Di derbarê ronakbîriya Kurd, ronesansa wê yan jî vejîna wê de, kesên weke Osman Sebrî, Musa Anter jî bêguman hêjayî bibîranînê ne. Danehevên girîng yên ku pêwîste em wateya wan baş derxin zanebûnê û hewil dane di kesayetên xwe de kêm zêde Kurdeyatiyê pêş bixine. Bêguman mînakên dişibin wan hene. Em dikarin van li hemberî belaya Kemalîzmê û komarê, ya ji bo Kurdan mîna nirxên berxwedaniya vê pêvajoyê ye bibînin.
Çima ev serdem ji bo Tirkitiyê bû serdema ronakbiriyê, lê ji bo Kurdan kirin serdemeke tarîtiyê?
Yek jî ji vê hêlê ve, ev serdem danîna holê mûmkûne. Bi rastî jî her çiqas neteweya Tirk di şêwaza çîna serdest de be, gelek şoven û di şêwazek destbixwîn de be jî, em dikarin bi hêsanî bêjin ku ronakbiriyeke pir alî jiyan kiriye.
Û di wateyek de ronakbiriya Tirk, ji bo Kurdan dibe pêşketina tarîtiyê, dema em dibêjîn “hareketa betonkirinê” tê wateya Kurd xistina gorê û hiştine bêhn bidin û bistînin. Gelek îzahên vê hatine kirin. Bi taybet yên ku îda dikin rewşenbîrin, pêwîste baş têbigihin ku yên ji derveyî rastiya PKK’ê jî dimînin û yên derveyî bandora wê jî dimînin rewşeke gelek çewtî jiyan dikin û ji derveyî rastiyê tevdigerin.
Bêguman PKK, dîrokê ji xwe destpê nake. Lê îro ne gengaze ku bê PKK, qala neteweke Kurd û ronesanseke Kurd bê kirin. Gengaze ku di dîroka me de bi awayê teorik qala Kurdeyatiyê bê kirin. Dîsa di warê kes de kesayetên li ber xwe dane hene. Lê xwe anîna rewşa tevgerek û radeya netewek, wexta ku ji eşîretbûna teng û feodal xilasbûn dibe mijara gotinê û tu bi findê jî lêbigerî nabînî. Divê mirov rasteqîn be.
Heke tê xwestin ku nirxê ronesansa Kurd bê zanîn û paşeroja pir zêde tê xwestin lê pêknehatiye yan jî divê ji pirsa ya sernekeftiye çiye re, bersiv bê dayîn. Em hîn fêm nakin ku di nava neteweyatiya Tirk de me anîne çi rewşî. Îro qurbanên qetlîamê di nava netewa serdest de amûrên herî baş tên bikaranîn. Nirxên netewa Kurd, herî zêde veguherandine nirxên netewa Tirk û xizmet pê dane kirin. Bêguman ev, feraseteke netewa Tirk’e.
Divê em vê bêjin ku, di netewparêziya Tirk de kêmnetewên din ên ji cewhera wan hatine dûrxistin para wan çiqas mezin be, para Kurdên ji cewhera wan hatî dûrxistin jî ewqas girîng e. Biqasî berdêla hemûyane. Bi taybet di dema cumhuriyetê de çi tişta li ser navê nirxên netewa Kurd hebe, li ser wan talan û qetlîam esas hatiye girtin, bi awayeke xayînane şikestina nirx re rû bi rû hiştine. Ev di wateya hunerî û ramanî de şikestineke bihêze. Huner bi taybet jî kesên bijare yên di qada wêjeyê de bi koka xwe Kurdin. A rastî di vê mijarê de pêwîstî bi nirxandineke berfireh heye. Mînak, ne tesadûfeke gelek wêjevanên Tirk bi eslê xwe Kurdin. Ji bo bibe wêjevaneke xurt yê Tirk divê hinek jî koka xwe Kurd be. Ev, hinekê jî bi mantiqê pêkhatina Komara Tirkiyê ve girêdayî ye. Di pêkhatina mantiq de ji Tirkekî re şansê bûna wêjevanek baş daye. Ya ji wî re hatiye dayîn; mîsyona dîroka fermî bi awayeke pir şoven dayîne dubarekirin e.
Yê ku dîroka fermî, çanda fermî evqas dubare dike, nikare bibe hunermendeke baş û dengê bi bandor yê ti demî. Ji Ermeniyan, Ruman û Kurdan berhev dike. Sedemên vê eve: Ev gelên bindestin. Di hest û ramanên kesên gelên bindest de, serûbinbûnên zêde, êş, azar û qutbûn heye. Ev bingeha hunerê ye. Û her wiha derketina huner û pêşketina wê jî bi van kesan re çêdibe.
