Dema mirov dibêje Tirmeh beriya her tiştî berxwedan tê bîra mirov. Wexta em dibêjin meha berxwedanê, wê demê berxwedan bi çi şêweyê hat kirin, mertalê berxwedanê çi bû? Dema mirov vêya tîne ber çavên xwe, mirov berê xwe dide dîroka tevgera azadiyê. Pêşengên tevgera azadiyê çanda berxwedanê çawa avakirin, mîrateyekî berxwedanê çawa ji bo me dan avakirin û îro ev çanda berxwedanê di qirna 21’ê de bi çi şêweyê dide jiyankirin ev mijar ji bo me girîng in. Dema em berê xwe didin dîroka tevgera azadiyê û meha Tirmehê, Amed tê bîra mirov. Ev mijar girîng e ku Amed bajarê me yê ku herî zêde pêşengên Kurd lê hatine darvekirin û hemu berxwedanên Kurd li wê derê hatine darizandin, serhildanên Kurd li wir hatine tepisandin e. Mînaka vê jî Şêx Seîd e.
Ji ber ku netewa Kurd, hebûna Kurd û serhildanên Kurd li Amed’ê hatin fetisandin. Di qirna 20’ê de weke tolhildana serhildanên Kurd tevgera PKK’ê serî hilda. Tevgera PKK’ê hemu pêvajoyên Kurd ê berxwedêr digre dest û bi vê rengê dimeşe. Weke encamê tevahî berxwedanên Kurd ên hatiye jiyîn e. Weke tolhildana gelê Kurd, tolhildana gelê serhildêr, gelê berxwedêr derdikeve holê. Bi vê îdiayê xwe bi rêk û pêk dike û dikeve meşa azadiyê. Dewleta Tirk ê xwe li ser feraseta Osmaniya nû de birêxistin û bi nav dike, çawa ku li Amed’ê Şêx Seîd û rêhevalên wî darvekir, be guman carek din xwestin vê yekê bi tevgera azadiyê bidin jiyankirin. Kadroyên pêşeng ê berxwedanê bedenê xwe bi felsefeya Rêber APO li hemberî zilmê kirin mertalê berxwedanê. Ji ber ku PKK’ê bû dengê nûjen ê Şêx Seîd, Seyît Riza û gelek pêşengên Kurdan.
Dengê hevalên me yên pêşeng li zindana Amedê bû mertalê berxwedanê û bû şûrekî berxwedaniyê di sînga faşîzma Tirk de birînek mezin vekirin. Tiştê di destê wan de hebû, tenê bedena wan bû. Bedena xwe kirin mertalê berxwedanê. Esat Oktay ê ku li zindana Amed’ê temsîlê faşîzmê dikir digot ‘ezê we bikim pariyek nan û bixwum’. Wê demê rêheval Kemal Pîr bersiva wî da û got ‘jibîr neke em pariyekê mezin in, emê di qirika te de bimînin û tê nikaribî bi awayekê rehet me biqurpînî’. Bi vê rengê gotina rêheval Kemal Pîr nîşan da ku êdî Kurd ne Kurdê berê ye, tevgera berxwedêr jî ne weke tevgerên berê ku di nav malbat û eşîran de sînordar maye ye. Hîn bêhtir bi felsefeya netewa demokratîk û bi felsefeya Kurdê azad dikeve rê de û bi fikr û ramanên Rêber APO dil û mêjiyê xwe xemilandine. Ji ber vê jî li hemberî vê îradeya ji pola tu şansê serkeftinê yê cûntayê nîne.
Berxwedana Zap, Metîna, Avaşin Rihê 14’ê Tirmehê Ye
Çawa ku li zindana Amed’ê dixwestin tîpa însanekî îrade şikestî ava bikin, însanekî çok daniye derxin holê, çawa dixwestin însanekî ku vîna wê/wî dîl hatiye girtin bidin avakirin; di roja me ya îro de jî heman siyaset dimeşe. Ji ber vê mirov nikare bêje ku roja me ya îro ji pêvajoya salên 80’êyan a Amed’ê qut e. Navê PKK’ê bi xwe navê berxwedanê ye, navê serhildan û tolhildanê ye. Li beramberî kesên ku xwe bi felsefeya Rêber APO û bi çanda PKK’bûnê dihûnin û dineqişînin, tu şansê serkeftinê ya dijmin nîne. Îro jî nîşaneya vê li çiyayên azad dimeşe. Çawa ku rêheval Mazlum Doxan got ‘berxwedan jiyan e, teslîmiyet îxanet e’ Newrozê pîroz kir û di Tirmehê de li hemberî zilma tê kirin bi girêva birçîbûnê bangawaziya çalakiya ehlaq û wijdanê hat kirin. Bûn deng û rengê nasnameya berxwedanê. Mirov dema lê dinêre di sala 1996’an de ev yek di bedena Zîlan de dibe bombeyek û diteqe. Di şexsê Sema de dibe agirê azadiyê û dijmin dişewitîne. Di şexsê Fîkrî Baygeldî de carek din xwe ji xweliyê xwe ava dike. Di şexsê fermandar Egîd de dibe artêşa fedaî. Çawa ku Rêber APO dibêje em bi Hakiyan bûn partî, bi Egîdan bûn artêş û bi Zîlanan ber bi azadiyê ve diçin îro ev artêşa Zîlanan a fedaî li çiyayên Kurdistanê dibe mertalê berxwedanê. Ev berxwedaniya îro ji pêvajo û berxwedaniya 14’ê Tirmehê ne qut e.
