Rewîtiya Çiya-15

0Shares

Rastiya şer

Îro operasyonê destpê kir. Ji aliyê Bakûr de hêzên artêşa Tirk, ji aliyê Başûr de jî hêzên PDK’ê êrîşê me kirin. Li derdora Zapê çemberekî gelek fireh ava kirine. Dixwazin hêzên me yên Zapê hemiyan tine bikin. Di seat 12’an de Hevalê Rênas bi riya cîhazê ji me re got ku; hevalan ferman şandiye ji bo ku em hêzên xwe hemûyan bigrin û biçin dawiya Şkefta Birîndaran…

Me dest bi amadekariyên xwe kir. Heya wê demê hevalê Rênas jî hate cem me. piştî me hinekî li ser plansaziyê nîqaş kir, taximek heval bi hevalê Rênas re pêşde çû. Piştî ku hevalên me yên serê gir hatin, em jî ketin tevgerê. Em seat 3’ê sibehê gihiştin cihê xwe. Di navbera seat 5 û 6’an de li milê Xeregolê yekîneya hevalê Zinar dest bi lêdanê kir. Hema hema hemû qolên dijmin ên li wê derê ketin tevgerê. Taxima me jî ji milê Şkefta Birîndara çeperên xwe girtin. Taxima me ya yekemîn di berdewamiya gir de çeperên xwe girtin…

Di şer de rastiyeke bi vî rengî heye. Ger hêzek di dema şer de cihê xwe biguherîne, heya ku cihê xwe yê nû nas bike, firset dikeve destê dijmin û wê demê însiyatîf ji destê wê hêzê diçe. Ji ber wê tevahî hêzên me li gorî eraziyê hatin bicih kirin.

Di roja yekê de şer ji aliyê Xeregolê de pir dijwar bû. Windahiyên dijmin pir zêde çêbûn. Li kêleka wê jî hevalê Şahîn tevlî kerwanê şehîdan bû. Di roja duyemîn de jî êrîşên dijmin di aliyê me de dijwar bûn. Me serê sibê ev agahî bi riya cîhazê da hevalan. Li gorî agahiyên ku hevalan dane me, me di nava xwe de hinek vesazî çêkirin û her kes li gorî wê cihê xwe girt. Diviyabû hevala Sakîne bi grûbek heval re hinek din pêş de biçe û li wir çeperên xwe bigrin. Lê rê pir bi xeter bûn û diviryabû pir hişyar be.

Dijmin di cîhazê de em guhdar kiribûn. Ev jî bû sedem ku dijmin vê firsendê bikarbîne. Heval Sakîne li gorî plansaziyê ji me qut bû. Şer pir cidî bû. Lê hevala Sakîne bi rengek saxlem gihişte cihê xwe. Yekîneya hevalê Zinar jî ji Xeregolê paşde kişiya û derbasî milê Şkefta birîndara bû. Lê dijmin ev tevgera wan ferq kiribû û hema bêje hemû teknîka xwe li dijî wan bi kar anî. Dijmin bi desteka 2 kobrayan, ji sê qolan ve êrîşê hevalan dikri. Hevalan jî êdî dijmin ferq kirin bûn û ji hersê aliyan ve li dijmin dan. Me jî ji aliyê xwe ve bi çeka doçkayê li dijmin da. Hevalên ku di boxazê de xefk danîbûn, wan jî ji aliyê xwe de li dijmin didan. Hevalên Şkefta Birîndaran jî lê didan. Windahiyên dijmin gelek çêbûn. Ji ber wê neçar man ku paşde bikşên û bizvirin cihê xwe yê seharê. Di wê demê de di encama lêdana kobrayê de hevala Dîcle û hevalê Koçer birîndar dibin. Hevala Sakîne jî dema ku di çepera xwe de bi dijmin re ketibû nava şer, di lingê xwe de birîndar bûbû û bi tena xwe mabû. Ji ber ku heval di vê eniyê de ji hev qut dibin, vê carê jî tevlîhevî destpê dike…

Sê heval, hevala Dîcle û hevalê Koçer paşde dibin. Hevala Sakîne jî di cihê xwe de dimîne. Bi vî awayî têkiliya me jî bi hevalan re qut dibe. Ez carekê bi hevala Sakîne re axivîm. Ji min re got; heval ez birîndar bûme, bila hinek heval berbi min ve werin. Dema min bihîst ku heval Sakîne bi tena xwe maye ez hinek şaş mam, pişt re min berê xwe da cihê ku lêye. Beriya ku heval Sakîne qala birîna xwe bike, got ku divê heval zû werin, ji ber dijmin hema jêra me ye. Piştî ku min rewşa heval Sakîne zelal kir, hema min hevala Mizgîn û du hevalên din şandin cem wê. Ji ber ku kuştî û birîndarên dijmin pir zêdebûn, qet rê nedida ku em tevger bikin û careke din êrîşê çeperên wan bikin. Min jî bi armanca tevdîr girtinê gelek heval ji cihê pevçûnan şande cihê parastinê. Hevala Mizgîn û her du hevalên din çûn ser karê xwe. Pişt re hevalê Zinar agahî da me ku heval gihiştine cem hevala Sakîne û niha hemî di cihek saxlem de ne. Di van kêliyan de hevalên me yên birîndar jî gihiştin cihên xwe yên saxlem. Her wiha min hevala Zozan û Rûken jî şande erkeke cûda. Di van kêliyan de êrîşên dijmin berê xwe da ser girê me. Teknîk bi rengek dijwar li dijî me bikar anî û firset neda ku em bi hevalên din re bikevin pêwendiyê.

Cihê ku em lê diman girek biçûk bû. Ev gir di navbera çeperên herdû taximên me de bû. Ji ber ku leşkerên dijmin ji hal ketibûn û nedikarîn bên ser me, dijmin dixwest me bi êrîşên teknîkî yên lêhûrbûyî îmha bike. Li kêleka êrîşên bi çekên giran, çar kobra û du balafirên şer jî êrîşê girê me dikir. Tişta herî baş ew bû ku me hemû heval ji vî girî dûr xistibû. Ji milek din de dijmin ji sê qolan ve pêşde dihat. Ewqas teknîk li dijî me hat bikar anîn ku te digo qey ji nişkêve tarîtiyê konê xwe veda û êdî me tiştek li pêşiya xwe ne didît. Ji xwe armanca wan jî ew bû ku toz û dûmanê pir rakin ji bo ku leşkerên wan rihet bikevin gir de. Dema min dît rewş bi vî rengiye. Min berê xwe da girê me yê ku çeka doçkayê lêye. Min bi zehmetiyek wisa xwe gihande gir ku bi rastî niha pênase kirina van hestan gelek zore.

Hevalekî ciwan bi navê Hawar hebû. Bi eslê xwe ji Başûrê Kurdistanê bû. Di navbera min û wî de tenê deh metre hebû. Lê ji ber ku li her bihostekê erdê gule bi ser me de dibariya min nedikarî xwe bighînim cem wî. Gir ji ber dûmana reş qet xûya ne dikir. Kobra li aliyekî, balafir li aliyekî, hewanên bi miskêt li aliyekî. Lê bi ruxmê ewqas êrîşên lêhûrbûyî, min xwe gihande wan hevalan û min ji hevalê Hawar pirsa rewşa hevalên di gir de kir. Ew jî got; heval jî êrîşên dijmin dişopînin. Ji ber dijmin hema hema ji her aliyî ve êrîşê me dike. Min carekê serê xwe rakir û li aliyê dijmin nêrî. Bi rastî jî dijmin bi hemû hêza xwe ve ketiye tevgerê. Li her derê bi teknîkê gulebarana xwe berdewam dike. Lê di warê ruh de, ruhê êrîşê li ser yek leşkerî jî tine ye. Dema min dît ku rewşa leşkeran bi vî rengiye, min dîsa bang hevalan kir. Min rewşa leşkeran ji hevalan re vegot û min wiha berdewam kir; divê em qet bi teknîka dijmin neyên xapandin. Xwesteka dijmin a şer kirin û êrîş kirinê qet tine ye… Dema ku hevalan rastiya rewşa ku dijmin tê de ye fêm kirin, her yek ji wan bi zanebûna erka şoreşgerî ya ku dikeve ser milê wan ve, idîa û îsrara xwe ya serkeftinê danîn holê.

Erk û rolekî gelek giran dikete ser milê me. Ji ber wê divê em ti carî ji teknîka dijmin ne tirsin. Ji nişkê ve hevala Mahabad ji min re got; heval Çîçek dengê hevalan li jêra me tê. Min jî jêre got ka biçe binêre kînin, bila zû xwe bighînin me. Pişt re hevala Mahabad hat û got; “Hevala Rehîme û Zelal hatine, dibêjin ku me hevalên birîndar paşde birine. Em hatine agahî bidin we…”

Hejmara hevalên me yên birîndar bûbûn 5. Ew niha di cihek saxlem de ne. Hevala Dîcle û hevala Koçerîn ji lingê xwe de birîndar dibin. Pişt re min ji hevala Zelal pirsa rewşa hemî hevalan kir. Ew jî got; “niha rewşa wan başe. Me sê heval li cem birîndaran hêla, em jî hatin agahî bidin we…” Di van kêliyan de dijmin zêdetir xwe nêzî girê me kiribû. Ji ber vê rewşê em neçar man gir berdin û xwe jê dûr bixin. Piştî ku me xwe gihande cihek saxlem, ez bi hevalan re ketim pêwendiyê. Ji ber ku her kes digo qey em hemû tine bûne.

Rewşa me heya wê demê baş bû û ti tiştek li hevalan nehatibû. Di van kêliyan de, careke din dengek hate guhê min. min serê xwe rakir û li derdora xwe baş meyzand. Lê me nedikaribû baş meyze bikim ji bo ku bizanibim dijmin xwe nêzî me kiriye an na. Ji ber ku dijmin li serê gir ji dûmana zêde roj kiribû wekî şevê. Mirov nikare heya deh metreyan jî pêşiya xwe bibîne. Min hevalê Hawar şande pey hevalan ji bo ku zû xwe bighînin me. Me yê doçka rabikira. Hevalê Hawar çû, lê bi rastî jî mirov nedikarî serê xwe ji erdê rake. Ji ber ku di wî girî bi her awayî teknîk hate bikar anîn. Min hinek din li derdora xwe meyzand. Çavê min li leşkerekî ket. Min fêm kir ku dijmin hema di biniya çeperên me de ye û pir nêzî me bûye. Heta ku hevala Rehîme hate cem me, hevalê Hawar jî xwe gihande me. Pişt re min banê hevalan kir ji bo ku bi lez û bez çeka doçkayê bibin veşêrin. Ez û hevala Rehîme jî ji bo parastina hevalan me di çeperek guncaw de xwe bicih kir. Dijmin cesaret nedikir ku têkeve gir. Hevala Rehîme ji min re şarjora çekê diguhert min jî şer dikir. Me derûdora xwe bi dorbînê kontrol kir. Qolekî leşker ji aliyê Rojhilat, qolek jî ji aliyê Rojava ve berbi gir ve dihatin. Em bi mesafeyeke 100 metre bi dijmin re ketin nava şer. Nêzî seat 7’an de dijmin gihişte tepe. Me jî gir berda û em çûn girê duyemîn. Hevalê me li wir hebûn, me jî li nêzî gir kemîn avête pêşiya dijmin.

Di van kêliyan de cîhazê me jî tune bû. Cîhazê me jî tine bû. Min du heval şandin cem hevalan ji bo ku hevalên taxima me ya dinê baldarbin. Ji ber ku dijmin ketibû gir. Me biryar da ku em bi çalakiyeke xurt ve êrîşê gir bikin. Me ji her derê gir ve kemîn avêtibû û em êdî li benda hevalan mabûn. Heya nêzî seat pêncê sibehê, me hemû heval di çeperan de bicih kir. Di seat 7’an de dijmin ji aliyê Şkefta Birîndaran de ket tevgerê. 12’e helîkopter bi hev re leşker dianîn cihê operasyonê. Di van kêliyan de ewr kom bûn û di demek kurt de baranê lêkir. Li her derê mij ket. Me jî ji mijê sûd wergirt û 4 hevalên xwe şand ji bo binêrin ka rewşa hevalên birîndar çawa ye.

Li cihê ku em lêbûn dîsa şer destpê kir û heya seat 10’an berdewam kir. Êrîşên dijmin vê carê xurtir bûn. Cardin bi hemû teknîka xwe ve ser me de hat. Bi ruxmê ku ewqas teknîk bikaranî, hevalên me berxwedaniyeke bê hempa nîşandan. Piştî wê ji bo ku hevalên me zêde bi teknîkê wendahiyan nedin, cihê xwe guhertin. Bêgûman ev taxtîkê ku me bikaranî, hişt ku planê dijmin ê bi riya teknîkê hêzê me tune kirin, vala derkeve. Hevalan zêde bi teknîkê windahiyan nedan. Lê di girê Şkefta Birîndaran de du heval birîndar bûn. Pişt re hevalekî me bi navê Sîpan, ji ber ku birîna wî pir giran bû, piştî çend seatan tevlî karwanên şehîdan bû. Hevalê Sîpan li ser doçkayê bû. Me jî dijmin kontrol dikir. Ji nişkêve me dît ku dijmin careke din helîkopter û jetên xwe anîn ser serê me. Me jî bi awayekî lez û bez çeperên xwe guhert. Hinek hevalên me ji bo parastina gir li jora me man. Ji wê jî dijmin nedikarî leşkerên xwe di gir de dayne. Lê mixabin, kobra li cihê hevalan da û hevala Bêrîvan ji destê xwe de birîndar bû. Hevalên me di bin guleyên kopra de xwe gihandin hevala Bêrîvan. Di van kêliyan de ji ber tevgera hevalan dijmin cihê me tespît kir.

Hevalan bi riya cîhazê dijmin guhdar dikir. Dema ku balafirên şer xwest li me bide, careke din derdora me bû mij û barîna teyrok û baranê destpê kir. Ev ji bo me bû firseteke mezin û hema me hevala xwe ya birîndar rakir û xwe ji wir dûr xist. Piştî wê me rewşa xwe ji hevalan re ragihand. Li gorî plansaziyê, me tîmek heval hişt û em hevalên din berbi Çemço ve çûn. Lê ji ber ku hevala bêrîvan nedikarî bimeşe, hevalan hilda ser pişta xwe û em wisa ketin rê. Ez, hevalê kamîl û hevalê Gabar, me hevalên birîndar hildida ser pişta xwe û hêdî hêdî pêşde diçûn.

Em pir têhn bûbûn. Baranê li me kiribû, şev jî gelek reş û tarîbû. Ji xwe erzaqê me xilas bûbû û hevalan gelek enerjî winda kiribû, bi raybet jî hevalên me yên birîndar. Derfetê ku em biçin erzaq ji xwe re bînin qet tine bû. Heya ku me hevalên birîndar gihande Çemço, me gelek zorahî kişand. Lê yek ji rêqezên me wek gerîla ew bû ku, çi dibe bila bibe, teqez em hevalên xwe yên şehîd û birîndar di nava şer de nahêlin û wan ji canê xwe bêhtir diparêzin. Di rastiya PKK’ê de di şer de dev ji hevalên xwe berdan tine ye. Dema me li kêleka ava Çemço navber dayê, me dît du hevalên din jî dihatin cem me. Wan jî hevalên birîndar anîbûn Çemço. Ew ji milê boxaza Amediyê û Tirwaniş dihatin. Ji bo ku hevala Bêrîvan hinek germ bibe, me agirek mezin pêxist. Bi vî rengî me hinek bêhna xwe veda…

Lê bi rastî ez gelekî ne rihet im. Çawa mirovek dikare hemû xwestekên hevalên xwe vala derbixîne. Nêzikatiyên bi vî rengî, bi taybetî jî di nava şer de, ne nêzikatiyên hêsanin. Kesek ji milîtanên partiyê rewşek wiha qebûl nake. Ji ku ez bikaribim bi hevalên xwe re rêhevaltiyeke rast bikim, ez amade me canê xwe ji bo wan feda bikim. Divê em wek şervanên YAJK’ê, bikevin zanebûna erkên xwe yên dîrokî û divê nêzikatî, sekn, tekoşîn û jiyana me ya şoreşgerî li gorî vê zanebûnê be.

Weke encama ponijandina min a li ser vê pêvajoyê û li ser seknên me yên leşkerî, gihiştim hinek encaman. Yek ji wan ew bû ku, min di nava rastiya şer de, rastiya me wek kesayet nas kir. Gelek hevalên me bi wêrekiyek mezin, bi ruhê rêhevaltiyê, ruhê êrîşê bi ser dijmin de çûn û gihiştin merteba şehadetê. Di warê taxtîk, qurnaziyên şer û di warê xwe parastinê de gelek lewaziyên me henin. Divê ez û hemû hevalên me yên li ser van xalan bisekinin û bi vî awayî jî, aliyê me yê kêm mayî temam bikin.

Ji Pênûsa fermandar Ş. Çîcek Kiçi
Dê Berdewam Bike
1997

 

Attachment