Di Tirkan de bi navê hunerê tişta digihînê jiberkirina komarê ye. Nemaze vê bi hemû nirxên xwe yên şoven ve bi her kesî dana jiberkirine. Ji ber vê jî huner naxive. Ya rastî huner, divê hinek muxalifê dewletê be û rexneker be. Di vir de pêwîste bi temamî rêxistinî be. Li vir bi temamî nexweşkirin û bi bişaftinê re her tim şibandina xwe: Erka nivîskar û îdeologên komarê ev e. Hinek muhalîf û rexnekerbûyîn jî ji kesên bi koka xwe kêmnetewin re dimîne. Kesayetên çandî yên ji netewa bindest, ji ber ku hêza wan têra têkoşîna siyasî nake qada siyasetê diterikînin. Rexneya siyasî, rêxistin û çalekî, cihê xwe ji rexneya wêjeyî, çalakiya wêjeyê û rêxistinkirina wêjeyê re dihêle.
Bi rastî jî di muxalîfbûna Kurd û rexneya Kurd de peytandinek bi vî rengî heye. Di cihekê de reseniya wê înkar dike yan jî kokena kêmnetewan vediguherînin şêwaya wêjeya Tirk û bi navê parastinê şêwazeke bertekê pêşdikeve. Em bêjîn nifşeke Kurd yê rewşenbîr? A rastî rewşenbiriya wê jî di nîqaşê de ye. Ji ber wan weke rewşenbîrê Tirk dizanin. Dibe bi eslê xwe Ermenî, Rum, Kurd, Erep yan jî Çerkez be. Ya rastî hêjmareke kêm Tirk’e. Bawerim hinek jî dewlet ji vê re destûr dide. Yanî dibêjin; “li ser bingeha înkarkirina rastiya xwe dikarin wêjeyê bikin, ji vê re destûr heye, tenê siyasetê nekin” ew jî bi vî rengî vê qadê bikar tînin. Em, dikarin ji ronakbiriyeke bi vî rengî re rexneyan bikin.
Komar tevgerekî herî barbar qirker e
Dema em tên ser rewşenbîrên Tirkan, îro tê dîtin ku erkên wê yên bingehîn ne anîne cîh. Ev heya bêjî çawaniyek nebaşe. Di warê çandî de alîkariya wan ji netewa Tirk re heye. Lê alîkariya wan ji bo rastiya Kurd, Rum, Ermeniyan sînordare. Belkî di asta çend tîplemeyan de navê wan derbas bibe, ewqas. Mînak, ji Kemal Tahir bigirin heya Yaşar Kemal. Ji Ruhi Su’yan bigirin heya Yilmaz Gûney’an em dikarin di vê çarçoveyê de gelek mînakên mîna van binirxînin. Lê qetlîama mezin û di pişt wê re di serdema asîmîlasyonê de Kurd çi îfade dikin? Ger ku berxwedaniyek hebe, ronakbîriyek hebe, ev tê çi wateyê? Divê hinek jî li ser van pirsan bê fikirandin. Komar bi rastî jî bi qasî ku dîrok nas dike tevgereke herî barbar, qirker ku Hîtler jî li pey xwe dihêle ye. Ermenî û Rum’an ji vê tevgerê para xwe girtine. Kurd jî bi jenosideke hîn bijan re rû bir û hiştine.
Berdin ronakbiriyekê jiyan bikin, jenosîdekê jiyan dikin. Yanî ji zext û mêtingehkirinê wêdetir, hûn dikarin ji vê re bêjin qetlîama rejîma netew jî. Belê, dikarin ji vê re bêjin qetlîama rejîmê. Qetlîam tenê di warê fizîkî de nayê meşandin. Hişmendiya wê tinekirin û bi vî rengî anîna rewşa termek wisa hiştin yan jî anîna rewşa amûrek erzan e. Em bi tahrîbateke bi vî rengî re rû bi rû ne. Her wiha yên ku dixwazin rastiya Kurd ya vê demê lêkolîn bikin, neçarin bi baldarî binirxînin. Bêyî ku hişmendiya rastiyê hebe, nemûmkûne qala raperînek bê kirin. Û ya heyî jî wê bibe sextekarî û çelexwarî. Ji xwe ya heyî jî hinekê eve. Divê destpêkê navê rastiyan baş bê dayîn.
