Hemû jin, gelekî binirx dîtin şopa hêza kesekî bihêz e. Ev yek me ji bo we vekirî diyar kir. Ez ne li pey avakirina ast û haremê bûm û hîn jî di asta xizmetkarekî de me. Ez ji bo we xizmetê dikim. Gelo ma we dikarî ji mêrê xwe, ji evîndarê xwe pêwendiyeke wiha bidîta? Gelo evîndarekî we hebe ku bi vî rengî were derdê we guhdar bike, ev qasî xitabî dinya we ya hundirîn bike û pêwendî nîşanî pirsgirêkên we bike hebû? Hembêz dikir, bi we şadibû û du rojên din rûhê we derdixist. Ev gelekî vekirî ye. Ez zilaman herî kêm bi qasî we nas dikim, azweriyên we avahiya we ji bo vê yekê gelekî vekiriye. Hun di nava lewaziyan de ne. Wê ew bi kar bianiya heta dawiya temenê xwe we dê jiyaneke aloz bidomanda. Gelo ma ev yek tiştekî gelekî xweşik e? Gelo wê wendakirinên we yên mezin çênebûya? Berî her tiştî ma gelo mêrxasiya we, kesayeta we bêyî ku pêş bikeve ji dest nediçû. Gelo tiştên ku hatine wendakirin, qet nebûn? Van tiştan nîqaş bikin. Dibe ku zilam baş jî nêzî we bibe, we baş biparêze, gelekî hez jî bike, we kêfxweş jî bike lê belê gelo ma bi rastî jî kêfxweşî ev e? Wêneyê malbatên kêfxweş ên bi vî rengî têne çêkirin, gelo ma bi rastî jî wiha ye? Hun dema li civakê temaşe dikin wiha nebûna wê bi çavtirsandî pêşwazî dikin û dibînin. Gelo ma di têkîliyeke bi vî rengî de aramiya keçeke ciwan çi qasî tê parastin? Rêzdayîn û nirxdayîna wê çi qasî çêdibe? Li derûdora xwe ya herî nêzîk temaşe bikin, gelo çi qasî rûmeta we heye? Ger hizirandinên mirovekî asayî ji rêgeza azadiyê ya bingehîn û xeta siyasî qut bibe ew dikare her cure çorsiyê bike. Hele ku li şûna azweriyê ajoyên xwe rakirina ser lingan hizirîbe, ji wî her cureyê belayan derdikeve. Ji bo wê jî dê bibêje azadî, azadiyê jî bi vî rengî tê digihên. Ev nêzîkbûneke gelekî erzan e û wan îflah nake. Dîsa jî hilbijartin a we ye.
Rêxistineke şoreşger a ku jinê çareser neke, mehkûmî binkeftinê ye. Heta ew şoreş mehkûmî binkeftinê ye. Lewma em li ser pirsgirêkê bi berfirehî sekinîn. Her çend keç pir lewaz bibûn, dema hatin perîşan bibûn. Lê me bi hostayî destpêkê hewl da vê rewşa wan çareser bikin. Niha kêmekê hatine asta wate bidin jiyanê.
Li gorî min, anîna jinê ya asta çareseriyê pir girîng e. Divê keç hîna li ber xwe bidin. Bi wêrekî xwe bibînin. rûmeta jinbûyînê bijîn. Bigihêjin zanebûna ku jinbûyîn ne çavkaniya şerm û bêşerefiyê, belkû şeref e. Ev jî gengaz e. Jin di vê mijarê de pir hatiye xistin. Li gor dilê xwediyê xwe, zilamê xwe şekil girtiye. Ez eşkere bêjim, Rêbertî di vê mijarê de li dijî îfadeya ‘jina li gor zilamê xwe’ ye. Weke di her mijarê de, di vê mijarê de jî me pêşketinekî berovajî esas girt. Jina li gor xwe, hêza serbixwe ya jiyanê, bibiryarker, bişêweker, jina pîvanên xwe dide pejirandin! Ev ji min re heya dawiyê girîg tê. Lê niha vîn tine ye. Divê şerê vînê bê dayîn. Dahûrbûyîna keçan li ser vê bingehê ye. Pêwîste li rastiya nasname û kesayeta xwe re bi hûrmet bin. Heta pirsên “hêza jinê heye, an tine ye?, jin kêrî nirxekê tê yan nayê” bi wêrekî nîqaş bikin.
Bi kurtî, pêwîste şerê jinê pêşkeve, hem jî bi ser bikeve. Belê di van hemû mijaran de çêkera me baş ronî bû. Pêşketinê jî dijîn. Di vê çarçovê de hûn jî gihîştin asteke pêşketinê. Yan jî hatin ber qiraxa qonaxeke nû. We xwe nas kir. Rol nasîn. Di pir aliyan de esasên Rêbertî, esasên girseyê û jiyanê derxistin zanebûnê. Bê ku bibin bar, bê ku tengav bikin, tam berovajî bibin rêhevalên hev yên baş û wiha jî di her qada xebatê de rol bigrin. We ev dît.
Ji bo we azadî tê çi wateyê? Gelo ma hunê bikaribin di azadiyê de berdewam bikin? Ev tişt zêdetir me dide hizirandin. Weke ku em dixwazin nebe jî, me gel xiste bin bandora xetê. Weke em dixwazin neyê meşandin jî, rêbertiya partiyê dizane ku li ser karê xwe sekinandinê zêdetir tu çareya wî nemaye. Bi rexmî hemû ketîbûn û lêyîstokên di rastiya jinê de hişt ku em jina ku bi sedan salin hatine kolekirin bikişînin asoya azadiyê. Jin niha li gor berê hem ji aliyê çawaniyê (nîtelîk) hem jî ji aliyê hêjmarî de ji bo dahûrandinê guncaw in. Rêbazên me di gavavêtina azadiya giştî de pêşketinan çêdike. Li gel vê girtîbûnên balkêş jî tên dîtin. Heta provakasyon bi pêş dikevin. Weke kesekî ku li ser rastiya Kurdistanê ye, hem hêza min a çavdêriyê ve, hem jî ezmûnên xwe yên guhertina pratîkî ve ez ê herî berfireh im. Ez vî tiştî jî ji nedîtî ve nayêm ku çareserî tenê bi hewldanên min ve jî çênabe. Di vê mijarê de niyeta baş jî têr nake.
Şoreş li gel ku di wateya azwerî, hêrs, tûjbûna nêzîkbûnan, hewldanên ku têr dikin û serûbinbûnê, tê wateya bersivdayîna pergalê û bi hostetî bersivdayîna van hemû tiştan e. Gelo ma hun dikarin, van hemûyan çi qasî di nava hev de temsîl bikin? Bi çawaniyên yekalî û yek astî ve şoreş nayê bihêzkirin. Bi tenê dema bi qasî hest, hizir, bi qasî teorî û pratîkê jî di cihê xwe de û di asteke têr de, were bikaranîn dê di şoreşê de ristekî bilêyîze. Ez felsefeya we ya jiyanê baş nizanim, dinya we ya azweriyê û têkîldariyê asta we ya azadiyê ji aliyê min ve zêde nayê zanîn. Ev xwezayî ye, derfeta me nîne ku em yek bi yek lêkolînê bikin, jixwe nayê lêkolînkirin jî. Dîsa jî ji bo dahûrîna takekesiyê pêwîstî heye ku nirxekî bilind were dayîn. Bi taybet ev di ezmûna PKK’ê de xwedî girîngiyeke mezin e. Di kesayetekî de zayend û civak dahûrandin, rêbazeke lewaz nîne. Dahûrîna civakê bi têgîhiştina takekes ve jî dibe.
Rêber APO