Me tu li çiya, çekdar wek gêrîlayekê bi berxwedana ku teji bo têkoşîna azadiyê dida naskir…
Me tu di girêdana bi mîmarê jiyana me Rêber APO re hezkir…
Me tu bi girêdana bêdawî ya ji jinê re mînak wergirt…
Em ê te bi mutevazîtî, humanîstî û sekna te ya sade di jiyanê de bi bîr bînin.
Em ê nêrînên te yên tejî hêvî û kena te ya esmer jibîr nekin…
Navê wê Nûda
Nûdaya ku reng dida jînê û navê jiyanê bû…
Di yekemîn hevdîtina me de min roniya di çavên te û hezkirina te ji jiyanê re dît.
Awirên te cuda bûn. Bi rika ku her tiştî wek jinekê bijî, te hemû êşên jinan di kûrahiya dilê xwe de hîs dikir. Di bin beşişîna çavên te de huzn û keder hebû.Hindî tu fêr dibû, te fêm dikir û hîs dikir te dizanî ku barê te giran dibe.Yê ku dizane, fêm dike û hîs dike digihije dilpakiyê…
Li Elbakê (Başqale)Hate Cîhanê…
Rêhevala Nûda Karer li Elbakê hate cîhanê û li Wanê mezin bû. Malbata wê arîstokrat bû.Ev aliyê malbatê bi qasî madî, di wateya menewî de jî bihêz bû.Ji ber vê avaniya xwe li Wanê yek ji malbatên navdar e. Malbat hin nirxên Kurdîtiyê biparêze jî, ji hêla welatparêzî ve di pozîsyoneke çalak de nîne. Bi têkoşîna azadiyê re ku pêşdikeve hinelaqedariyamalbatê bi demê re pêşdikeve, lê belê ji bilî tevlîbûna heyî, hewldaneke cuda çênabe. Dewlemendiya malbatê dibe sedem li ser bingeha taybetiyên wan ên çînî li ser derdorekê bandora wan hebe. Xwe ji civakê cuda dîtin, bêtir jî li ser bingeha taybetmendî û berjewendiya çînî xwedî terzê jiyanê ne. Ev jî dibe sedem di civakê de malbat elît bimîne. Di malê de zagonên hişk ên bav serdest in.
Ew Periya Dilê Me Hemûyan Bû…
Rêhevala Nûda di bîranîneke xwe de dibêje ku “Min pir hez dikir ez biçim gund. Wan deman ez 8 salî bûm. Min zehf hezdikir ez bi xwezayê re bim.Her ku em diçûn gund li mêrga li pêşiya min dirêj dibû, bi seatan min baz dida, xwe diavête erdê, bi seatan min li asîman temaşe dikir.Min ji heywanan jî pir hez dikir.Xwedîkirina berxik û gîsikan yek ji karên ku min bi elaqedarî pêk dianî bû.Min bi zaroyên şivanê me re hevaltiyeke baş avadikir.Ez bi wan re diçûm çêrandina pez.Dema bêriyan şîr didotin min jî bêrîvanî dikir.Heke bavê min li wir nebûya, min ev kar dikirin. Ji ber bavê min destûr nedida ez wiha bikim. Her ji me re digot bi zarokên şivanan re neleyîzin, ew ne li gor we ne. Wê demê min ev nêzîkatiya bavê xwe fêm nedikir, lê min qebûl jî nedikir. Bi veşartî jî be min bi zarokan re dileyîst. Ber êvarekê min dîsa bi zarokên şivên re dileyîst ku bavê min hat, gazî min kir.Ez hemen çûm ba wî. Bavê min ji min re got “Ma min ji te re negot bi van zarokan re neleyîze” sîleyek li rûyê min xist. Yekemîn nakokiya min hertim ev sîle bû. Em çima ji van însanan cuda ne, çima destûr nadin bi zarokên wan re bileyîzim? Min ev pir li xwe dipirsî, di rêwîtiya van pirsan de ez mezin bûm û bi pirsên nû re min têkoşîna azadiyê naskir.
