûbû û ez ê di demeke pir kin de debasî Botanê bûbûma.
Rêhevala Rêvan jidilbû, ev jidilbûyîna wê, wê ez nêzîkî xwe kiribûm. Di fermandariya wê de feraset û xwezayîbûneke xweser a girêdayî ya jinê li gel wê hebû. Ez nêzîkî çar salan li Colemêrgê bi rêhevala Rêvan re mam. Ew di bîraweriya qadekî mîna Botanê de divê jin çi bide van mekanên azadiya pîroz, divê ji cewherên xwe çi bide û divê li pey çi heqîqetê bin pir baş dizanî. Ew weke ku li benda hatina seknekê bide afirandin bixwe bû. Rêhevala Rêvan vekirî bû, ew sade û xwezayî bû. Wê di dilê xwe de hewldana bûyîna xwediya sekneke xweser û biwateyî radikir. Wê ji bo jinan xeteriya herî mezin jî dida ber çavan.
Zivistanekî ji bo em wargehê li Faraşînê bidin çêkirin, gelek hewldanên mezin kir. Ew sala me ya destpêkê bû ku em çûbûn qadê. Li gel nêrînên hinek hevalên nêzîkatiya wan a bêhêvî, israrkirina rêhevala Rêvan pir girîng bû, wê zû bi zû gav paşve nediavêt.
Wê dixwast tevayî hevalên jin yek bi yek nas bike, hewldana fêmkirineke pir mezin dida raberkirin. Wê her hevalek bikaribe li kûderê kar bike, wê di kîjan deverê de zorî bibîne, wê li hember zoriyan kîjan refleksan bide raberkirin, bi ziravî dida hesap kirin. Wê hevalên jin ên pêşengtiyê ji Colemêrgê re bidin kirin û vekirinan bidin çêkirin, ew heval amade kirin. Wê hevalên jin di nava pratîkê de beramberî çi zoriyan werin, rêhevala Rêvan ew hîs dikir û li gorî vê yekê perspektîf dida wan hevalan.
Beriya çalakiya Beytûşebabê, dema ku ez û ew rastî hev hatin, min dît ku ew pir zêde xerîk dibe. Hîn beriya wê bi heman amadekariyên çalakiyê dihat berdewamkirin. Li gorî rêhevala Rêvan divê ev çalakî bi misogerî encamgirbe û ya herî girîng jî divê bersivê bide pêvajoyê û azadiya Rêbertiya me bixwe be jî.
Dema ku demê çalakiyê nêzîk dibû û heyecan zêdetir dibû, ji alîkî ve 11 hevalên jin wê çawa di vê çalakiyê de bibin xwediyê ristekî çalak û ji aliyên din ve jî di çalakiyê de xeteriya şehadetê jî pir bilind dihat texmînkirin. Ji ber van sedeman, pir hişyar û hesas dixwast nêzîk bibe, ji bo her hevalek jin, divê her tişt di bin berpirsiyariya we bixwe de be, bi vî awayî ew didan amadekirin.
Ez hîn jî şehadeta wê û ya rêhevalên din bawer nakim. Hîn jî mîna wê rojê ew rûyên wan ên zindî li ber çavên min in. Min qet nekarî te binivîsîm rêhevala Rêvan, dema ez li vê nivîsa xwe vedigerim ez vê yekê dibînim. Ji ber ku hinek tişt û hinek kêlî encax tên jiyankirin, nayên nivîsîn. Ger bên nivîsîn jî peyv mafê vê yekê nikarin bidin.
Hevrêyên Wê Yên Têkoşînê