Me îro sala 26’emîn a komploya navdewletî di hember Rêber Apo temam kir û em ketin sala 27’emîn. Ev 26 salin Rêber Apo di nava şert û mercên tecrîda Îmraliyê ya herî giran de berxwedaneke pir bi heybet pêş dixe û li derdora vê berxwedanê berxwedaneke mezin a gel û gerîla pêş ket û pêş dikeve. Heya îro encamên vê berxwedanê yên pir girîng çêdibin û hîna jî didomin.
Berxwedana ku bi saya şehîdên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ re bû topek ji agir û her diçe bi xurtir li ser pergala zilamsalar û netew-dewlet de dibare bi gavên girîng û stratejîk ya pêkanîna projeyên Rêber Apo xiste jiyan û rojeva me re mezin û berfirehtir dibin.
Lê belê em di serî de bînin bîra xwe ku em di mehek e ku dijî komployan re derbas dibin. Meha Cotmehê mehek wiha ye ku gelek komplo hatine pêkanîn, gelek rûdanên bi êş dihewîne. Yêk ji wan komployan 9’ê Cotmeha sala 2019’an tevgera dagirkeriyê ya ku dewleta faşîst ya Tirk li dijî Serêkaniyê û Girê Spî dabû destpêkirin e. Komployekî din bi peymana 9’ê Cotmeha 2020’an re bi navê Peymana Şengalê hate rojeva me. Ev peyman di navbera pîyona dewleta Tirk ya faşîst PDK ango malbata barzanî û hikûmeta Irak ya wî demî re hate rojevê û îmze kirin. Li gora peymanê hemû destkeftiyên civaka Êzidî ji destê wê girtin û zemînên fermanên nû re vekirin tê xwestin. Ji xwe ji îlana wê peyvanê û vir ve zext, êrîş li ser Şengalê kêm nebûne. Cardin 10’ê Cotmeha 2015’an komkujiya Gar a Enqereyê yêk ji wan bûyerên bi êş yên di vê mehê de rû dane ye ku zêdeyî sed kes hatibû qetilkirin. Û heger em hêj gelek kûr pêve biçin yê lîsteyek dirêj yên kuştin, qetilkirin û komkujiyan bi destê dewleta Tirk ya dagirker û hevkarê wê DAIŞ’ê derkeve holê.
Bêgûman ev hemû yên li jor hêjmartî aliyê komkujî, talan û wêrankariya pêkhatîbû û ruhekî serhildêr û berxwedêr li hemberî xwe dîtiye. Ji xwe gelê me xwedî ruhekî şerker e û her firsendek dîtibe serîhildaye, berxwedaye û dijî zilm û zorê sekiniye. Bi saya vî ruhê berxwedêr em divê bêjin ku ev meha cotmehê heman demî meha serhildan û berxwedaniyê ye jî. Yêk ji wan ya herî zindî ya 6-7’ê Cotmehê ku serhildana Kobanê tê zanîn û li Bakurê Kurdistanê jî pêlek berxwedanê bi xwe re anî ye. Bi sed hezaran mirov beşdarî van serhildanan bûbûn. Di azadkirin û rizgarkirina Kobanê de rol û bandora van serhildanan pir çêbûbû. Dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê Hîzbûlkontra xistibû dewrê. Gelek çete xistibûn dewrê û bi dehan welatiyên me bi rengekî hovane hatibûn qetilkirin. Lê ruxmê hemû zor, astengî, kuştin û girtinan dijmin nekarî ruhê berxwedêr bitepisîne. Çalakiya fedayî ya Arîn Mîrkan di sala 2014’an demga xwe li wê pêvajoyê da û bandoreke mezin li berxwedana Kobanê kir, bi ruhê berxwedana Arîn Mîrkan Kobanê bi ser ket. Bi rastî jî ev meh, bi şehadetên mezin jî dagirtî ye. Her wiha Plana Hilweşandinê ya 30’ê Cotmeha 2014’an jî di vê mehê de hate pêkanîn. Meha Cotmehê meheke hem bi Komploya Navneteweyî, komplo û êrîşan tejî ye, hem jî meheke ku bi berxwedan û têkoşînên mezin ên li hemberî komployê derbas bûye.
