Di van kêliyan de pevçûn hê berdewam dikir û gihiştibû cihê ku em lêbûn. Bi van pevçûnan re du kobra hatin û li ser serê me digeriyan, hemû cihên ku texmîn dike gerîla lêbin dida ber topan. Hêzên me ketin pevçûnê, ez jî di cihê xwe de rûniştime. Hevalên me pir rihet li dijmin dan. Ji ber ku hemû cihên bilind ên di herêmê de di destê hevalên me de bûn û her ku hêzên dijmin nêz dibin, dikevin xefka hevalên me yên ku li benda wan bûn. Dema ku kuştiyê wan çêdibûn, hema paşde dizivirîn. Fermandarê wan bi xwe ji ber ku leşkerên wî vedigeriyan 15 leşkerên xwe kuştin. Hevalên me li cîhaza biçûk guhdar dikirin… Fermandarê wan ji wan re bi aciz bûn digot, “Yên ku vegerin, ezê li wan bidin…” Bi rastî jî dema ku leşkeran nema dikaribû şer bikira û paşde dizivirîn, dibûn qurbanên wan berpirsyarên xwe yên wehşî. Leşker ketibûn navbera du agiran de, dema pêşde dihatin hevalan li wan dida û dema ku paşde dizivirîn namloya çekên fermandarên wan li pêşberî wan bûn. Pevçûn di wê rojê de heya şev berdewam kir.
Hevalên me bi ruxmê van êrîşên lêhûrbûyî, qet cihên xwe bernedan û di berxwedaniya xw de israr kirin, qet firsend ji pêşde hatina leşkeran re nedan. Beriya ku bibe şev, fermandarê yekîneyê hat û pirsa rewşa min kir. heval difikiriyan min ji qada operasyonê dûr bixin… Her wiha tu agahiya wan ji hevalên ku çûne qereqola Memîra, nînbû. Piştî wê ji min re got; “hevala Çîçek, me hêstir ji bo te aniye, herî baş ewe ku heval te bibin cihek bi ewle.
Hevala Sakîne tevî sê hevalan bi min re hat. di van deman de dengê balafiran kêm bûbû û pevçûn sekinîbû. Rewşa min jî her diçû xirabtir dibû. Min her av xwest, lê hevalan qet av nedan min. Ez hê jî ji ber bêhna dûman û barûdê wek gêjan bûm. Ji ber min glek xwîn rijandibû, carnan li ser pişta hêstirê dilerizîm û giran dibûm. Min bi xwe re got, rêk zehmete, divê ez şiyarbim da ku zorahî bi hevalan nedim kişandin. Nêzî seat 11’an em gihiştin ser bîra Avka. Ev bîr bi tama çaya xwe dihat nasîn. Min ji hevala Sakîne re got, ka em hinek li ser kaniyê bisekinin, dest û rûyê min bişo. Ez ji ser pişta hêstirê daxistim. Hevala Sakîne bi paçekî şil dest û rûyê min paqij kir. Dema ku min xwest kêmek av vexwim, lêva min êşiya, tenê min hîs kir ku qirka min şil bû. piştî navbereke kin, me berê xwe da cihê ku hevalên me yên din lêbûn. Hemû heval bi rewşa min pir bandor bûn, xwestin moralê min bilind bikin. her kes bi henekî digot, “Teqez, dema ku balafirê lê dida, te bi xwe re gotiye divê ez binêrim ka çawa lêdide û ji ber wê tu wisa birîndar bûye.” Tiştê ku gotin rast bû, her ku lêdan çêdibû, sebra min nedihat û nikaribûm di cihê xwe de bisekinim.
Dijmin vê carê hewan avête cihê yekîneya ku em lêbûn. Her wiha dengê teremeyên dijmin dihatin me, her hal ji tirsa re li derdora xwe gule dibarandin. Me fêm kir ku hêzên dijmin dixwazin berê êrîşên xw bidin vir. Seat dihat yekê, min hê jî ji bo navber dayînê firsend nedîtibû. Hevalan ez birim şkefteke biçûk û hevala Cahîde li cem min hiştin. Hevalan çend kefiyên leşkerî kom kiribûn û hemû avêtin ser min. Hevala Cahîde xwe li kêleka min dirêj kir, wê demê hinekî germ bûm. Ez di bin dengê hewanan de hema xew ve çûm. Heya destê sibê qet şiyar nebûm. Ji nişkêve min hîs kir ku canê min parçe parçe bûye, min hewl da ku ser lingê xwe bisekinim, lê ez hema gêj dibûm. Hêzên operasyonê jî berê xwe dabûn vî alî.
