PKK’ê Vejîna Herî Bi Wate Ye

0Shares

Mirovahî bi pirsekê xwe ava kir. Hebûn çi ye? Gelek bersiv ji vê pirsê re hatin dayîn. Ji dîroka dûr heya niha ji destpêka avabûna gerdûnê lêgerînên bersiva vê pirsê hat dayîn. Gelo hebûn tenê jiyankirin bû ango bi serfirazî, bi rûmet û azad jiyankirin bû. Di vê derbarê de Roja me ya mezin got ‘ez adeta dixwazim bêjim azadî armanca gerdûnê ye’. Lewra her zindî û her hebûnek bi azadiya xwe heye. Hebûn hebe bi azadiyê dê dibe hebûn.

Bi vê bersivê em li dîroka gelekî binêrin. Ew gelê ku tu caran şer ji axa wê dûr neketiye, ji mirovahiyê re bûye dergûş; li ser axa xwe ji aliyê kûjerên mirovahiyê bê ax hat hiştin. Li ser axa xwe dîl hat girtin, bê nav, bê nasname, bê ziman û bê dîrok hat hiştin. Ango bi giştî ziman, ax, nav, nasname û dîroka wê jê hat dizîn. Lewra ew ên kûjerên mirovahiyê bûn dizê azadî û lewra jî dizê hebûna gelekî.
Bê guman tu şev bê sibê nabe. Tû tarîtî heya dawiyê naçe. Wê helbet Rojek bi vejînekê bi ronak şewqa xwe li ser tarîtiyê bide û weke qelişandina tarîtiyê tîrejên xwe bilind bike. Çawa ku di berbanga sibê de roj, bi derketina xwe tarîtiya şevê diqetîne û zayîna nûbûnê pêk tîne; PKK bi pênaseya herî rast bû vejîn û zayîna herî bedew. Kurdê ku digotin miriye, bi betonan hat xwestin ku hebûna wê were tûnekirin, dîwaran li ser dîwaran hat bilindkirin û bi sînoran hat parçerkirin, welatê herî bedew hat perçiqandin; bi vejîna xwe ya nû ya bi navê PKK’ê ji xweliyên xwe xwe ji nû de afirand, betonên ku li ser hebûna wê hatiye rijandin qetand, ew dîwarên zilmê yê hatiye bilindkirin hilweşand û sînoran derbas kir. Hebûna wê bû hebûn û rizgariya jin, ciwan, gelê Kurd û tevahî gelên azadîxwaz. Lewra ew vejîna ku şewqa xwe ya destpêkê li Amara’yê da, ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahî gelên azadîxwaz û mirovahiyê bû wateya hebûna jiyana rast.

Ew ji mirovahiyê re nîşan da ku têkoşîn û berxwedanî rêya hebûna mîsoger û bi wate ye. Ji lewra xala navendî ya tevahî beşên civak û mirovahiyê ye.

Berçem Ronya

Attachment