Di Têkoşîna Azadiyê De Kadrobûyîn

0Shares

Di têkoşîna azadiyê de kadrobûyîn  li beramberî pergala heyî, dewleta mêtînger, Kurdê hevkar û civaka kevneperest seknekî dijber îfade dike û wek tercîhekê jî xwedî wateyên pir mezin e. Bi taybet jî zehmetiyên têkoşînê, fedakariya pêwîst, wek şoreşgerbûn, gêrîlabûn, di rêxistin û bizava ku tê de cih digre, wî/wê dike nirxeke girîng. Ev nirx, yekane amûra bidestxistina îdealên azadî û wekheviyê ye ku têne hêvî û bêrîkirin.

Kadro kesayeta rêxistinbûyî ya/yê bizavê ye ku bi navê gel, civak, çîn û zayendê ji xwe re azadî kirine armanc.Wiha jî kadro dibe pêkanîna somut a partî û bizavê, bi vî rengî tê dîtin û bidestgirtin. Dema ew diçe malekê wek ku partî çûbe wê malê. Xitabê girseyekê dike wek ku partî xîtabê wê girseyê kiriye. Ji ber ew, partiya pêkhatî ya ku teşe ziman, çav û dest girtiye, ye. kadro şêwazê mirovbûyîna partiya ku ew jî îfadeya rêxistinbûyî ya armanc û miradên jin-zilam, ciwan an jî pîran e. Lewma jî kadrobûyîn temsîlkirin û li xwe barkirina van hemû nirxan e.

Dê başê, lê cih girtin û kadrobûyîn li ser vê bingehê di nava bizava azadiyê de ma têrê dike? Bêguman li dijî pergala serdest, kurdîtiya hevkar, desthilatdariya mêtînger û civaka kevneperest, hilbijartina têkoşîna azadiyê pir girîng e. Lê belê ne xeta mutleq û tûj a di navbera baş û xirab, xweşik û kirêt, rûmet û bêrûmetî, azad û kole ye. Ji ber jiyan bi hemû dualîbûyîn û zehmetî, dek û dolab, tesadûfên ve diceribîne, kesayet test dike. Herkêlî di kesayet de girêdan û pratîkbûyîna armancê di nav azmûnê de ye. Bi kinahî her kêliya jiyanê, derfet, zehmetî, erk û berpirsyariyên kadro, milîtantiya wê/wê dipîvin. Ango kadrobûyîn ticar tenê di aliyê teorîk de pejirandina bername û esasnameya partiyê rave nake.   Di eslê xwe de kadrobûyîn divê bi milîtanî be. Ya esas milîtanbûyîn û pêkanîna pêwîstiyên milîtantiyê ye. Asta erk û wezîfeyê çi be bila bibe girêdana bêbendewarî bi nirxên têkoşînê re, bersivbûyîna bê fukar bi pêwîstiyên demê re, milîtaniya rast îfade dike. Ti kesê milîtantiyekî bi vî şêwazî di kesayet, giyan, mêjî û uslubê xwe de ava nekiribe, nikare bi navê bizava azadiyê kadroyek be ku li binê serketinan îmzeya xwe biavêje. Pîvan, kesayet û giyana şoreşgerî, pêşengtî û kadrobûyînê di milîtanbûyînê de veşartiye.

Wê çaxê milîtantiya kadro, pêşeng û şoreşgerekê çawa tê pîvandin? Bi çi tê pîvandin? Bêguman bi sekna li beramberî zehmetiyan re, di nav her şert û mecî de bi zelaliya di xetê re, bi kesayeta têkoşer û şervantiya nebez bi cangorîtiyeke mezin re. Bi taybet di demên ku rêxistin lewaz e, nirx bê wate dibin, milîtantî radibe refikê (raf), xet şêlû û nediyar dibe, li beramberî vê rewşê milîtant jî bi xwedîbûna seknekî zelal, biryardar, îdeabûyîn û têkoşeriyê re tê pîvandin.

