Li Kato Berxwedaniyek Bi Serkeftin-8

0Shares

Qehremaniyekî bêhempa derketibû
Kato bi tehtên xwe dihat nasîn, lê tehtên Kato bi volkanîkbûn. Ev tehtene wekî hêsin bûn, dema ku kobra û teyareyan lê didan dengên pir cuda derdixistin. Dema lêdana kobra xijînî wan tehtan dihat, wan dengan pir me ecizdikir. Çiqas dijmin bi teyareyên û kobrayên xwe li me dabûna jî me di bin tehtan de xwe dixist ewlehiyê. Ji ber wê tiştek li me nedihat. Heya êvare me li dijmin dida, ew jî bi obîs, top, havan, teyareyên û bi kobrayên xwe li me didan. Di heman demê de em li Kato bûn em li ser dijmin pir bibandorbûn. Dijmin nikarîbû me.

Paş we Wegerîn Ji Bona Wan Mirinbû!

Dijmin dema zozanan de dihat, hevalan yek bi yek li wan didan. Ew roj heya êvarê şer berdewamkir. Êvaran dijmin carcaran çekên giran ser me dişûqûlandin û dema dîmenek me dîtiban, bi kobrayên xwe li me didan. Piranî şevan dijmin tewger nedikir cihên xwe de diman. Dijmin nikaribû li ber me de hatiba, pişt me de dihatin, dema ku êrişên esmanê çêdibû wan jî tewger dikir û wisa dihatin. Ji ber ku di pişt me de hatibûn û hinek cih girtibûn û ketibûn Kato. Ji xwe ji bona wan jî paşwe wegerîn nînbû. Paş we wegerîn ji bona wan mirinbû. Fermandarê wan nedihişt paşwe wegerin ji ber wê neçar mabûn ketibûn Kato.

Şerê me di roja sêyemîn de bû û me dizanibû dijmin ketiye Kato. Ji ber wê di hundir de pevçûn despêkiribû. Cihê ku dijmin ketibû şer li wir pir dijwar bibû. Hem jor de hem jî jêr de li me didan. Di jor de bi êrişên esmanê, di jêr de bi taktikên sekvaniyê li me didan.

Rixmê teknîka xwe jî nikaribûn me û neçar diman paşwe vedigeriyan. Ji ber me Kato nasdikir û bandora me hebu. Me dîsa dijmin neçar hîştibû. Dijmin nikaribûn bi me re dem dirêj biketibûna pevçûnê, ji ber ku heval amadebûn. Ji ber wê dema cihê hevalan deşîfre dibû bisekvaniyê li hevalan didan. Ew roj heya nîvro em ketibûn pevçûnê de. Me pêşiya dijmin girt û me nehişt dijmin yêk gav bi pêş de were. Di milên pişt me de dijmin ketibû û li wir jî heval hebûn. Komên biçûk li wir jî ketibûn pevçûnê û şehîdên me çêbibûn.

Bi Rastî Jî Rihekî Ku Mirov Nikare Pênasebike Derdiket Holê

Di hemû koman de destika bîçûk hebû. Heval Nujîn destika bîçûk de bangkir û cebilxane xwest. Ew li jorê me diman û li ser Kato bibandorbûn. Cebilxaneyên wan ne mabû û fişekên biksî “BKC” dixwest. Me jî cebilxane hê amadenekiribû. Heval Sînan (kurê heval Hozan Comert bu) hebû ew jî qada Rêbertî nû hatibû. Çara yekem operasyonekî wisa pir mezin dîdit. Heval Sînan çawa destikê bîhist çeka xwe û fîşekên “BKC” biksiye girt û çû. Li kur çi pêwist bûya heval Sînan li wir bû. Heval hevdû koordînedikirin û wan pêwistiyan pêkdianîn. Hevdû temam dikirin û berxwedaniyekî pir û pir zêde derdiket. Her hevalek dixwest mevziyê xwe bi parêze û hem ji nedihiştin dijmin bikeve Kato. Ji bo dijmin bidin û wan paşwe bikşînin hewildanê hevalan pir çêbu, lê em çiqas bînin serziman kême. Bi gotina nayê bilêvkirin. Qehremaniyekî bêhempa derketibû holê û heval di Kato de destan dinivîsandin. Dema ku ew dem tê berçawê min bi rastî jî nikarim tam pênasebikim. Pir operasyon û pir pevçûn derketine lê ev pir cûdabû. Heval bê kaygî û bê teredût bi ser dijmin we diçûn. Kijan heval zanibûna koma din tengav bûye û cebilxane nemaye, hevalan jî derfetên wan hebûna zû diçûn alîkariya komên din dikirin. Bi rastî jî rihekî ku mirov nikare pênasebike derdiket holê.

Nîştiman Sorxwîn

Attachment