Rêhevaltiya Rêber APO Bi Gerdûnê Re -1-
Bi qasî mirov li xwe haydar bû li jiyanê serwext bû û hawîrdara xwe nas kir; bi qasî ku hawîrdora xwe şîrovekir jî xwe bêtir bitevger kir, jiyana xwe sererast kir û pêşket. Di vê têkîliya dualî ya însan û xwezayê de civakîbûn pêşket, mirovahî bi vê hêza nû û mezin re hezar sal li pey xwe hişt, lê xwenasîn û lêgera naskirina hawîrdorê qet bidawî nebû. Ji ber gerdûna ku em tê de dijîn, bi hezaran reng û dirûvên cuda her xwe ava dike, diguhere. Naskirina wê jî bi tevahî tekûz nabe. Lêgera vê jî parelel berdewam dike.
-Guhdarên hêja! takekes çawa ku nikare xwe ji nasnameya xwe ya civakî, cih û warê jidayîkbûye û çanda civaka xwe qut pênase bike, nabe ku takekes û civak ji hawîrdorê cuda were bidestgirtin. Herî zêde jî heqîqeta jiyanê di vî alî de darbe xwariye, ji ber ku têgihîştin û hebûna yekpare ya jiyanê hatiye parçekirin. Lê belê tevgera azadiyê bi felsefeya hevgirtina duh, îro û sibê hemû diyardeyan hem ji aliyê xweseriya wan, hem jî têkîliya wan bi hev re bitûnî berçav dike. Di vê mijarê de Rêber APO feraseta watedayînê wiha tîne ziman;
“Li gorî felsefeya me, têderxistina ji wateya di çavên hespekê de heta jihevderxistina wateya di dengê çivîkekê de jiyanê yekpare hîs dike. Felsefeya me ewçend mane barkirî ye, bi rêz û hurmeta ji zanyarê pîr re dest pê dike, hewl dide ji lêgerîna di çavê keçeke ciwan a mîna xezaleke bizdonekî de bersivê bibîne. Felsefeya me zanisteke welê dike bingeha xwe ku sedemên cehaletê yên di mirov û sîstemên hegamonîk de hûrdikole û hewl dide xelekên perasanê tevan di xwe de ji hev derxe û çareser bike.
-Rêber APO têgîna xwe ya lêgera rastiyê wek Rejîma Heqîqetê binav dike û wiha hewl dide ji nav wan pirsgirêkên ku mirov pê hatiye xapandin û ji nirxên azadiyê dûr ketiye, derkeve. Wiha jî asoyeke nû di raman û nêrîna însan de vedike. Rêber APO di derbarê vê mijarê de wiha dibêje;
“Ez nafikirim gerdûnên bê rêbaz û qanûn hebin. Eger armanc xwe gihandina maneya jiyanê be, divê rêbaz jî navbêynkariya wê bike. Ez bi têgîna REJÎMA HEQÎQETÊ li rêyeke nû digerim. Şêniyên cîhanê bi lez zêde dibin, dewlemendiyên sererd û binerd diqedin, hawîrdor tê talankirin, derza li civakê ketiye bi lez mezin dibe, têkiliyên exlaqî ji hev dikevin, jiyan ji zeman û mekan qut dibe, jiyan ji avzûnkarî û helbestwarîbûna xwe dibe, Gihiştina vê qonaxê bi xwe jî nîşan dide ku rejîmên me yên heqîqetê îflas kirine. em nikarin li hemberî jiyana ji destê me diçe bêdeng bimînin û neqîrin. Em bêhêvî nebin, rondikên xwe nebarînin. Lê ji bo vê jî çare divê.”
-Gerdûn çi ye, çawa dixebite, di nav gerdûnê de cîhan cihek çawa digre? Di cîhanê de zindî û însan bi çi armancê hene? Însan heya kuderê dikare xwe û cîhana tê de dijî, nas bike? Mirov dişê van pirsan dûr û dirêj bike, lê belê çend bersivên sereke hene ew jî peywendiya însan bi gerdûnê re ye ku Rêber APO bi vî awayî hin bersivan dide;
“Çima gerdûn dixwaze pêş bikeve? Bi awayekî rastir, gelo taybetiya pêşketinê ya gerdûnê bi xwe delîlê zindîtiya wê nîne? Tiştekî qabîliyeta xwe ya zindîtiyê tinebe, ma dikare pêş bikeve? Ji bo mirov pêkhatina di gerdûnê de qewimiye rave bike, hînê em li destpêkê ne.
