Em di şexsê hevrêya xweyî hêja û milîtana pêşeng a xeta jiyana azad rêheval Şaristan Asmîn de hemû şehîdên tekoşîna azadiyê bi bîr tînin. Di vê qonaxa dijwar a tekoşînê de em ji ber şehadeta hevrêya me Şaristan Asmîn di nav xemgîniyekî mezin de ne. Em weke rêhevalên wê, yên tekoşînê soz didin ku em ê heta jiyana azad û şoreşa jinê mîsoger bibe têkoşîna xwe bidomînin û heqîqeta rêhevaltiyê ya Şaristan Asmîn afirandî bikin pîvana serkefttinê.
Rêheval û şoreşgera bijare ya têkoşîna azadiya jinê, şopdara xeta Gurbeteliyan hevrê Şaristan Asmîn bi keda xwe, bi heskirin, hêvî, bawerî û girêdaniya xwe ya bi xeta Rêber Apo re kadroyeke pêşeng ya xeta azadiya jinê bû. Di pêşxistin û afirandina çanda şoreşgerî ya ragihandina azad a jinê de kedekî bêhempa da. Weke hevrêyên wê em ê tû carî keda ku ji bo ragihandina azad da ye ji bîr nekin. Ji bo xwe bikin hêza bingehîn ya têkoşînê. Di serî de keda bêhempa ya rêheval Şaristan û bi sedan şehîdên çapemeniya azad wê her tim bibe bingeha mezinkirina nirxên şoreşa jinê. Şopdara heqîqetê rêheval Şaristan, li gelek qadên têkoşînê û xebatê ragihandina jinê de kar û xebat da meşandin. Bi berpirsyariyekî xwezayî ya şoreşgerî û ji dil timî ji xwe re tevlîbûn esas girt. 24 salên tekoşînê bi tevlîbûnekî, li ser esasê mezinkirina hevaltiya jinê, pêşxistina jiyana azad û dayîna kedê jiyan kir. Bi taybetmendiyên xwe yên erênî cihekî giranbiha û bi wateyan tije li gel hevalên xwe çêkiribû. Ji bo parastina nirxên tekoşînê û jiyana azad li hemberî paşverûtiyan xwedî seknekî têkoşîner bû. Di jiyan û têkoşînê de parastina destkeftiyên tekoşîna jinê û nirxên wê, wekî pîvanekî serek dît û ji bo xwe kir sedema mezinkirina têkoşînê.
Pêşenga tekoşîna azadiyê hevrê Şaristan Asmîn, bi salan di xebatê ragihandina jinê de cih girt. Bi tevlîbûna xwe şopên rêhevaltiya mezin ya Apoyî û nirxên giranbiha ava kir. Li qadên parastinê yên medya, li Kerkûk, Mexmûr û Şengalê xebatê ragihandina jinê bi kedekî bêhempa meşand. Bi hêza xwe, bi ezmûn û ruhê têkoşîner xebat meşand û pêşxist. Ev keda mezin ya bêhempa hêz, moral û kelecan di xebatê de da pêşxistin. Di heman demê de hevrê Şaristan ji bo rêhevalên xwe, weke pêşengeke mînak û fêrkereke ji dil bû di nav tekoşînê de. Di nav şert û mercên zor ên jiyana gerîlatiyê de, xebatê ragihandina jinê meşand bê ku tû astengiyan nas bike. Li ser şopa Gurbeteliyan, Arjîn û Hîndîstanan meşiya û ked da. Hem weke gerîlayeke jin û pêşenga têkoşînê, hem weke rojnamevaneke jinên çiyayî, li herêmên parastinê yên medyayê çiya bi çiya geriya. Ji jiyan û tekoşîna bi hezaran gerîla re şahidi kir. Hevrê Şaristan, jiyana her gerîlayeke jin ji bo xwe kir îlhama tekoşînê. Şopdara heqîqetê û evîndara jiyana çiya rêheval Şaristan wê timî weke heskiriya jinên çiyayî û dildara jiyana gerîla di tekoşîna azadiyê û ragihandina azad a jinê de werê bi bîranîn û di bîr û baweriya hevrêyên xwe de bê jiyan kirin.
Hevrê Şaristan tevî ku li hemberî nexweşiyê tekoşînekî mezin dida û tedewiya xwe didît jî lê, tû carî rewşa tendirûstiyê ji bo xwe nekir asteng û heta dawî beşdarî kar û xebatan bû. Ev tevlîbûn ji bo me mînaka dilsoziya bi kedê û tekoşînê re ye. Bi berpirsyarî û ruhê pêşengiyê her tim tevlîbûna pêvajoyê ji bo xwe kir pîvana sereke ya beşdarbûnê. Li ser vî bingehî em ê bibin şopdara tevlîbûn û rêhevaltiya lêgerînvana heqîqetê hevrê Şaristan Asmîn. Weke rêhevalên wê yên tekoşînê carekî din em di şexsê hevrê Şaristan Asmîn de ji tevahî şehîdên azadiyê re soz didin ku em ê tekoşîna wan ya azadiyê bidomînin û xwedî li nirxên avakiriye derbikevin.
Ragihandina Azad A Jinê (RAJIN)