Di malê de herî zêde min ji dayîk û birayê xwe yê doktor hez dikir.Bavê min pir otorîter bû, dema ew dihate malê hewayê malê diguherî. Me ji wan kêliyan re digot kêliyan ku jiyan disekine.Dema bavê min ji malê biçûba dîsa qîr û qiyamet destpêdikir.Bavê min du caran zewicî bû û hejmara xwîşk û birayan pir bû.Birayê min siharê em dixistin îçtîmayê, serjimarî dikir paşê em belav dikirin.
Min pir hezdikir bi tenê bimînim.Ji ber vê sedemê jî bi bêsebrî û hesreteke mezin ez li benda havînê dimam.Di wan kêliyan de bi xwezayê re min hevdîtin çêdikir.”
Hevala Nûda di malbatê de ji hêla herkesî/ê ve dihate hezkirin.Ev rewş wiha tîna ziman: “Ticaran min derew nedigot, rojekê ez ji dibistanê bi derengî hatim malê, bi birayê xwe re me nîqaş kir ku em derewekê bibînin û ji bavê xwe re bêjin, lê rûyê min ewqas sor bibû ku bavê min hema li rûyê min nihêrî, zanî ku birayê min derewan dike. Di malê de ez her bi moral û coş bûm.Pirsgirêkên di malbatê de bandor li min dikirin, lê ez qet nedixeyidîm, min nedixwest kesek ji min aciz bibe.Min nedixwest kesekê bişkênim û min qet wiha nedikir. Dayîka min ji min re digot: tu biqasî periyekê paqijî.”
Çû Dibistanê
“Di malbatê de bêyî cudatiya keç an jî kur em diçûn dibistanê. Ez bi xwîşka xwe ya ji dayîka din çûm dibistanê.Min dibistana navîn û amadeyî di Lîseya Atatirk de xwend. Ev dibistan yek ji dibistanên herî gûzîde ya wane bû. Di vê dibistanê de piranî ciwanên welatparêz birêxistinbûyî bûn.Hin mamoste û mûdûr jî welatparêz bûn û vê jî ji rêxistinbûna xwendekaran re zemîn pêşkêş dikir.Di wateya giştî de ez bi zanebûneke Kurdînî mezin bibim jî, di bingeh de di salên dibistana amadeyî de min nasnamya xwe bi hevalên welatparêz naskir.Salên 90 pêvajoyek bû ku di her warî de têkoşîn pêş diket. Berxwedaniya gêrîla û gel Kurdên li her derê bandor dikir. Li ser ciwanên wê demê jî bandora wê qonaxê pir hebû.”
Tevlî Gêrîla Bû…
Rêhevala Nûda bi giştî ji berxwedaniya gel û gêrîla bandor dibe.Jixwe beriya destpêkirina serhildanan di nav ciwanan de hewldaneke taybet a rêhevala Bêrîvan çêbibû. Yên ku bi rêhevala Bêrîvan re mabûn, ciwanên ku ew dinasîn pir bandor bibûn. Rêhevala Nûda ji şehadeta hevala Bêrîvan pir bandor dibe û bi xwîşka xwe re tevlî nav refên têkoşînê dibe. Beriya ku tevlî bibe rêhevlekî ku cara yekê wê dibîne û pir jê bandor dibe wê pêvajoyê wiha îfade dike: “Ciwanên welatparêz li cafeyekê kom dibûn. Li wir jî bêtir li ser têkoşînê nîqaş çêdibûn.Rêxistinbûnên nû pêşdiketin. Di sohbetên devkî û nivîskî de ji tevlîbûnên nû re teşwîq dihate kirin. Rojekê di yek ji wan sohbetan de, rêhevala Nûda û xwîşka xwe tevlî bûn. Sekna wê ya sade û nêrînên wê yên bimereq bala me hemûyan kêşandibû. Wek ku bi demdirêjî me ew dinasî, wiha ji me re xwîngerm hatibû. Cara yekê bû ku dihat, lê qet xwe biyanî hîs nekiribû.Di nîqaşan de bi pirsên xwe yên bêdawî xwesteka xwe ya fêrbûn û naskirinê danîbû holê. Xwesteka wê em jî bandor kirin. Me pir jê hez kir.Li her dera ku dima bi mutevazîbûn û nêzîkatiya xwe ya hezkir hebûna xwe dida hîskirin.Mumkin nebû mirov nekeve jêr bandora sihra wê.Di vê hevdîtina kin de em efsûn bibûn, vê jina xweşik li çiya jî her dilê ku pê re rûbirû bû efsûn kir.”
