PKK’ê Bû Zimanê Kurdên Azad

0Shares

Dema ku mirov tevgera PKK digire dest û dema ku PKK weke nav tê bîra mirov, ev rastî derdikeve holê. PKK di rastiya xwe de xwe li ser rastiya Kurdên berxwedêr ku di nava dîrokê de veşartî maye, ê ku nekariye xwe îfade bike, ê ku bi rastî jî nekariye azadiya xwe di nava rûpelê dîrokê de binivîse ji nû ve vejîn pêk anî. Aslinda PKK bû zimanê Kurdên azad, yê ku di nav qelîştokên dîrokê de veşartî maye, PKK bû çavên Kurdên azad ê ku her tim hatiye tarîkirin ku gotine me li ser beton kiriye.

PKK di heman demî de bû vîna Kurdên azad ku bikaribe her kêlî û her hênaseyeke ku roj bi roj ji bo azadiyê têbikoşin. PKK ev rastî û heqîqetê pir eşkere derxiste holê û xwe li ser vê bingehê jî heta roja îro anî. Îro ger bi rastî jî kes nekare PKK têk bibe, PKK dikare li ser piyan bimîne û dikare bi her awayî têbikoşe bi taybet di xeta çizgiya azad, mirovên azad de têkoşîna xwe her roj bilindtir dike. Ev aslinda civakbûna rastiya felsefeya jiyana azad ya ku Rêber APO daye avakirin e. Bi taybet girêdayî vêna jî em îro di tevgeraq PKK de kesayeta jina azad jî bi vê re didine meşandin ev dide îfadekirin; ku PKK civakbûna azad pêk aniye, PKK li ser bingeha civakbûna azad kesayeta azad pêk aniye, û weke mînakekî, wekî tîrêjekî him di nav Rojhilata Navîn de û him jî di nava hemû cîhanê de jî bi mînak bi vîna xwe, bi hêza xwe ya cewherî xwe dide avakirin, xwe dide meşandin. Ji bo vê mirov nikare PKK him tenê weke tevgerekî îfade bike, him mirov nikare tenê weke rêxistinekî îfade bike û him jî nikare tenê ji bo Kurd jî îfade bike. Ji ber felsefeya PKK yek bingeha xwe ya esasî heye ew jî; avakirina civaka exlaqî-polîtîk ya azad û kesayeta exlaqî-polîtîk ya azad e. Ev ji bo tevahî cîhanê jî pêwîste, ev ji bo tevahî Rojhilata Navîn jî pêwîste. Bi taybet dema ku em civaka Kurdistanê bigirin dest ev pîvanê sereke weke rêgezekî ku bi rastî Kurd êdî di nava dîroka xwe ya berê de nefetise gelekî girîng e. Ji bo vê êdî mirov dikare bibêje di kesayet û rastiya PKK de êdî Kurd ne winda dibe û ne jî êdî kes dikare Kurd înkar bike. PKK hemû polîtîkayên înkar û îmhayê vala derxistin. PKK hemû hişmendî û ew ramanên çors ê ku Kurd înkar dike vala derxist. PKK bi rastî jî bi her awayî jiyanê ji nû ve ava kir. Li ser vê jiyanê jî kesayetên Kurd ji nû ve ava kir. Pênaseyeke nû da Kurd, hesteke nû da Kurd, ramaneke nû da Kurd û li ser vê bingehê di pêşengîtiya Kurdên Kurdistanê de nûbûneke ya raman û hişmendiyê aslinda di nava Rojhilata Navîn û cîhanê de jî pêş xist. Ji bo vê yekê jî ez bi xwe jî weke şoregerekî PKK û him di nava têkoşîna jina azad de, him di nava têkoşîna mirovên azad de digirimê dest vê hîs dikim; PKK li ser vê bingehê aslinda ramanek e, hişmendiyeke şoreşê ye, PKK bi her awayî felsefeya jiyana azad dide îfadekirin.

Li ser vê bingehê dema ku mirov PKK bi nav dike, dema ku mirov PKK îro pênase dike tişta herî girîng ê ku PKK îro anî vê rojê xebatên civakbûnê yê pkk bû, xebatên avakirina însanên exlaqî û polîtîk yê pkk bû,

