• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK

June 19, 2025
in Rêber Apo
A A
KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Ez vê projeyê (Konfederalîzma Demokratîk) diyarî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê her wiha ji ber meha Gûlanê ye diyarî Denîzan, Mahîran û Tevahî Şehîdên me dikim.

Destpêk

Pêwîste têgîna Konfederalîzma Demokratîk were nîqaşkirin. Ya ez qala wê dikim demokratîkkirina Komarê ye. Têgihiştina min ya ji sosyalîzmê re wiha ye; Sosyalîzma pêkhatî jî di navê de, ez têgihiştina sosyalîzmeke ku xwe dispêre dewletê rast nabînim. Têgihiştina min ya Konfederalîzma demokratîk jî ev e. Heta ku demokrasî neyê pêşxistin sosyalîzm jî nabe. Bi desthilatiya Sovyetan jî ev çareser nebû. Sovyet, mîna dewleta rahibên Sûmeran bûn. Çîn jî wisa. Ji ber vê yekê jî nekarîn xwe li hember DYE ser lingan bigirin. Rewşa Rojhilata Navîn a heyî, ne ji jor de DYE’yê, ne jî di jêr de gel qebul dike. Rêveber di vê navberê de tengav bûne. Ya wê xwe biguherînin, yan jî wê di bin zextên DYE’yê de biçewisin. Pêla neteweperestiyeke nû çawa bû sedem ku dema borî da wendakirin, wê îro jî bide wendakirin. Li vir Konfederalîzma Demokratîk mîna dermanek e.

Dibe ku DYE bi sorkirina neteweperestiyê re rê li ber wendakirina sedsaleke veke. Neteweperestî sedsalekî da wendakirin, ji bo ev sedsal jî ne de wendakirin tê xwastin ku konfederalîzma demokratîk ji binîve were birêxistin kirin. Ev xeta serekeye. Tê xwastin ku sosyalîzmeke xwe dispêre demokratbûnê hebe. Esasê vêya ew her şeş xalên ku min di bernameyê de dabû diyarkirine. YE niha demokratîk dibe, Tirkiye demokratîk dibe, tevgera Kurd demokratîk dibe. Divê ev sentezekî çêbikin. Bila şaş neyê fêhmkirin, ez nabêjim bila Tirkiye konfederalîzm be. Bila pêkhateya xwe ya unîter jî bi parêze, lê ez dibêjim bila li gel vêya komara demokratîkbe. Ez li dewsa dewleta Barzanî-Talabanî dibêjim Konfederalîzma Demokratîk ya Kurdistanê. Divê ev bi Komara Tirkiyê re dost be. Konfederalîzma demokratîk ne neteweperestiya Kurd e. Ji netewparêziya dewletî dûr mayîn, girîngî dayîna netewyeta demokratîk û pêvajoya Yekîtiya Ewrûpa wek sentezekî were fêhmkirin. Li ser vê bingehê dixwazim gel seferberbe. Bi vî rengî emê netewperestiyê ji xeterbûnê derbixînin. Konfederalîzma Demokratîk diyarî tevahî gelên cîhanê û Rojhilata Navîn dikim.

Çareseriya heqîqî ya ji bo gelên Rojhilata Navîn û her wiha ji bo cîhanê jî konfederalîzma demokratîk e. Konfederalîzma demokratîk rêxistingeriya netewa demokratîk ya ne dewlet e. Konfederasyona demokratîk rêxistiniya hindikahiyaye; rêxistiniya çandî, dînî, heta ya cinsî û mîna vaye. Ez ji vêya re dibêjim netewa demokratîk û rêxistiniya çandî. Ji her gundek komînekî demokratîk dikare derbikeve. Yekbûna hemû rêxistinên çandî dibe konfederasyon.  Divê wekî xet were nîşandan.  Ez ji vêya re dibêjim konfederasyona demokratîk ya ne dewlet.

