Riha Ciwantiya Apogerî, Tîrejên Pêşe Roja Me Ne

0Shares

Pêwajû yê 2007’an bû. Min wê demê di xebata YJRK’ ê de ci digirt. Dema boharê bû, wê dema girûp xwe ji bo çûna piratîkê amade dikirin. Wê demê min jî ser navê PJAK’ ê bi çen havale din re girûpê Şaho bûn. Em li Asosê diman, em bi meş heya Pencewîn çûn. Di dema çûnê milê Pencewînê de eskerên YNK derdorê me girtin û pirsgirêk derxistin. Ji bo vê jî rêxstin talimat de ku em paşde bizivrîn. Pişt re ji hijmara girûpan kêm kirin.

Girûpê me ku diçûn Şaho ez, Heval Hîwa, Şehîd Bahoz û Heval Zîndan bûn, Şehîd Berwar û Şehîd Çekdar jî diçûn Merîwanê ji bo xebatê bajaran. Hevalê jin tenê ez ma bûm û bi Ş.Bahoz û Heval Zîndan de girûpê Şaho bûn. Em bi girûpek hêzên eskerî de ta nêzî sinûr çûn. Liv ir me dîsa girûpê Merîvanê dît. Heval Berwar berçavê xwe winda kiribû. Ji ber wê jî pir zehmetî dikişand, rixmê ku fîzîkî zorleme dibû lê iradeye wê pir xurt bû. Ji bo  ku qot nebê min destê wê girtibû û pey xwe dixişkand. Em gihaştin Hewraman û 2-3 roj li Kosalan man. Piştî wê girûpê Merîwan çûn û em jî bi Hevalanê qûriye ber bi Şaho ve çûn.

Dema çûnê tenê ez Hevalê jin bûm, Lingê min hemû şewtîbûn. Şehîd Bahoz ji bo êşa xwe bîr bikim  bi min re henek dikir û di dawî de bi min re dimeşiya, Heval bi xwe jî dûztaban û zoleme dibû.

Dema ji  Hewraman diçî Şaho dibe avê Sîrwan qut bikî, dema boharê av zêde dibe û bilind dibe. Şehîd Bahoz bejnê wê bilind bû û av ta kemerê wê dihat. Lê bejna min kin bû, min jî ji bo ku nav avê de necim xwe bi çantayê vî re girt û min wisa karî av qot bikim. Heval henek digotin tiştek nabe bila tiştek ji te ney piştra rêxistin nebêje we xwedî ji Hevalê xwe derneketin. Piştî ku em gihaştin Şaho em Hevalên hêzên eskerî re hereket dikir.

Heval Bahoz li bajarê Sine li Rojhilatê Kurdistanê bû. Tabetmendiyê wê ya herî xweş ew bû ku di nav Hevaltiyê wê de cinsiyetparêzî nîn bû. Hevalekî pir mutevazî bû. Kesayetekî xwendewan bû û astekî xwe hebû. Çandê rêxstinê nav kesayeta xwe de dabû rûniştin. Di nêzîkatiyê wê de hemberê Hevalê jin weke ku Hevalê jin nikarin derndiket. Heval Bahoz piştre bi Hevalekî din hatin girtin û hikûmetê faşist a Îranê Heval Bahoz ji bo şoreşgerê rê azadî bû îdam kir û Hevalê din jî di zindanê de ye.

Heval Zîndan Hevalekî ji Vanê ye û Hevalekî kevine. Dema ez şervanê nû bûm ew jî taxim komîtaniyê Hevalê xurt bû. Ez ji sala 2003’an heya 2008’an min bi Heval re kar û xebat da meşandin. Heval di rêveberiyê PJAK’ê cihê xwe digirt. Wê demê perspektîfê rêxistin  ser tevlîkirin, bi rêxistin kirinê gel û xebata bajar bû ji bo wê jî Heval Zîndan bi xwe bi me re hatibû piratîkê. Dema çûnê Şaho em bi hev re bûn. Pişt re hevla li ling û çavê xwe birîndar bû niha Hevalekî gaziye.