Ji ber ku PKK partîbûyîna xwe li ser bingeha civakbûyînê ava dike, bi avabûyîna civakbûnê jî sazûmayîna giştî ê civakê derdikeve holê ku ew jî bikaribe xwe li ser piyan bigire, ew jî bikaribe bi her şêwazî li ber xwe bide, li hemberî her cure êrîşan jî bikaribe têkoşîna xwe ya azadiyê bidomîne. Herî balkêş jî mirov dikare îro sazûmanî ku PKK him di nava gelê Kurd de him di asta navnetewî de bi pêş xistiye ji aliyê xwe rêxistinkirina civakî de dibe, him di aliyê sazûmankirina sazî dezgehên perwerdehî dibe, sazî dezgehên fikir û raman dibe, yê çand dibe, yê huner yê kooperatîf, aborî, polîtîk, siyasî, leşkerî dibe yanî bi her awayî xwe bi sazûmankirin û xwe pergalkirina civaka ku PKK ava dike bi her awayî aslinda ji bo tevahî netewên di cîhanê de, di Rojhilata Navîn de roleke xwe ya pêşeng dilîze. Ê tabî yê ku van bide avakirin çi ye, kesayetên nû ye. Ji bo kesayetên nû were avakirin çi pêwîst e? Xebatên perwerdehî, xebatên akademiyê ne. Bi rastî eger PKK di aliyê weke kesayet xwe xemilandibe, xwe gihandibe fikreke bîrdozî, xwe gihandibe fikreke siyasî û rêxistinî îro jî çavkaniya xwe ya sereke, rêgeza wê ya sereke ya perwerdehiya wê ye. Ji ber ku Rêber APO di PKK de ev felsefe da rûniştandin. Kesayetên ku xwe perwerde û zanist neke nikare tu pêşengîtiyek ava bike. Nikare kesayeta xwe jî ava bike. Ji bo vê yekê perwerde û zanistî beriya her tiştî tên. Ji ber vê Rêber APO got; “berî her tiştî xwe bizanibe, ji ber ku xwe zanîn bingeha hemû zanînan e.” Ji ber xwezanînê jî xwe di asta zanistiya dîrokî de, di asta zanistiya civakî de gihandin pêwîst dike. Dema ku tu bûyî xwedî zanistiyeke civakî û dîrokî bi xwezayî tu dibî xwedî felsefeyeke jiyanî jî. Ev bi te re jiyanî dibe, ev bi te re pêk tê, ev bi te re digihe. Dema gihîşt wê demê dê bikaribe hinek tiştan bike. Îro tiştên ku weke PKK em dixwazin bikin jî ev e. Pêşengên vê avakirin, kesayetên vê avakirin, bi taybet di nav xebatên akademiyê de, di nav akademiyên civakî, siyasî, aborî, çandî, wêjeyî, ziman.. yanî her cure yên kesayetekî civakê bêperwerde nehiştin, bêkar nehiştin ev jî weke rêgezekî PKK yê sereke ye. Ji ber ku PKK li ser kedê mezin bû, PKK li ser pêkanînê mezin bû. PKK xwe bi pêkanîna xwe ve kir PKK. Ji bo vê civak eger nekarîbe xwe pêk bîne, nekare bibêje ez heme. Ji ber ku civakek bikaribe bêje ez heme û hay ji hebûna xwe hebe mecbûre xwediyê pêkanînekê bibe. Ji ber ku em dizanin pergala îro modernîteya kapîtalîst ferz dike çi ye; kesayet lîberal hiştin, kesaytet bêked hiştin, kesayet hay ji xwe nebe, kesayet qîmetê jiyanê nezanibe, kesayet qîmetê kedê qîmetê mirov nezanibe.. ê ev jî mirov pûç dike, jiyan pûç dike. Bi vêna re jî aslinda di rastiyê de felçbûna însan mirinê bi xwe re tîne. PKK li beramberî vê rastiya modernîteya kapîtalîst jî helwesteke herî radîkal a bi kêlî kêlî avakirina jiyan, avakirina kesayet, avakirina civakê, avakirina hest û raman û li ser vê bingehê jî mezinkirina civakê û mezinkirina însan e. Ê tabî ji bo vê jî bi taybet weke pîvaneke esasî yan jî weke xebateke sereke ku em dideynin pêşiya xwe jî avakirina netewa demokratîk de, di nava yekbûna hemû netewan de civakeke nû avakirin ji bo Kurdistan û ji bo Rojhilata Navîn gelekî girîng e. Ev çi dide îfadekirin, ev aslinda di şexsê yekbûna gelan de avakirina yekbûna ol, avakirina yekbûna bîrdozî, avakirina yekbûna felsefe, avakirina yekbûna jiyan û her tiştî dide îfadekirin. Bi taybet ev jî derdikeve holê di nava vê pêvajoya avakirina netewa demokratîk de jî rola sereke dikeve ser milên jin. Bi taybet xebatên jin, pêşengîtiya jin di xebatên avakirina netewa demokratîk de rola sereke ye. Dema ku em dibêjin aslinda bingeha PKK partiya jin e an jî têkoşîna jin e ev dide îfadekirin. Ger bi rastî jî azadiya jin nebe, fikir û ramanên jin di vê mijarê de nezelal be, pêşengîtiya jin di vê mijarê de nexurt be civak nikare xwe saz bike. Ji ber çi? Ji ber ku civak bi xwe di asta yekemîn de di şexsê jinê de hatiye xistin. Ê ew xistin ji nû ve rakirin, ew xistin ji nû ve avakirin bi taybet jin di vê mijarê de rabûna xwe, pêşketina xwe, pêşengîtiya xwe li ser bingehekî zanebûneke bîrdozî, rêxistinî dana avakirin û pêşengîtiya wê kirin gelekî girîng e. Di vê milî de jî jin di asteke gelekî mezin de ye. Lê tê xwestin ku hîn zêdetir jin misyon bigire ser milên xwe, ji bo vê divê jin bibe xwedî rolekî û di hemû qadên jiyanê de bibe xwedî pêşengek, û berpirsiyartiya netewa demokratîk bike ser milên xwe. Di vê çarçoveya de, bi rastî jî li hemû qadên jiyanê bibe xwedî pêşengîtiyeke esasî. Erka PKK ya sereke him ji bo me him ji bo hemû civakê jî weke qadro partîbûyîneke rast bide avakirin, di avakirina netewa demokratîk de jî pêşengîtiyeke rast pêkanîn e.

Sozdar CÛDÎ

Attachment