Hebûn û nasnamê ya te nin bê vê demê hincetê te ji bê watê diminin
Bi avakirina Dibistan û zaningehan li ser erdnîgariya Kurdistanê esas tirkbûna jinên ciwanên kurd tê armanckirin. Bi qedexekirina ziman û canda dayikê, ciwanên kurd bê kok dihelin. Rêbertî zaningeh û dibistanan wek qadên ku heqiqet û nasnameya civakê ava dikê digire dest, lê dijmin berovaji vê wek durxistin û inkarbûna civaka kurd bikartinê. Dirok û hebûna wan tê inkarkirin ciwanên ku diroka xwe nizanin, ji bo hemû politikayên qirej yên dijmin re vekirîne. Kesayetên perçiqandi û texlîdî tên avakirin, yên ku ji rastiya xwe durketine di aliyê ruhî û manewî şikestine. Di wan de xayalên saxte tên avakirin eger bixwazin ji vê perçiqandinê derbikevin pewiste bibin karmend û hevkaren baş ye dewletê, vê deme qaşo mafê jiyanê ji wan re ji tê dayin. Ji vir şunde ev kesayet mijiyê xwe li gori pêwistiya sistemê dixebitinin. Em vê rastiyê niha di saxsê hemû kesên ku xwedî kurdbûna xwe dernakevin bi şewazekî erjeng dibinin. Li vir felsefeya ‘ti karê bibê herkes lê nikarê bibê kurd’ tê esas girtin. Ev beşê civakî aliyê pîvanên exlaqî de ketinên berbiçav jiyan dikin, ji bo ku xwe inkar dike û di heman demê deqtaqlitkirina dijmin ji xwe re esas digre. Li vir şeref, namus û rûmet nine, tenê kesayetên lewaz ku xwe ji bo pera û jiyana konform firotî ne hene. Dagirkerî jî bo ku bixwazê civakek kedî bike destpekê hemû paşeroja wî sil dike û wisa peşerojek gorî berjewendi yên xwe li ser ferz dike. Fetîhkirina zihniyet wiha encam digre û mixabin ev xwe di rastiya jinên ciwan ên kurd iro bi awayekî şînber dide berçav. Dijmin wisa civakê fêrî koletî û hişmendiya wê teslim digre. Rêbertî, gelê kurd li welatê zenginiyên bê hempa ku muhtacê pariyek nan hatiye hiştin digire dest. Zarokên kurdan li gorî pîvanên exlaqî û polîtîk ên civaka xwe nayen perwerde kirin, di nava rastiya nasname û çanda dagirker tên helandin. Ger dibistanên dijmin me ji rastî û cewherê me durdixê em çima ciwanên kurd li wan navendên şerên taybet dixwinin? Her yek me ji bo bersiva vê pirsê bi sedan hincet karê nişan bide, lê eger hebûn û nasnamê ya te nin bê vê demê hincetê te ji bê watê diminin.
Yek ji amûrên herî bi bandor li ser ciwanan medya ye, heta di nav nifşa nû de tora civakî buye parçeyek ji jiyana wan. Pergala kapitalist modernite ciwan xistine rewşek wiha de ku iro nikarin bê wan amûran jiyana xwe bidominin. Ji bo ku medya zindî, rojane û herikbare bandorek li ser hemû beşên jiyana wan dike. Bî wan amûran dijmin birdozî ya xwe ya zayendperest û zilamperest li ser jinên ciwan didê qebul kirin. Ser vê esasê ev amûr ji aliyê dijmin ve bi zanebûn di nav ciwanan tên belavkirin û wisa di nav ciwanan de xeyalên saxte dide avakirin. Bi dizi, flim û internet dijmin hewl dide jinên ciwan bikşînê cîhanek dijital ku derfet edî nabine xwe nas û fembike. Ji bo ku jinên ciwan ji rastiya wan dûr bixe, armanc dike ku modelên nu pêş bixe. Ji aliyê axaftin bigre, heta cil û berg, mimik, xwarin û vexwarin bi bandorê.
Civakek ku nikarê xwe biparêzê mahkumî imhakirinê ye
Ango dibin navê jiyanek modern û pêşketî de jiyanek ji rastiya wan dur pêşwazî wan dikin, di vê kêliyê de kesayetek bê pîvan tên avakirin. Bi parvekirina wene û nerînan dijmin zû ferq dike kîjan ciwan welatpareze, li gora vê di şopînin. Bi heman awayî internet û medya derfet dide ciwanan, ku lekolin û lepirsînên li ser binghenên rast peşbixin û wisa hişmendiya dewletê ya ku li ser wan tê ferzkirin lewaz bikin. Lê Ruxmê ku derfetên lekolinkirina heqiqetê peşketine, çima Jinên ciwan pewistî nabinin bibin neçirvanê heqiqeta welat û civaka xwe, ev mijarêke lehurbûnê ye??
