Netewa Kurd ji serdema Mîtolojiyan ve heya roja me gelekî ku xwediyê xisletên merdane ye, ji bo aramî, aşitî, wekhevî û biratiya gelan, bi heskirinek bedew her têkoşiya ye. Di destana Kawa’yê Hesinkar de xisletên civaka Kurd pir baş hatine teyisandin. Netewa Kurd di erdnîgariyek wiha de jiyan kiriye ku her bûye hedefa, timakaran û dagirkeran. Gelê Kurd piştî serdema xwe ya tijî pêşketinên dîrokî, bi rudana xiyaneta neviyê Medan yê bi navê xwe Koroş-Keyros yê eslê xwe Kurd bû vêcar wek gelê Kurd em bi serxweve nehatin û çerxa felekê her geriya. Di vê çerxa ku berovajî digeriya de meşela wan hêdî, hêdî vedimire û dibin hedefa dagirkeran. Ji xwe bi xiyaneta Koroş-Keyros neviyê Medan, ku dibe sedema hilweşîna Împeratoriya Medan û derketina serweriya Persên Îranî hat ser dika dîrokê. Bi mohrkirina peymana Qesrî Şirîn, ya di navbera Sefewiyên Îranî û Osmaniyên Tirk de pêkhat re netewa Kurd û erdnîgariya wan, bi temamî tê parçe kirin û rê ji talan û dagirkirinê re heya dawî tê vekirin.
Di serdema Ola Îslamê de Kurdên ku baweriya xwe Zerduştî bûn rû bi rûyê tund û tujiyek pir dijwar re têne, ruxmê tê gotin ku wî demî di taybetmendiyên Îslamê de zor, zext û bêdilbûn tûnebû jî careke din li ser gelê Kurd zext û komkujiyên pir mezin dane pêkanîn. Qismek ji Kurdan xwe digihînin çiyaya û qismek jî mecbûr dibin xwe teslîm bikin. Di encamê de Kurd têne perçekirin, bişaftin û serî tê tewandin. Di şerê cîhanê yê yekem de careke din Kurd û xakniştîmana xwe dixin meydana bazarkirinê, gel û welat tê perçe kirin, xwediyên heqîqî yên wê axê têne talan kirin, kuştin û kole kirin. 100 sal derbas bû lê hîna jî dagirker jê têrnebûne û pîlanên 100 salek nû amade dikin. Hîna dawî li planên bêbext yên li ser Kurd û Kurdistanê nehatiye.
Kurd û Kurdistan ketine rewşek wiha de ku hew têne naskirin. Em wek gel û welat hatine perçe kirin û her perçeyek me bûye ayidê hêzekî dagirker. Civaka Kurd ji sedsala 7’an û wir ve heya roja îro di bin zilma dagirkeran de bi qîrîn û haware. Îro jî wext hatiye ku gelê Kurd rizgar bibe, serê xwe di nava mirovahiyê de bilind bike û doza wekhevî, adalet û azadiyê bike. Rêber Apo bi gotina Kurdistan somûrgeye re dest bi şoreşê kir û gihand roja îro. Ji bo wê hemû civakên azadîxwaz ji bo Rêber Apo bi çalakiyan doza azadiya fîzîkî dikin û lê xwedî derdikevin.
Îro jî salvegera 12 Adarê ye, salvegera komkujiya bajarê Qamişlo’yê ye ku sala 2004’an pêkhatîbû. Li ser komkujiyê 10 sal derbas bû, lê hîna jî êşê xelkê Kurd yên bajarê Qamişlo û Rojavayê Kurdistanê wêk wê rojê rudayî zindî ye û jibîr nekirine, yê nedin jibîr kirin jî. 100 sal jî derbas bibin wê qet jibîr neçin komkujiyên welatê me, yêk bi yêk komkujî, êrîşên li ser gelê Kurdistanê yê her zindî bimîne û neyê jibîr kirin. Di rojên cejin û erefatan de jî zarokên welatê min re bombe û muşek ji esmanan dibarînin, laşê hemû zindiyan sar û cemidî dihiştin. Gelo tê zanîn ku çend û çend komkujî li ser civaka Kurd hatine pêkanîn? Wan xwînxwaran xaka welatê min tarûmar kirin, bê mirov hiştin. 22 sal di ser komkujiya bajarê Helepçe re boriye lê hîna jî şînkayî, giya li Helepçe şîn nabe û hîn jî zarokên wan seqet têne dinya yê.
