Di nava partiyê de fêrî alfabayê bûm
Bi derbasbûna salan re ji ber ku xwendin nivîsandina min nînbû, pir aciz dibûm. Min bi vî awayî dest bi riyên fêrbûna xwendin û nivîsandinê kir. di wê demê de hevaleke bi navê Tekoşîn a ku nû ji Îzmîrê tevlê nava refên me bûbû, ez fêrî alfabaya Tirkî kirim. Di esas de Serokatî ez teşwîqê xwendin nivîsandinê kirim. Ji xwe ji zarokatiya xwe ve, min her tiştê ku Serokatî digot mereq dikir. Lê ji bo ku baştir van gotinan fêm bikim, diviyabû min bixwenda, binivîsanda… Bi vî rengî hevala Tekoşîn ez fêrî tîpan dikirim. Piştî wê ez hêdî hêdî fêrî xwendin û nivîsandinê bûm.
Sê caran birîndar bûm
Ez di nava şer de sê caran birîndar bûm. Hersê caran jî li gorî derfetên gerîla min tedawî dît. Ji ber wê hê jî şopên şer di rûyê min de henin. Ji xwe birîna lêva min şopa herî diyare.
Hem ji bo ku tedawiya xwe bibînim, hem jî ji bo ku perwerde bibînim û rêxistinê di warê îdeolojîk, siyasî, rêxistinî ji nêz ve nas bikim, min raporek ji bo rêxistinê nivîsand.
Min ji vê kongrê hêzeke mezin girt
Hevalên rêveberiyê di nav xwe de axivîn û biryar girtin ku min bişînin tedawiyê. Bi vî awayî bi armanca tedawiyê hatim başûr. Dema ez li bendê bûm ku piştî tedawiya min xilas be, dîsa biçim Botanê, ji min re gotin ku hevalê Cemal banê te kiriye. Dema ku ez çûm dola Pîrbila ji bo ku hevalê Cemal bibînim, her der wekî bajaran bû. Her kes li wir bû. Min carekê ji xwe pirsî gelo ez hatime cihê şaş. Wê şevê hevalê Cemal bi min re axivî. Ji min re got kogre heye û divê tu jî tevlê bibim. Min jî got, çima ezê tevlê bibim.
Min digo qey tenê endamên komîteya navendî tevlê kongreyan dibin. Heval Cemal got, tu yê jî tevlê bibî. Min jî got; ez van tiştan fêm nakim, bila hevalek din şûna min tevlê bibe. Lê hevalê Cemal got, tu yê jî tevlê bibî, xwe li gorî wê amade bike. Bi vî awayî ez tevlê kongreya 5’mîn bûm. Ez tevlî kongrê bûm, lê min pir zêde fêm nedikir. Lê ji bo min bû çavkaniya moral, hêz û baweriyeke mezin.
Serokatî bi armanca ku kongrê bişopîne, her şev bi riya telefonê bi grûbek heval re diaxivî. Hevala Sakîne hat cem me û got, “Îşev wê grûbek hevalên jin jî bi Serokatî re biaxivin…” Pişt re berê xwe da min û got, “Hevala Çîçek tu jî di nava vê grûbê de yî.” Ez di milekî de kêfxweş bûm, di milê din de min digo ezê çawa bi Serok re biaxivim. Min ne dizanî ezê çi bêjim. Ji ber wê min ji hevalan re got cesareta min a axaftinê nîne…
Dema ku dor hate min, ji heyecana zêde min nikaribû xwe bidim nas kirin. Kur xaltîka min Piling demeke dirêj li saha Serokatî mabû. Hevalê Cûma ji min re got, “Bêje ez mirova hevalê Piling im. Min jî ji heyecanan bi zorê xwe da nas kirin. Serokatî wê demê ji min re wiha got;
“Vê tu carî ji bîr nekin ku, ev PKK, ev şoreş tevgera kedê ye. Gundiyê/a ku tevlî tevgera me dibe, pir ked dide. Lê divê hun di warê îdeolojîk de jî ked bidin…”
Ez derbasî saha Serokatî bûm…
Ez heya mehên havîna sala 95’an li Heftenînê mam. Di heman salê de tevlî kongreya tevgera azadiya jin bûm. Piştî kongrê biryara çûndina min a ji saha Serokatî re hat girtin.
Ez bi heyecaneke mezin derbasî saha Serokatî bûm. Bi ruxmê ku mehek ser çûndina min a sahê re derbas bûbû, lê hê jî ji min re wek xewn dihat. Serokatî ji her kesî pirsî ka navê wan çiya, kengî û ji kur tevlê bûne û erkê wan çiye… Dema min cara yekê Rêbertî dît, dîsa zimanê min hat girtin. Serokatî fêm kir ku ez pir bi heyecanbûm. Ji ber wê ji min re got; “Ji bo tu derbasî sahê bibî, pir raporên pêşniyarê hatin.” Min got, ez nizanim Serokê min. Ji min pirsî ka ez kengî tevlê bûme, tevlê çend çalakiyan bûme û li ku derê mame. Min jî xwe da nas kirin û min bersiv da pirsên Serokatî.
Ji Pênûsa Fermandar Ş. Çîcek Kiçi
Dê Berdewam Bike