Destpêkê Hate Xakûrkê
Dema tevlî bû, yekem cilê gêrîla li qada Xakûkê li xwe kir.Ji vir jî bi taximeke hevalan çû qada Geliyê Reş.Di vê taximê de rêhevala Şehîd Bêrîtan jî hebû.
Di şerê başûr de rêhevala ku pê re bû wê pêvajoyê wiha vedibêje: “Di şerê başûr de piraniya hêz derbasî Zelê bû, gruba rêhevala Nûda di qada Xakûrkê de ma. Di sala 93’an derbasî qada Şehîdan bû. Di sala 93-94’an jî li vê qadê ma. Piştre derbasî Zagrosê bû.Li qada Geliyê Zapê ma. Ji wir jî di dawiya sala 96’an çû qada Rêbertî. Li Geliyê Zapê fermandara mangeyê bû.Bi çalakî tevlî xebatên perwerdeya leşkerî ya tabûrê bibû.Di tabûrê de ji ber xwendin û nivîsandin dizanîbû karê wergerê jî dikir.Bi rêhevalan re piranî nîqaş dimeşand, elaqedar dibû.Di jiyanê de pir birêxistinkirî tev digeriya.Demê xwe yê vala bi xwendinê derbas dikir.Hertim di çanteya wê de pirtûkên Rêbertî hebûn. Di warê fîzîkî de zehmetî dikêşa lê ev li pêşiya tevlîbûna xwe nedikir asteng. Bi hesta berpirsyariyeke bilind tevlî dibû.Pir xwezayî, semîmî û bi aliyê kedkar bala hevalan dikêşand.Pir hezdikir ku bi hevalan re elaqedar bibe, bi seatan bi şiyariyeke mezin li wan guhdarî dikir. Ji ber van taybetiyên xwe jî li her qada lê dima, dihate hezkirin. Sala ku li Zagrosê ma, çalekiyên berfireh hatin kirin. Hem di pratîkê de hem jî bi nêzîkatiyên xwe yên avaker di jiyanê de di asta mînak de xwedî tevlîbûn bû. Di encama van nêzîkatiyên wê ji bo biçe qada Rêbertî pêşniyar tê kirin. Ev pêşniyar di civîna Rêveberiyê de tê nîqaşkirin û pejirandin. Hevala Nûda li ser vê bingehê diçe qada Rêbertî”
Rêhevaleke Rast…
Yek ji rêhevala ku di sala 2001’an de bi hevala Nûda dimîne, wê pêvajoyê wiha îfade dike.
“Piştî em bi hev re ji Ewrûpayê hatin, careke din me hev didît, sala 2001’an li PJA’yê. Ez di perwerdeyê de mam, ew jî di kordînasyonê de bû. Piştî demeke kin ew derbasî biryargeha îdeolojîk bû. Xwe di warê îdeolojîk û rêxistinî de pir pêşxistibû.Li ser bingeha berpirsyariyên ku wergirtibû hewl dida tevlî bibe.Yek ji taybetmendiya wê ya herî sereke xwedî berpirsyarî bû û bi vê zanebûnê nêzîk dibû. Erkên ku digirt û li qada ku dima, hin zorî bijî jî, bê ku bikeve nav ti nêzîkatiyên takekesî, bêyî dudilî,bi sebreke mezin tevlî dibû. Piranî ji ber pêdiviyên bizav û pêvajoyê dizanîbû, hewl dida xwe li gor vê birêxistin bike. Ji ber vê yekê di mentiqa rêhevala Nûda a erkê de hertim feraseta xizmet kirin ji Rêbertî, gel û rêhevalan hebû. Bi vê mentiqê nêzîk hemû erk û berpirsyariyan dibû.Ticar li ser bingeheke desthilatdar nêzîk wezîfeyê nedibû.Di warê rastiya jiyanê de du xalên sereke hezkirin û ked esas digirt.Jiyan, têkîliyên wê bi hêza hezkirin û kedê vehunandibû.”