Hişmendî û serweriya pergala netew dewlet wek dêwekî bi ser welatê Kurdan de şandin, tofan û qirkirin bi serê gelê Kurdistanê de rakirin, bi bêhna sêvekê bi hezaran xelkê welatê min qirkirin. Li welatê minê her rastî wêran û talanê hatî de hêjmara komkujî û qirkirinan pir zêde ne. Bi sed salan gelê Kurd, di nava lepê qirkirinê de hatiye hiştin, Rêber Apo bi riya paraznameyên xwe, yên ji 5 cildan bi civaka Kurd û cîhanê da nasîn hene. Rêbertî di serê mirovê Kurd yên hişk de, cihek ji zanebûnê re vekir û hişt ku li dîrok û çanda xwe xwedî derkeve, ji bo bi dawî anîna qirkirina netewî serî hilde, tekoşîn bide. Civaka Kurd ji Rêber Apo bawer kir, pêre mil bi mil ber bi şoreşa gelan ve meşiya, dimeşe û îro jî ji bo azadiya Rêberê xwe di xebat û tekoşînekî mezin de ye.
25 sal bi ser komploya navdewletî re derbas bûne lê hîna jî Rêberê me di nava tecrîdekî giran de ye û tu sazî û dezgeh guh nedaye dengê xelkê Kurd û dostên xwe. Hêzên ku hevbeşbûn di vê bêbextiya reş de, gelo wê çawa bibihîsin dengê qîr û nalîna Kurdan di vê mijarê de? Divê em bizanin ku ev bendewarî teqez xwe xapandine ji xwe. Ji berê ve mezinên Kurdan wiha gotine: “Rih bibe bost, dijmin nabe dost.” Divê em Kurd pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin, divê qet hêviyan ji dijminê bav û kalan nekin. Hêzên sereke yên di komploya li ser Rêber Apo pêkanîn de rol lîstin DYE û NY bû; dewleta Tirk yekane karê ku her tiştî pêşkeşî wan hêzên sereke kirin bû, bi hêvî û bendewariya ku wan ji Rêbertî xilas bikin, nehêlin tekoşîna azadiyê hêj xurtir bibe.
Dema ku DYE Rêber Apo teslîmî Tirkiyê kir, gotina serokê welêt yê wî demî Bulent Ecevid ya “Ez nizanim çima Apo teslîmî me kirin” pir tişt eşkere dikir. Raste rayedarên Tirk nizanîbûn bêka çawa, Rêber Apo girtin û çima radestî wan kirine. Siyaseta Îngiltere, ya emerîka ya bi salan îro jî bi heman şêweyî berdewam dike. Gelê Kurd jî ketiye zanebûna siyaseta wan, dibîne çawa di binre bi awayekî sinsî siyaseta xwe dimeşînin û dixwazin xwe li ser gel û herêman serwer bikin. Teqez li vir tişta ku em têbigihêjin ewe ku Rêber Apo di nav civaka Kurd de şoreşek pêkaniye ku didome, vêcar hew Kurd têne xapandin. Wa ye dayikên me jî duruşma ‘jin, jiyan, azadî’ berz dikin û dibêjin, yan azadî yan jî neman û doza azadiya fizîkî ya Rêberê xwe dikin.
Îro ciwanên nuhatî li çiya, gund û bajaran, di sengerên şer de tekoşînê bilind dikin. Wa ye fedaiyên Rêber Apo xwe dikin bombe û di nava dil û mejiyê dijmin de di teqînin wekî fedayiyên wek Sara, Rûken, Erdal, Rojhat û Serxwebûnan ku xwe ji Rêber Apo re kirine mertalên zindî. Bi kurtasî pewîste em şerê xwe yê parastinê bi hêza xwe ya cewherî pêkbînin û divê teqez çavên me ne li deriyan be. Em divê ji ti hêzekê merhemetê hêvî nekin û ji hêza xwe bibawerbin. Qet û qet em naxwazin ku, bi guran re dost û heval bin. Kurdên Apoyî şiyarin û nema têne xapandinan. Rêber Apo bi salane mamostetiya gelê Kurd kiriye û Kurdê şiyar bûye beramberî hêza teknîka cîhanê ye.