Heval Hewram ji bajarê Kamyaran, li Rojhilata Kurdistanê ye. Berya sala 1999’an ve bi xebat rêxistinê re mijûl bûye û Heval Viyan Soran nasdike û bi wan re kar dike. Ji ber ku tê bin çavkirin mecbûr dibe ku tevlî bibe. Demek di nav hêzên eskerî de dimînê û pişt re derbasî xebatê Rojhilat dibe. Heval roxmê ku li milê dijmin de dihat naskirin dîsa jî bi xebatê bajaran de mijûl dibû. Bi cesaret bûnê Heval her kesî heyranê xwe dikir. Heval wê dişbandin Hevalê kevin. Heval di nav bajarên weke Kirmaşan, Kamyran, Ciwanro û Dalaho xebat kir. Dema Heval ji bo carê yekem dixwastim ku biçin alanê Dalaho Heval Hewram li sala 2007’an de ji bo keşfê erazî çû. Demekî me bi hev re xebatê bajaran dikir. Hinek  Heval hene  ku tû naxwazî bi wan re kar bikî lê ev Heval ne wisa bû û ji bo her tiştê pirs dikir, nêrîn digirt û guhdar dikir. Me milîsê xwe didîtin û wan perwerde dikir.  Birayê Heval Hewram jî milîs bû, dema me gazî wê kir nêzîkatiyê Heval  hemberê birayê xwe bi milîsê din re cûdahiyê xwe nîn bû û ser birayê xwe çû û parezname Rêbertî de ku bixwîne. Heval Heewram ji karê xwe pir hesdikir û kîn û nefrete wê ji dijmin pir zêde bû, ev dihêşt ku netirs be û pir bi cesaret be û dikarê xwe de cidî bû. Roxmê ku pir li çiya nemabû dîsa jî ew heskirinê xwe pir baş bi te dida nîşan dan. Kesayetekî pir sade bû. Gotin û piratîkê wê yek bû. Bi islûbê xwe ya bi bandor gel pir bandor dikir. Ji bo wê jî parazname pir baş dide fêmkirin.

Heval Çalak ji Ciwanro bû. Sala 99’an tevlî bû. Ji malbatek ne welatparêz bû. Endamê genclîkê bû. İnsanekî pir bi yetenek bû. Ew û Şehîd Bawer xebatê gel didan meşandin. Niha jî gel behsê wan dikin. Heval bi çûnê ser randewî birîndar bû û piştre di nav erebê de bû ku eskerê Îranê erebê tereme kirin û bi vî awayî Heval şehîd ket.

Ji ber wê jî Heval Berwar hat Şaho cem me. Piştî şehadeta Heval biryarê çalaki hat girtin. Heval Hewram ji bo çalakî pir bi hirs bû. Ji bo wê jî ew bi xwe pîlana çalakî kir. Heval Hewram bi erebe çû ber qereqol û bi tepançe eskerek koşt û wisa çalakî destpêkir. Hevalên din jî qereqol ra kirin û 11 esker hat koştin. Ev çalakî pir bi bandor bû .

Di nav vê çalakî de Heval Şîrîn Elemhûlî ji hebû. Heval ji be ku Heval Çalak wî tevlî kiribû ji bo ev çalaki pir bi xwestik bû. Heval di nav girûpê êrêşê bû.

Yek ji havalê ku ji şehadeta Heval Hewram pir bandor bû Heval Bahoz bû. Heval bi destê rejîmê Îranê hat îdamkirin. Heval ta kêliyê davî jî berxwedanîkî pir  mezin ji xwe nîşan de û bi qehremanî şehîd ket. Rûhê berxwedaniya zîndanê Amedê mirov dikarî nav Heval Şîrîn û Heval Bahoz bidîta.

Heval Berwar hevlekî ji Rojava bû. Heskirina Heval henberî qada Rojhilat pir zêde bû. Roxmê zolemebûnê xwe tu carî pes nedikir û pir bi moral û heyecan bû. Heval piştî derketin ji Rojhilat li GELIYÊ TEYARÊ şehîd ket.

Dıyala Rojhılat

 

Attachment