Gotin û Cehwera Wê Yekbû…
Rêhevala Nûda di sala 2004’an erka rêveberiya KCK’ê û jinûve avakirina PKK’ê girt. Di wê demê de bi tevlîbûna xebata jinûve avakirina PKK’ê erkên mezin hilgirt. Ev qonax heya radeyekê bi zor û zehmetiyan derbas bû, hevala Nûda bê ku bikeve nav wesweseyan, bi helwestekî zelal û diyar tevlî dibû. Ji bo di nav rêxistinê de zehmetiyên heyî derbas bike bû xwedî hewldaneke taybet. Di pêvajoyên wiha de ku milîtantî tê ceribandin, bi tevlîbûn, moral û coşa xwe milîtantiya xwe derxiste holê.Girêdana cewherî û kûr a rêhevala Nûda bi Rêbertî û Azadiyê re ji wê re di her şertûmercê hêzeke mezin dida.Dema karek dikir, an jî bigota pê bawer dikir, bi bawerî digot. Rêhevala Nûda xwedî yek gotin û çalekiyê bû. Hevgirtîbûna wê dihişt di her derê jê re bawerî hebe. Di wê de hertişt xwerû, saf û paqj bû.Jixwe di diyalogek bi Rêbertî re Rêbertî jê re dibêje: “Di cîhaneke evqas qirêj de, çawa te karî evqas paqij bimînî?”
Hesreta Nîvcomayî…
Hevala Nûda ji Ewrûpa ku zivirî, her pêşniyar dikir biçe xebatên HPG’yê.Xwe li pêşberî vê xebatê berpirsyar didît. Di sala 2002’an de pêşniyara wê hate pejirandin. Heya demekê li eniya Rojava ya Qendîlê di kordîneya YJA-Starê de ma.Paşê çû Behdînan.Herwiha li qadên Zagros, Garê û Zapê jî ma.Bi azweriyeke mezin tevlî van xebatan bû.Heval perwerde dikir.Bi sekana xwe ya mutewazî û jiyanê ji hevalan re bû çavkaniya moral û hêzê.Hertim di nav hevalan de bû.Di wateya ruhî, fikrî û hestwarî de ev yekgirtîbûna xwe jî her parast. Di sala 2004’an ji ber xebatên jinûve avakirina PKK’ê derbasî Qendîlê bû. Piştî Civata Kongreya Gel dîsa derbasî xebatên siyasî bû.Du salan di vê qadê de ma.Sala duyan di komîteya parastinê de cih girt. Bi pêşniyar û xweferzkirinê careke din derbasî xebatên HPG’ê bû.Pir israr dikir biçe qada Botanê. Ji ber qada bakur ji bo hevala Nûda hertim wek hesreteke nîvcomayî mabû. Di encama lêhûrbûnên xwe yên li ser pêvajo û Rêbertî gihîştibû vê biryarê. Yek ji sedema kuev biryar dabû dema ji Ewrûpayê hate welat sozek dabû hevalê Erdal: li ser bingeha çûna Gabarê ji hevalê Erdal xatir xwestibû. Piştî şehadeta hevalê Erdal, gotibû ku wê xwedî li vê soza xwe derkeve. Di her şert û mercê de ev biryardariya xwe parast. Çûna hevala Nûda ji qada Botanê re zelal bû, hevala Nûda ji kêfxweşiyê li cihê xwe nedisekinî.Dê xeyalên xwe pêk bianiya, hesretên xwe derbas bikira.Pir tişt li pey xwe hiştibû û di dilê xwe de jî pir tişt hilgirtibû, lê li gor tiştên pê bawer dikir tevgeriyabû, li ser vê bingehê jî meşiyabû. Di zivistana 2005-2006’an gruba Botanê derbasî qada Heftenînê bû. Li wir, dê hêz amade bibûya.