Emê tola xwe bi destê xwe ji zalim û neyaran bistînin, ger ku me wendakir û em bi temamî qirbûn jî yê ji bo me wiha were gotin: “Miletekî tekoşer, serhildêr, bi şeref û berxwedêrî hebu, lê mixabin binketin û wenda kirin. Ji xwe Babekê Xuremî di Keleha xwe de dema ku, berxwedida û dît ku wê wenda bike, ji kesên li derudora xwe re, wiha got: “Emê teqez heyanî mirinê li berxwebidin. Pir baş bizanibin ku her kêliyekî azad sed qatî baştire ji sedsalan kole jiyan kirinê.” Lê cardin jî ez dibêjim ku, qet bila keyfa tu hêza serwer pê neyê, bila nekevin xeyalên vala ku yê gelê Kurd wenda bike û têkbiçe. Gelê Kurd gelekî resene û gelê resen qet tûne nabin, yê herdem kelemê çavê neyar û xayîna bin.
Gelê kurd yê bi şerê xwe yê şoreşgerî dawî li wan komkujî û reşayê bînin. Min di serî de jî got ku meha adarê, ji gelê Kurd re bûye meha komkujiyan. Bi taybet jî komkujiya li bajarê Qamişlo, li qada futbolê rû dayî tevahî Rojavayê Kurdistanê vegerand qadên raperînek berfireh, hemu bajaran digre nava xwe. Di 12’yî Adara sala 2004 an de raperîna gel bû çirûska şoreşa Rojava. Cara yekem bû ku gelê Kurd li rojavayê welêt bi wê heybetê radibûn ser piyan. Kurdên Rojavayê Kurdistanê, bi bertekek pir mezin li dijî pergala serwer ya rejîma Baas ê derdiketin kolanan û doza mafê xwe kirin.
Weke tê zanîn piştî her serhildanekê gelê Kurd bi komkujiyan re ru bi ru hatiye hiştin. Em ji Palo bigir heya Hanî, Koçgirî, Dêrsîm, Helepçe, Enfal û ya gundê Roboskî û ya li ser Şengala pîroz jî têde tenê çend komkujiyên giran hatin jiyîn bûn. Gelo komkujiya bajarê Kobanê û Serê Kaniyê, ya Girê Sipî û Efrînê wê têkevin kîjan qategoriyê? Gelo ew jî ne komkujî ne û heger ne komkujî bin wî demî çine? 10 Sal di ser şerê Rojava re bihûriye, lê hîna jî xelkên wan bajaran ji durî mal û milkê xwe, di konan de li ber sir û seqemê jiyan dike.
Xelkê bajarê Serê Kaniyê, Girê Sipî û Efrînê bi darê zorê, ji warên wan derxistin û xelkên biyanî li şuna wan bicîh kirin. Heyanî roja me ya niha jî xelkê wan bajaran, di wargehan de perişan bûne. Bi rastî tişta ku heyanî niha hatiye, serê gelê Kurd rewşek pir tirajîke û dem hatiye ku wê ev trajediya wek qeder ferz dikirin bêne sekinandin û rûpelek nû di dîrokê de were vekirin û jiyanek bi serbilindî bê avakirin. Ew jiyana ku ji xelkê Kurd re hatîbû heram kirin, ew koçberî, kuştin û zordariya piştî her raperînekî dubare dikirin yê bidawî bibe û tîrêjên roja civaka Kurd wê nûde hilde esmanan.
Berê jî gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê tevî êl û eşîrên xwe li kêleka gelê Ereb li dijî serdestî û serweriya dewleta Firansî û întîdaba wê (Mandeta) bi hevre şerkirine û welatê Suriyê parastine. Lê mixabin Kurdên Rojava jî, wek Kurdê perçeyên din yê Kurdistanê jî, wek netew dewleta Ereban, Tirkan uhwd. ked û berxwedaniya Kurdan înkar kiriye û ji nedîtî ve hatine. Piştî derketina Firansa ji Suriyê, siyaseta Ereb kirina herêmê dane destpêkirin û careke din bi siyaseta netewe perestî nêzî netewa Kurd bûne, raber kirine ku Kurd wek netewa duyemîn li ser wê axê ne.