Rêber Apo weke gefekê hate dîtin
Di nav komployan de komploya navneteweyî li dijî Rêber Apo komploya herî berfireh bi armanca qirkirina milyonan hatiye pêkanîn e. Di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd û gelê herêmê hemû hatine hedef girtin. Hemû gelên herêmê qurbanî pergala mêrsalar, pergala netew-dewletê dihate kirin û li herderî dagirkerî, dizîn, talan, wêrankarî û bêçaretî ferz dikirin. Rêber Apo vê rastiya wan deşîfre dikir û reyên çareseriyê nîşan dida ku ev yêk ji aliyê hêzên navneteweyî yên hegemonîk, kapîtalîst ve weke astengî û xeteriyek ji bo hebûna xwe dihate dîtin. Ji xwe mudaxileyeke li Rojhilata Navîn xistibûn rojeva xwe ku ji salên 90’ê ve li ser kar dikirin û dabûn destpêkirin. Di heman demî de destpêka dîroka şerê cîhanê yê 3’yemîn e jî. Yanî jixwe bi hilweşîna Sovyetan re şerê cîhanê yê 3’yemîn destpê kir, piştî êrîşa Sedam a Kuweytê bi mudaxele Emerîkayê pêvajoyek destpê kir û bi dijwarî dewam kir. Komploya Navneteweyî jî tam di qonaxeke girîng a şerê cîhanê yê 3’yemîn de hate pêşxistin.
9’ê Cotmeha 1998’an qonaxeke girîng bû. Di wê pêvajoyê de mudaxaleyeke hîn xurttir a li hemberî Iraqê di rojevê de bû, tasfiyeya Sedam dihat armanckirin. Hilweşandina desthilatdariya Sedam di hedefê de bû, mudaxaleya li Efganistanê di rojevê de bû, yanî mudaxeleyeke pir berfireh li hemberî Rojhilata Navîn xistibûn rojeva xwe. Rêber Apo û tevgera azadiyê li hemberî vê yekê weke astengî dihate dîtin. Ji ber ku li herêmê têkoşîneke mezin bi pêşengiya PKK’ê û PAJK’ê de dihate meşandin. Ev têkoşîna azadiya Kurd û gelan zanebûn û ronîbûnek mezin û bibandor derdixist holê. Helbet vê yekê gelê Kurd û gelê herêmê timî di nava têkoşînê de digirt û têkoşîn mezin dibû. Li seranserî herêmê bûbû sedemê bandoreke pir mezin. Ev weke astengî, xeterî û gef hate dîtin. Lewma li hemberî Rêber Apo komployeke wiha hate pêkanîn. Bi vî rengî li Kurdistanê pêşî li xeta hevkar-xayîn vebû. Hat xwestin ku ev xet li Kurdistanê serwer bibe. Hêzên hegemonîk xwestin ji vê yekê sûd werbigirin, di vî warî de komployeke wiha hate pêşxistin.
Paradîgmaya Rêber Apo komployê têk bir
Bêgûman li dijî komploya 9’ê Cotmehê têkoşîneke pir mezin jî pêş ket. Ji 7’ê heta 70 salî li her derê, li her çar parçeyên Kurdistanê gelê me rabû ser piyan û bi dehan mirovan çalakiyên fedayî pêk anîn. Di salên pêş de paradîgmaya netew demokratîk a Rêber Apo komployê pûç kir, wê xefika li ser gelan hatî hûnandin, deşîfre kir. Bi deşîfrebûna vê û vale derketina komployê re, têkoşîna azadiyê li Kurdistanê û herêmê bandora xwe hîn zêdetir kir, tevger hîn mezintir bû. Weke encama vê jî Şoreşa Rojava pêk hat. Li Rojhilata Navîn pêşî li şoreşa demokratîk vekir. Di vî warî de zemîneke pir xurt hate avakirin. Dema ku rewş wiha berovajî bû, komploya navneteweyî jî xwe nû kir û dewam kir. Yanî ev êrîş dewam kirin, yanî piştî sala 2000’ê bi taybetî ji bo PKK di nava xwe de bê tasfiyekirin, hate xwestin ku xeteke hevkar û xiyanetê bê pêşxistin. Wê demê bi gelek kesên ku di navenda PKK’ê de cih digrin re jî hevdîtin pêk anîn û bi vî rengî xwestin PKK’ê tasfiye bikin. Xeta xiyaneta hundir û tasfiyeger piştî sala 2000’ê pêş ket. Di sala 2003’yê de jî xwest di nava tevgerê de derbeyê pêk bîne û bi vî rengî tevgerê bi dest bixe. Serkêşiya vê yekê jî Emerîka, AKP û PDK’ê kir. Ji bo ku ev hêz ji hundir de mudaxileyî PKK’ê bikin, ketin nava hevkariyê. Helbet ev jî vale hate derxistin. Li dijî vê yekê Rêber Apo, tevgera me û gelê me têkoşîneke xurt meşand. Tasfiyegerî hate tasfiyekirin. Ev jî hate pûçkirin.
PDK ji destpêkê ve di nava komployê de bû
Dijminên gelê me ji bo siyaseta qirkirin û tinekirinê de encam bigre hertim îxanetê pêşxist, kûr kir û xwest belav bike. Vêna bi bikaranîna cerdevanan, sîxuran û her wekî din bi gelek rêbazan xwestin birêxistin bikin û pêre encam bigrin. Lê hinek hêz jî ji destpêkê ve hene ku bi dil û can vê projeya qirkirin, tinekirina gelê xwe re ne û her daîm xizmet û piştgirî dane hêzên dagirker, komploger. Di serî de PDK tê di mijara îxanetê de. Jixwe ji destpêkê ve PDK’ê di nava komploya li dijî Rêber Apo de cîh jî girt. Hêzên emperyalîst û kapîtalîst roleke wiha dan PDK’ê û xwestin hemû Kurdan bixin bin kontrola xeta xiyanet-sîxuriyê. Ji xwe îro jî em hemû şahîdin ku vê îxaneta xwe PDK di çi asta bêşermî û bê hed û hesab de pêktîne û pêşengtî ji dijminê gelê Kurd û gelên herêmê re dike.
Tirkiye jî kirin model û xwestin mudaxele li herêmê jî bi rêya Tirkiyeyê pêk bînin. Lewma bi komployê Rêbertî girtin û teslîmî Tirkiyeyê kirin. Bi rastî jî komployeke pir qirêj û derexlaqî di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd û gelê herêmê hate pêkanîn. Berxwedana ku Rêbertî li hundir pêş xistî, projeya çareseriyê, projeya netewa demokratîk, projeya sîstema konfederal a demokratîk a li ser esasê azadiya jinê bi temamî wê komployê vale derxist. Ji ber armanca vê komployê bi fîzîkî îmhakirina Rêber Apo bû, bi temamî tasfiyekirina PKK’ê, PAJK‘ê bû, gelê Kurd jî bi qirkirineke mezin re rû bi rû hiştin bû. Lê belê ne Rêber Apo bi fîzîkî hate îmhakirin, ne PKK, PAJK hate tasfiyekirin, ne jî gelê Kurd weke pêşbînî dikirin di qirkirineke mezin re karîn derbas bikin. Lewma ev komplo bi berxwedana Rêber Apo, gerîla, gel û jinan hate vale derxistin.
Lê belê cardin komployê timî nû kirin û berdewam jî kirin. Bi taybet piştî 11’ê Îlona 2001’an êrîşa El Qaîde ya li ser Emerîkayê, mudaxele Efganistanê pêş ket. Li hemû cîhanê êrîşên li dijî terorîzmê destpê kirin. Tirkiyeyê xwest ji vê yekê sûd werbigire, lewma ew pêvajo bi temamî qedand. Di dema Ecewît de heya astekê lêgerînên cidî hebûn ku piştre hevdîtin qutbûn û Ecewît ji desthilatdariyê hatibû xistin û AKP hate şûna wî. Piştî wê jî gav bi gav her ku diçe, AKP’ê siyasteke lîberal meşand ku wiha xîtabî her kesê dike. Jixwe piştî bi temamî li ser dewletê bû hakim jî polîtîkayên xwe yên qirkirinê xiste dewrê. Di sala 2014’an de jî jixwe Plana Hilweşandinê jî pêş xist. Piştî 9’ê Cotmeha 1998’an komplo timî xwe nû kir û bi wî rengî dewam kir, êrîşên topyekûn ên qirkirinê timî dewam kirin. Li dijî vê yekê helbet berxwedaneke mezin jî pêş ket, navenda vê berxwedanê jî helbet Rêber Apo bû. Komplo negihişt encamê û bi ser neket. Berxwedan û têkoşînê komplo pûç kir.