Rêheval şehîd Şîlan di dîroka têkoşîna me de xwedî seknekî wiha bû û mirov dikare wê bi vê pîvanê pênase bike. Ev jî dibe nêzîkatiyek li gor rastiya wê. Ji ber bi hevoka herî nêz rastiyê rêhevala Şîlan milîtan bû û li berambeî tesfiyekariya sala 2003’an îfadeya sekna ku xet temsîl dikir bû. Di dawiyê de jî bi destên tesfîyekaran hate qetlkirin. Ji ber ewçend zora tesfiyekaran biribû. Lê belê tenê ne bi vê re, bi parastina xeta Rêbetî, serwerkirina wê jî bê eman li ber xwe da, têkoşîn meşand. Li dijberî tesfiyekariyê yek kêliyê jî nekete nav gumanan. Bi uslub, sekn, nirxandin û çalekiyên xwe re hertim zelal bû. Bi biryar û bê tewîz bû. Ev sekna wê jî ji serî de di nava guruba tesfiyekar û beşên ku di bin bandora wan de bûn acizî û tirs da çêkirin. Di wan şert û mercên ku nediyarî ewqa di nav rêxistinê de bi bandor bibû û ji aliyê beşên berfireh ve dihate ferzkirin, feraseta reformên civakî jî rê li ber dejenerasyonên zêde vedikir, biserxistina seknekî bêtewîz, zelal û biryardar elbet serketinekî mezin bû. Encax ya ku dikarî vê bi ser bixîne jî Şîlan bû. Ji ber hevala Şîlan şopdara kevneşopiya sekna milîtan bû ku her rêxisin dikete nava tengasî û zehmetiyan, di ezmûna pêwîstiya sekna milîtantî de bi ser diketin. Girêdana wê bi Rêbertî re, zelalbûna di armancê de, biryardariya wê ya têkoşîna li ser vê bingehê di wê de hertim dibû lehiya coş, çalekî, têkîlî û jiyanê. Ne milîtanek ku raye (yetki), şert û merc, valatî, mêzîn û tesadûf ew kiribe pêşeng, ew pêşengek bû ku milîtaniyê teşe dabûyê. Wê hemû pêvajoyên ku milîtaniyê diceribîne bi serketinek rast, bi sekna li gor xetê derbas kiribû, li ser vê bingehê jî nasname û kesayeta xwe afirandibû. Lewma jî pêşengtiya wê ji vê yekê dihat û bi xwe sipartina van bingehan jiyanî dibû.

Hevala Şîlan ewqa ji bandora kevneperest a derdorên civakî bi awayek bingehîn qut bibû ku mirov ew ji her beşê, ji her çîn, her zayendê wek kombûyîna hemû taybetmendiyên azadîxwaz, vîndarî û estetîkê didît. Bi qasî taybetmendiyên sade, bê fîşal (abartma) û şanaziya civakîbûyîna xizan, ango jiyana çiyayî û gundan, ewqa jî asta siyasî, entelektuel û zane ya jiyana bajêr tê de dihate dîtin. Ev taybetmendiyên wê dibû sedem bi her hevalekê ji her beş, çîn û astê re bi hêsanî diyalog pêş bixîne. Dema hevala Şîlan di mijarekê de dest bi nirxandinê dikir, bê ku haya mirov hebe diketî nava rawestekî cidî û lê guhdarî dikir. Ji ber mirov dizanî ku ew vala napeyîve. Sekna wê ya hakimiyeta li ser kar û mijaran ew dikir pêşeng, semîmiyet, germahî û sadebûna wê jî jixwe ew dikir rêhevala herî dilsoz. Her wiha jixwebawerî, tewîz nedana ji rêgezan, rika di rastiyan de, di her şert û mercî de dibû sedem ku jê re baldarî û hurmet bê nîşan dayîn.

Rêheval Şîlan yek ji nimûneya herî bihêz, herî biwate, xweşik a asta ku Rêbertiya me dixwaze bi navê bizava azadiya jinê derxîne holê, ye. Dema we li wê mêze bikira, bi wê re jiyan bikira, hela bibûna guhdarê çîroka wê, we dê bê hemdê xwe bigota: “wey limin, bizav û Rêbertî mirov çiqa diguherîne, bihêz dike, xweşik  dike”. Wiha jî bawerî û heyraniya ji nêzîkatiya Rêbertî ji mirov re wê zêde bûya. Birastî jî ew şoreşgereke jin a ku xwe li gor pîvan û rêgezên azadiyê afirandî, vîndarkirî û werguhertî çalekiyê bû. Ew asta pêşketnê ya ku bi navê azadiya jinê heyecan diafirand û bi navê bizava jinê jî bawerî dida çêkirin e. Ew keça milîtan a ku di xeta Apoger a gelê Kurdistanê de teşe girtî û di şertên şoreşê de hatî pijandin, e.

Wendakirina rêheval şehîd Şîlan ji bo bizava me, di bingeh de jî ji bo bizava azadiya jinê valatiyek mezin da çêkirin. Ji ber rêheval Şîlan hem bi navê rêxistina giştî, hem jî bi navê bizava jinê berpirsyariyên mezin dabûn ser milê xwe, bi rik, îdea û azweriyek mezin erkên şoreşgeriyê pêk dianî. Her wiha hebûna wê ji bo xeta azadiyê, ji bo parastina xeta Rêbertî çavkaniya baweriyê bû. Ruxmî hemû valatiyên tenêkirirn, zehmetî û rîskên pêvajoya ku hate şehîdkirin, berpirsyariya rêxistinkirin û gelê rojavayê Kurdistanê bi dil û can pêk dianî. Wê dizanî ku karnekirin, tirs ji rîsk û zehmetiyan xiyanet li Rêbertiyê ye û herî zêde jî di wê pêvajoyê de bê ku raweste bi tempoyekî pir bilind ve kar dikir. Digot ku bi rawestandin û mêzekirinê, bi nîqaşkirin û sekinandinê re dem tê wendakirin û ev yeke jî wê me li beramberî gel û dîrokê bixîne rewşekî bi lenetî. Tişta ku rêheval Şîlan jî dikir milîtan ev felsefeya têkoşanê bû. Di qonaxekî ku pir kes diketin dudiliyan, tevlihevî dijîn, zelaliya wê hem çavkaniya baweriyê, hem jî çavkaniya bêzariya tesfiyekaran bû. Li beramberî hezkirin û baweriya gel û hevalan, nefret û tirsa xayîn û dijminan jî zêde dibû. Hevala Şîlan di vê xalê de ango di xeta navbera hezkirina û bawriya mezin a gel û rêhevalên xwe û nefret û aciziya xayînan, gihîşte pêkanîna xwe ya nemir. Xayînan bi awayek herî qeleş, paspaye û ketî, rêheval Şîlan şehîd kirin. Lê gel û hevalên wê bi hezkirinekî herî mezin re ew pêşwazî kirin.

Roja ku cenazeyên rêheval Şîlan û hevalên ku pê re hatine şehîdkirin rêheval Fuat, Cemîl, Zekeriya, Ciwan ji Musulê hate wergirtin û birin wargeha Mexmûrê, lehiya mirovan ku heya wê demê Başûrê Kurdistanê şahidî pê nekiribû, bi hêrsek ku xayîn difetisand, şehîdên xwe hembêz kirin. Ji heft heya heftê salî her kesê bi yek dev bi yek deng diqêriyan ku “Şîlan rûmeta me ye”. Di wê kêliyê de jî xiyanet û tesfiyekarî difetisî, dimir. Rêheval Şîlan ne tenê bi jiyana xwe, bi şehadeta xwe re jî têkoşîna xetê meşand û di nava gelê wargehê de ku herî zêde tesfiyekarî li wir lîstok dilîsin, gel li beramberî xiyanetê zelal dikir, tesfiyekarî tesfiye dikir. Hemû kadroyên rêxistinê jî di kesayeta rêheval Şîlan û çar rêhevlên pê re, di biryardariya têkoşîna li dijî xiyanetê gihîştin lûtkeyê. Heke rêxistinê destûr bidaya hejmarekî zêde rêheval ji bo di navenda xiyanetê de biteqin amade bûn. Her wiha hejmarek berçav hevalan jî pêşniyar dikirin ku di xebatên  Rojavayê Kurdistanê de cih bigrin.

Em ê reheval Şîlan ku bi sekn, çalekî, raman û têkîliyên xwe ango bi hemû jiyana xwe re bi heman rengî bi şehadet û bîranîna xwe re milîtantiya xetê temsîl dike û rê li ber têkoşîna xetê vedike wek pêşenga bizava azadiya jinê, wek nûnera herî bihêz a jina xweşik bidin jiyandin. Her wiha wek milîtana PKK’ê bizava Apoyî û çalekvana giyana PKK’ê, keça azad a gelê Kurdistanê, şoreşgera egîd bidin jiyandin. Em bi vê îdea û gêrdanê re rêhevala Şîlan û rêhevlê Fuat, Cemîl, Zekeriya, Ciwan di salvegera şehadeta wan de bi bîr tînin. Bi baweriya ku jiyîn û jiyandina rêheval Şîlan wê bibe çavkaniya serketina azadiya jin û gelê me, em şaneziya ku rêhevalên têkoşerên wiha ne dijîn.  

Ferîde Alkan

Attachment