Piştî grûba hevalê Adil derbas bû, hevala Nûda heya biharê li cem me ma.Me bi wê re pir tişt parvekirin.Her carê rêhevala Nûda digot “Ez ê li ser qada ku biçim lêhûr bibim, hêza xwe perwerde bikim.”Hîna hêz kom nebibû, em li benda akademiyan bû.Vêcarê hevala Nûda digot: “Ez ji rêhevala Viyan ditirsim, wê tiştekê li xwe bike, ez li cem wê bûma wê baş bûya.” Rêhevala Viyan di wê demê de pêşniyara çalekiya fedayî kiribû.Hevalan pê re nîqaş kiribûn, lê îkna nebibû. Me rêbazek dît û bangî wê kir ku were biryargehê, lê ew nehat û hevala Nûda bêtir kete nav endîşeyan û zû ji cem me çû.
Di sala 2005’an hevala Viyan tevlî konferasna YJA-Star bibû. Rêhevala Nûda wê demê di komîteya parastinê de bû û di konferansê de jî dîvan bû. Rojekê ji me re got: “Rewşa hevala Viyan nebaş e, pir kûr dihizire, bi wê re nîqaş bikin.” hevala Nûda carna hevala Viyan dianî mangeyê. Ji wê pir hez dikir.Di her qada jiyanê de bi hev re bûn.Pir aliyên hevbeş yên her du hevalan hebû.Di heman pêvajoyê de berpirsyariyên giran rakiribûn.Rêhevaltiya her duyan jî pir xweş bû.Hertim hezkirin û hurmet nîşanî hev didan, ji hev re nirx didan. Rêhevaltiya wan bi qasî ku xweşik bû, her wiha watedar jî bû. Baş hev hîs dikirin.Bi vê hevaltiya xwe jî mînaka rêhevaltiya rast nîşanî me dan. Yek bi agir hate ceribandin, ya din jî bi bedena xwe ya parçebûyî…
Rojên Dawî…
Êdî rojên dawî bû, wê biketana ser rê.Heya demekê em li cem hev man.Dem wek avê diherikî û cudahî hatibû li ber derî sekinîbû.Ji vê cudabûnê re em amade nebûn.Me rojên dawî heya kêliya dawî bi hev re derbas dikir.Heya nîvê şevê nîqaş dikir, bi wê enerjiya bêdawî şev diherikî.Şeva dawî bû, dîsa wê bi hezkirineke mezin diaxivî.Wê şevê mafê axaftinê ya wê bû, kesekê mudaxele nedikir, herkes bi baldariyeke mezin li wê guhdarî dikir.Di rêwîtiya bîranînan de em li pey xwe dixirikand.Behsa cotgehên xwe yên ku rojên herî xweş ên zarokîniya xwe lê jiyabû, tevlîbûn, qada Rêbertî û paşê jî bîranînên xwe yên cuda dikir.Di hin bîranînên xwe de em têra xwe didan kenandin.Ewqas bîranînên wî yên rengareng hebûn ku qrîza kenê bi me diket, lê di dilê min de janeke zirav qirika min dişewitand.Di her hevalekê de ev xemgînî xuya dikir. Ew jî li vê rewşa me hesiya û li me zivirî û got: “Qet netirsin, ez ê zû nemirim. Dema ez di malê de bûm falbazekê li fala min mêzand û ji min re got tu yê sedsalan bijî.Ez jineke bişens im.Min Rêbertî dît, niha jî ez diçim Botanê û ez ê ji wir jî vegerim.”Wê şevê ev soz da me. Wê şevê ji me hemûyan re ev soz da û heval hemû jî şahid in. Lê zeman wek kemîn û xençerekê ye. Me ew di orteya cengê de wenda kir. Ew hertim li sozên xwe sadiq bû, lê nekarî xwedî li vê sozê derkeve. Nedikarî xwedî derkeve, ji ber bilî wê jî hin rastî hebûn. Bi makîneyên hemdem ên xwedayên xwînmêj hate şehîdkirin. Rojeke Nîsanê bû, wek kulîlka herî xweşik a çiya koka xwe berda Bestayê.
Çavkaniya Me ya Hêz û Coşê Bû…
Pêvajoya Botanê tê zanîn. Tesfiyekarî hebû û li beramberî vê jî helwest û sekneke milîtanî hate pêşxistin. Dema ku hevala Nûda derbasî qada Botanê bû, dijmin bi berfirehî li ser herêmê êrîş pêş xistibû. Wê demê ji rêveberiyê re teqwiyeyên xurt jî nehatibû kirin. Hevalên ku çubûn jî nekarîn berpirsyariya hewce bicih bînin.Rêhevala Nûda di wateya giştî û xweser de tenê ma.Lê ruxmî her tiştekê bi fedakariyeke mezin tevlî bû.Hevalên ku ji wir dihatin digotin ku ji hêla fîzîkî û zoriyên ku li wir hene zehmetî dikêşe.Lê hercarê wê jî digot “Heval zêde nitirandî (abartma) dikin” û wiha jî vegera başûr qebûl nedikir.Rêhevala Nûda herdem ji rêhevalan re çavkaniya hêz û coşê bû.Ticar destûr nedida heval bi wê re mijûl bibin.
Her Çûn Parçeyekê Êşê di Dilê Me de Diçîne…
Payîza sala 2007’an bû. Dê bi hemû deryayan re nîqaşek li ser cîhazê bihata kirin. Hemû rêhevalên rêveberiyê li dor cihazê kom bibûn. Hatibû gotin li Botanê şehadet çêbûne. Me hemûyan mereq dikir. Dema navê hevalên şehîd hate gotin herî dawî jî navê hevala Nûda derbas bû. Dema me ev agahî girt bi îskîniyê em fetisîn. Zeman sekinî. Tenê êş û rondik diherikîn… Di dil de êşeke bêdawî ku nayê vegotin bedena me dorpêç kir. Bedena me bêhêz ma… Her çûn êşekê diçîne di dilê me de, lê navê Nûda xwîn ji dilê me anîbû…
Zeman cemidîbû, an jî em, ez nizanim. Dil di îsayanê de bû… Hewayeke şînê hakim bû. Herkes bêdeng bibû. Ev halê me deh rojan dewam kir. Heya ku me bihîst hevala Nûda dijî. Vêcarê jî me cejn girtibû. Vêcarê rondikên me ji kêfxweşiyê dibariyan.Herkes şadiyeke mezin dijiya. Em careke din gihîştin yek ji jina xweşik a dilê xwe. Dema hevalan dengê wê ji cîhazê bihîstin, karîn bexteweriyê tam bikin. Herkesê dixwest bi wê re biaxive. Hemû heval li bendê bûn. Piştî şehadeta wê hate bihîstin di kovar, televîzyon û radyoyê de li ser wê bername hatibûn amadekirin. Me beşek ji nivîsên li ser wê jê re şandin. Xwendibû û pir bandor bibû. Digot dema bernameya li ser xwe ji radyoyê guhdar kiriye, pir hestyar bûye û girî ye. Emcareke din gihîştibûn wê, lê belê şer bi hemû bêrehmiya xwe berdewam dikir.Em, ji yek însana herî xweşik a cîhanê dûr ketin. 1’ê Nîsana sala 2008’an bê ku careke din hev bibînin, rêhevala Nûda ji me veqetiya.