Mînakên vê yên dîrokî hene. Beriya niha demokrasiya Atîna hebû. Di Sûmeran d ejî rêxistiniyeke heman hebû. Konfederalîzma Ewrûpa çêdibe. Konfederalîzma Rojhilata Navîn jî dibe. Ji bo Kurdan jî li Rojhilata Navîn Konfederalîzma Kurd di cî de ye. Îsraîl û Flîstîn di navbera xwe de dikarin konfederalîzma demokratîk saz bikin. Ji bo 22 dewletên Ereban, di navbera xwede konfederalîzmeke demokratîk ya demokrasiyê li ber çavan bigire, dibe. Tirk di navbera xwede dikarin konfederalîzma demokratîk ya Tirk saz bikin. Hun nikarin tevahî Tirkan di bin yek aleke dewletê de bînin bahev. Ji ber ku tev dewletên netewîne. Lê di navbera xwede dikarin konfederalîzma demokratîk saz bikin.

Ev ji bo Kurdan jî baş û di cîde ye. Kurd dikarin dinavbera xwede, bêyku dest bidin sînoran, konfederalîzma demokratîk ya Kurd damezrînin. Hemû parçeyên Kurdistanê, bêyku dest bidin sînoran û sînoran ji xwere wek asteng bibînin, divê sînoran mîna pirekî bibînin û bivî awayî konfederalîzma xwe ya demokratîk pêşbixînin. Wê Kurd dinavbera xwede têkiliya siyasî, çandî û polîtîk pêk bîne. Ez na bêjim hilweşandina sînoran, dibêjim divê sînoran jixwere bikin pir. Ti zirer û ziyanekî vêya ji ti kesî/ê re nîne. Eger ev neyê kirin wê her devereke Kurdistanê bibe gola xwînê. Kurd tenê bi vî awayî dikarin ji pêvajoyeke bixwîn rizgar bibin.

Demokrasiya Kurd ya bêxwîn encax wiha pêşbikeve. Di rewşeke berovajî de wê pêvajoyeke bixwîn ya mîna Filîstîn-Îsraîl were jiyankirin. Ev çareserî, wê pevçûna ku di derdora netewe-dewleta Kurd de pêşbikeve asteng bike. Ji bo vê yekê hilbijêrka tenê ewe ku dewlet netewe ji demokrasiyê re vekirîbe. Wê dest tê wernedin netewbûna demokratîk ya Kurd û li hev bikin. Ev wê pir bide qezenckirin. Pêwîst e Tirkiye, Îran, Sûrî û heta dewletoka Kurd jî li pêşiya vêya nebin asteng.

JI ÎDEOLOJIYÊN HERAM BER BI JIYANEKE MIROVANE VE

Dewleta netewe ya di dused salên dawî de weke hebûneke herî xwedayî hat pîrozkirin, di serdema fînansê de derz lê ketiye, ji ber ku di binya xwe de rastiyên civakî yên bi darê zorê helandine û tepisandine, bi awayekî jê tolê hilînin ketine rojevê û ev pêvajoyên bi hev re têkildar in. Têgihiştina karê ya serdema fînansê veguherîna dewleta netewe ferz dike. Di sîstematîkbûna pêxîrtengiyê de ev veguherîn bi roleke girîng radibe. Neolîberalîzm dixwaze dewleta netewe ji nû ve ava bike lê çi dike nake bi ser nakeve. Di vî warî de mirov dikare ji ezmûn û tecrûbeyên Rojhilata Navîn gelekî hîn bibe.

Ev hêman careke din nîşan didin ku konfederalîzma demokratîk weke alternatîfeke bi hêz dikeve rojevê. Di ezmûna Rûsya Sovyetê de pêşî ya di rojevê de li pêş hat girtin, konfederalîzm li ser navê dewleta navendî ji holê hat rakirin ev jî yek ji sedemên bingehîn ên jihevdeketina sosyalîzma pêkhatî ye. Bi serneketin di demeke kin de dejenerebûna Tevgerên rizgariya neteweyî ji nêz ve bi pêkneanîna wan a siyaseta demokratîk û kofederalîzma wê re girêdayî ye. Tevgerên şoreşger ên dused salên dawî dewleta netewe şoreşgertir hesibandin konfederalîzm jî weke şêweyekî siyasî yê paşvemayî dîtin li gorî vê jî bûn xwedî helwest ev bû bingehê serneketina wan.

