Rewitiya Çiya-5
Em 7 rojan di kemînê de man
Piştî Garzanê em derbasî qada Garisa ya bi ser Botanê ve bûn. Di van deman de amadekarî ji bo 4’mîn kongreya PKK’ê dihat kirin. Lê min nizanibû kongre tê çi wateyê.
Li Garisa qet erzaqê me nemabû. Ji ber tunebûna erzaq, me serî li riyên cur be cur dida… Piştî du sê rojan agahî ji me re hat ku wê erzaq ji bo qereqola Herholê were. Ji bo ku em dest daynin ser van erzaqan, me li ser riya ku diçe qereqolê, kemîn avêt. Payîz bû, baran dibariya, lê ji ber ku em di kemînê de bûn, me nedikarî agir pêxin. Piştî 6 rojan, ango di roja 7’an de me biryar girt em paşde bizivirin, ji ber ku tu maşîneyên erzaq derbas nebûn.
Seat dihat 12.30’an. Di van kêlyên ku me xwe ji bo çûndinê amade dikir, me dengê erebê bihîst. 3 erebeyên sivîl bûn. Dijmin erzaqê xwe bi riya van erebeyên sivîl xwestibû. Di van erebeyan de gelek erzaq hebû. Me dest danî ser tevahî erzaqê wan. Ji derveyî hevalên nobedar, hemû hevalên me ji bo kişandina erzaq hatin. Me heya destê sibê erzaq kişand. Me tiştek ji ajovanên erebê nekir. Ji xwe hevalên me bi wan re axivîn û ji rewşa me ji wan re rave kirin. Ajovanan ji hevalan re gotibûn ku wan erzaq ji bo qereqolan aniye. Hevalan ji wan re got, ger tu zerar bighe we, emê alîkariya we bikin û we biparêzin. Ew jî bi dilxweşî xwatirê xwe xwestin û birêketin.
Kongre civîna partî ya herî bilinde…
Vê carê yekîneya me ya bi tevger derbasî qada Gabarê bû. Piştî ku em demekê li Gabarê man, hevalan ji me re agahî şandin ku wê grûbek heval bên cem me û divê em ewlekariya wan bigrin. Lê me nizanibû ev grûba ku tê, çima tê û wê ku ve biçe… Pişt re em fêr bûn ku ev grûba hatî grûba ku wê biçe kongrê ye. Di nava grûbê de hevalê Merwan û hevala Mizgîn (Gurbet Aydin) jî hebû.
Me xwe da cihek bilind. Hevalan gotin emê agir pêxin, wê hevala Mizgîn ji me re stranan bêje. Kasêta hevala Mizgîn a li ser heval Egîd, bi ruxmê em hê zarok bûn, pir bandor li ser me kiribû. Kasêteke ku mejî û dilê me xîtab dikir bû. Me wê şevê agirt pêxist û hevala Mizgîn ji me re stran gotin. Roja din heya şev li cem me man û berbi êvarê ketin rê. Min ji hevala Mizgîn pirsî ka bê diçin ku derê. Ew jî got, emê biçin kongrê. Dema min pirsî kongre çiye, ji min re got, “Kongre civîna partî ya herî bilinde.” Dikarim bêjim ku di nava van herdu rojan de, rengê jiyana me hat guhertin. Bi rastî jî hevalên pir zindî bûn… Her dem kêliyên dîrokê nakevin destê mirovan. Mînak ji bo min dîtina hevala Mizgîn wek kêliyek dîrokî bû.
Jı Pênûsa Fermandar Ş. Çîçek Kiçi
Dê Berdewam Bike