Rastîya Serokatî Rastîya Vejîna Jin e
Amadekar; Stêrk GARZAN
Bêguman her bihar wextê xwe nûkirin û ji nû ve vejînbûn e. Bi hewldanekî afirandina jiyaneke nû hemû xweza û însan bi coş dibin û dijîn. Erê di wexteke wisa de bi azadiyê re ketina nav hevdû de û aliyeke din ya xwe hebûn kirin di kurdan de bi pêş dikeve. Di nav nûbûn û vejîna biharê de 4’ê nîsanê di nav jinên kurd de bi bitûniyekî wisa de pêşdikeve…
Li çiyayên Kurdistanê me 4’ê nîsanê ji hevalên jin yên gerîla pirsî.
4’ê nîsanê ji bo we tê çi wateyê? Çima 4’ê nîsanê ji bo hemû gelên Kurdistanî weke rojbûneke cuda tê destgirtin û pîrozkirin?
Pelda Mardîn; Destpêkê vê rojê li Serok Apo, li hemû jinên kurd û li hemû jinên cîhanê pîroz dikim. Vejîna Serokê me ya li ser rûyê erdê weke vejîna jinê em pênase dikin û bi vî şiklî jî em nirx didinê. Ji ber ku heta niha di dîroka kurdan de û di dîroka hemû cîhanê de jî mirov dikare vê binirxîne. Serok li ser nirxê jinê jin da avakirin. Tu serok vana pênase nekiribû û dest pê jî nekiriye. Ji bo wê jî rastiya Serokatî rastiya vejîna jinê ye. Ji bo wê jî em dikarin bibêjin ku Serokatî ji bo jinê hêzekî herî mezin, hêzekî civakbûna wê dê çawa bi pêş bikeve, civakbûna ku hatiye windakirin wê çawa bikaribe li ser piyê xwe xwe bide sekinandin, ev çawa bi destê jinê bi nirx bibin û ev nirx belav bibin… Serokatî ji nû de vejîna wê da avakirin û vê bi pêşengîtiya jinê da avakirin. Ji bo wê jî Serokatî tenê di milekî de di her milî de vejîna fikrî, rihî, bedenî yanî di gerdûnê de çi vejîn hatibe avakirin Serokatî di xwe de avakiriye. Û ya herî mezin êrîşên ku li hemberî serokatî têne avakirin û neqebûlkirinên ku têne çêkirin li cîhanê di navbera desthilatdaran de sedema wê avakirina vejîna jinê ye. Ji bo wê jî dema em Serokatî dinirxînin em nikarin bi du-sê gotinan binirxînin. Ji ber ku ne gotin wî tijî dikin, ne axaftin wî tijî dikin. Pênaseya ku em ji bo hebûna Serokatî dikin; hebûneke ku di milê bitûniyekê de xwe dana avakirin û ev weke hebûna xwe di cîhanê de dane diyarkirin. Di hebûna xwe de jî him hebûna gelê kurd, him hebûna jin û him jî hebûna hemû gelên bindest jî Serokatî di şexsê xwe de avakir. Ji bo wê jî em nikarin bibêjin Serokê me tenê ye, Serokê hemû gelên bindest û jinên qehreman yê hemû cîhanê ye. Dema em dîroka jinê digirine dest em dibînin ku jin çiqasî bindest maye, çiqasî tune bûye û di milê fikrên xwe de, di milê rihê xwe de, di milê bedena xwe de çiqasî lewaz maye û di bin vê bindestbûyînê de çiqasî tunebûna wê hatiye avakirin. Ji bo wê jî Serokatî ji nû de jinê da avakir. Di pareznameya xwe de Serokatî qala xwebûyînê dike, dibêje hûn bibin xwedayê xwe, hûn xwebûna xwe bidin diyarkirin. Ji bo vê jî Serokatî di hebûna xwe de him hebûna jinê da diyarkirin û him jî hebûna gelan da diyarkirin. Ji bo wê jî naskirina xwe bi nirxên azadiyê, bi nirxên gelên xwe re meyzekirin ji bo me meşekî herî sereke ye. Ji bo wê jî vê roja pîroz ne tenê weke vejîna serokatî yan jî ne tenê rojbûna Serokatî ya hemû jinan e. Ez wisa pênase dikim. Ez careke din jî vê rojê li Serokê ku hemû di nirxên civakî de û di nirxên ku em dikarin xwe li ser bigirin û li ser bimeşin pêşengîtî kiriye em careke din rojbûna Serokatî pîroz dikin û pêve girêdayî ji bo ku nirxekî bi vî awayî ji me re weke diyariyekî kiriye em bejna xwe li hemberî dayika ûveyş ditewînin û em bi hurmet wê bibîr tînin. Ji bo wê jî em dibêjin cejna te pîroz be serokê min û her bijî…