Kes tevgerên xwe bi sîleha modernîteya kapîtalîst dewleta netewe ve girêdan, yeqîn dikirin ku wê di demeke kin de bi vê sîlehê veguherînên civakî yên mezin pêk bînin, lê dereng serwextbûn ku bi vê sîlehê li xwe dane. Nêzîkatiya wan a gerdûnparêz, li ser xeteke rast pêşketî der barê xwezaya civakî de zû dereng wan gihandiye têgihiştina sosyalîzma pêk bê. Eskatalojiya (baweriya bi axîretê) di Pirtûkên Pîroz de bi awayekî weke sosyalîzmê xwe daye der. Civak li ser xeteke rast weke modelên pêş dikevin bi navê destpêk, koledar, feodal, kapîtalîst sosyalîst teswîr kirine. Li vir bi awayekî din têgihiştina çarenûs û qederê heye. Ev têgihiştinên dogmatîk ên kûr em ji wan bi tesîrbûne di bingehê wan de çarenûsperestiya dînî baweriya axîretê heye.

Netewe-dewlet li ser esasê înkara demokrasiyê û ji vêya jî zêdetir ya komarê hebûna xwe diyar dike û pêk tê

Pêvajoya modernîteya kapîtalîst pêvajoya dewletê ya herî zêde navendî dibe. Di civakê de navendên hêzê yên eskerî û siyasî yên ji wan re otorîte tê gotin ji bo sûdwergirtina yekdestdariya herî bi hêz têne astengkirin, civak bi awayekî herî zêde ji aliyê eskerî û siyasî ve bêhêz û bêrêveberî tê hiştin ev rewş jî dihêle ku rêveberiyên monarşiyên modern di pey re dewleta netewe ya hatiye pêşdebirin, civakê herî zêde ji aliyê eskerî û siyasî ve bê hêz bê sîleh bikin. Nîzama jêre nîzama huquq huzura civakî tê gotin, ji bilî damezrandina serwertiya çîna bûrjûvayê bêtir tiştekî din nîne. Ji ber ku mêtinkarî zêde bi şêweyên wê yên dewleta netewe îcbarî kirine. Dewleta netewe ya em dikarin wê weke xwerêxistinkirina desthilatdariyê ya dewleteke herî mezin a navendî bi nav bikin, şêweyê bingehîn ê rêveberiya modernîteyê ye.

Di rewşa heyî de alternatîfa tenê konfederalîzma demokratîk e. Ev, modela rêxistiniya pramîtî ye. Li vir axaftin, nîqaş û biyar ya koman e. Ji herî jêr heta herî jor delege wê bi hilbijartin werin û di lûtke de koordînasyonê çêbikin. Wê delege mîna karmendên gel yên salekî bixebitin.

Prensîba diyarkirina çarenûsa xwe ya netewan ne tenê mafê avakirina dewlet e

Konfederalîzma demokratîk pir girîng e. Em vêya ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Rojhilata Navîn û her wiha ji bo cîhanê jî pêşniyar dikin. Wê bandoreke pêşî lê veker di xetimandina ku jêdera xwe ji dewlet-neteweê digire de, bike.  NY (BM) ya ku dispêre netewe-dewletê îflas kiriye. Pirsgirêka Iraqê vêya pir baş raxist berçavan. Neçareseriya ku di çarika dawî ya sedsala 20. de tê jiyankirin, rewşa Kendavê (Körfez), Iraq û Afganîstanê di holê de ye. NY bêçareye, DYE vêya hindek fêhmkiriye lê pêşkêşkirina modelekê ya emperyalîzmê sînordar e. Li dewsa alternatîfeke demokratîk ya heqîqî di welatên mîna Tirkiye, Misir û Afganîstanê de li pey modelên sixte yên demokrasiya rast berovajî dikin de ne.