Hevala Cahîde û hevalê Omer Harûnî ez birim cihekî nêzî qampê. Di van kêliyan de çar kobrayan bi hev re dest bi lêdanê kirin. Hêzên bejayî hewl dan ku nîvro pêş de werin, lê hevalên me ew asteng kirin. Pir caran ev hewldana xwe dûbare kirin, lê her rastî heman berxwedaniyê hatin. Hevalê Omer jî li vir sivik birîndar bû. Dema hevalê Balo dît ku balafir qet nasekinin, hema çeka RPC ji hevalekî girt û roketek berve balafiran de avêt. Wê demê balafirên şer paşde zivirîn û li ser leşkerên xwe, geriyan. Hevalê Balo hevalekî zewicî bû û zarokekî wî hebû, lê dijmin hevjîna wî û zarokê wî kuştibû. Ew jî ji bo ku tola wan hilde berê xwe dabû çiyayên azad…
Hêzên dijmin ji sê milan ve derdora me girtibûn. Hevalên me bi şev kom bûn da ku bi rengê yekîneyan paşde bizivirin. Yekîneyek di pêşî de çû, piştî wê em ji milê gund ve paş de kişiyan. Çentê min û çeka min li cem hevalan bû. Ez jî bi giraniya birînên xwe bi wan re dimeşiyam. Min hewl dida ku bi sebir tevbigerim da ku li ser hevalan nebim bar. Erzaqê me xilas bûbû, tenê şîşeke av şork û tirş û du nan bi me re mabûn. Di grûba me da milîsek bi navê Erdal bi me re hebû. Em di nava latên jora gund ên bilind de man. Li cem girê ku jêre dibêjin, girê Mehmet Şêrîn.
Ev gir girê herî bilind ê di herêmê de ye, li pêş wî gund, li pişt wî jî Çirav heye. Em ketin nava lateke mezin a di bin gir de. Ji xwe hevalên me yên din jî li derdora me bûn. Latên vê herêmê pir bilindin. Darên wê pirin û di warê ava xwe de pir dewlemenede. Ava kaniyê di aliyê din ê gund re derbas dibe. Hevalan ji me re av û xwarin ji gund anîn. Her wiha hinek mast û kevçiyek biçûk ji bo min anîbûn. Hevalan hewl da bi wê kevçiya biçûk hinek mast bidin min, lê belê birîna lêva min pir diêşiya û min nedikarî tiştek bixwim. Ber bi destê sibê, ji jora me, dengek hate guhê min. Hersê hevalên din xew kiribûn. Tenê ez şiyar bûm. Hem birîna min pir diêşiya, hem jî ji ber ku em di kenara çiya de bûn, me texmîn dikir ku hêzên operasyonê wê heya vir werin. Ji ber van sedeman qet xew neket çavên min. Hevalên me di latên li derdora me da bicih bûbûn, ew jî ji bo pevçûnan amade bûn. Dema min li cihê ku deng jê dihat meyazand, min dît ku leşker li jora lata girê Mehmet Şêrînin. Min li cihê din meyzand, min dît heval Erdal bi dengek nizim ji min dibêje, ka binêre, hema li jora me nin…
Em heya nîvro li ser piştê dirêj kirî man. Leşkeran jî xwarina xwe dixwarin. Ji xwe re pir rihet hereket dikirin. Ji ber wan texmîn dikir ku gerîla ev herêm berdaye. Heval Erdal keniya û got; ew dibêjin qey hun ji derveyî herêmê ne. Em ji bo pevçûnê ne amade bûn û me yê êvarê dest bi meşa xwe bikira. Ji ber wê me hewl da ku xwe veşêrin. Her yek ji me di cihê xwe de pariyek nan xwar. Min wisa hîs kir ku hinek baştir bûme. Ji ber ku cihê em lê bûn hinek germ bû, êdî kurm û pêşî li ser cihê birîna min kom dibûn. Ji ber wê hevalan her çend deqeyan rûyê min bi paçeke şil paqij dikirin. Wê rojê tiştek nebû. Berbi êvarê heval Erdal daket gund, ji wan re got ji bo ku hinek amadekarî bikin. Em jî piştî wî daketin gund. Tenê grûba me çû gund, ew jî ji ber ku tendurustiya min ne baş bû. Ji me re sofre danîn, ji min re jî tebeqek şorbe anîn. Destê min ê rastê saxlem bû, lê bi tevgereke biçûk re lêva min diêşiya û hema xwîn jê dihat. Min hêdî hêdî çend kevçî şorbe vexwar…