Şervîn Serdar; 4’ê nîsanê ji bo me di aliyekî de jiyaneke nû avakirin e. Rojbûna Serokatî di nav gelê kurd de avakirina jiyaneke nû ye. Di aliyeke din de jî mirov dikare weke ji bo jiyaneke nû avakirin, rastiya jiyanê naskirin êdî bêhtir heqîqetê avakirin bigire dest. Ji bo vê rojê jî di destpêkê de dayika Ûveyş jî mirov divê bibîr bîne. Dayika Ûveyş jî weke nûrekî di rastiyekê de di avakirina heqîqetê de anîna ji bo me ji bo gelê kurd ji bo tevahî mirovatiyê mirov dikare bi nav bike, ji bo ku dema rastiya Serokatî tê destgirtin weke rastiyekî avakirina jiyanê mirov dikare bigire dest. Di wateya vê rojê de dayika Ûveyş jî bibîr bîne. 4’ê nîsanê rojekî wateya azadiyê ye, ji ber ku Serokatî bi dest avakirina jiyanekî kiriye ji bo gelekî ku hatiye perçiqandin yanî ji bo mirovatiya ku windabûye bigihîjîne jiyaneke azad. Dema mirov dikeve 4’ê nîsanê de mirov bi xwe re dikeve nav muhasebeyekî de. Yanî vê rojê tu bi kîjan wateyê de digirî dest, di kîjan hêlê de digirî dest tu muhasebeya vê dikî. Tu di destpêkê de dikevî nava muhasebeya ji bo însaniyetiyê heya niha min çi kiriye. Destpêkê divê li ser wateya azadiyê were xebitandin ji ber ku di rastiya Serokatî de di avakirina jiyanê de li ser esasê gelên ku hatine perçiqandin, mirovatiya ku winda bûye bigihîjîne jiyaneke azad heye. Serokatî dibêje di 4’ê nîsanê de bila dar bêne çandin. Dema Serokatî vê dibêje mirov ji xwe dipirse, gelo çima? Dar di wateya şînkahiyê de ye, avakirina jiyanê ye. Çawa ku mirovatî destpêkê ji kokê de hatiye rakirin, ji kokê de hatiye pêrçiqandin Serokatî jî dîsa ji kokê de mirovatiyê dide çandin û dide şînkirin. Ji xwe Serokatî hemû tiştî ji destpêka mirovatiyê dide destpêkirin û di her pênc paraznameyên xwe de jî dibêje “heqîqet tu carî naye windakirin” û Serokatî heqîqet dide meşandin. Li ser vê esasê jî em 4’ê nîsanê wisa digirin dest; heqîqet tu carî naye windakirin û wê heqîqet bê çandin. Her sal darên ku têne çandin ji sala din zêdetir dibe, ew jî tê wê wateyê ku heqîqet fireh dibe, dema heqîqet fireh dibe jî tu kes nikare pêşiya vê lehiyê jî bigire. 4’ê nîsanê di vê wateyê de hatiye pîrozkirin. Dema mirov, giya, ajal û hemû xweza dikevin biharê de di meha nîsanê de xwe nû dikin. Rastiya jiyanê xistina holê de bilindbûna azadiyê jî derdikeve holê. Ez vê rojê li Serokatî û hemû mirovatiyê pîroz dikim.
Şervîn Goyî: 4’ê nîsanê ji bo gelê kurd, ji bo gelê Rojhilata Navîn vejîneke nû ye. Di kîtleya Avrûpa de ronesans çibe di Rojhila Navîn de jî 4’ê nîsanê tê wê wateyê. Yanî ji bo gelê Rojhilata Navîn 4’ê nîsanê ronesans e. Mirov dikare bibêje bi 4’ê nîsanê re nêrîneke nû li gerdûnê, nêrîneke nû li xwezayê, nêrîneke nû li jiyanê, nêrîneke nû li însan û hwd. e. Di her alî de tê vî wateyê. Ji bo wê jî mirov dikare wisa bibêje ronesanseke nû ye ji bo R.Navîn. Him di aliyê zihniyetê de, him di aliyê civakbûyînê de, çandê de yanî di her alî de însan dikare wisa bibêje. Weke jin me bi rastiya Serokatî re xwe nas kiriye, em ketine ferqa xwe, me jiyanê naskir. Rastiya Serokatî ji me re hestên fikir û azadiyê da naskirin. Ji ber ku berî wî tu wateya jiyanê ji bo jinê tune bû. Yanî jin azadî çi ye nasnedikir. Lê bi rastiya Serokatî re jin him xwe naskir, him jiyana xwe naskir û him jî careke din hest û fikrên azadiyê naskir. Dîsa Rêber Apo ji bo azadiya jinê xwe xiste pîvan, taybet jî di şexsê xwe de kesayeta serdestiya zilamê klasîk yê pênc hezar salan di xwe de kuşt û bi vî rengî jî jibo jin xwe kir wek pîvanekî. Dîsa di aynî wextî de Rêber Apo bîrdoziya rizgariya jinê ji bo me diyarî kir. Ji xwe diyariya herî mezin jî ev bû. Dîsa ji bo jinê mafê fikrên azad, mafê rêxistinê, mafê tekoşînê da. Li ser vê esasê jî jineke azad, civakeke azad, yan jî jineke azad neteweke azad Rêber Apo paradîgmaya xwe li ser vê diyalektîkê da avakirin. Ji bo jinê nirxeke mezin û ciheke mezin hat dayîn. Weke din jî girêdayî vejîna Serokatî dayika Ûveyş heye. Dayika Ûveyş ji bo me weke nirxeke bêhempa ye. Nirxeke weke dayika xwedawend e, çawa ku di destpêka însaniyetiyê de di destpêka dîrokê de dayika xwedawend wisa hertişt da destpêkirin, civakbûyîn bi destên xwedawendan çêbû, di aynî wextî de rola dayika Ûveyş jî ji bo me wisa heye, ji bo wê jî em xwe pir bi şens dibînin, weke jin weke gelê kurd, weke gelê Rojhilata Navîn em pir bi şens in ku weke nirxekî dayika Ûveyş heye, Serokatiyeke wisa aniye dinyayê. Serokatî nerîneke nû, felsefeyeke nû ji bo dayikê anî. Dayik ji bo me tê çi wateyê me bi felsefeya Serokatî naskir. Ez vê roja pîroz li hemû însaniyetiyê pîroz dikim.
Rozerîn heval; Zayîna Serokatî ya 4’ê nîsanê weke ronahiya jinên ku 5.000 salin hatibû binaxkirin, di tariyê de hatibû hiştin e. Ronahîbûna jinê ye, careke din derketina ser rûyê dinyayê ye, ser rûyê ronahiyê ye. Zayîna Serokatî zayîna tevahî mirovatiyê ye. Ji ber ku binaxkirina jinê ji binaxkirina rastiya mirovatiyê nedûr e. Ji bo wê jî însan nikare ji hevdû qut bigre dest, bi hev ve girêdayî ne. Weke Serokatî pir kesên lîder derketin jî çêbûn, lê tu lîder bi bîrdoziya xwe re, bi lîderbûna xwe re weke Rêber Apo ku jinê derxistiyê ronahiyê û bi heqîqeta xwe re rû bi rû aniye kesek vê nêzîkatiyê bi jinan re çênekir. Rastiya jinê vê derxist ser rûyê ronahiyê. Ji bo wê jî mirov dema jin û Serokatî bi hev re digire dest wateyek û nêzîkatiyeke pir cuda tê de dibîne. Di sedsala 21. de asta ku îro jin rû bi rû hatiye mirov dikare pir rehet bibîne. Ev wisa bi hêsanî xwe bi xwe bi pêş neket û ava nebû. Heya dawî keda Serokatî mirov dikare tê de bibîne. Bi Serokatî re asta ku jin gihîştiye çêbû. Ji bo wê em nikarin tu pêşketinên xwe ji Serokatî qut bigrin dest. Ji bo wê zayîna Serokatî zayîna jin, zayîna me ye. Ji bo wê jî her 4’ê nîsanê weke zayîna Serokatî û zayîna jin tê pîrozkirin. Taybet jî asta jinên PKK yî hatiye ji bo me rojeke taybet e. Li ser vê esasê em nêzîkatî didine nîşandan. Rastiya Serokatî bi çalekiya jiyanê ve girêdayiye. Dema mirov bîrdoziya Serokatî di jiyanê de dest digire ji teorî zêdetir, bi rastiya divê însan çawa bijî, divê mirovatî çawa bi cewhera xwe ya berî 5.000 sala bijî, vê rastiyê mirov pir rehet dikare niha bibîne. Bi taybet di asta jiyana PKK de hemû rastiya Serokatî pir rehet bibîne û nav jî lê bike. Dema em qala rastiya Serokatî dikin rastiya jin yê ku hatiye veşartin, heqîqeta jin ku hatibû perdekirin, mirov dikare bi hevdû re bigire dest û binirxîne. Ji bo wê ne rastiya Serokatî ne rastiya jin di heqîqeta jin de divê were destgirtin, mirov nikare ji hevdû cuda bigire dest. Ya ku dihêle jiyan bi wate bibe rastiya Serokatî, bîrdpziya Serokatî ye. Di vê wateyê de dema jiyan bi wate bû rastiya jin bi wate dibe, jin bi wate dibe. Li ser vê esasê em dibêjin jin jiyane, jiber ku wate ye. Yê ku jiyan avakiriye jin bû, yê ku mirovatî avakiriye jin bû li derdora jinê hat avakirin. Dema em niha jî lê dinêrin yê ku careke din vê rastiyê dide jiyankirin rastiya Serokatî ye. Careke din mirovatî, careke din jin li derdora Serokatî bûne yek û jiyankirinekî didine çêkirin. Ez vê roja pîroz li hemû jinan û mirovatiyê pîroz dikim.