Ji zarokatî vê zewac wek piroz û hedefek esasî ya jiyanê ji jinên ciwan re tê peşkeşkirin. Her jinêk ciwan ser vê esasê xeyal dike rojêk prensê derewî bibinê û berê bizewicê. Hemû hedefên wê ye jiyanê bi ve re tên girêdayin. Hişmendiya baviksalarî û civaka gewneşop derfet nadê Jinên ciwan ku rastiya zilam nas bike. Naskirina wê piranî li ser bav û birayê wê diminê. Ji bo ku hezkirin û nirxdayina jinê di nav civaka kurd de lewaze. Jina kurd her legerina wê ya hezkirin û evîna rast a ji dest çuyî heye. Piskolojiya xwe bê nirx hizkirin di Jinên ciwan birinek kur daye avakirin, li ser vê esasê jinên ciwan hem ji bo ku zilam nas nakê hem ji bo piskolojiya wê hatiye perçiqandin, ji bo xapandinê vekiriye. Li vir dijmin bi leyistokên qirej Jinên ciwan bikartine. Dibin navê hezkirinê de, endamên MİT, leşker û polisên dewleta faşist xwe nezî ciwanên kurd dikin û bi hestên wan dileyizin. Jinên ciwan rastiya dijmin ji bo ku nas nakin, nikarên parastina xwe bikin û ji aliyê dijmin wek meta û milk tê bikaranîn. Bi hezaran jinên ciwan wisa hatine tecavuzkirin, bi wan fuhuş tê kirin û bi heman awayî wisa dibin ajanên dewletê. Kin û nefreta dijmin hemberî civaka kurd ewqas mezinê, dixwazê hemû ciwanan bi fuhuş, esrar û evinê ji rê derbixên. Dijmin di her ciwanekî kurd de ji bo ku potensiala li hemberî vê sistema isyan bike dibine, bi rêbazên evina çavkor jinên ciwan aliyê hest de teslim digre. Rojek derbaz nabe ku Jinek ciwan ji aliyê çeteyên dewletê bi rêbaz û amûrên şerê taybet nayên şixulandin. Rindexan ji bo ku nebê ya dijmin xwe ji pirê tavejê, çawa dibê ku ruxmê ku piranî Jinên ciwan rastî ya dijmin dizanin bi celadê xwe re evina saxte terch dikin?
Civakek ku nikarê xwe biparêzê mahkumî imhakirinê ye. Ser vê esasê ji bo ku ciwanên kurd bi imhakirinekê fizikî û çandî rû bi rû neminin pewiste lez û bez xwe ji vê xeta passif û teslim girtî rizgar bikin û xeta berxwedanê ji xwe re armanc bigire. Diroka kurd bi berxwedanên kurdan têr û tiji yê, lê berxwedana herî mezin di sala 1978 bi avakirina Partiya PKK hat destpekirin. Eger em iro karibin behsa hebûn û nasnamê ya kurdan bikin pewiste ti ciwanekî kurd rastiya Rêber Apo ji bîr neke. Pêwiste bi rihekî fedayî ji bo azadiya Rêbertî her roj têbikoşê û bi ti awayî xeta teslimiyetê qebul û tercih neke. Her jinek ciwan deyîndarê Rêber Apo ye. Sedsala 21’emîn wê bibe sedsala azadiya Jinê ev bi teqez edî nikarê were inkarkirin, ser vê esasê erişên dijmin herî zede li ser Jinê tên peşxistin. Li hemû cihanê ev heqiqet bi dijwarî tê ditin. Ev azadî encax bi zanebûn û rêxistinbûnê dikare were misogerkirin.
Rêbertî hafiza ku hatibû silkirin ji nû ve nivisand, rastiya Jiyana azad ji nû ve xemiland û peşengtiya heqiqeta evina welat û civaka xwe kir. liser vê esasê Rêbertî dibeje dibe ku em lewaz bikevin, rêxistinbûna me bê hez be, silahê me kêm bin, lê bi teqez em ê teslimiyetê qebul nekin. Ji bo ku Teslimiyet ixanete. İro Rêbertî bi hezaran keç û xortên kurd xwedî nasnameyek bi şeref û namus kir. Ev keç û xort ji bo parastina vê şeref û namusê li hemberî dijminên kurdan berxwedaniyek bêhempa dimeşînin, Rêbertî jina azad ji nû afirand, ev hêla ku şopdarê destana Rindêxan bi ti awayî xilas nebin û teslim nebin.
Solin Tori
Dawî