Di derbarê neteweya Kurd de vegotinek bi vî rengî heye dibêjin; “me wisa îsyan kir, me wisa bi qehremanî li ber xwe da. ” Ger ku ev wisa bûya pêwîst bû tiştek di pişt de bima. Yên mane gelek sînordarin û ji çûyîneke serberjêrkî re xizmet dike.
Ya rastî berxwedanî heye. Lê gelek lewaze û ji ber gelek bê parastine, kuştinên gelek çewsîner dikin. Kuştinên çewsîner jî ber bi xulamên gelek xirab, teslimiyet û ecibandinê ve dibe. Di Dêrsim û îsyanên din de tişta hat jiyîn eve. Berxwedaniyek lewaz, aliyê dijber bihêz dike û wê tîne rewşa amûra herî xirab. Taybetmendiyeke bi vî rengî ya îsyanên me heye. Pirtûkeke bihêz ku wan biparêze nehiştine. Bi taybet divê rewşenbîrên me li ser vê baş lêhûr bibin.
Kesayetên mîna Osman Sebrî, Musa Anter û Cigerxwîn, di vê pêvajoyê de hinek şervanî, bi şêwazeke mîna şovalyayên serdema navîn berxwedaniyeke kesî kirine û ew mînaka li ser lingan mayînê ye. Lê wan vê pêvajoyê çiqas anîn ser ziman ew jî mijara nîqaşê ye. Kêm-zêde min jî van kesayetan hinek naskir.
Osman Sebrî, di 1925’an de ji îsyanê bandor dibe, li hember Kemalîzmê derdikeve. Heta li van deran weke me, dixwaze wisa bi mûfrezeyek ve biçe, alîkarî bi îsyanê re bike, heta ku îsyan didome. Lê dibêje; “Min hezar kesî da pey xwe çûm Pirsusê, min li wir temaşe kir ku li pişt min kesek tenê jî nemaye. ”
Cigerxwîn ji Gercûşê, Musa Anter ji Nisêbînê hatine; lê tenê karîne bi lênûs û helbestên xwe ve li ser lingan bimînin. A rastî siyasî bûn. Heta çalekvan bûn. Lê rêxistin avakirin, berxwedanî bihêzkirin -ji bo biçûk xistina van nabêjim- tevî mêrxasiya wan ya mezin jî hêza wan têrê nake. Herî dawî qadeke wêjeya Kurd dimîne, qada ronakbûnê dimîne û li wir Cigerxwîn ser helbestê de diçe. Di vê wateyê de hewil dide bêhneke Kurd bigire, dîsa Musa Anter jî wisa ye. Ew jî ser wêjeyê de diçe, ew jî dixwaze behnek bigire di nava van serdemên tarî ya bê eman de. Osman Sebrî hîn bi rêgeze, hewil dide girîngî bi lênûsa welatparêzî, helbesta wê, zimanê wê û çanda wê bike. Xwe hinek bi hawirdora xwe dide hîskirin. Bi misogerî ev ji kesayetên noker cuda ne. Bi taybet ji kevneşopiyên PDK’ê pir cuda ne.
Xwe ji PDK’ê dûrdixin, ji ber ku dijî Kurdeyatî avabûbû
Beriya PKK’ê, PDK’bûn hebû. Di çar parçeyan de hewil tê dayîn PDK’bûnê ava bikin. Lê bi temamî li beramberî Kurdeyatiyê çêdikin. Dixwaze xwe weke rêxistineke welatparêz bide nîşan. Lê piştî demeke pir kin ev rêxistin dibe xefika welatparêziyê. Û ev kesayet bi awayeke lez ji van rêxistinbûyînan qut dibe.
Osman Sebrî gelek zû qut dibe dibêje: “Ger ku Barzanî min girtiba wê min kûştiba.” Dîsa Cigerxwîn jî zû qut dibe. PDK’bûnek Musa Anter zêde nîne. Çi derdikeve holê? Xwestine bixwe li ber xwe bidin, lê serneketine, zehmetî kişandine. Wê demê PDK rêxistina herî bi bandore, lê pêwîstî dibînin ku jê qut bibin. Ji ber nokerin, di bin bandora dewletê de ne û bi vî rengî bi derfetên pir teng û kêm ve hewil didin bibin”Dengê Kurd. ”
Belê, “Dengê Kurd!”