Divê mirov bawer bike ku di gerdûnê de prensîbeke edalet û dadê heye. Xweza, di pêkanîn û çêkirinê de adîl e. Çêbûna mirov jî pêşketineke adil e. Gerdûna nebatan bi serê xwe mûcîzeyek e. Ji kevzeke seretayî ber bi dareke mêweyan a nedîtî, ji mêrgan ber bi gulên bi stirî perasan hêza qabîliyeta zindîtiyê nîşan dide. Aliyê herî balkêş ê perasanê ew e ku qonaxa paşî qonaxa pêşî di xwe de hildigire. Di perasanê de zindî hevdu tine nakin, dewlemend dikin, zêde dikin û hebûna xwe dewam dikin. pirtexlîdî û cûrbecûrî ziman û jiyana nebatan e. Ew jî xwedî malbat, xizm û heta carnan xwedî dijmin in. lewra her texlîd û cins weke prensîb xwedî pergaleke parastinê ye. Cîhana heywanan bi serê xwe sîstemek e. Di heywanan de hîsên pêşketî yên weke dîtin, bihîstin, êş, xwestek, hêrs û hezkirinê pêş dikevin.”
-Di derbarê têkîliya însan, xweza, gerdûn û hawîrdorê de pir tez û teoriyên curbecur hatine pêşxistin, lê dikare bi vê hevoka Rêber APO mijar çêtir fêm bibe;
“Yekparebûna bi xwezaya hawîrdorê re ne tenê di warê aborî û civakî de ye. Ji aliyê felsefîk ve jî xweza hewes û arzûyek e, divê mirov lê serwext bibe. Ev danûstendineke beramberî hevdu ye. Xweza her dibe mirov, meraqa xwe ya mezin û hêza xwe ya afirandinê ispat dike. Mirov jî her ku li xwezayê serwext dibe li xwe hayil dibe. Di navbera herduyan de têkiliya aşiq û meşûq heye. Ev macerayeke mezin a eşqê ye.”
-Di vê wateyê de dikare hîna baştir fêm bibe ku hemû nêzîkatiyên zanyarî û felsefî ku jiyanê jihev dikin û maneyê têk dibin, dikevin bin xîzmeta jirêderketina însan. Rêber APO bi berfirehî balê dikişîne ser krîza ku îro sîstema civakî pê re rûbirû ye û vê krîzê wek krîza ekolojîk binav dike;
“Em dikarin di destpêka şaristaniyê de li kokên vê krîzê bigerin. Bi zêdebûna serdestiya di nav civakê de xerîbketina mirov ji bo mirov jî zêde bû û pêre mirov bi xwezayê re jî xerîb ket. Her du di zikhev de pêk hatin. Civak di cewherê xwe de rastiyeke ekolojîk e. Mebest ji ekolojiyê; xwezaya biyolojîk û fizîkî ye ku di pêkhatinê de civak xwe dispêrê. Cureyên nebat û heywanên destpêkê cihêreng dibin û pêş dikevin. Cureyê mirov bi giştî di cîhana ruhberan de û bi taybetî jî di cîhana heywanan de xeleka dawî ya tekamulê ye. Ders û encama em dikarin jê vê bigirin ev e; cureyê mirov nikare sererast bijî. Eger têkiliya beramber a di navbera cure û celeban de qut bibe, wê ji xelekên tekamulê jî veqetînên mezin bibin û ev jî wê pirsgirêka dewama cureyan derxîne holê.”
-Rêber APO çîroka veşartina rastiyê ku hem mirov ji xwe, hem jî ji xwezayê xerîb dike, bi pêkhatina hiyerarşî û dewletê ve dide girêdan û di vê mijarê de wiha dibêje;
“Wexta hiyarerşî û dewlet pêk tên, ji bo hebûna xwe mayînde bikin, tenê xwe naspêrin zordariyê, ji bo çîroka rastiyê veşêrin jî serî li durûtî û derewê didin. Ev aliyê zêhniyetê bi xwe re mirov li hemberî xwezayê xerîb dixîne yan jî ji bo xerîbketinê bingeh amade dike. Heta ku têkilî û tayê bi civaka komîn re were înkarkirin û di şûna wê de hêzên dewletê û hiyarerşiyê yên ji rêderketî esas bêne dîtin, wê di zihniyetê de ta û têkiliya bi xwezayê re were ji bîr kirin.”
-Mirov piştî ku ji jiyana bihûştwarî ya bere bêpar ma, wek ku hebûn û wateya hebûna xwe jî wenda kir. Serdest ji bo bikarin xwe bi civakê bidin qebûlkirin hewl dan ku bi rêya baweriyê teşeyê jiyana ku bi ser civakê disepandin normal û wek nîzameke îlahî nîşan bidin. Bi vê mebestê jî mîtolojî xistin dewrê. Rêber APO dide diyarkirin ku;
“Cennet-xweda, hebûnên mucered ên xwezayê ne. di şûna xwezaya rastîn de cîhanên sexte ne ku hêzên îqtîdarê li hev hûnane. Ev qalibên zêhniyetê ku wek fermanên îlahî li ser civakê hatin ferzkirin, “dayika xwezayê” dan ji bîrkirin. Niha jî bi gotinên wek “xwezaya hov, xwezaya kor, xwezaya divê stû lê were tewandin” civakê hînê zêdetir li hemberî xwezayê xerîb dixin.”
-Belê guhdarên hêja, pirsgirêka ku îro divê mirov serê xwe pê biêşîne, bêguman tenê xerîbketin ji xwezayê an jî nasnekirina hawîrdorê nîne, biyanîbûnê rewşeke kambax û metirsîdar derxistiye holê. Mirov dest bi texrîbkirina xwezayê kiriye. Ev di asta felaketan de encaman bi xwe re tîne. Rêber APO dide diyarkirin ku;
“Civaka mirov hebûneke zindî ye. Dinyayî ye. Berhemê atmosfereke avhewayê ya bi nazikî û nazenînî hatiye birêkûpêkirin e. Nîzamên atmosfer û avhewaya dinya me û cîhana nebat û heywanên wê pêve girêdayî hemû giştî ne. Ev nîzam gelekî nazik in. Gelekî hişk bi hev ve girêdayî ne, mîna zincîrekê pêk bînin. Wexta xelekek jê qut bibe çawa zincîr bê kêr dibe, tevahiya beridînê wê jê bi tesîr bibe. rastiya civakî rastiyeke ku bi destê mirovan hatiye avakirin. Lê hawîrdor welê nînin. ji xelekên hawîrdorê xelekên cidî qut bibin, felaketên zincîrwarî yên bi perasanê dikarin hawîrdorê hemûyî di vê navberê de civakê bi qiyametê re rûbirû bihêlin. Divê mirov ji bîr neke ku xelekên hawîrdorê bi perasana mîlyonan salî pêk hatine.”
-Di sedsala me de asta texrîbatên ku bi destên însan li ser hawîrdorê çêbûye, bi berfirehî bûye mijara nîqaşan, Rêber APO vê rastiyê wiha rêz dike;
“Zirar û ziyanên bi giştî di pênc hezar salên dawî de, bi taybetî jî di dused salên dawî de, weke qutkirina bi hezaran xelekên ji yên bi mîlyonan salî pêk hatî ne, ku ev yek di nava demeke pir kin de pêk anîne. Reaksiyona şikestinê destpê kiriye. Di serî de rêjeya karbondîoksîtê û gazên din di atmoferê de rê li ber qirêjbûnê vedikin. Gemarbûna derya û çeman, çolbûn ji niha ve gihiştine ber sînorên felaketê. Bi tevahî nîşane diyar dikin ku qiyamet wê bi rêveçûna heyî bi destê hin komên xwe weke şebekeyan birêxistinkirî ne, bêanîn. Bêguman bersivên xweza jî wê bide vê rêveçûnê hene. Ji ber ku ew jî zindî û bi mêjî ye. Sînorên wê jî hene. Sebra wê jî heta cihekî ye. Hêza wê ya xweragirtinê bi sînor e. Di cih û dema xwe de wê li ber xwe bide û wexta ev cih û dem bê, wê dilê wê bi mirovan neşewite. Lewma hemû wê berpirsiyar bêne girtin.”
-Heke em ji bo naskirina çavkaniya pirsgirêka ekolojiyê bidin pey şopa pergala hiyerarşîk û dewletger, pir eşkere derdikeve holê ku di roja îro de nûneriya wê, sîstema modernîteya Kapîtalîst dike. Têgihîştina krîza civakî û ekolojîk jî bi vekolandina rastiya vê sîstemê, dê zelaltir bibe. Rêber APO ji bo pergala kapîtalîzmê dibêje ku kapîtalîzm ne ekonomî, dijminê ekonomiyê ye, her wiha di mijara ekolojî de jî ji bo endûstrîyalîzmê wiha dibêje;
“Têkiliya kapîtalîzmê bi jiyanê re nîne. Eger sîstemek nahêle hawîrdor ango jiyana dest jê nabe dewam bike, eşkere ye ku sîstemek bi vî rengî bi ti awayî nabe were parastin. Eger îndustriyalîzm bi leza heyî dewam bike dinya me bi tenê ne, sîstema rojê jî wê têrê neke. Di serdema îndustriya kapîtal de sîstem bi awayekî rastî bi tenê barbar nebûye, bûye Ezraîlê rastî yê jiyanê. Ti nirxa civakî nikarîbûye xwe ji îndustrîbûyînê xilas bike. Di tevahiya qadên civakê de weke çanda madî û manewî kapîtalîstbûn, dewlet-netewebûn û îndustrîbûn li dîwarê ekolojîk diqelibe.”
-Hewce dike merîfetên sîstema kapîtalîzmê di warê dijbertiya ekolojiyê bêtir fêm bibe, di vê mijarê de Rêber APO bi kinahî zitbûna kapîtalîzmê li beramberî jiyana civakî û xwezayê radixîne ber çavan;
“Fonksiyona kapîtalîzmê li îndustriyalîzmê barkirî bi giştî hilweşandina civaka ekonomîk, bi taybetî jî hilweşandina civaka gund-cotkariyê ye. Eşkere ye ku pirsgirêka îndustriyalîzmê hem parçeyek ji pirsgirêka ekolojîk e, hem jî sedema wê yê bingehîn e. Belkî jî ti pirsgirêk bi qasî yên ekolojîk girîng û giran nebûn ku karibin rûyê rastî yê nîzamên kar-sermayeyê bixista rojeva mirovatiyê. Bîlançoya sîstema şaristaniyê ya kar û sermayeyê bi tenê ji her alî ve jihevdexistina civakê nîne, hawîrdor tevî jiyana ruhberan hemûyî xistiye tehlûkeyê. Felaketên ekolojîk herî zêde di serdema kapîtalîzmê pêk tên. Xwezaya civakî di jiyana xwe ya nêzî sê mîlyon salî de ti carî rê li felaketên bi vî rengî venekir. Civak û sîstemên hawîrdorê hevdu xwedî dikirin. Ne bi tenê kara kapîtalîst, di tevahiya pêvajoyên şaristaniyan de komkirina zêde ya nirxan bi hilweşîna herdu xwezayan re pevre meşiyaye. Danehev û komkirinên bêhejmar barên zêde li hawîrdorê bar kirin. Hilweşîna civakê bi xwe re hilweşîna hawîrdorê anî. Bi vî awayî felaketên hawîrdorê rê li felaketên civakî, ew jî dîsa vedigerin û rê li felaketên hawîrdorê vedikin, reaksiyoneke zincîrwarî çêdikin.”
-Di cîhana me ya mezin de ji ber sîstema jiyanê şaş hatiye hunandin, mirovahî bi pirsgirêkên pir giran re rû bi rû dibe. Îro însan mehkûmê jiyana di nav beton û cihên girtî û ji hawîrdorê qut bûne, bi milyonan însan li bajêran, bêperwa xwezayê diqedînin. Rêber APO aliyên neyînî yên vê jiyanê wiha destnîşan dike;
“Bajarên mezinbûyî ew diyarde nînin ku hawîrdor karibe wan rake û xwe bide ber barê wan. Xwezaya civakê jî nikare xwe li van diyardeyan ragire. Wexta ku mirov li çîrokên damezrandina bajarên pêşî yên Sumeran temaşe dike, mirov dibîne bajar di nava xwe de û di navbera bajarên din de di rewşeke bi pirsgirêkan tijî ye. Ev pirsgirêk çavkaniya xwe ji koletiyê ne. Bajêr xwe tenê nakuje; hawîrdorê ango civaka li derveyî bajêr bêhnê lê diçikîne û dikuje. Encam, civak di nava pirsgirêkên mîna gidîş û lodan de digevize, dibe navenda xizanî û bêkariya giştî hildiberîne. Dîroka şaristaniyê dîroka înkar û hilweşandina hawîrdorê ye. Nirxên şaristaniyê weke çanda maddî û manewî bi înkara nirxên civaka neolîtîkê herikbar dibe. Di cîhana manewî ya şaristaniyê de xweza, hawîrdor û ax timî piçûk-haqîr têne dîtin. Ya rastî ev helwest îdeolojîk e. Şaristanî weke dijberê civaka gund û cotkariyê pêş dikeve û ji bo vê civakê piçûk bixîne û bi hêsanî rêve bibe, serî li rêbazeke bi vî rengî dide. Şaristaniyê ji aliyê îdeolojîk ve îmajeke welê ya Dinyayê afirandî ye, mîna ku dijmin e, û divê timî hesab bide.”
-Bi van vegotinên Rêber APO em têdigihîjîn ku her nêzîkatiya şaş ku em li jiyana civakî dikin, di encama de zirar digihîne xwezayê û xweza jî reaksiyon nîşan dide û li me diqulipîne. Di roja îro tevger û rêxistinên hawîrdorparêz her diçe xwe berfirehtir dikin û balê dikişînin ser krîza ekolojîk. Rêber APO hem aliyê erênî yên van rêxistinan, hem jî aliyên ku kêm dimînin û divê bi lezgînî werin sererastkirin wiha radixîne holê;
“Tevger û zanista hawîrdorê tevî ku dîroka wê nû ye, her ku diçe pêş dikeve. Derbarê diyardeya hawîrdorê de zanist çiqasî pêş dikeve serwextbûn ewqasî, serwextbûn çiqasî pêş dikeve, tevger jî ewqasî pêş dikeve. Her diçe zêdetir anarşîst û alîgirên sosyalîzma pêkhatî dikişîne nava xwe. Di pozîsyoneke welê de ye, herî zêde dijbertiya xwe ya sîstemê dide hiskirin. Ji ber ku tevahiya civakê eleqedar dike. Lîberalîzm weke di her mijara civakî de dike, di pirsgirêka ekolojîk de jî aliyê bi cewherê avabûna wê re têkildar ditepisîne, hewl dide teknolojiyê, sotemeniyên fosîl û civaka zêdexwer berpirsyar nîşan bide. Lê ya rastî, ev aliyên behsa wan tê kirin berhemên sîstema modernîteya wê ne. lewra tevgera ekolojîk jî weke tevgera femînîst ji aliyê îdeolojîk ve hewcedariya xwe bi zelalbûna îdeolojîk heye. Divê rêxistinî û çalakvaniya xwe ji kolanên teng ên bajar derbasî nava tevahiya civakê, nexasim jî nava civaka gund û cotkariyê bike. Ekolojî bi awayekî bingehîn rêberê çalakiyê yê jinan, civaka gund û cotkariyê, tevahiya koçer û bêkaran e.”
Dê berdewam bike…
Stêrk Garzan