Rêwiya Çiyayên Azad: Dîcle Zemyan

0Shares

Nasnav: Dîcle Zemyan Gilîdağ
Nav û Paşnav: Fatma Çete
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1992/Doğubeyazıt-Agirî
Navê Dayikê: Cemile
Navê Bav: Mirsevdin
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 10 Îlon’a 2010/Agirî
Dîrok û Cihê Şehadetê: 4’ê Adara 2012’an li Qendîl

Hevala Dîcle hîn di destpêka rêwîtiyekê de bi serkeftina zelalbûyînekê, bîranînên xwe yên jiyanê pîroz dikir. Heval Dîcle xwe gihandibû asta kêliyê, wê xwe di nava xirbeyên jiyaniyên mişextê de diteqîne û kenînên xwe zêdetir dikir. Di kenê wê de şev dibûn ronahî û heyvê bûkaniya xwe li xwe dikir. Wê di sûretê ronahiya heyvê de nefesên azadiyê di singa xwe de bi cih dikir.

Kenînê heval Dîcle mîna demsala biharê di meyzandinên wê de vedibûn . Dema ku kenînên wê di sitûyê cellatan ve dizeliqî, roj zayîbû di nava hezkirina wê de, wê dawiya vê hezkirina wê nehatibûya û wê ji mêj ve dilê xwe ji semayan û ji rojên nu re rapêçabû. Wê xwe ji nava romanên herî nayên zanîn de dabû şeqitandin û ji wê zêdetir gihiştîbû xweşikbûnên herî bedew. Dema ku bi lênûsa xwe bêrîkirinên xwe ji hevalên xwe re vedigot, veqetîna xwe lêpirsîn dikir û di siberojan de careke din bi gihiştina hev xeyalên xwe mezin dikir.

Hevala Dîcle mîna berfîneke dinava berfa sipî de zelal, xweru û taybetmendîyên Serhed’ê yên asî û berxwedêr di xwe de kom kiribû. Girêdanbûn û heskirina bi çanda kevnar ya Kurdî dihêla ku hevala Dîcle bibe evîndarê xaka xwe ya pîroz. Heskirin û bêrikirina wê ya ji çîyayên Kurdistanê re di hemu kêlîyên tekoşînê de dihêla ku ew ji bo gihandina armanca xwe pratîkeke bi mînakên fedakarî û bi serkeftinê dagirtî bide meşandin. Bi bîr û bawerîya ji azadîyê re keça şoreşger ya Serhed’ê weke evîndareke Kurdistanê tevlî nava karwanên Şehîdên azadîyê dibe.

 

Attachment