Piştî serdema dayîka xwedawend, êdî li kuderê û kengî dibe jin hertim rastî mejî, fikir û pêkanînên pergala zilamê serdest hatiye. Ev çi ji malbatê destpê kirîbe, çi jî ji avasaziya dewletê dibe, ev zihniyet xwe di nav civakê de pir baş daye belavkirin û bicîh kirin. Pergala baviksalarî û zayendperestiyê di mejiyê civakê de xwe weke pençeşêrekî (kansêr) ku dermankirina wê gelekî zore daye teyisandin. Li ser jin û bi awayekî giştî li ser mirovan zextek ku jiyanê tengav bike, bifetisîne pêşxistiye.
Dema behsa vê mijarê tê kirin, bi giranî hişmendiya ku difikire ku li welatên Rojavayî jin heya astekê de azadiya xwe baş jiyan dike jiyan dike. Helbet ev ne naskirineke rast ya sîstema serdeste, di serî de xwe xapandinekî mezine. Sîstema kapîtal li ser fikir, li ser zihniyeta pergala zilamê hegemon hatiye avakirin û ji aliyê rê û rêbazan de gelek dewlemende jî. Li her cih û çaxên cuda de her car jinê bi teşeyeke cuda xistiye bin venêrîna xwe û her car zêdetir kiriye kole. Dibe ku modernîteya kapîtalîst van sedsalên dawî de xwe saz kiriye, lê hişmendiya ku wê birêve dibe, bi hezaran salane her xwe heya roja me ya îro domandiye. Ji ber vê yekê mirov dikare bêje ku modernîteya kapîtalîst teşe û modêla herî dawî ya baviksalarî û desthilatiya mêrê serdeste.
Dîrokê sala 1857’an de di roja 8’Adarê de şahîdiya bûyerek din ya tekoşîna jinan kir. Ew helwesta jinan nîşan dabun bu wesileya ku heya roja me ya îro li seranserî cîhanê, jin û kesayetên azadîxwaz û demokrat bi şahî, bîranîn û semîneran wan jinên hatine kuştin bibîrbînin û vê rojê bi rihê tekoşîn û berxwedanê li jinan pîroz dikin.
Li gora wê buyera dîrokî ku me li jor aniye ser ziman li bajarê New Yorkê, di kargeheke tevnê de rudabu. Gelek jin têde dixebitîn, ji ber demjimêrên ku mêran têde kar dikirin ji yê ku jinan têde kar dikirin kêmtir bûn taleba mafê wek hev kirin. Cardin heqdestê ku jinan re dihate dayîn, ji ya ku ji mêran re dihate dayîn kêmtir bû. Ev bê dadiya ku li wê derê pêkdihat hatîbu asta ku jin hew bêadaletiyê tehemul bikin. Ji bo wê jî jinên ku di kargehê de kar dikirin, biryara tekoşînê dan, rabûn ser xwe û mafê xwe xwestin. Bêguman rabûna wan helwesteke cihê rêzê û nirxdayînê bû, ji ber ku helwestekî radîkal û tam li gorî wî demî bû. Dema ku jin dest bi xwepêşandanê dikin polîs û hin zilamên li wê derê gef li wan dixwin û deriyên kargehê li ser wan jinan digrin. Ev dihat wê wateyê ku jin bi armanca zindî zindî agir berdin canê wan û wan bişewitînin. Wî demî 129 jin jiyana xwe ji dest dan. Ew jinên ku bo mafên xwe reya tekoşînê hilbijartîbun îro wek pêşengên xwe feda kirine em bibîrtînin û ji xwe li pey buyerê êdî dema xwepêşandanên jinan li Emerîkayê dest pêkir û her ku çu geştir bu.
Ew hovîtiya ku li wê derê pêkhatî, bûyereke ku encamên zihniyeta zilamê desthilatdar û zayendperestiyê radixe ber çavên herkesî. Lê li gel vê jî cîhana desthilatdaran karê xwe yê qirêj berdewan kirin û em dikarin bêjin ku her ku çû hartir û hovtir bûn. Pergalê li gora zihniyet û armancên xwe rêbazên kapîtalkirinê dewlemendtir kirin.
