Di dîroka tevgera PKK’ê de, Rêhevalên me yên şehîd da ku tevger û azadiya gelê Kurd careke din vegere ser van axan, canê xwe bêdudilî feda kirine û bûne pêşengên jiyanê. Heke ew hevalên şehîd bi wê fedekariyê nêzîkî deman nebûyana, wê têkoşîna gelê Kurd jî negihîştiban wê astê ku bibin xwedî jiyaneke mayende û biwate. Beriya vê du salan gelek bûyer li cîhanê qewimîn. Lê di Kurdistanê de zêdetir tişt qewimîn, pêlên xemgîniyê, yên kêfxweşiyê û çirûskên azadiyê li Kurdistanê weke pêtên agir bilind bûn. Rojên Kurdistanê weke bahozên salan bilez û bez derbas bûn. Bayê wê weke bablîsokekî li serê mirovan digebilî. Li vir her felekên bi dewran dihatin û diçûn.
Bi van veqetînan re gelo çiqasî tişt çêbûn û pêk hatin? Mirov nikare wan bûyeran hemûyan bi çend gotinan bîne ziman. Di hemû pêngavên ku li Kurdistanê qewimîne de, keda hevalên me yên şehîdan hêjayî pesindanê ne. Yek ji wan şehadeta ku gelê Kurd ji dil ve careke din şiyar kir û êrîşên li ser jina Kurd baştir hovitiya wan hatiye dîtin, ji bo rûreşiya sîstemê baştir bê dîtin hatiye jiyîn. Rêhevala Sara bi hemû heybeta xwe ya salan û rêhevaltiya xwe ya bi Rêbertiyê re careke din hevaltiya jina azad nîşan daye. Di heman demê de kesayeta jina ku ji hemû kevneperestiya xwe dûr digire û ruhê xwe yê azad dîlnake nîşan daye. Di serî de ji bo jiyaneke bedew û adil, tim û tim hewildanên xwe nîşan daye. Rêhevala Sara tenê ji bo jina Kurd nebûye mînak, di heman demê de ji bo jinên cîhanê jî bûye mînaka berdewamiya jinên serhildêr û tekoşînvan. Şêwazê hovîtiya dijmin ku beramberî wan hevalan bikar aniye, berovajî bûye sedema wêrekiya sozeke nû di rêka azadiyê de.
Heke em weke din jî bigirin dest Bawer nakim tiştek tenê têra terîfa hestên me bike. Xemên me xatir dixwazin, birînên me rêwî ne, ramanên me bêbask difirin. Tenê veqetîn me dide ber fermaneke hêviya azadiyê. Careke din em dikevin bin wê berfanbara xatirên hêviyê. Li esîmanê Kurdistanê bi nûra ser rûyê wan ronahî bûye. Destana wan weke ya Sîmorgan rêyeke nû dabûn pêşberî xwe. Bayeke xerîbiyê li dilê me dixist, lê ne ji bo silavan bû, ji bo dana xebera bêyom û neçariya ji xatir xwestinê bû. Ruhê hevala Sara li tariya zeman bibû rêwî, li esîman bibû xwedî hewarên gelên bindest. Wê gavê careke din li warê jinên azadîxwaz weke çawa dilê Jandarkê şikandin û xwestin nekseke din li şoreşa gulan bidin, berê hovitiya xwe dane ruhê te yê azad. Weke vê mehê me hemû xemên xwe di berçemên te re bezandibû, hemû keziyên xwe yên azadiyê hunandibûn. Vê carê çavên me bi dilê te ket, bi Hekî, Bêrîtan û Kemalan re tu li ser rêka jiyanê rêwî bûyî û em hîna jî bendewarê vînê û hevdîtinê bûn. Bi êrîşa li ser hevala Sara re xwestin tevgera jinên azad li çarmixa giran bixin. Bi şehadeta Rêhevala Sara re jiyan bi xwe dihate beramberî reşkujiyeke neyê jibîrkirin. Wan dizanîn tu diçî bê veger, lê jibîr kiribûn ew şûnpiyên te yên dewsa wan dê li ser mijangên çavên me bin. Her gotineke te wê fermana mayîna me û meşa me be. Hêviyên te wê ristikên stûyên dayîkên Kurdan be, wê serbilndiya te onura jinên azad be.
Rêhevala Sara, gelo gengaz e, mirov karibe jiyana jineke weke te mîna kulîlkekî di nava zinaran de bi hêza xwe, bi zora xwe jiyana xwe afirandibe vebêje? Yan jî mirov serhildêriya xeyalên te karibe ji wan hizir û ramanan derbixîne? Ez bawerim ku jiyana te berdewamiya gelek jiyanan bû, lewre jibo gelê Kurd destpêkeke nû jî bû. Xiyaneta dîrokî careke din berê xwe dabû sembola azadiya Kurdan û ew jî tu bûyî. Lê piştî vê komkujiya li ser xeyalên azad, çend Sarayên din li jiyanê digerin û kêfxweşiyê weke kulîlka azadiyê pêk tînin. Emê bikevin sala sêyemîn ya salvegera vê bûyera biêş de, lêwêkîna me ya li hemberî koledariyê kûrtir be. Kêliyên li van çiya dizanin tu li vir î. Xeyalên te yên jiyana azad wê lorîk û destana dilê jinan be.
Gelek caran dema sal derbas dibin û mirov wer dihizire ku dem bi xwe re her tiştekî weke bûyerekî dibe û diçe. Lê di rastiyê de her sal wateya bûyeran carina mestir û girantir dibin, bêguman jî salvegera şehadeta rêhevala Sara jî yek ji wan bûyerên ku di dîroka Kurdistanê de wê qet neyê jibîrkirin. Hêzên emperyalîst li bajarên xwe yên ku jê re dibêjin bajarê pêşvebirin û hunerê, hevalên me bi komkujiyeke ku ji bo me bibe peyameke mirin û mayînê şehîd xistin. Ev di meha mîladî de hate pêkanîn. Xwestin di vir de bêjin; gelê Kurd hêjayî vî şêwazê mirinê ye. Lê bê ku rastiya Rêbertî û pêşengîtiya gelê Kurd ya di têkoşîna azadiyê de jibo gerdûnê bibînin. Dibe ku vê bizanin û ji nedîtî ve jî bên. Ya herî balkêş ji dest avêtina wan ya ji nirxên şoreşa gelê Kurd re bû, ango ji jina Kurd û keda azadiya gelê Kurd re bû. Divê bizanin ku wê jina Kurd bibe pêşenga serdemeke nû jibo hemû cîhanê û azadiya gelan. Roj bi roj ev bû rêxistin û di roja îro de li Rojava û di kesayetên weke hevala Arîn Mîrkan de hatine afirandin. Heke îro jina Kurd li hemberî hêzên herî hov bi awayeke çalak têdikoşin, ev ji ber şopandina Rêhevala Sara ye. Rêhevala Sara jibo jina Kurd tenê na, jibo jinên cîhanê jî bû sembola azadî û yekîtiya jinan. Dê salvegera şehadeta Rêhevala Sara bibe sala bilindkirina têkoşîna azadiya jinan.
FEHÎMA DEŞTAN