Berbi êvarê hewa sar bû, hêzên me di binya gund de kom bûn, me yê meşa xwe berbi herêma Gabarê ve berdewam bikira. Em di dola Gerdela ya ku di nava Çirav û Gabarê de bû dimeşiyan. Gundiyên vê derê pir welatparêz bûn. Em gihiştin gundê Bîrava. Di binya gund de em li cem girê Cotyara kom bûn. Bi vî awayî me xwe ji nava hêzên operasyonê xilas kir. Em li gor grûbên din, dereng gihiştin cihê xwe. Êdî pirsgirêka me ya erzaq jî nema bû. Ji ber ku amadekariyên me li tevahî herêmê hebû. Min hevalê Ferhat di nava hevalan de dît. Di dema pevçûnê de ew dûrî me bû. Hat pirsa rewşa min kir. Hinek tendiryot ji min re anî û birîna min paqij kir. Êvarê hevalan xwarin amade kirin û ji me re fêkî jî danîn… Ji bo min jî piskewît anîbûn. Beriya ku em careke din dest bi meşê bikin, hevalê Ferhat careke din pirsa rewşa min kir û ji min re got, tu dikarî bimeşî. Min jî got, raste heval… Hevalê Ferhat ji min re got, “Li cem min derziyeke vîtamînê heye, ka em li te bidin da ku tu bikaribî bimeşî…” Piştî ku ew derzî li min da, ez ji ser hişê xwe ve çûm. Ez ji nişkêve şiyar bûm, min dît ku rûyê min bi paçek şil ve girtiye. Min serê xwe rakir, min dît hemû heval li derdora min rûniştine. Min got; çi bû. Hevalan gotin, tiştek nîne. Min pirsa hevalên din kir, lê ji ber ku rewşa min ne baş bûye, çend heval bi min re hiştine û ew jî ketine rê. Hevalan ji min pirsîn ka rewşa min başe û ezê bikaribim bimeşim an na. Min hewl da ku rabim ser piyan, lê min dît ku cîhan li pêş çavê min reş bûye. Ez dîsa di cihê xw de ketim xwarê. Her ku min hewl dida rabim, serê min gêj dibû. Hevalan av anîn û rûyê min paqij kirin. Min dît ku hevalê Ferhat di rewşek xirab de ye. Lê min nizanibû çi bûye. Ji bo ku ser xwe ve werim, hevalan hinek ava şor û tirş dan min.
Ez nêzî nîv seatekê bi alîkariya hevalan meşiyam, heya em gihiştin riya ku ji riya Şirnexê qut dibe. Ev rê dighêje Gabarê û li kêleka gundê Bîrava re derbas dibe û diçe heya gundê Basretê. Em hêdî hêdî dimeşiyan, hevalan dît ku rewşa min xira dibe, hewl dan ku li riyeke çareseriyê bigerin. Hinek heval hatin û bi xwe re teketorek anîbûn. Em lê siwar bûn û pêşde çûn. Me sê cihê ku li beramberî qereqolên dijmin bûn derbas kir…
Teketor di dawiya rê de, li nêzî gundê Basret sekinî. Em jê daketin, hê jî serê min gêj dibû. Min hewl da bi hevalan re di riya Basret de bimeşim. Em berbi pira ku gelê herêmê çêkiribû meşiyan. Heya em gihiştin pir, ez du caran ketim. Hevala Cahîde rewşa min ji hevalan re got. Welatparêzekî bi navê Seyda bi me re hebû. Piştî ku kurê wî li Gabarê şehîd ket, ew jî tevlî nava refê gerîla bû. Hevalê Seyda çû ji gund kerek anî. Ez bi alîkariya hevala Cahîde û Warşîn li pişta kerê siwar bûm. Hevalê Seyda banê hevalan dikir û digo divê em beriya sibê bighin cihê xwe, ya jî em neçarin paşde bizivirin.
