Bi pêvajoya ku hatiye destpêkirin re konsepta şer a ku modernîteya kaptalîst bi hişmendiya zilamê serdest daye destpêkirin, armanca hemû hêzên hegemon ew e ku xwe li ser gerdûnê serdest bikin û li hemberî gerdûna heyî polîtîkayên qirkirinên ên heyî tên birêvebirin. Diyar dibe ku modernîteya kapitalîst pergala şerekî ye û di roja me ya îro de weke kaosek jiyanî ku li tevahiya cîhanê tê jiyankirin û derketiye holê. Bêguman ev weke rewşek rojane ku mirov bigire dest nîne. Ev pergal cîhan, mirovahî, xweza û tevahî dîrokê tine dike, dîroka xwe ya qirêj pêş dixe, di heman demê de ji bo me weke xwediyê vê diroka qirêj bide bawerkirin û desthilatdariya 5 hezar salî, bi hişmendiya pergala xwe ya zordest re hata roja me ya îro aniye.
Îro dewletên hegemon ên weke DYE, NY, Rusya, Çîn, Îngîltere û hwd ji bo desthilatdariya xwe binyata erdnîgariya Rojhilata Navîn, dewlemendiya manewî û medî ya çandî bi kurtasî xaka ku mirovahî veguherandiye civakbûnê ber bi tinebûnê ve bibin bi her cure polîtîkayên xwe yên qirêj berdewam dikin. Ev polîtîka di roja me ya îro de Rojhilata Navîn ji xwe re kiriye navend, li ser her bihostek axa wê ji bo gav bi gav xwe bide jiyankirin tinekirina Rojhilata Navîn ji xwe re esas girtine. Bi kaosa ku li Rojhilata Navîn ava kirine bi taybetî vî şerê ku li Kurdistanê dimeşînin her roja ku diçe dijwarbûna wê di her alî de zêdetir dikin. Dîsa sedema vê binyata wê ya erdnîgarî, dewlemendiya wê ya bind erd û ser erd, nirxên wê yên çandînî ku jiyanê pîroz dike û bi kurtasî ev der cihê ku mirovahî têkoşîna jiyana xwe ya rûmet dimeşîne ye. Ji derveyî vê li hemberî modernîteya kaptalîst tekana pergala alternatîf a ku bi felsefe û paradikmaya Rêber APO ava bû û pêş ket rastiya pergala desthilatdar a heyî bi hemû qirêjiya xwe derket holê, weke armanca bingehîn bû kurd û Kurdistan.
Her wiha îro ev konsept bi hemû qirêjiya xwe li Şengala ku yek ji nirx û baweriya mirovahiyê ya manewî ya destpêkê ye Êzîdî armanc digirtine. Êzdatî li Şengalê tevî hemû komkujî û komkujiyên hatine jiyîn xwe parastiye û ji bo vê têkoşîn daye. Bi fermana herî dawî hatî jiyîn re gelê Êzîdî wê têkoşîna vê berxwedanê berdewam bike, ji bo li hemberî her cure polîtîkayên şer û tecawîzê bisekîne baweriya xwe ya guhertîn û veguhertinê ku li ser esasê serxistinê ye bi hêztir kiriye. Weke ku gel dibêje; ne Şengal wek berê ye, ne jî gelê Êzîdî wek berê ye. Ji bo xwe, axa xwe, ziman, çand û baweriya xwe biparêze hebûna xwe daniyê holê.
Weke tê zanîn Şengal li Rojhilata Navîn weke erdnigarî xeta navîn û kilîta navenda kemberê ye. Şengal li ser xeta Rojhilat, Başûr û Rojava pira navendî ava pêk tîne. Yan jî weke gotina desthilatdaran ji bo xeta Surye, Îran û Îraqê xeta kilîtê ye. Di heman demê de di vê xetê de mozîka çandî û dewlemendiyek mezin a çandî tê jiyankirin. Li vir Êzîdî, Ereb, Şîa, Kakayî, Şebek, Tirkmen û hwd. Gelek gel dijîn. Ev xet hem di aliyê erdnîgarî de hem jî di aliyê nirxên çandî de xwediyê girîngiyek gelek mezin e. Li gorî hişmendiya hegomanya hêza ku li ser vê xetê serwer be ji bo li Rojhilata Navî serweriya xwe pêş bixe dibe xwediyê pira navendî.
Daxwaza Îranê ku dixwaze xwe li ser Şengalê serwer bike bi pêkanîna Hilala Şîa yanî daxwaza wî ya ku heta Hewreman, Kerkûk, Misûl, Şengal, Tilkoçer, Heleb, Libnan û Yemenê biçe armanca wan a serekê qada Şengalê ye. Îran li Şengalê siyaseta Şîa esas digere, dixwaze bibe hêz û armanc dike serweriya xwe ava bike.
Sedema ku dewleta Tirk a faşîst li pey xeyalê Osmaniya ku hespê xwe yê bê ling dipezîne em dikarin bi 2 şêwazî bigirin dest. Yek,xeyalê xwe yê Osmanî pêk bîne û didu jî êrîşî tevgera me ya azadiyê ku bi paradigmaya Rêber Apo pêş dikeve bike. Lewra bi nirxên Sunî-Tirkmen ên manewî dilîze, bi rêbazên şerê taybet dixwazin di navbera Êzîdî, Şîa, Sunî, Kurd û Tirkmenan de nakokiyan ava bikin, nêvgînek kaos pêş bixin û hakimîyeta xwe pêk bînin.
Bi vê ve girêdayî hikumeta ferdera a Kurdistanê ji dîroka KDP’ê heta niha çawa ku di nav polîtîkaya îxanetkar a ku xwe dubere dike de ye her wiha di fermanê de jî dîsa reviya û xeta îxanetê hilbijart. Şengal terkî tinebûnê kir, heta bi polîtîkaya tecawîz û talankar a dewleta tirk a faşîst re bû hevkar, li ser Şengal û gelê Êzîdî pazar kir û firot. Jixwe Hikumeta federe bi saya KDP li ber hilweşandinê ye. Di roja me ya îro de dema serweriya xwe ya li Şengalê tevahî winda kir, binketina jiyan kirî hezîm nekiriye û weke her carê bûye hevkarê şer ê dewleta Tirk a faşîst. Dewleta Tirk a ku bi destê KDP’ê vê dike bêguman dema vê dike jî ne ku pir ji Barzanî yan jî hikumetê bawer dike, di heman demê de armanc dike Başûrê Kurdistanê jî bi vî şêwazî bi kar bîne, hilweşîne û tine bike. Dema em van dinirxînin bêguman em di ferqa vê de ne jî, ev êrîşên ku li ser Şengalê pêk tên êrîşek navdewletî ye. Fermana ku hatiye kirin û di roja me ya îro de rêkeftina HEWLÊR Û BEXDA de ku bi siyaseta kujer û qirker re bûye rojeva cîhanê ya herî bandor, ev rêkeftin tenê di navbera dewletên ku me diyar kirine ne sînordar e, ev rêkeftin bi temamî li gorî marifet û berjewendiyên dewletên hegomon hatiye kirin. Li gorî di raya giştî de derketiye pêş hema piştî vê rêkeftinê Firansa- Misir, DYE, NY, Ûrdûn û Îngîlterê piştgiriya xwe ji vê rêkeftinê re nîşan dan.
Dîsa Emerîqa ku Îranê wek dijberê xwe dibîne wê destûr nede ku li Şingalê hîlala Şîa avabike û wê nehêle li Rojhilatanavîn bandor bibe û rola xwe bileyze. Weke em dizanin rejîma Îranê ji derveyî sînorên polîtîkayên xwe yên şer bi rê ve dibe û li hemberî Emerîka her tim rû bi rûyê şerekî ye. Ji bo hima û serweriya xwe pêş bixe li Şengalê cihê xwe di nav şer de digire. Emerîka jî bi vê rêkeftînê re li Îranê polîtîkayên xwe yên lewazkirinê berdewam dike ango hem serweriya xwe ya li Rojhilata Navîn berdewam dike hem jî armanc dike Îranê lewaz bike. Dîsa dewleta faşîst a Tirkiye heman polîtîkayên dimeşîne, hem li pey xeyala xwe ya Osmanî ye hem jî ji bo berdewamiya hebûna xwe êrîşî hêza me dike, êrîşî pergala Rêber Apo pêşxistiye ku tekane pergala altarnatîf e dike. Yek ji sedema van êrîşan li hemberî tevgera APOgerî ku Şengal ji komkujiyê rizgar kir, gel pêş xist, perwerde kir, anî asta ku xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibe, dîsa perdîgmaya demokratîk û azadiya jinê a ku pêş dixe tirsek mezin dijî. Tirkiye tevî teknîka xwe ya şer a herî pêşketî li qada Heftanînê rû bi rûyê binkeftinek mezin hat, ji bo ev hezim nekir dixwaze bi êrîşên xwe yên li ser Şengalê xwe komî ser hev bike.
Her wiha yek jî li Şengalê ev rastiya tê jiyîn derket holê. Êdî gel hatiye asta ku xwe bi xwe biparêze, bi çanda xwe, xwe îfade bike, vîna xwe nîşan bide û bi xwe li ser lingên xwe bisekîne. Dîsa baweriya ku bi xwe xwe birêve bibe ku di wan de ava bûye û bi vê baweriya cewherî re ezmûnên ji dîrokê girtin pêşeroja xwe amade dike. Bêguman ev jî wê çar aliyên wê bandor bike. Ango pergala ku sistema kaptalîst bihejîne jiyanî kirin bêguman wê vê hezim nekin, ji bo gelê ku nebûye kole bi tepsînîn wê êrîşan di aliyekî de pêş bixe. Ji ber ku sistema cîhan û serdestan ku weke jiyan xêz kiriye û nivîsiye sistema kole û efendiya ne. Bi xwezayî wê li hemberî sistema azadîxwaz bisekînin.
Ya rast ev hevpeymana ku li ser Şengalê pêk anîn ne rêkeftinek ji rêzê ye, her wiha ne tenê di navbera Baxda û Hewlêrê de ku di bin navê ji bo herêm bikeve bin kontirolê, bibe herêmek bi ewle nîne. Di cewherê xwe de ev hevpeyman hevpeymaneke ku bi destê Tirk û Emerîka hatiye ferzîkirin e. Tirkiye hebûn û tinêbûna xwe li hemberî tinekirina gelê Kurd dîtin, dîsa hakimyeta Emerîka ya ku li Rojhilata Navîn, daxwaza Îranê ya ku dixwaze li Rojhilata Navîn bibe hêz, ev jî girîngiya stratejîk a Şengalê dide nîşan. Di vê rewşê de jî hikumeta Îraqê ku her tim di nav hewldanek avakirinê de bûyîn, hîna hikumetek ava nekiriye û hêza rastiya vê hikumeta heyî jî neçarî vê hevpyemanê hatiye kirin.
Bi vê rêkeftînê re ku bû rojeva hemû cîhanê, yek ji sedema têkoşîn û berxwedana gelê Êzîdî jî dixwaze gelek, baweriyek, çanda ku bûyek nirxek mezin ê manewî ji holê rake. Vê tenê bi komkujiyan re pêk nayîne her wiha bi awayek herî qirêj bi polîtîkayên şerê taybet pêk tîne. Gel li ser piya ye, bê ku reweste di nav çalakiyan de dixwaze îradeya wê esas were girtin. Statûya xwe dixwazin û ji bo vê jî têkoşîn dikin. Ev rêkeftina ku hatiye kirin ji derveyî îradeya gelê Şengalê li gorî berjewendiyên desthilatdaran hatiye îmzakirin. Tiştên ku li vir tên jiyîn bêguman wê qebûl nekin. Pergala ku bi xwe ava kirin bi îradeya xwe ev jiyanî kirin. Ev şêwazê jiyanê li Şengalê hemû gelan di nava xwe de dihewînin.
Ev rêkeftina ku di navbera Baxda- Hewlêrê de pêk hatiye ne tenê ji bo gelê Êzîdî yan jî Şengalê ye, hemû herêma Misulê digire nava xwe, ev îtîfaq komkujiyek nû ye. Bêguman ev gelê Ereb, Tirkmen û Şîa ku li Şengalê dijîn jî ferq kiriye û li hemberî vê hevpeymana ku tê wateya komkujiyek nû rabûye, protosto kiriye û daxuyanî dane. Ger ev mirovên ku bi hezaran salan bi hev re jiyankirine tine werin hesibandin bêguman dizanin wê rojekê heman çarenûsê bijîn, ji ber ku li ser heman xakê dijîn û li ser axa xwe dijîn. Tiştên ku îro ew dijîn wê sibe ew bi xwe jî bijîn. Gelên ku di zanabûnê vê de ye mafê wan ê herî xwazeyî ye ku îradeya wan were esasgirtin, statûya xwe bixwazin. Lewra bi vê rêkeftina ku pêk anîne dixwazin îradeya gelê Şengalê bişînin, jiyana ku bedel û kedek mezin di ber de hatiye dayîn tê talankirin, tine tê hesîbandin û mirovan tînin asta koleyên kapîtalîzmê. Rêkeftineke ku hêza Şengalê neparêze, dibe hevkarê qetilkirina wan, destdirêjiyê dike, jinan di pazaran de difîroşe nayê qebûlkirin li ser Şengalê xwe serwer bike yan jî Şengalê bi rê ve bibe. Dixwazin vî gelê her roj rû bi rûyê tirs û hovîtiya polîtîkayên mirin, destdirêjî, îşkence, faîlên mehçul û pişaftinê bihêlin. Bêgûman li hemberî van polîtîkayên wan ên şer wê xwe biparêze, siyaseta xwe bi rê ve bibe û hêza baweriya xwe pê tîne ava bike.
Li gorî vê jî hemû hêzên demokrat, kesên dijberî kaptalîzmê û li dîjî rûmeta xwe ya mirovahiyê dijîn, dîsa jina ku her tim li hemberî hişmendiya zilamê desthilatdar rû bi rûyê êrîşan e divê cihê xwe ku di nav vê têkoşînê de bigirin û xwe bi hêz bikin.
Em di wê baweriyê de ne ku wê tevgera azadîyê em têkoşîna mafdar pêş bixin, paradigma Rêber Apo ya domokratîk, azadiyê jin a ekolojîk jiyanî bikin. Bi vê bawerî û hêzê re îradeya gelê Şengalê esas bigire, ji bo xwe bi rê ve bibe, girîngî dide heyîna hêza wêya ewlehiyê, girîngî dide avakirin û pêşxistina pergala wê, her wiha ji bo pêşxistina vê em li bi gelê xwe yê Şengalê re ne, dîsa em li hemberî vê hevpeymana ku tê wateya komkujiya gelê Êzîdî ku ji derveyî îradeya gelê Şengalê hatiye dayîn disekînin û di vê têkoşîna ku me pêş xistiyê de xwe îspat kiriye.
Lava Elî