• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

PKK Tevgerek Kedê Ye

April 30, 2024
in Perspektifên Rêber Apo
A A
PKK Tevgerek Kedê Ye
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Ji xwe PKK, di hemû pêvajoyên xwe yên dîrokî de tevgerek ku bi komployên paşverû yên navnetewî re rûbirû hatiye. Yeqîn nakim komployek ewqasî di asta navnetewî de li derdora ti tevgerek din bê pêşxistin. Ji ber ew tevgerek sosyalîst ya herî xurt û tevgerek rizgariya netewî ye, lewma bû sedema rê ji pêşketinên komploya navnetewî re veke. Lê belê li ber xwe da û têk neçû. Di her pêngava xwe ya nû de bi berdevkiya sosyalîzmê re, bi sekna xwe ya hevgirtî ya di nava şer de, netêkçûna xwe diselimîne. Dev ji têkçûna wê berdin, bi gavên hinek din ber bi serkeftinê ve diçe de, tevgera wê ya xurt, di heman demê de weke xisleta bingeha van tevan, diselimîne ku tevgerek sosyalîste.

Bêguman pêwîste zanebûna dîrokî, zanebûna serdemê hîn zêdetir xwe bigihîne raveyek zanistî. Dîsa pêwîste ji bo çareseriya pirsgirêkan bi kûrahî bersivên nû bibîne. Hewce dike li ser bingehên nû pênaseyên partiya kedê, demokrasiya sosyalîst û çalakiyên dewlet-milet pêş bixe. Di şênberiya pratîka me de jî tevgerek gel ya berfireh bi taktîkên cur be cur derketiye holê.

Partiya me rêya rizgarî ji bo azadbûna hemû civakê, nexasim ne tenê ji hejaran re, ji derdorên civakî yên din re jî vedike. Li hember kedxwariya mêtîngerî, kolekirina jinê û dîsa zextên ku cewaziya mezheban û nakokiyên millî rê jê re vekirine, dikare ku nêzîkbûnên azadkirinê û çareseriyên berfireh pêş bixe. Tevî zehmetî û nebesiyên wê, pêşketina xwe didomîne û li ser bingeha rêzdariya beramber kedê ya esas digire bûna partiya xwediyên kedê ye. Hêjayî eslê mirov kesayeta herî leheng û fedekar, mijara şêwaza jiyanê, di berfirehiya ku ti partiyê de nehatiye destgirtin, bersivên wê ewqasî hatine pêşxistin.

Mirovatiya ku rastiyek PKK’ê dijî, tê wateya mirovatiya rizgarbûyî.

Me hêj ev di radeya herî biçûk de pêş xistiye. Ger em bikarin vê ji bo gelê xwe tam bigihînin serkeftinê, em pir baş dizanin ku, ev bi navê mirovatiyê destkeftiyek mezine. Jixwe me zanî ku rizgariya di kes de pêk tê, veguherînin rizgariya bi gel re pêk tê.

Em ji her demê zêdetir pê ve girêdayîne ku, mebesta rizgariya bi miletekî re pêk tê, veguherînin rizgariya di mirovahiyê de pêk tê.

Baweriya me bi mirovahiyê heye, em dizanin ku jiyana hêjayî mirov heye.  Ji ber em pir kûr bi vê ve girêdayî ne, bi şêweyek ti partiyê de neyê dîtin jiyana xwe fedayî mirovahiyê dikin.

Tevgerek evqasî civakbûnê dijî, ji bo vê fedekarî û wêrektiyê pêş dixe, bivê-nevê, tevgera herî sosyalîst a cewherî ye. Jixwe serbilindiya vê bûye para PKK’ê. Ji ber vê xisleta bingehîn ya partiya me, bêguman emê weke reşka çavê xwe biparêzin. Hemû şehadet li ser vî bingehîne û ji bo vê ne. Berxwedêrî û fedekariyên herî mezin, hemû ji ber xêra vê cewhera saxlem derketin holê û em mezin bûn. Li gorî mezinbûna me jî bi parastin û xurtkirina vê cewherê ve pêk tê, em yeqîn dikin ku di vê mijarê de jî peywirdarin. Em zanebûna vê kûr dijîn. Dîsa biryardarî û pêkana vê jî di asta herî jor de ye.

Nêzîkbûna ku em jê re dibêjin tempoya xebatê û şêwaza lêdanê pir pêş ketiye. Bi dahûrîna Rêbertiyê re, ji banga; “Bi xwe re gel pêk bîne, bi xwe re mirovatiya nû pêk bîne, ji bo vê jî xwe bike rastiya mirovahiyê û ji bo vê jî çi hewce dike bike” re bersivek biçûk neyê dîtin hatiye dayîn.

Ev rastiyên ku ji aliyê pir kêm hêza partiyê ve tên fêmkirin, ji vir û şûn de bi tevkariyek hîn zêdetir ve wê pêl bi pêl di nava gelê me, gelê herêmê û mirovatiyê de diyar bibe. Bi bilindbûna rastiya sosyalîzmê ve girêdan, nêzîkbûnek zanistî jê re kirin, dibe rastiya me ya herî bingehîn.

Tevgera me ya sosyalîst ku li ser vî bingehî derketiye holê û di roja me de veguheriye partiya herî pêşketî, bêguman dê ji vir û şûn de jî xurt, biryardar û bi şêweyek serkeftî ber bi armancên xwe ve bimeşe. Ji ber vê em dibêjin; bersiva roja ked, yekîtî, pişgirî û têkoşînê ji 1’ê Gulanê re erênî hatiye dayin. Me girêdana xwe ya bi kedkarên cîhanê tevê re domandiye, baweriya xwe ya li hember dîrok û rojaneya wê raber kiriye. Em dibêjin ku; me pêşeroja xwe jî li ser vî bingehî bi şêweyek herî baş bi biryar kiriye.

Bijî roja yekîtî, pişgirî û têkoşîna hemû kedkaran 1’ê Gulanê!

1 Gulan 1993

Rêber Apo

Ji Dahurandina; Di Sosyalîzmê De Israr Di Mirovbûnê De Israre

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

Li Ser Rêwitiya Lingan
Ji pênûsa Gerîla

Li Ser Rêwitiya Lingan

May 8, 2025

Read moreDetails
Jİ NEWALA AZADİYÊ RE
Bîranînên Gerîla

Jİ NEWALA AZADİYÊ RE

May 6, 2025

Read moreDetails
KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE
Perspektifên Rêber Apo

KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE

May 5, 2025

Read moreDetails
RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE
Şehîdên Azadiyê

RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE

May 3, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk