Rewitiya Çiya-1

0Shares

Wê di sala 1975’an de li navenda Botanê Cizîrê çavên xwe li jiyanê vekir. Hîn di temenê wê yê zarokatiyê de, zihniyeta mêrê serdest gelek caran xwest wê di nava jiyana xwe ya bijehr de bifetisîne. Xwest mafê jiyanê, bi xwedî kirina malbatekê re ji wêre rewa bibîne. Lê, ew weke berfîna serhildêr, li hemberî mercên herî zehmet ên desthilatdariya mêr serî rakir û cîhana wan red kir. Ji ber wê dizanîbû bihuşta mêr, dojeha jinê ye. Ew bi vê zanistiyê tevgerî û xwest dayîkbûneke nû jiyan bike. Dayîkbûna wê ya nû jî, berê xwe dana çiyayên azad bû.

 Min PKK’ê di sala 83’an de naskir…

Min di sala 1975’an de li Cizîrê çavê xwe li cîhanê vekir. Ez keça malbateke koçer bûm. Di nava gundekî ku ku bi qedexeyên dewletê yên mîna neçûna dibistanê, tinebûna ceyran û riyan de mezin bûm. Milîtanên tevgera azadiya Kurd ên ku wek Apocî dihatin nas kirin, di salên 80’an de serî li gundê me dan. Min milîtanên PKK’ê cara yekê di sala 83’an de dît…

 Bandora îsyanan

Di qada Botan Cizîrê de bandora îsyanan pir mezine. Ez ji zarokatiya xwe de bi van îsyanan re mezin bûm. Ango min Kurdîtî ji zarokatiya xwe de nas kir.

Ez bi xwe keça eşîreteke koçer a ku her dem li zozanan digeriyan bûm. Wek kevneşopiya eşîreta me hem jin, hem jî zilam her kes baldariyeke wê/î ya li beramberî çekê hebû. Di şerên eşîran de jin jî di astek diyar de cihê xwe digirt. Her çiqasî di pevçûnan da ne be jî, lê jinan çek û cebilxane radikir. Wê demê baldariyeke min a li beramberî çekê pêş ket… Heya wê demê jî, hê heval nehatibûn gundê me. Li derdora me kes bi zimanê Tirkî ne diaxivî. Yên ku diaxivîn jî ji aliyê gel ve baş nedihatin pêşwazî kirin. Ez bi guhdar kirina van nîqaşan re mezin bûm. Her wiha pîr û kalên me kom dibûn cîrok ji hev re vedigotin. Çîrokên mîna, serîhildan çawa çêbûne, çawa şer kirine, çawa hatine girtin, çawa bi darê zorê ew birine leşkeriyê… ji hev re vedigotin. Em jî wek zarok bi van çîrokan re mezin dibûn. Tu bixwazî nexwazî ev çîrok em dikşandin nava hinek lêgerînan. Dema em hatin sala 83’an, ez hê 9 salî bûm. Tam di vê demê de heval hatin cem me. Bi guhdar kirina min a ji çîrokên îsyanan re û bi hatina hevalan re, nakokiyê min zêdetir bûn û êdî min dest pir pirs kirina pirsan kir. Destpêkê ji gotina hevalan zêdetir, rabûn û rûnişkandina wan, têkiliyên wan û nêzikatiyên wan ên ji hev re hem bala me dikşand, hem jî em jê bandor dibûn.

Bi ruxmê ku salên min ên dirêj di nava partiyê de derbas bûn, di perwerdeyên cur be cur re derbas bûm, lê hê jî xeyalê min bûyîna mîna gerîlayên ku min cara yekê dîtibûn, bû. Ji ber ku ew milîtanên PKK’ê yên esîl bûn. Mirovên ku pir ji gelê xwe hez dikirin. Mirovên ku xwe fedayê tekoşînê kiribûn. Niha piraniya wan hevalan şehîd ketine…

Lênûsa Çîçek Gabar

Dê Berdewam Bike

 

 

 

Attachment