Rêber APO Rih Da Gelê Kurd

0Shares

Wekî tê zanîn ev roja reş ya li ser Rêbertiya me komployeke navnetewî ye. Ev roj ji bo gelê Kurd rojeke tarî ye, rojeke qirkirinê ye, rojeke hebûn û tunebûna Kurdan tê de heye. Ji bo wê jî ew roj ji bo gelên bindest, taybet ji bo gelên Kurdistanê rojeke tarî ye. Ji bo wê jî di serî de têkoşîna Rêber APO ya 40 salan li hemberî emperyalîst li hemberî hêzên serdest yên kapîtal têkoşîna Rêber APO heta niha dewam kiriye dê dewam bike jî.

Ji bo wê jî derketina Rêber APO zemaneke ku hebûn û tunebûna Kurdan êdî dihate nîqaşkirin yan jî navê Kurdan li ser erdnîgariyê cîhanê dihate rakirin de Rêber APO derket. Mudexaleya Rêber APO mudaxaleya dîrokê bû, rexneya destpêkê ya Rêber APO rexneya dîrokê bû. Li ser hêzên serdest, li ser hêzên emperyalîst, hêzên kapîtalîst bû. Ji bo wê jî di dîrokê de Kurd gelek hatine perçiqandin. Him di aliyê fizîkî de, him di aliyê çandî de û him jî di aliyê exlaqî de qirkirineke di aliyê asîmile de li ser Kurdan hate meşandin. Û xwestin Kurdan ji holê rakin. Rêber APO jî ji bo vê mudaxaleyeke dîrokî kir. Derketina Serok APO jî derketineke dîrokî ye. Di heman demê de Serok APO serokê gelên bindest e, serokê gelên aşitîxwaz e. Serokekî ku tevgera wî tevgereke bîrdozîk û felsefîk e. Ji bo vê jî her tim li hemberî hêzên serdest tekoşîna xwe meşandiye û dimeşîne jî. Rêber APO li hemberî hêzên serdest bi taybetî li hemberî paşverûtiya ku dijmin kiriye ser Kurdan û ser gelê me komkujî û asîmileyên ku têne meşandin di vê derê de Rêber APO careke din ruh da gelê Kurd û mêjî da gelê Kurd û gelê Kurd di nava mezarê betonkirî de dîsa jî ruh da û rakire serhildanan, rakire li hemberî hêzên serdest ji bo ku têkoşîna xwe berdewam bike ruh da gelê Kurd. Heta niha jî gelê Kurd her tim li serî hildane û ew agir netefî û natefe jî. Di dîrokê de jî her tim xwestin Serokên Kurdan tune bikin. xwestin gelê Kurd li ser cîhanê tune bikin. Û her wiha tevgera PKK a Rêber APO jî li vê derê hedef hate girtin. Her tim xwestin pkk him di aliyê fizîkî de tune bikin û him jî çawa di dîrokê de Kurd hatine qetilkirin, heman qirkirinê careke din berdewam bikin, ew ruhê ku Serok APO daye gelê Kurd dîsa wê ruhê bitefînin, dîsa bixine bin betonê. Lê ev komplo mirov dikare bibêje destpêka derketina tevgera me de ev li ser tevgerê di şexsê Rêber APO de li ser gelê Kurd komplo di derketina tevgerê de berdewam kir hetanî dema 98’an. Belê komplo bi ser neket. Di gelek cihan de ji aliyê Rêber APO de komploya navnetewî vala hate derxistin, hate pûçkirin. Ji dostaniya sexte û hevaltiya kêm Rêber APO ji aliyê hêzên navnetewî dîl hate girtin. Û ji bo ku tevgera mirovatî, tevgera gelê Kurd tasfiye bike divê çi bike, êrîşî mêjiyê gelê Kurd kir, êrîşî mêjiyê tevgerê kir. Mêjiyê tevgerê mêjiyê gelê Kurd jî Rêber APO ye. xwestin Rêber APO jî tune bikin ji bo wê jî komployeke qirêj ya navnetewî pêk anîn. Lê Rêber APO her tim polîtîkayên qirêj yên navnetewî vala derxistiye. Her tim êrîşên li ser mirovatiyê, êrîşên li ser gelê Kurd vala derxistiye, nehiştiye ku hêzên emperyal, hêzên kapîtal yên serdest xwe li Kurdistanê de ser xwîna gelên bindest bide jiyankirin. Serok APO ev hewldana wan asteng kir û pûç-vala derxist. Ji bo wê jî hêzên navnetewî siyasetên xwe yên qirêj û berjewendiyên xwe yên Rojhilata Navîn bi taybet ji bo ku di Kurdistanê de bide meşandin xwestin Serok APO tasfiye bikin, ji holê rakin û di şexsê Serok de tevgerê teslîm bigirin û Kurdan di qirkirinekî re derbas bikin.