Prensîba diyarkirina çarenûsa xwe ya netewa ne tenê mafê avakirina dewlet e. Lenîn mehfa vêya anî. Lenîn û Stalîn ji ber vê prensîbê pir zêde wek prensîba avakirina dewletê dest girtin û bi vî awayî felaketên dîrokî bixwere anîn. Ji bo rizgariyê komên dewletê yên sixte avakir. Ez diyarkirina çarenûsa xwe ya netewan wiha fêhm dikim, ji ber ku di Kurdan de qismeke pey vêya dikevin hene: ev maf, mafê avakirina demokrasiya xwe û çêkirina rêveberiyeke xwe ya ne dewletiye. Mafê avakirina modelekî ya komên ne dewletîne û hemû pirsgirêkên xwe di gundan de, taxan de û di çarçoveya bajaran de muneqeşe bikin, biryaran bigirin û çareserbikine.

Min ji bo gelê Kurd mînaka Enkîdoyê hevkar yê ev pênc hezar sale ji dema Gilgameş ve dabû. Dewleteke hevkar a erzan didin sazkirin. Ez êriş nakim ser damezrandina wê dewletê. Lê wê ev dewlet li Rojhilata Navîn dawiya dawî karekterê dewleteke destpotîk bigire. Tê zanîn avakarên van dewletan kî ne. Wê ev dewlet xwîna gel bimije, ji ber ti pêwendiyeke xwe bi demokrasiyê re nîne. Niha jî xwe wek serokê dewletê îlan dikin. Lê dij derketina min a li dijî netewe-dewletê, wek derketina Zerduşt û Hz. Brahîm bimane û bibandor e. Biqasî dij derketina Hz. Brahîm li dijî Nemrût hêjaye. Ez ji bo pesnê xwe bidim vêya nabêjim, pêwîstiya min bi pesindanê jî nîne, lê dij derketina min bimaneye, yên dixwazin fêhm bikin dikarin fêhm bikin. Qey ezê serî ji Nemrûtan re bitewînim? Serê xwe ji axayan re danaynim. Îdeolojiya netewe-dewlet heram e, ez hezar carî nanê tifsî jî bixwim, lê minneta van dewletan nakim, her tiştê wan heram e.

Di demên krîzan de sîstemên modern dikarin bizên

Çawa ku di tevahiya dîroka şaristaniyan de hatiye ceribandin, di demên modern de jî hewldanên sîsteman ên yekdestdarîbûn û hev tinekirinê encam nedane, berdêlên wan jî giranbûne. Bêguman korbûnên di vî warî de bîlançoyên van şerên sîsteman gelekî giran kiriye. Sîstem wê giraniyê li ser hev çêkin bixwazin bi vî awayî jiyana xwe dewam bikin. Ji asta global heta bi asta xwecihî wê timî hegemondariyê bêne ferzkirin, berxwedanên dijber jî wê ji ceribandinan dersan bigirin û bi awayekî herî bi hêz dewam bikin. Heta çareserî nebe, em ê şer aştiyê her bi hev re bibînin. Analîz û çareserî hê bêtir serketî bibin, rastî, qencî  û bedewiyê çiqasî nîşan bidin, bêguman rewşeke em karibin jêre bibêjin bêşerî  û bêaştiyê pêk bê  em ê karibin dinyayeke bi nirx  bi arez  bêtir xeyal bikin, pêk bînin. Bêguman hê zêdetir aştî hê kêmtir şer rewşeke bi nirx e,  hewldanên ji bo pêkanîna wê jî hêjane esîl in. Bi şertê ku mirov bi prensîb, bi anor bi rûmet be.

Me hegemondariya kapîtal a fînans globalê bi xwe weke pêvajoya krîza herî kûr terîf kir. Bûyer vê terîfê piştrast dikin. Herweha me bi awayekî berfireh anî ziman ku krîz sîstemîk ji avabûnê ye. Nûçeyên rojane yên der barê krîzê de jî karekterê sîstemîk avabûnê piştrast dikin. Di demên krîzan de sîstemên modern dikarin bizên. Hinek wexta dizên bi felc tînin, yên bi awayekî têkûz dizên jî kêm nînin. Di utopya lîberal a kapîtalîzmê de paketên çareseriyê yên gelekî berfireh pevkirî hîç kêm nabin. Nasekinin planên rojane, hefteyî, mehane, salane, deh salane pêncî salane dikin. Ev karê wan in, wê her bikin.

Civak ji her demê zêdetir ji rastiya xwe ya exlaqî polîtîk hatiye mehrûmkirin.

Di van demên krîzan de şensê hêzên modernîteya demokratîk dikare zêdetir bibe. Dîrokeke mezin a berxwedanê ya pişta xwe danê, utopyayên azadî wekheviyê pêşiya wan rohnî dike. Herweha dersên mezin ên ji têkçûn û kêmasiyan derxistine hene. Dema ku mirov li hemûyan di zikhev de weke desteke wezîfeyên entelektuel, exlaqî polîtîk serwext bibe bixe nava çalakiyê, bêguman şensê wan ê serketinê zêde ye. Dîsa jî aliyên xweser ên demên krîzê yên avabûn sîstemîk hene divê bi baldarî mirov li ber çav bigire. Herçiqasî li ser şopa rabihuriyê bin jî zanist felsefeya exlaqî-polîtîk a divê pêk bînin û nûbûnan bigire nava xwe divê ev neyê paşguhkirin. Naxwe weke ku gelek caran di demên berê de hatiye dîtin wê rê li seresere nêzîkbûn û serkoriyê veke. Tew misêwa xwe neo’kirina lîberalîzmê tehlûkeyê mezintir dike. Divê neyê jibîrkirin ku herkes ji pêxîrtengiya di sala 1929’an de li nava dinyayê pêk hat, li hêviya şoreşê bû, lê pêla faşîzmê ya bilind bû hê dewam dike. Civak ji her demê zêdetir ji wesfê wê yê exlaqî polîtîk hatiye mehrûmkirin. Teknolojiya înformatîk, dinyayên gelekî mezin ên ferazî û derfetên berevajîkirina rastiyên dinyayê pêşkêşî destê hêzên hegemondar ên îdeolojîk ên global dike. Avahiyên xwe yên riziyayî bi hêsanî bi sîstemeke nû ambalajkirî mîna nû çêbûye pêşkêş dike di vê de ti xirabiyê jî nabîne. Girseya heyî ji zûve veguherandiye girseya kerî ya faşîzmê. Li şûna hêvî şikandinê, divê mirov qîma xwe bi anîna cem hev a rastiya analîtîk hiskirinê neyne, ji sedî sed em heta jiyana exlaqî polîtîk nexin her kêlî mekanê xwe, bi hêsanî em dikarin bêne pûçkirin, ji lewra jî ez van diyar dikim.

Rêber Apo

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

EW FERMARDARA CIWAN BÛ
Şehîdên Azadiyê

EW FERMARDARA CIWAN BÛ

July 6, 2025

Read moreDetails
 VÊ DEMÊ DE WÊ Lİ SER XETA ŞEHÎDAN TÊKOŞÎN BÊ MEŞANDİN 
Nirxandin

 VÊ DEMÊ DE WÊ Lİ SER XETA ŞEHÎDAN TÊKOŞÎN BÊ MEŞANDİN 

July 5, 2025

Read moreDetails
DİVÊ YEKÎTİYÊN KOMUNAL ÊN JİNAN HEBİN
Nirxandin

DİVÊ YEKÎTİYÊN KOMUNAL ÊN JİNAN HEBİN

July 2, 2025

Read moreDetails
Jİ BO XWEDAWENDA ZAGROSAN YA SERDEMA NU
Ji pênûsa Gerîla

Jİ BO XWEDAWENDA ZAGROSAN YA SERDEMA NU

June 30, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk