Kordînasyona PAJK
Jibo gelê me û raya giştî
Salvegera demezirandina PKK’ ê ya 35. Em li Rêbertiy xwe, li gelê Kurd yê welatparêz pîroz dikin, di kesayetiya rêhval Heqî Qerer yê ku bi keda xwe û sekna xweyî tekoşer bû wxedî roleke mezin di pêşketina tevgera azadiya gelê Kurd de, her weha bi şehadeta xweyî ku bû bingehê avabûyîna PKK, di kesayetiya rêheval Heqî Qerer de, em tevayî şehîdên şoreşê bi bîr tînin, bejna xwe li ber wan ditewînin, soza xwe ya bi serxistina tekoşînê careke din nû dikin.
Beriya 35 sal, li ser rastiya Kurdistanê di demeke ku qirkirineke giran, polîtîkayên asîmlasyonê dihate ferz kirin, di hawirdoreke ku bi zextên leşgerî di mirovan de tirs hatibû avakirin, PKK li hemberî vê rewşê, li ser esaseê baweriyeke mezin û biryariyeke derkete holê. Di rastiya Kurdistanê de gelê Kurd mîna ku bi saxî hatibûn bin mezel kirin, ew mezel mezelekî bi çemento hatibû sergirtin. Navê Kurd û Kurdistanê hatibû qedexe kirin, jixwe yê ku van nava jî bêje bi mirinê re rû bi rû dihat. Jibo ku yek bi gota ez Kurdim, Kurdistanî me wêrekiyeke mezin dixwest. Di hawirdoreke weha de PKK weke zayîneke rêbertî bi cesareteke mezin derket û pêşket.
PKK, bi gelê Kurd zanebûyîneke netewî, rêxistinî da qezenc kirin, bi kişandina gelê Kurd ya nava berxwedanê, derbeyeke mezin li polîtîka ya înkar û îmha yê da. Derketina PKK ji rastiya Kurdistanê ya perçe kirî jî weke mûdaxeleyekê bû. Li hemberî avaniyên hevkar, yê ku ji ferasetên yekîtiya netewî mahrûm bûn, yên ku tekoşîna azadiya gelê Kurd di nava sînorên berjewendiyên xweyî teng de hebis kiribûn, kete nava tekoşînê de. Gelê Kurd yê ku dibin dagirkeriya dewletên netewan de hatibûn bê îrade kirin, tune hatibûn hesiban din, PKK bi derketina xwe hişt ku gelê Kurd li hemberî vê rastiyê bive xwedî îradeyeke serbixwe û bi rêxistin kirî. Berxwedaniya gelê Kurd ya di pêşengtiya PKK de, îro gihiştiye asta avakirina pêşeroja xwe ya azad. Tevgera me ya PKK ku tevgereke rêbertiyê ye, bi zayîna xwe bû zayîna ji nûv de ya gelê Kurd, vejîna rêber APO, bû hêviya azadiyê ya bi milyonan Kurdan. Bi pêşengtiya PKK gelê me yê ku bawerî û cesareteke mezin girtiye, berxwedaniyeke bê mînak raber dike. Gelê me û jinên Kurd di nava 35 salan de her kêliyeke xwe bi PKK’ ê re derbas kir û rastiya PKK weke rastiya xwe pênase kir. Her roj ji nûv de îsbat dibe ku PKK nasnameya Kurdê azade, ziman û rêxistina vê yekê ye. Gelê Kurd û jinên Kurd bi PKK’ ê re gihişte pêşengtiya xwe ya rast, zanebûyîna hebûnê qezenc kirin, herikîn nava tekoşîna azadiya ku di qadan de tê dayîn. Bandora şoreşgerî ya PKK ku tenê bi Kurdistanê re sînordar namîne, jiber hêza xwe ya îdeolojîk, yek kirina wê ya ziman û çalakî ew hîn zêdetir kiriye tevgereke bi bandor ya ku baweriya gelê bindest pê tê û hêviyên xwe tê de dibîne. Di roja me ya îro de asta azadî ya ku PKK di gelê Kurd û jin de ava kiriye, îlham û hêvî di gelên û jinên Rojhilata Navîn de jî avakiriye. PKK ku partiya azadiya gelane, her kû çûye li hemberî hêzên hegemonîk bûye nefes ji gelan û jinên ku xwe li hemberî van hêzan bi rêxistin kiriye.
Tekoşîna azadiyê misyon dayîna wê ya ji jin re, jin bi vê misyonê xwe gihandina hêza rêxistinkirinê, hiştiye ku partiya me PKK weke partiyeke jin jî were ava kirin. Azadiya jin di esasê azadiya civak, ya gelê Kurd de hate rûniştandin. Weke partiyeke jin di bûyîna xwedî formekê de, nêzîkatiya Rêbertiya me ya îdeolojîk û felsefeya wî ya jiyanê diyardar bûye. Rêber APO ji destpêkê de jibo tevlîbûna jinan nava tekoşînê rê daye nîşan dan, giringî daye pêşketina wan ya îdeolojîk û rêxistinî. Rêhevala me Sakîne Cansiz jî ji hevalên rêbertî yê destpêkê ku di mezinkirina tekoşînê û pêşketina wê de kedeke mezin daye û bûye xwedî destaneke bi berxwedan. Rêhevala me Sara ku di nava berxwdaniyeke mezin de ya li hemberî faşîzmê cî girtiye, mîraseke azadiya jin derxistiye holê. Li ser vê kevneşopiyê û vê mîrateyê tevgera azadiya jin hatiye avakirin, di vê wetayê de partiya me PKK bi partîbûyîna jin re pêşengtiya xwe bi hêz kiriye û di bûyîna hêviya tevayî jinên cîhanê de bi serketiye. Bi sekneke rêxistin kirî, bi zanebûyîneke bîrdozî û bi rastiya milîtantiyeke ku xwe gorî azadiyê dike, tenê jibo pirsgirêka azadiya gelê Kurd na, bi biryar û îddîayeke mezin ku ewê bive hêza çareseriyê jibo pirsgirêkên azadiyê yên tevayî jinên cîhanê û yê gelên Rojhilata Navîn ev tevger meşiya ye û pêşketiye.
Modernîteya kapîtalîzmê ku di sedsala 21. de qirîz û qeyraneke pergalî jiyan dike, partiya me di esasê elternatîfa modernîteya demokratîk de jibo avakrina çareseriya ku mirovatiyê ji aloziyê û qeyranê derbixîne, bi paradîgmeya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jin bi rola rê nîşandanê rabûye, û dibûyîna ronahîya azadiyê jibona gelan, berdewam kiriye. PKK li hember tevgerên hêzên dagirkerinê yên emperyal weke hêza tevgerke şoreşgerî disekine. Gelên Rojhilata Navîn û gelên cîhanê ketina wanî bin bandorên oltî, nejatî, zayendîrî û zanyaretiyê, PKK li hemberî vana bûye deriyeke vekirî ji guherandina û xelaskirina vê hişmendiya ku di bin van bandora de tevdigere, li ser esasê vegûherîna vê hişmendiyê jî li ser esasê bi hêzkirina civaka exlaqî û polîtîk pêşengtî kiriye. PKK formeke bawerî, azadî û heqîqetê ye. Partiya me ya ku 35 saliya xwe temam dike û di nava van sala de şoreşeke hişî ya bi kok avakiriye, bi xebatên avakirina pergala modernîteya demokratîk ve rabûye. Tevgera PKK ku ji destpêka avabûyîna xwede xwedî îddîayekê û biryarekê bû, bi hêzkirina vana, ewê di bûyîna hêviyên aşîtîyê, azadiyê, biratiyê û demokrasiyê jibo gelên Rojhilata Navîn berdewam bike. PKK ya ku garantiya jiyana azade, bi îdeolojiya xwe ya gerdûnî ewê di bûyîna qêrîna mirovatiyê ya azadiyê de berdewam bike. Li ser esasê hemleya xelasiya demokratîk û avakirina jiyana azad tevgera me ya ku salvegera damezirandinê ya 35. Mîn pîroz dike, bingehê aşîtiya cîhanî û ya Rojhilata Navîn, herweha bingehê bi hevrebûyîn û demokrasî kirina Rojhilata Navîn dide avakirin. Bi kûrkirina vê xetê ewê xwe hîn zêdetir bi çalak bike. Li ser vê esasê careke din em salvegera damezirîna PKK li tevayî gelê kurd, li jinan û li tevayî mirovatiya cîhanê em pîroz dikin, û soza mezinkirina qadên jiyana azad em didin.
Bijî rêber APO
Bijî partiya me PKK
Bijî tekoşîna meya azadiyê ya ku bi pêşengtiya partiya me PKK pêş dikeve.
Bijî rastiya şehîdên me yê azadiyê.