Me meşa xwe berdewam kir heya ku em gihiştin cem kaniya Hera Reş, ew jî kaniyeke mezine, ji bin girê Bazî diherike. Diçe berbi baxçeyên gund… Hevalan ez li wir daxisitn û dest û rûyê min şuştin… hevalên din jî hemiyan dest û rûyê xwe şuştin. Êdî em gihiştin cihê bi ewle. Tenê 20 deqe mabû em bighin hevalên xwe yên dinê. Kenê hevalan bala min kişand, min sedemê kenê wan pirsî. Hevalê Seyda got; “Hevala Çîçek a ji xwe razî, li pişta kerê siwar bûye.” Heya wê kêliyê jî bala min nekşandibû ku ez li kerê siwar bûme. Hevala dixwest moralê min bilind bike. min jî got; “Di wê kêliyê de kîjan heywan ba ezê lê siwar bibama.” Min fêm kir ku dema Seyda ker aniye ji hevalan re gotiye jêre nebêjin ku ev kere, ji ber ku ew pir bi xirûre, ger bizanibe kere lê siwar nabe. Piştî wê fêr bûm ku ez du caran ji ser pişta kerê ketime, lê pê nehesiyame.
Em hinekî pêşde çûn. Me dît ku hêzên me di herêma şkeftên Cûma de bi rengê taxim belav bûne. Êdî xwarina xwe xaribûn û bêhna xwe vedidin. Hemû li derdora min kom bûn û hewl dan rewşa min fêm bikin. Hevalek ji min re got; “Dibe ku dema balafira lê da, tu bi cîhaza biçûk diaxivî, ji ber wê parçê roketê hemû li te ketin. Ji ber ku hemiyan dizanibû ku ez li ser cîhazê her dem bersiva gotinên dijmin ên xirab didim. Dema ku dijmin hewl dida di warê piskolojîk de bi riya cîhazê me binbêxe, min jî piskolojiya wan xirabtir dikir…
Hevalekî din got; dibe ku bi zanebûn li devê te dan ji bo ku tu careke din bersiva wan nedî. Hemû heval keniyan. Bê guman min jî her bersiva wan dida… ji min re betaniyek dirêj kirin ji bo ku hinekî xew bikim. Piştî wê hevala Sosin yek kêliyê jî dûrî min nediket û her tim alîkariya min dikir.
Di vê demê de birîna lêvê min hinekî baş bûbû. Êdî ew tayê naylon jî tê de bicih bûbû. Lêva min bi hevdûve leziqî bû, lê hêjî birîn bû. Me tayê naylon bi zorê bi cimbizê kişand. Nêzî 20 rojan ji derveyî piskewitan min tiştek cûda nedixwar. Birîna lêvê min ji hundur de her vekirî ma. Hevalan ne dikarî ji hundur de baş derman bike. Hevalê Ferhat her tim hewl dida ku birîna min bi riya tendiryotê paqij bike. piştî wê hemû birînên min rihet bûn. Lê parçe di cihê xwe de man.
Rewşa min baş bû û birînên min rihet bûn. Lê birîna lêva min her vekirî ma. Parçê ku li biriyê min ketibû bandora wî jî çû û tenê li dora çavê min şopên şîn hiştibû.
Hêzên me civîna xwe çêkirin. Di wan pevçûnan de hevalê Diyar şehîd ketibû. Hevalê Diyar hevalekî pir nû bû, dema ku hewl dide çekan ji ser dijmin rake dijmin wî ferq dike û wî şehîd dixe. Her wiha du heval sivik birîndar bûbûn. Me fêm kir ku armanca operasyonê ew bû ku nehêle em ji bo salvegera 15’ê Tebaxê çalakiyan li dar bixin. Operasyon demeke dirêj berdewam kir. Dijmin pir hêzên xwe û cebilxaneya xwe winda kir. Piştî civînê em careke din vegeriyan herêmê. Birînên min êdî pir baş bûbûn. Diranên min ên şkestî heya hevîna sala din wisa man.
Piştî wê ez bi armanca perwerdê çûm eyaleta Heftenînê. Piştî ku perwerde bi dawî bû ez bi armanca tedawiyê çûm bajarê Zaxoyê. Di cara yekê de dema ku dixtor li min meyzand, bi rûyek matmayî ji min pirsî; çi ji te hat… min got ez di qezayekê de birîndar bûme. Ji tiştê ku min got qet bawer nekir, lê bê ku tiştek bêje ji min pirsî; “Kîjan dixtorî birîna lêvê te dirûtiye?… Min jî got; ez nizanim, wê demê ez birim nexweşxanê…
Bersiva min da û got; dirûtina wê pir başe…
Ji bo ku nekenim min bi zorê xwe girt û min bersiva wî da û got; tu rast dibêjî dixtor…
Ji Pênûsa fermandar Ş. Çîcek Kiçi
Dê Berdewam Bike