Bi demê re li ser daxwaz û taleba gelê Kurd hinek mafê netewî, çand û zimanê dayîkê hatine ziman. Lê belê rejîma yek partî ya partiya Baas, li dijî netewa Kurd li Suriyê bertek û tundiyek pir hişk raber dikir û bi darê zorê Kurdan di çewisandin, zext û zilm dikirin. Bi taybetî jî di salên 1960’an de, ji xwe bi derketina Îngiltere û Fransa ji Rojhilata navîn re siyaset jî gelek guherî. Sedema derketina Îngiltere û Fransa ji herêmê encama şerê cîhanê yê duyemîn bû. Hitlerê Nazî ye Elmanya dixwest ku tola xwe ji dewletên serwer yên navendî bigre û şerê wan navxweyî kurtir bû.
Dewleta Fransa û Îngiltere dema di wî şerî de lewaz dikevin neçar dimînin ku xwe ji Rojhilata navîn paşve vedikişînin û meydan ji netewa Ereb re vala dibe ku ew jî dixwestin hespê xwe li herêmê bezînin. Piştî ku dewletên navendî xwe ji Suryê û Îraq vekişandin rewşa heremê jî hate guhertin. Li ser modelên Firansî li herêma Rojhilata Navîn netew dewlet hatin avakirin. Li şûna, dewletên navendî dewletên herêmî ketin dewrê û rejîma nû teqlîda serwerên xwe kirin. Hişmendiya netew dewletê ya ku nû heyvan (maya) girtî, wek çandekê xwe belavî hemû herêmê kir. Ew hişmendî gelek nakokî, qeyran û şer di nava gelên heremê de bi xwere anî. Şerîf Huseyîn melekê Suriyê bû, wî jî xwest Ereb perestiyê bike û teqlîda biyaniyan kir.
Gelê Kurd li Suriyê tekoşîna xwe ya netewî di bi pêşengtiya Komelgeha Xwoybûnê re birêve dibir. Di tekoşîna komelgeha Xwoybûn, kurt û kêmasiyên xwe pir bûn, ji xwe tê gotin ku rejîma Baasê gelek sîxurên xwe di nava wan de tenzîm kiribû. Ji xwe di nava pêşengên wê de jî hevgirtin û famkirinek wan ya pir xurt tunebûye û dewleta Suriyê, bi reya fitne, fesadî û sîxurtiyê wan ji hevdû belav kirine. Ew tevgera Xwoybûnê ya ciwanên Kurd yên xwendevan re bi demê re gelek kesayetên navdar jî cihê xwe têde girtin û her diçe berfirehtir dibe. Lê hêjan mixabin ji hevdu belavbûna heyî bûye zemîn ku ji bo Kurdên li Suriye heya îro jî statuyek nehatiye bidestxistin, asta yêkitiya netewî bi dest nehatiye xistin. Ji wê serdemê û heyanî sala 2004’an jî tu hewildan jibo gelê Kurd li Suriyê û Rojava nehatibû dayîn. Lê pewîste em ji bîr nekin ku Rêber Apo 19 salan li Rojava û Suriye tekoşînek dîrokî da, gelê Rojava perwerde kir û da rêxistin kirin. Îlhama gelê Kurd li Suriyê û rojava, bingeha xwe ji birdoziya Rêber Apo, heman demî ji raperîna li bajarê Qamişlo ya sala 2004’an jî ku ew raperîn jî bi saya keda Rêber Apo derkete holê. Mirov dikare girêdanek wiha felsefîk di navbera, şoreşa Rojava û Rêber Apo de bihune û wiha bibêje: Şoreşa Rojava keda Rêber Apo ya 19 salan bû. Îro jî berhem û bandora xwe gihandiye tevahî gelê Kurd û mirovahiyê, em hemu deyindarên keda Rêber Abdûlah Ocalanin.
Xwedî derketina li keda Rêbertî ewe ku herkes asta tekoşînê bilind bike, pergala serdest hilweşîne û pergala netewa demokratîk ava bike. Civaka wekhev, demokratîk û li ser bingeha azadiya jinê bê avakirin ji xwe yek ji armanc û hedefên Rêber Apo ne. Pêkanîna me ya vê dozê xwedî derketina li Rêber Apo ye heman demî.
Ez hemû şehîdên raperîna Qamişlo û tevahî şehîdên şoreşê bi bîrtînim û bejna xwe bi hûrmet û mînetdarî li beramberî wan ditewînim û soza tolhildanê nû dikim û dibêjim ku emê daxwaz û hêviyên wan yên azadiyê teqez pêkbînin.
Leyla Waşûkanî