Perjîn Ewrîn
Gelek sale dengê jinan di bin zilm û desthilatiya mêrê fêlbaz û bi hêz de fetisiye. Bêdengî hema bêje seranserî jiyana wê pêk aniye. Carnan êşên xwe bi xwezayê re parve kiriye û bûye dengê xwezayê. Carnan derdê xwe kiriye lorîkên şevê û di guhê dergûşa xwe de lorandiye. Di hemû çîrokan de xwe bi nav kiriye. Rastiya xwe bi lêv kiriye. Bi hezaran destan û stranên qehremantî, koçberî, şer, tekoşîn û berxwedana vî welatî di dilê dîrokê de neqişandiye. Ev qêrîneke bêdeng lê watedare ku qet ji vî welatî bar nekiriye. Rastî gelek destdirêjî, zimandirêjî û zextên mêrê serdest hatiye lê wenda nebûye. Ger mirov bixwaze bibe guhdarvanê vî dengî pêwîste mirov guh bide dengê heqîqeta gerdûnê. ji dengê xurîna ewrên avisî bigire heta bêdengiya herikîna rondikên dayîkek dilbiêş, hemû bi hevre qêrînekin.
Dema me di 2. Konferansa xwe ya çapemeniya azad a jinê de biryar da ku êdî em jî bibin rêxistin, ev hest bi min re çêbûn. Û ez bawerim hemû jinên ku beşdarî vê konferansê bûn, heman hest bi hevre jiyan dikirin. Ev xwezî jî di dilê me hemiyan de derbas bibû ku xweziya me bikariba dengê hemû jinên ku li seranserê cihanê di bêdengiyê de fetisîne, bikin rîtma azadiya wan ji bo li ber de dîlana xwebûnê bigerînin.
Jinên kurd ên ragihandina azad di navbera 25- 29’ ê Îlûnê 2. Konferansa xwe li qadên parastina medyayê bi beşdarbûna delgeyên ji hemû parçeyên kurdistanê û derveyî welat li dar xist. Ev konferans di heman demê de bû konferansa sazîbûnê. Weke RAJİN jinên di ragihandinê de jî çawa ku di gelek qadên tekoşînê de xwedî nasnameyek serbixwe ne, êdî wê xwe di vê qadê de jî bi nasnameyeke serbixwe îfade bikin. Erê me di vê konferansê de biryar da ku em bibin dengê hemû jinan. Me biryar girt em bibin deng, dîmen û wêneyê hemû jinan. Ji ber ku di roja me ya îro de jin di hemû dezgehên desthilatdariyê de têne bikar anîn. Yek ji van qadên ku herî zêde jinê ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin jî qada çapemeniyê ye. Ya ku herî zêde ked dide lê qet nabe xwediyê vê kedê dîsa jî jine. Dibe dengê herkesî lê hertim dengê wê di qirikê de asê maye. Dibe rengê her kesî lê ji mêjveye ku ji bîr kiriye rojekî rengekî wê jî hebûye. Hertim bi rengê ku pergalê xwestiye, xwe xemilandiye. Mehkûmî rengê reş û spî bûye. Dibe wêneyê hemû cihanê lê zûdeye ku wêneyên wê yê reş û spî weke bîranînekî li pişt vîtrînan toz girtiye.
Di vê konfernasê de me biryar girt ku emê roxmî her tiştî bibin dengê xwe û bes. Roxmî hemû dengên dijber emê dengê çapemeniya azad a jinê bigihînin hemû jinan. Ev biryardariya hemû beşdarvanên vê konferansê gelekî hêvî dida mirovan. Beşdarvanên hemû parçeyên kurdistanê û derveyî welat behsa gelek zorî û zehmetiyên ku di vê qadê de dikişînin kirin, bi hevre parve kirin û bi hevre li rêyên çareseriyê geriyan.
Di konferansê de derkete holê ku ev qad, qadeke bîrdoziye û pêwîste jin jî bi vê zanebûnê ku wê di vê qadê de şer û tekoşîna bîrdozî li hember pergala desthilatdarî bide, tev bigere. Bi rastî jî ev qada diyarkirina nasnameya jinê ye. Ger jin vê qadê vala bihêle wê pergala heyî a firsendxwaz, xwe bavêje ser û bixe bin tehakuma xwe. Di vê qadê de ye ku jin dikare civaka xwe bi rêxistin û ava bike. Ev qadeke jinê ye ku bi hezarê salane rastî destdirêjiya bê hed a mêrê desthilatdar tê. Ya rast bi dagirkirina vê qadê jiyan li jinê hatiye jehr kirin. ji ber ku polîtîkaya vê qadê ji aliye bîrdoziya modernîteya kapîtalîzmê ango lîberalîzmê hatiye diyar kirin, jiyana civakê di pençên cinsiyetparêziyê de dorpêç bûye.
Tekoşîna me ya azadiya jinê ku bi keda Rêber APO heta vê astê hatiye, ji xwe tekoşîneke bîrdoziye û pêşengtiya wê jî jin dikin. Hemû beşdarvanên konferansê pêkanîna erkên xwe di qada çapemeniyê de weke bersivandina keda Rêber APO dîtin. Ji wê ye ku tekoşîna di vê qadê çirandina hemû zincîrên hişmendiya cinsiyetparêze ku ruh û bedena jinê dîl digire. Hemû wêneyên jinên şehîd ku bi dîwarê salona konferansê ve hatibûn daliqandin, asta bilind bûna tekoşînê di vê qadê de nîşan dida. Di konferansê de behsa ked û tekoşîna bêhempa ya van hevalan hate kirin. ji heval Gurbertellî Ersoz bigire heta Saray Onûran bi hezaran jinên tekoşer ji bo ragihandineke alternatîf û azad roxmû hemû şert û mercan hewil dane nêrîn, deng û rengê jinê derxînin pêş. Ger ku tekoşîna bi biryar ya van hevalan nebûya, misoger me nedikarî îro li vir û bi hêjmareke ewqas jinên rojnamevan biryara rêxistinbûnê bigirta. Di kêleka van hemû jinêş şoreşger de di konferansê de dîsa ked û tekoşîna heval Xelîl Dağ jî nehate ji bîr kirin. ha
RAJİN yekemîn rêxistina ragihandina azad e ku bi dirûşmeya “Em di xeta Gurbetellî Ersoz de ragihandina jina azad pêş bixînin, jiyana azad ava bikin.” bi biryare ku dawî li qirkirina jinê di hemû qadan de bi taybet di qada ragihandinê de bîne û jiyana azad misoger bike. Bêguman rêya gihiştina bi ragihandineke alternatîf û azad tenê ji tekoşîneke xurt ve derbas dibe.
Di dawiya konferansê de hemû beşdarvanan ji bo pêkanîna xeyalên şehîdên jin yên ragihandina azad, soza xwe ya tekoşînê dubare kirin û bi hêviya ragihandineke azad, jinek azad û Rêberek azad ji hev veqetiyan.