Rêwiyên Zagrosê

0Shares

Ji Pênûsa Gêrîla

Vekin dilê xwe vekin

Rêwiyê Zagrosê hatin

Ew in rêwiyê azadiyê

Ew in meşa rastiyê

 

Ew dixwazin azadî

Ew dixwazin wekhevî

Ew efsanê Zagrosê

Ew şervanên Brûsk in

 

Biçin wan pêşwazî kin

Dilê wana geş bikin

Ew zarokê Cilo ne

Ew şagirtên Çarçela

 

Dilê wan wek volkan e

Hestên wan wek gerdûn e

Rûyê wan wek rojê ne

Ji ber ku ew efsane nin

 

Vekin dilê xwe vekin

Rêwiyên Zagrosê hatin

Biçin wan pêşwazî kin

Pirsa Rûken û brûskan kin

 

Ew ji cîlo daketin

Ji bona azadiyê

Ew pir bi xwestek in

Hatin dîsa ew hatin

 

Ji bo Kurdan xelat in

Ew hêviyê gelan in

Ew berdewamiya Rojîna nin

Wan bar dan ser milên xwe

 

Ew çêdikin dîrokê

Her tim ji ber koletiyê

Ew in sembola azadiyê

Ew ji dîrokê derketin rê

 

Wan vexwar şîrê Zagrosê

Ew in zarokên vê axê

Ew in nexşa Zagrosê

Wam xist karektera xwe

 

Cudahiyên Zagrosê

Wana got em bernadin

Xweşikbûna vê axê

Vekin dilê xwe vekin

 

Biçin wan pêşwazî kin

Ew ji fikrê rojê re

Bûn agirê Newrozan

Em bûn kevokên çiya

 

Ew in awazên çiya

Ew bûn mezinbûna Cîlo

Ew in bazên Çarçela

Biçin wan pêşwazî kin

 

Ji dîrokê wan pirs kin

Ji nav herdû lêvê wan

Ji xwe re zêran qezenc kin

Biçin destên wan bigirin

 

Evîna wan parve kin

Ew in mamosteyên şer

Ew in nivîskarên dîrok

Vekin dilê xwe vekin

 

Rêwiyên Zagrosê hatin

Biçin wan pêşwazî kin

Dîroka xwe fêm bikin..