Apocîtî di mejiyê min de bi cih bû
Dema min ji birayê xwe dipirsî ka bê evên hatine gundê me kînin, birayê min digot ev APOcî nin. Ev gotin bi vî rengî di guhê min de bicih bû. Dema ku min bihîst milîtanên jin jî di nava wan de hene, ji kêf û heyecanê wisa li min hat ku wek hemî cîhan bûbû ya min. Ji ber ev dihat wateya ku min bersivek ji van lêgerînên xwe re dît. Lê ev pir zêde ne tiştek bi zanebûn bû. Yanî hevalên wê demê pir bala me dikşand. Bê ku biaxivin, mirov bandor dikirin.
Piştî wê heval her tim diçûn dihatin mala me. Avantaja me ew bû ku dema mêhvan dihatin, jin jî dikaribûn biçin cem wan mêhvanan rûnin. Dema hevalan ev baldariya min dîtin, bi min re eleqedar bûn. Hevalan gundî kom dikirin û ji me re pirtûk dixwendin. Kurdistan çawa parçe bûye, hevalê Mazlûm çawa û çima xwe darve kiriye. Her wiha ji me re pirtûkên dijmin çawa gel îşkence dike dixwendin. Temenê min biçûk bû, lê hê jî ew kêlî di dil û mejiyê min de zindî nin.
Tevlîbûna min hat asteng kirin
Piştî ku min milîtanên PKK’ê nas kirin, min xwest ku tevlî nava refên wan bibim. Lê wê demê hem ji ber ku ez biçûk bûm, hem jî ji ber ku keça eşîran bûm, hevalekî bi navê Delîl ji min re got; “Bila eşîret hinekî din tevgera me nas bike, pişt re tu tevlê bibe.” Bi vî awayî tevlîbûna min hat asteng kirin. Min heya demekê wek milîs kar kir. Tevlîbûna min hat asteng kirin, lê ya xortan destûra tevlîbûna wan hebû. Kurê xaltîka min Piling Kiçî û Ahmet Repo wê demê tevlê bûn. Tevlîbûna hevalê Piling û Ahmet Repo baldariya derdor a ji tevgerê re zêdetir kir. Lê hê jî, ji eşîra me tu jin an jî keçeke ciwan tevlê nebûbû.
Destê min bi cixarê şewitandin
Di salên 87’an de kesekî bi navê Mustafa Çîmen radestê dijmin bû û gundê me îxbar kir. Ji ber wê gundê me ji aliyê leşkeran ve rastî êrîşan hat. Hemû gundî hatin bin çav kirin. Em du keç jî hatin binçav kirin. Di gund de her kes di îşkencê re derbas bû. Min jî para xwe ji vê îşkencê girt. Tevî îşkenceya fîzîkî û piskolojîk, ji bo ku ez bêjim gerîla diçin tên gundê me, ji min re gotin; “Ger tu neaxivî, emê te tazî bikin”. Ez wiha tehdît kirim. Ji xwe wê demê dijmin ji bo ku zilaman bigre, jin tazî dikirin. Hevalên gerîla em di vî warî de perwerde kiribûn…
Di serî de hewl dan ku min di warê piskolojîk de bandor bikin. Ji min re gotin tu zarokeke şêrînî, yên ku tevî çekê xwe tên gundê we kînin?… Dema ez neaxivîm, gotin, di dawiyê de emê te tazî bikin. zivistan bû, ava sar ser me da rijandin. Dema wan wiha got, min jî bersiva wan da û got; “Pêwîst nake hun nêzî min bibin, ezê bi xwe xwe tazî bikim.” Ew wisa hizirîn ku yeke di temenê min de, hema wisa zû bi zû xwe tazî nake. Lê ez ji bo her awayî îşkencê amade bûm.
Ev xirabiyên dijmin, min zêdetir bi tevgerê û bi hevalan ve da girêdan. Wê demê destê min bi cixarê şewitandin. Lê dîsa jî min negot. Di nava gel de pir kesên ku ceza xwarin hebûn. Ji ber ew kesê ku xiyanet kir navê wan yek bi yek dida. Lê ji ber ku temenê min pir biçûk bû, her wiha ji ber ku neaxivîm ceza nedan min.
Min biryara tevlîbûnê da
Piştî van bûyeran bi du salan, ango di sala 1989’an de êdî min riya çiyan wek riya çareseriyê dît û ez di heman salê de tevlî nava refên gerîla bûm. Ji xwe artêşa Tirk hewl da ku serweriya xwe li ser herêma me ava bike. Di her gundekî de du qereqol çêkirin. Heval heya demekê ji gundê me dûr ketin. Lê di van deman de girêdana min a bi hevalan re qet kêm nebû. Me di dawiya sala 88’an û destpêka sala 89’an de dîsa heval dîtin. Min hevalek di wê grûbê de nas dikir. Dema min ew heval di grûbê de dît, ez pir kêfxweş bûm. Min jêre got ezê tevlê bibim. Ji min re got, “Temam lê niha bimîne, wê pişt re tevlîbûn çê bibin, emê wê demê te jî tevlî bikin.” Ez jî êdî her li benda wan bûm. Ji ber ku em koçer bûn, em her tim diçûn zozanan. Wê salê jî em çûn zozanên Masîro. Heval hatin cem me û di çadira me da civînek ji gel re çê kirin. Di civînê de gotin wê ji her malekê ciwanekê/î tevlê bikin. Her wiha qala pirsgirêka netewî kirin, lê min nedizanibû pirsgirêka netewî çiye. Me dizanibû ku em Kurdin û hatine çewisandin, lê me nedizanî tekoşîna netewî çiye… Ez çûm cem hevalekî û min got ez dixwazim tevlê bibim. Ew jî got, na tuyê pişt re tevlê bibî. Min ji kêre got, her kes digot, “Ji xwe tu kar dikî, dikarî pişt re tevlê bibî.
Jı Pênûsa Fermandar Ş. Çîçek Kiçi
Dê Berdewam Bike