Rewitiya Çiya-4

0Shares

Kêm ma ku eşîr bi hev bikevin

Ez wê demê destgirtî bûm (nişanlı)… Di nava eşîretan de, dema ku jineke destgirtî bikeve nêzikatiyeke wiha, dibe sedem ku şer di nava eşîretan de derkeve. Ji ber vê sedemê jinên ji eşîra me hatin hewl dan min vegerînin. Malbata me ez kiribûm berdêla birayê min… Ji ber wê kêm ma ku tevlîbûna min bibe sedemê şerekî dijwar. Ji bo ku ev acizbûna di navbera herdu eşîran de derbas bibe, hevalên gerîla gotin, em civînekê çêkin, bila hevala Çîçek di vê civînê de bi xwe bi rengek azad biryara xwe bide. Li ser vê esasê roja din ez derketim beramberî eşîra ku li zozanan kom bûbû. Min got, ez ne ji ber tu pirsgirêkan tevlê bûme. Tenê armanceke min heye… Ez jî weke miroveke Kurd dixwazim tevlê partiyê bibim û ji bo welatê xwe şer bikim. Min wiha biryara xwe bi wan re parve kir. Ev biryara min, bi çepikan ve hat pêşwazî kirin.

Seat nêzî 8.30 bû, diya min û bavê min nehatibûn zoman. Birayê min got, em hemû hatine Çîçek tevlê bikin. Min jî got, ji xwe ez tevlê bûme. Wê demê pir qelebalix bû. Birayê min banê min kir. Di cihê ku em lê rûniştibûn de lateke mezin hebû. Ji xwe li wê derê zêde kevir nînbûn. Birayê min ez birim pişt wî kevirî. Ji min re got, çend pirsên min henin. Ger tu bersiva van pirsan bidî emê te tevlê bikin,

“Ya yekê, her kes milîtane ger tu ji xwe ne bawerî tevlê nebe. Her wiha tu hê biçûkî, ev partî li dijberî TC’yê şer dike. Ger tu di warê wêrektiyê de ji xwe bawer nakî tevlê nebe. Ya din ger tu biçî şerekî divê destpêkê mermî li te bikeve. Divê tu li pêşiya hevalan bî. Divê tu beriya wan şehîd bikevî… ger tu nikarî ji van erkan re bibî bersiv û bersiva pirsên min nedî, ewqas çek di destê me de heye, emê te tevlê nekin û bi partî re şer bikin…”

Min bersiva xwe da

Min bersiv da pirsên birayê xwe û biryara xwe ji her kesê re rave kir. Ez wê şevê li zozanan li cem malbata xwe mam. Roja din malbata min bi xwe ez birim cem hevalan û gotin, em Çîçeka xwe emanetê we dikin. Ji xwe birayê min jî dît ku min bersivên rast dan pirsên wî, ji ber wê ez teslîmê hevalan kirim. Rêwîtiya min a çiya bi vî awayî destpê kir…

Piştî tekoşîneke dirêj, min tevlîbûna nava refên gerîla bi ser xist. Lê vê carê cihê ku ez lê bûm gerîlayên jin nînbûn. Ji ber wê heya demeke dirêj bi tena xwe bi hevalên xurt re geriyam.

Ji ber porê xwe giriyam

Piştî demeke dirêj min cara yekê hevalên jin li Tehte Reşê dîtin. Dema min ew dîtin, heyecaneke mezin ez girtim. Her wiha sê heval ji saha Serokatî hatibûn, ez bi dîtina wan pir kêfxweş bûm. Wisa ji min re hat ku, wek min Serokatî dîtiye.

Dema ku tevlê partiyê bûm, porê min pir dirêj bû. Lê ez bi tena xwe sê mehan li cem hevalên xort mam. Dema em diketin meşê porê min pir xêhdan dida, tevlîhev dibû û wek hiriyê lê dihat. Min di van mehan de qet porê xwe neşuşt. Ji xwe temenê min biçûk bû û min nizanibû ezê çawa porê xwe bişom.

Çawa ku min hevalên jin dîtin, hema min ji wan pirsî; “Ez porê xwe çawa bikim?!…” Hevaleke bi navê Sultan hebû, ji riha yê bû. Hevala Sultan şe girte destê xwe û hewl da ku porê min şe bike, lê nekarî. Ji ber wê ji min re got, “Em porê te qut bikin.” Bê ku tiştek bêjim, min dest bi giriyê kir. Ez bi hevalan ve pir girêdayî bûm. Ji ber wê tu bûyereke neyînî bandor li ser min nedikir. Lê dema ku gotin emê porê te qut bikin, ez giriyam û min got ez porê xwe qut nakim. Dema ku pirsîn çima? Min ji wan re got; “Dayîka min û xwîşk û birayê min pir ji porê min hez dikin. Her wiha ez jî ji pora xwe pir hez dikim.” Hevala Sultan got, tişt nabe… porê te tevlîhev bûye, ger tu niha qut bikî wê dîsa dirêj bibe. Bi vî awayî ez qanî bûm. Dema ku hevalan pora min qut dikirin, bê hemdê min rondik ji çavên min dibariyan. Du keziyên min ên dirêj hebûn, min ew birin û xistin bin kevirekî de. Ez bawerim niha hê li wire, lê dibe ku riziya be.

Ez piştî demekê çûm perwerdê. Min zivistaneke sax di nava perwerdê de derbas kir. Piştî wê bi biharê re min li qada Bêşebabê cihê xwe di nava yekîneya bi tevger de girt. Bi vî awayî ez li pir cihên Bakûrê Kurdistanê geriyam. Bi rastî jî yekîneya me her tim di nava tevgerê de bû. Em di sala 90 de heya milê Şîrvanê çûn. Şer û mercên wê demê pir zor bûn. Ji ber ku Şîrvan diket milê Garzanê. Gelê Şîrvanê piştî girtina hevalê Sabrî û şehadeta sê hevalan, ji milê dijmin ve hatibû çekdar kirin. Di vê yekîneya ku heya wir diçû em tenê sê hevalên jin hebûn. Propagandaya artêşa Tirk bandorekî mezin li ser gundiyan ava kiribû. Ji ber wê em gerîlayên jin nikaribûn bikevin gundan. Em li cihekî nêzî gund li benda hevalên xort diman.

Jı Pênûsa Fermandar Ş. Çîçek Kiçi

Dê Berdewam Bike

 

Attachment