PKK’ e Ji Bo Hemû Mirovan Bûye Hêvî

0Shares

Her tevgera ku radibe, li ser bingehê mirasekî radibe. Tevgerên Kurdan jî di dîrokê de çi bi riya eşiran, çi ji bi riya kesayetan û rêxistinên weke Şêx-Seid, Seyid Riza, Komara Mihabatê pêş ketine. Her dayîm ev tevegerên berxwedaniyê bi riya îxanetê hatin tepisandin. Lê belê Kurdan li hemberî îxanetkaran û dagirkeriyê tû carî serî netewandin, her dayîm riya berxwedaniyê û qehremantiyê ji bo xwe hilbijartin. PKK’ ê xwe li ser wan mîrasan bi rêxistin kir. Mirov dikare bêje ku êdî bi avabûna PKK’ê re gelê Kurd çanda bê hêvitiyê jiyan nake, tam berovajî wê çanda berxwedaniyê her roja ku diçe zêdetir dibe. Hêzên dagirkeriyê wisa bawer kiribûn ku êdî tiştekî bi navê gelê Kurd di holê de nemaye lê belê nizanin ku PKK’ ê jî wan şaşitiyan encamê mezin derxistiye. Ev şaşitiyane hemû di milê Rêber Apo de hate nirxandin û li gorî wê ne gav hate avetîn. Rêbertiya me rastiya Kurdan û rastiya dijminê me baş derxiste zanebûnê. Bi avabûna PKK’ re, derketina gerîla weke baranekî li ser erdekî zuwa bibare û kulîlk lê şîn bibin. Gelê Kurd ji nû ve şîn bû û bi xwastekek mezin li derdora PKK’ ê kom bû. PKK’ di dema xwe de pêwistiyên civaka Kurd pêşwazî kir.

Pêvejoya ku PKK’ ê derkete holê, tiştekî bi nav ê Kurdistanê di holê de tüne bû, di cihanê de. Dema ku derkete holê li gorî şert û mercên wê demê xwe bi rêxistîn kir, li ser bingehê avakirina Kurdistanekê ser bixwe. Şoreşa me bi xwe re gelek tiştan di cîhanê de da guhartîn. Pirsgirekên reel-sosyalîst derketin holê. Şaştiyên ku tevgerên sosyalîst bi xwe re da avakirin, diktatoriya proleterya bû û dest ji amûrên dewlet bernedan û pirsgirêkên civakê jî çareser nekir. Berovajî wê bi xwe bû beşek jî pergala moderniteya kapitalîst. Rêber Apo wan mijaran hemûyan şirove kir û li gorî wê pêşditinek nû da avakirin. Di Paradigmaya Rêber APO de sê lingê esasî hene, yek moderniteya demokratîk, ekolojîk û azadiya cinsî- di şexsê PKK’ ê de pêşkêşî hemû mirovahiyê hate kirin.

Roja îro dewletên emperyalîst rûxmê xwedî teknikî û hêzin ji lê belê jî fîkrê Rêber APO’ ditirsîn û tecrîtêk di asta suçê mirovahî de li ser Rêberê gelan Rêber APO didin meşandin. Sedemên tevahî êrîşên hovane tirsa fikra Rêber APO’ ye. Civaka kurd di serî de tevahî civakên rojhilata navîn û cîhanê paradigma Rêber APO dipejirinîn û wek çareseriyêk li dijî kapîtalîzmê dibînin. Ew ji dizanin ku niha kesimên sosyalist, demokrat, kesayetên serbixwe, zanyar û xwendewan, kesimên bindest, ê ku dawa mafe xwe dikin berê xwe didin paradigma jiyana azad a ku bi dest ê Rêber APO hatiyê afirandin. Her çiqas tekoşînek zehmet û bi bedel be jî, wê pergala wan bin erd bikin û bi ser bike ve. Ji ber wê yekê jî çi ji destên wan we re li hemberî PKK’ê û gelê Kurd dikin. E ku niha wek hêz beramberî PKK’ ê şer dike dewleta tirk bi xwe ye lê pêwîst e baş were zanîn ku yên piştgiriya dewleta tirk jî dike heza NATO bi xwe ye. Êrişên ku bi şewazên teknikî û bê ahleqî li hemberî PKK’ê dimeşinîn. Pêwîst e baş bê zanîn ku hêza ku bi awayek pîrozan e û bi rûmet ber xwe dide şervanên PKK’ ê ne. Li hemberî êrîşên qirker berxwedaniyek dîrokî di milê şervanê PKK’ ê ve tê meşandin ev ji bo cîhanê mînakeke. Ev îradeya ku heyî di gava yekem de dewleta tirk binxîstiye.

Êdi dijmin mecbûr bûye ku hawara xwe bigihêne îxanetçiyên weke mala Barzanî. Wan îxanetçiyan jî pêwîst e bizanin çarenûsa wan jî bi dijmin re mehkumê binketinê bûye. Hem di asta netewî de hem jî di asta navnetewî de ev îxanet hate ditîn û berteka xwe ya li hember wî raber kirin. Li hemberî bi karanina çekên kimyevî li ser PKK’ê ji aliyê dewleta tirk ve û bi giştî dewletên yekitiya Ewrupa û di serî de ABD ku xwe wek parêzwanên mafê mirovan nişan didin lê belê hemûyan jî xwe kor û lal kirine. Heya niha ji bo civaka Rojhilata navîn, tenê şer, birçikirin û pêşxistîna bê ahleqî tiştekê din ne kirine. Ê ku xwedi li keramet, ehlaq û rumeta vê civakê derdikeve dîsa paradikmaya Rêber Apo û PKK ye.

Di mijara jinê de jî civaka kurd bindestî û koletîyeke çawa jiyan kiriye. Jin jî bi heman rengî û zêdetir jiyankirin e. Çawa zilam bûye koleyê pergalê, jin jî bûye koleya zilam û zihniyeta zilamên-serdest. Di civaka Kurd de ev koletiya jinan hin berbiçavtir bûye. Li hemberî wêne jî Rêber Apo bi derxistina pêş a rola pêşengiya jin di PKK’ ê de derbeyeke mezin li wî kolebûna jinê xist. Rêbertî dîtibû jin nîv ê civakê ye û bê hebûna jin civak nikare li ser lingekî bimeş e. Di kolekirina jinê de civak hatê kolekirin. Ji bo wê jî Rêber Apo got: “heya jin azad nebe wê civak ji azad nebe.” Bi wê awayî di hundirê şoreşa PKK’ ê de şoreşa jin ji pêk hat. Ev jî di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de bi rengeke piratikî jî bi tevahî cihanê re hate nişandan. Şoreşa jinê di nav PKK’ ê de yek ji mijarên herî balkêş e ku reya hemû dunya û bi taybet hemû jinan dikşine ser xwe. Girêdayî wê ne jî mînakên jinên azad e; Sarayan, Bêrîtanan, Semayan û Zilanan derketin e. Di dawiyê de jî em dibêjin; rizgarbûn jî hemû pirsgirêkên, pergala kapitalîst bi xwe re aniye wê bi riya avakirina pergala moderniteya demokratîk û PKK’ ê pêk we re. Serkeftina gelê Kurd bi riya serkeftîna PKK’ ê misoge re.

Medya Xinisi

Attachment