Nasnav: Koçerîn Didêrî
Nav û Paşnav: Emîne Koyun
Dîrok û Cihê Jidayîkbûnê: 1987/Sêrt
Navê Dayîkê: Nêrgîz
Navê Bav: Îbrahîm
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 05.09.2004/Wan
Dîrok û Cihê Şehadetê: 24’ê Tebaxa 2012’an li Oremar
Ji bo Bîranîna Rêhevala Koçerîn Didêrî (Emîne Koyun);
PKK, tevgera Kurdan a herî dawiyê ya derketina li çiya ye. Tevgera ku xwe ji veşartibûnên çiyayan bide rizgarkirin dayîna keşifkirinê ye. Tevgera Kurdên naskirina çiyayan û afiradina çiya ye. Tekoşîna Azadiya Kurdên ku xwe keşif kirine, çiyayên xwe jî keşif dikine ye. Kurdên ku xwe nasnakin ji xwe nikarin çiyayên xwe jî binasin. Kurdên xwe ji nûde diafirînin, dikarin çiyayên xwe jî bidin afirandin, hema mîna Musa Sîna û Muhemed jî Hîra dane afirandin.
Dema hûn destpêkê hatin çiya, hûn bi tenê û tazî bûn, mîna darekî bêkok hûn di bin baran, roj û tîrêja heyvê de, li hemberî agirê celalî di çavên wê de ronahî dibûn. We bi çavên xwe meraq dikirin, silûetên gerîla di bin heyva bi heybet de bilind dibe mîna ku we qet di ti fîlîman de neditî. We li sîka xwe digeriya, hûn heybeta di sîka xwe de nabînin, ev yek bi demê re çê dibe, biqasî ku wate bidî çiya biqasî ku rêya vê derketinê pêşketinên di jiyana Kurd û mirovahiyê de dayîne fêm bikî û jê hez bikî çê dibe.
Hûn ê hîs bikin ku kokên we bixwe ber bi çiya ve berdidin, destê bi tenê mayî jixwe derdikeve, hûn ê ji nû ve li xwe bikin û tîrêja di reşika çavên extiyarên heştî salî de gazî dikin, hûn ê li pey xeyalên ku dikarin werin pêkanîn bikevin, wê aliyekî we ber bi dîrokê ve, aliyê din jî ber bi pêşerojê ve here. Hûn ê dengê avê, xwêhdana xakê, pelan, çûkan û ba hîs bikin.
Berf dibare, hûn ê kêmekî bibin berf, baran dibare, kêmekî baran. Hûn ê bibin razên veşartî yên di şiverêyan de, wê bûlbûlê deviyan, çûkên avên, kew û zambaqên şevên bikeve di cîhana we de her ku biçe mîna zarokekê hûn ê bikevin di himêza çiyayan de, wiha wê çiyayekî di hindurê we de bizê. Wê di hindurê we de çiyayekî mezin bibe, hûn ê bi kokên xwe yê ber bi xak, av, hewa, dîrok û pêşerojê ve dirêj dibe, her ku mezin bibe hûn ê çiyayekî bidin afidandin.
Te her wate dida ji dîrok, çalakî û kesayetiya xwe re, her ku te baweriya xwe ya ji rojên zelal û xweşik re dida parastin, dema ku tû ji bo vê yekê meşiyayî. Li kûderê dibe bila bibî wê her mirov di kesayetiya xwe de çiyayekî bide mezinkirin. Rastiya çiyayên me yên nayên zevtkirin wiha ye, ji ber ku çiyayên me ji silsileyên Cûdî, Gabar, Herekol û Zagrosan hîn bilindtirin. Ji ber ku çiyayên me bixwe kombûyîna çiyayên me hemûyan e ku di nava xwe de dide mezinkirin. Çiyayekî di nava her mirovekî/e de li metropolan, li gundan, li dîasporayê, li zîndan û îşkenceyê bilind dibe û rêz jixwe û çalakiya ji xwe re nîşan dide. Ev yek navê çiyayê azadiyê bixwe ye. Em di çiyayên xwe de azad û paq in, em di dilên xwe de çiyayên nû didin xwedîkirin û mezinkirin…
Hevrêyên Wê Yên Têkoşînê