Mirov dikare pirsek wiha bike, ma van çi xilas kirin? Dane hîskirin ku ziman û çanda Kurd nemiriye. Û ya herî girîng jî li hember êrîşên komarê yên herî mezin teslîm nebûne, weke welatparêzeke li ser lingan mayîn serxistine. Lê ev hemû, nabe aksiyoneke siyasî ya bihêz. Nabe çalakiyeke siyasî û rêxistinbûnek. Rê li ber bitenêbûna wan vedike. Ya rastî divê tenêbûna van baş bê nirxandin. Tevî hemû daxwazên wan yên xizmetkirina netewekê jî, di nava tenêbûnê de mayîn pêwîste bi baldarî bê nirxandin. Ev rewş pêdivîtiya asta netew dide nîşan.
Ya rastî ev weke wêjevanên bihêz tiştên ku pêwîste bikin nakin. Ji ber dema bingeha netew û berxwedaniya şoreşgerî lewaz bibe, wê wêjevaneke bihêz jî dernekeve. Wisa dixwazin. Ew jî çewt û kêm dimîne. Bi vî rengî bêjin bextreş, yan jî nifşeke lez, yanî weke dengê wê demê dimînin. Ronakbîriya Kurd di wateya bêhnberdanekî de dibe ku bixwazin hînekî jiyan bikin. Lê bêşansiyeke bi vî rengî heye. Ji ber tevgereke bihêz ya netew-demokratîk nebû û dema wan demeke tarîtî, qetlîam û pişaftinê bû; berxwedaniya wan ya mezin rê tenê li ber bandoreke sînordar vekiriye. Heke merc dest dabûya dibe ku wêjevanên mezin derçûbûna. Dibûya berxwedanvanên mezin jî bûna. Heta hinek serokên siyasî, leşkeri jî dibû ku di nava vê nifşê de derketiban. Her wiha gelek endamên bi vî rengî jî hene. Vaye İhsan Nuri, di çiyayê Agirî de zêde pêşveçûn neda nîşan. Ber bi Îranê ve terikî. Elîşêr, tevî hemû welatparêziya xwe, ji qetilkirinê rizgar nebû. Nuri Dêrsim hebû; “tevî ah-vahên” wî jî bi tena serê xwe li warên dûr mir.
Ez bawerim ji vî nifşî gelek mirov hene. Ev serdem tenê hêvîkirin û di pratîkê de pêşveçûnek bidest nexistin.
Niha em di zanebûna van de ne. Me van mînakan hemû, bi taybet di vê qadê de yên ku ked dane biqasî ku nebînin ne înkarkerin, lê zêde ji qalikê wê derxistin jî hewce nake. Me nirxandinên xwe herî zêde li ser PDK’yiyan pêş xist. Ji ber yên li pêşiya pêşveçûna netew-demokratîkbûnê digirin, rêya wê ya noker, feraset û zemîna wê ya çîni bû.
Qaşo netewparêziyê dikin, lê tiştên bi netewebûnê re eleqeya xwe nîne, di rizgariya netew de şêwazê nokertiya Kurd ya sexte didin meşandin. Rastiya welatparêziya Kurd bi hêzên îstixbaretê yên mêtîngeh re dibin yek û şêwazê Kurdîtiya ku difetisîne derdikeve holê. Gelek tîpên wê yên bi deq navend tijî kirine. Kurdayetî, demek dirêj di destê van de maye. Şêvazeke Kurdaweriyê ya gelek xeter e. Ew mînakên ku me hêjmartine, li beramberî van sekinîne û ev gelek girînge. Li beramberî van îsyan kirine, têkiliyên xwe qut kirine û cudabûnên xwe danîne holê. Lê ji ber saziyên dewletê yên veşartî dane pişt xwe, ev kesayeta PDK’ê yê noker heya bêjî bi bandor bûne. Yên li hemberî me jî nêzîkatiyên herî zêde xeter û ziyanê didin ev hêzên xwedî vê bingehê ne. Lê ger ku wê qala ronakbîriyeke Kurd, ronesanseke Kurd û berxwedaneke Kurd bê kirin, ev di dema PKK derketî de dîtin wê ya herî rast be.
Di komên din yên çep de, yên ku îda dikin siyaset kirine, partî avakirine hene. Rêza min heye, bila bidomînin, bi izna xwedê wê pêş bikevin. Lê wisa polîtîka kirin, partiya wê avakirin kareke wisa hêsan nîne, di vê mijarê de heta bêjî divê realist bin.
Rêber Apo
Çavkanî: Dîrok Di Roja Me De Veşartiye Û Em Di Destpêka Dîrokê De Veşartîne