Lê Serok APO dema ku dîl hate girtin dibe ku komplo di aliyê fizîkî de pêk hat, lê belê di aliyê ruhî de di aliyê mêjî de, di aliyê fikrî de komplo ser neket. Ji ber ku rastiya Serok APO di nava PKK de, di nava hemû gelên Kurd de hatibû belav kirin. mirov dikare bibêje weke qilcal damarekî xwe berde nava tevgera gelê Kurd, xwe berde nava hemû mirovatiyê ne mumkine ku mirov wan damaran bi rehetî qut bike. Serok APO jî weke rastiya xwe, sekna xwe û ilma xwe ya zanebûna xwe ya dîrokî di nav gelê Kurd û di nav kadroyên pêşeng de belav kir. Hêzeke wisa da avakirin ku careke din Kurd tasfiye nebin û ji bo wê jî Serok tedbîrê wê girtiye. Û bi paraznameyên Serokatî û bi pêşdîtina Serokatî ya dîrokî de em Kurd bi hezaran salan dikarin xwe li ser lingan bidin meşandin. Û ev hatiye îspatkirin jî.

Serok APO dema ku dîl ket jî ji xwe hêzên navnetewî hêzên serdest gotin; em dikarin êdî tevgerê tasfiye bikin, plan û projeyên me pêk hat. Êdî em dê tevgerê teslîm bigirin û gelê Kurd jî careke din nikara van bişopîne. Gotin ev êdî îsyanê 29’an e, em bastirma dikin, em tune dikin êdî careke din Kurd serê xwe ranakin. Di vê çarçovê de Serok APO careke din jî van hêzên serdest vala derxist.

Sekna tevgerê jî li hemberî vê komployê bi taybetî jî sekna gelê me sekneke qehremanî bû. li derdora Serok APO xeleka ji agir hevalên me yên weke hevala Sema, hevala Zîlan, hevala Viyan gelek hevalan agir berdane bedena xwe. Weke din jî gelên me ku rabûne serhildanê li derdora Serok APO de xelekek ji agir çêkirin. Û her wiha têkoşîna tevgera me çendî tasfiyekarên ku ji navê derketin, çendî ku xwestin di aliyê hundir de rêxistina me tasfiye bikin û teslîm bigirin jî, lê belê bi qehremantiya hevalên şehîd, bi berxwedaniya gelê me û bi sekna Rêber APO ev tasfiyecîtî û komploya qirêj ya li ser tevgera me careke din vala derxist. Têkoşîna Serok APO têkoşîneke ji bo mirovahiyê ye, ji bo berjewendiyê gelan e, bi taybet jî ji bo gelên bindest û ji bo Kurdistanê ye. ji bo vê jî gel dakete qadan û dirûşima “bê Serok Jiyan Nabe” avêtin. Eger bê Serok jiyan nabe ev tê wê watê ku di Serok de rastiya xwe dîtin, jiyana xwe dîtin û ji bo wê jî gelek ciwanên keç û xort agir berdane bedena xwe. Li vê derê jî ev roja 15’ê Sibatê wekî rojekî reş û rojekî hebûn û tunebûnê di nava gelê Kurd de hate çêkirin. Û komploya li ser Serok APO ji bo ku careke din vala bê derxistin divê em Rêberê xwe Sero APO ji zindana Îmraliyê derxin û weke fizîkî azad bikin. û pêvajoyeke ku em bikevinê pêvajoyeke dîrokî ye. pêvajoya ku Rêber APO daye destpêkirin em bi vê pêvajoya Rêber APO re girêdayî ne. Weke kadroyekî çi bikeve ser milê me ji bo azadiya Rêbertiyê me çi bikeve ser milê me pêwîst bike em dê canê xwe jî bidin. Di vê rê de çi dibe bila bibe em ji hemû tiştî re jî amade nin. Her wiha em ji bo aşitî be aşitî, şer be şer em di her alî de jî weke kadroyekî xwe amade dikin û em amadenin jî. Bi taybetî ji bo azadiya Rêber APO ji nav vê komployê derbixin jî em xwe amade dikin.

Ji Pênûsa Gêrîla

Attachment