Bêyî têkoşînê ti tişt nikare bê afirandin
Bêgûman armanca pêngava ‘Azadî Ji Rêber Apo Re, Çareserî Ji Pirsgirêka Kurd Re’ azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Di merhaleya ku em hatinê de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk nehatiye û pirsgirêka Kurd hîn jî siyasî û demokratîk çareser nebûye û hîn jî li holê ye. Şerê qirkirinê hîn jî bê navber weke şerê topyekûn a qirkirinê didome. Li hemberî vê berxwedan jî didome. Divê pêngav ku em dikevin salvegera duyemîn de divê di demên pêş de bi xurtî bê meşandin. Ev pêngav yê teqez ser bikeve. Di salekê de deskeftiyên gelekî girîng hatin bidestxistin. Rêber Apo hat asta rêberekî cîhanî û li seranserê cîhanê xwedîderketine xurt derket holê. Divê li ser vê bingehê em pêngavê mezintir bikin. Divê li her derê berxwedana civakî bê navber û domdarî bi pêş bikeve û berdewam bike. Bandora wê li ser têkoşîna civakî heye, li ser têkoşîna siyasî heye, li ser têkoşîna hiqûqî heye û li ser têkoşîna dîplomatîk jî heye. Gelê me jî vê yekê dizane û dibîne.
Di serî de Bakurê Kurdistanê û Tikiye divê bibin navenda têkoşîna civakî. Divê berxwedaneke bê navber û domdar li Bakurê Kurdistanê bi pêş bikeve. Ji ber navenda êrîşên qirkirinê Bakurê Kurdistanê ye. Bakurê Kurdistanê niha navenda êrîşên qikirinê yên topyekûn e. Navend Îmrali ye lê bi taybetî li Bakurê Kurdistanê ye. Li wir şerê taybet tê meşandin. Êrîşî ziman dike, xwezayê dike, ciwanan dike, jinan dike, civakê dike, zarokan dike û di her alî de êrîş dike. Mînaka Narîn li holê ye. Li hemberî şerê taybet û topyekûn divê gelê me yê bakurê Kurdisanê û Tirkiyeyê di nava vê pêngavê de cihê xwe bigirin û çalakiyên domdar bimeşîne.
Ev ji bo Rojava jî wisa ye. Divê gelê Rojava Şerê Şoreşgerî yê Gel bi xurtî bimeşîne. Ji nan û avê bêhtir hewceyiya Rojava bi vê heye. Hîn jî talûkeya li ser Rojava didome û Şoreşa Rojava di bin talûkeyeke mezin de ye. Dewleta Tirk dixwaze Rojava dagir bike. Li benda derfet û konjuktora vê yekê ye. Divê gelê me di nava berxwedana domdar de be. Berxwedan ne tenê derketina kolan û bi meşê pêk tê ku ev tinê têr jî nake. Divê gelê me li her derê ji 7 salî heta 70 salî li ser bingeha xweparastinê xwe bi rêxistin bike, li ser bingeha Şerê Şoreşgerî yê Gel xwe bi rêxistin bike û xweparastinê bi pêş bixe. Divê kesek jî bê rêxistinkirî û bê xweparastin nemîne. Divê em li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşînê mezin bikin.
Em hemû dizanin ku Konseya Ewropayê, CPT, hêzên ku komplo pêş xistin hemû şirîkê polîtîkayên qirkirinê ne. Berpirsiyarê pergala êşkenceya Îmraliyê ne. Wan pergala Îmraliyê ava kirin. Li hemberî van hêzan divê têkoşîna civakî, siyasî, hiqûqî û hwd bi xurtî bê meşandin. Heke ev têkoşîn bidome, me par jî dît wê ev pêngav bigihêje armanca xwe û em ê bihêlin ku hiqûqa xwe bi xwe pêk bînin. Wê neçar bimînin ku peymanên navneteweyî pêk bînin û bi Tirkiyeyê re jî bidin kirin. Rêya vê di têkoşînê de derbas dibe. Bêyî têkoşînê ti tiştek nabe û ti pêşketin nayê bidestxistin. Heta ku em tênekoşin û li ber xwe nedin em nikarin Rêber Apo azad bikin, nikarin pirsgirêka Kurd çareser bikin û nikarin Kurdistanê azad bikin. Yanî rêya her tiştî, demokrasiyê teqez di têkoşîn û berxwedanê de derbas dibe. Ev pêvajoya ku em tê de derbas dibin têkoşîn û berxwedanê li ser me ferz dike. Di vî alî de divê em teqez vê pêngavê bigihînin serkeftinê.
PAJK