Meha Tirmehê ji bo me meha berxwedanê ye, lê her rojekî me jî xelekek ji vê berxwedan û ji vê çandê ye. Di şexsê şehîdên azadiyê de û di şexsê şehîdên Tirmehê de ev yek şênber bûye ku ew zarokên xwedawendan ên şîr helal in. Di vê wateyê de berxwedan bû felsefeyek şênber. Ji ber vê yekê wateyekî xwe yê dîrokî ku heya roja me ya îro bûye çandek, buye hebûnekê ku îro li çiyayê Kurdistanê roj bi roj kelha zilmê dirûxîne. Mirov dema li Heftanînê mêyze dike vê dibîne. Di şexsê Rustem de dibêje teslîmiyet îxanet e û bi hemu bedena xwe, xwe dike çalakvanekê fedaî û ji bo dîl nekeve destê dijmin xwe ji zinaran de davêje, bê guman ev sekin û berxwedanî ji meha Tirmehê ne qut e. Di şexsê Esmer de xwe dike mertalê azadiyê û bi tîliliyan diçe ser dijmin, ev yek ji çanda berxwedanê ya Tirmehê ne qut e. Dîsa li Garê di şexsê şervanên azadiyê de têkoşîna ku 8 rojan bê navber li hemberî her cûre teknîk û xazên kîmyevî yên dagirkeran hat meşandin, bê guman ji rihê Tirmehê ne qut e. Îro jî em lê binêrin li Metîna, li Zendura heya ku dihige Zap’ê û Avaşînê îro ev berxwedana ku bê hempa tê meşandin pênaseya rihê berxwedaniya Trimehê ye.
14’ê Tirmehê Pênaseya Serkeftinê Ye
Ev hemu xelekên zincîrê berxwedanê ne ku bi pîvana ehlaq û wijdanê hatiye hûnandin. Bi çand û rûmetê hatine neqişandin, bi felsefeya Rêber APO îro di kesayeta şervanên azadiyê de şênber e. Çawa ku em dibêjin di sala 82’an de li hemberî tevahî çalakvanên rojiya mirinê dewleta Tirk neçar ma û li hemberî îradeya ji pola ya berxwedêrên 14’ê Tirmehê çok tewand; îro em lê dinêrin li çiyayên Kurdistanê jî li hemberî îradeya ji pola ya şopdarên Kemalan, Xeyriyan çok datîne. Rûxmê hemu teknîk û madeyên kîmyevî yên dişxulînin û berdidin tunelan, rûxmê hemu çeteyên ku ji cîhanê kom dikin mirov nikare bêje heya niha serkeftinê bidest xistine. Berovajî tengavbûnekî ku di tu serdemên dîroka xwe de jiyan nekirine, dijîn. Dewleta faşîst a Tirk li hemberî îradeya şervan û mîlîtanên Rêber APO çok tewandiye. Ji ber vê jî mirov ji her demê zêdetir îro bêhna azadiyê digre, ji her demê zêdetir hêviyên me gur in. Rêhevalên me yên pêşeng ên zindanan veguherandine kelhên berxwedanê yê rûxandina mêjiyê dagirkeriyê, îro jî li çiyayên Kurdistanê her sîperek rêhevalên me bûye kelhên berxwedanê yê têk naçe, bin nakeve û bi sekna xwe mirinê dikujin.
Li ser vê bingehê ez car din di şexsê şehîdên mezin ê berxwedêrên meha Tirmehê de tevahî şehîdên me yên bûne ronahiya rêya me bibîr tînim. Divê dost û dijmin vê yekê baş bizanibe ku em xwedî dîrokek weke 14’ê Tirmehê ne, 14’ê Tirmehê nav û pênaseya serkeftinê bi xwe ye. Ji ber vê jî tu hêzekî faşîst û dagirker nikare li hemberî vê îradeyê bisekine. Wê serkeftin bibe ya gel û şervanên azadiyê yên berxwedêr.
Kurdistan Heftanîn