Lê piştî çend sal li ser buyerê derbas bûbûn, di sala 1903’an de li Emerîkayê jinan ji bo parastina mafên xwe yên aborî, siyasî û kesayetî “Koalîsyona Sendîkayên Jina” karîn saz bikin. Ev zemîn dibe wesîle ku jin li Emerîkayê dest bi xwepêşandanan bikin û bêguman ev rewş tenê bi Emerîkayê re namîne, ew helwesta jinan nîşan dayî bandoriya xwe li ser hemu jinên Ewrupî jî dike. Li bajarê Kopenhagê ya Danîmarka konferansa duyemîn a jinên sosyalîst ya navnetewî hate lidarxistin. Di wê konferansê de ji aliyê Clara Zetkîn ve pêşniyara ji bo jinan rojek were diyar kirin tê ser ziman. Bi daxwaza ku jin karibin xwe bînin ser ziman û ew roj li tevahî jinan were pîroz kirin ev talep tê ser ziman. Pêşniyara Clara Zetkîn dikeve rojeva konferansê, tê pejirandin jî lê belê yê kîjan roj be nayê zelal kirin. Yekem car bi wesîleya roja jinên cîhanê di 19’î Adara sala 1911’an li Almanya, Ewustiralya û Danîmarkayê pîroz kirin pêktê. Cardin ji hêla rêxistineke mezin ya bi navê “Tevgera Adarê” di sala 1972’an de 8’ê Adarê wek roja jinên cîhanê hate pêşwazî kirin û pîrozbahî li gora wê hate pêkanîn. Piştî ewqas sal yê ji hêla neteweyên yekbûyî ve 8’ê Adarê bi awayekî fermî wek roja jinên kedkar yên cîhanê bê îlan kirin. Her wiha Neteweyên Yekbuyî deh salên dikeve navbera 1975 heya 1985’an weke deh salên jinên neteweyên yekbûyî îlan kirîbu. Neteweyên Yekbûyî di 16’ê Berfembara 1977’an de 8’ê Adarê weke roja jinên kedkar ên cîhanê bi awayek fermî îlan kir. Êdî di roja me de ew roj ne tenê li Emerîka û Ewropayê tê pîrozkirin, li çar aliyê cîhanê ev roj bi girseyî tê pêşwazî kirin.
Îro li Kurdistanê bi pêşengtî û derketina tevgera azadiyê û jinên têkoşer, 8’ê Adarê gihand wateyeke pir giranbuha. Wateya wê ji aliyê jinên ku di tevgera azadiyê de cihê xwe digrin re, bi saya keda wan her çûye bi nirxtir bûye. Ji ber Rêberê netewî Rêber APO, bi nirxandin û watedayîneke mezin ev roj dagirt û hişt ku bi bîrdoziya rizgariya jin re ev yek bê temam kirin. Ji ber vê divê ne tenê di vê rojê de, divê her roj ji bo jinan bibe roja bilind kirina tekoşînê û mezinkirina armancên azadiyê. Her jinek vîneke, hêzeke û biryareke ku bi hizrên azad wê her biçe jin azad û xweşiktir bibin. Lê ji bo vê divê gavên pêwîst bêne avêtin. Rêber APO dibêje; “Cihê we ne tenê li malên we ne. Divê hûn li her deverê bin, divê li her deverê jin biaxivin. Eger tekoşîna azadiyê ya jinê tunebûya, dê jin jiyana koledariyê dewam bikira.” Helbet ev rastiyeke ku nikarî ji nedîtî werî, dewlet tevî sîstema wê ya hegemon ne gengaze ku azadiya jinê di wateyeke rast de bi civakê dide vegerandin û nas bike. Ji ber sîstem tu carî şiyarbûna civakê û bi taybet ya jinê naxwaze, berovajî wê her dixwaze wê bitepisîne.
Herî dawî em carek din 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin. Bi hêviya ku her roj bibin 8’ê Adarê û her roj bibin roja tekoşîn û azadiyê. Ji her jina ku ji bo azadiyê şer dike, dixebite, bedelan daye re em dibêjin roja jinên kedkar yên cîhanê li we pîroz be. Jin bi şoreşê, şoreş bi jinê re yê bigihêjîne astên serfiraziyê.
Mîlan Zerdeşt