Pîvana Mîlîtantıya Bêrîtan Û Zîlanê

0Shares

Nasnav: Bêrîvan Adıyaman
Nav û Paşnav: Perihan Parlak
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 19.11.1979/Edene (Esil Ji Semsûrê ye)
Navê Dayikê: Zeynep
Navê Bav: İmam
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 06.06.1999/Wan
Dîrok û Cihê Şehadetê: 24’ê Adara 2012’an li Hîzan-Xerzan

 Jı Bo Bîranîna Rêhevala Bêrîvan Adıyaman (Perihan Parlak)

 Hevalek bi rêhevala Bêrîvan re di sala 2009’an de pêre diçe Eyaleta Xerzanê ku bi we re dem demî dimîne, di derbarê sekna wê ya di nava şer de digire dest û dinirxîne:

“Hevala Bêrîvan, di sala 1999’an de tevlî dibe. Ez û hevala Bêrîvan di heman salê de çûn Eyaleta Xerzanê. Gruba wan beriya me çûbûn. Piştî demeke diyar em li qada Tetwanê li gel hev man û pêde, me zivistanekê di heman wergehê de bi hev re derbas kir. Em zivistanekê bi hev re man. Piştre em bi hev re tevlî pratîkê bûn. Dema ku mirov bi wê re jiyan dikir û tahma jiyanê digirt, mirov dikare wê hîn baştir naskiribûna. Dema ku mirov rêjeya temenên li Eyaletê dimeyzand, ez dikarim bibêjim ku temenê hevala Bêrîvan kêmekê zêdetir bû. Lê belê di heman demê de hevaleke her roj tevlîbûn dida kirin. Coşeke wê ya bê sînor hebû. Di rûyê wê de çilmisandin, tirşbûn û dilmayîn nedihat dîtin. Pir dilnimz bû. Hevala Bêrîvan hevaleke ji Hêzên Taybet bû. Qadeke wê ya pisporiya diyar jî hebû, weke sabotajvan bû. Di wê de çavtirsinî, westabûyînî û devjêberdan tine bû. Ewqasî bi coş bi xebata xwe ve girêdayî bû ku, wê her tim li ser xebatên xwe diponijî û pratîkeke wê çêdibû. Wê gelek çalakiyên sabotajê kirin. Bi wê ve jî sînordar nedima, bi dînamîzmeke mirov ne li bendê bû tevlî hemû karan dibû.

Elewî bû, li ser wê bandora çand û kevneşopiya Elewîtiyê hebû. Mirov dikarî cewherê Elewîtiya rast a rêzdayîn û hezkirinê di kesayetiya hevala Bêrîvan de bibînî. Dîsa hewldana jiyankirin û jiyanîkirina çanda Elewîtiyê jî li gel wê hebû. Ji ber ku hevaleke bi cewherî tevlî dibû. Dîsa di zanistiya eşqa heqîqetê ya Rêbertiyê de, hevaleke herî kûr jê fêm dikir. Hevala Bêrîvan mîlîtaneke bêwestan a li ser rêga heqîqetê bû. Hewldana wê ya heqîqetê, mirov dikarî ji hewldanên wê yên di fêrkirina perwerdeyan de, ji sekna wê ya di jiyanê de û di sohbetên wê de birihetî dikarî bibînî. Ji ber ku bi cewhera xwe ve tevlî dibû. Bi rengê jinê û vîna xwe ve tevlî jiyanê dibû. Digot; “Ger rengê jinê li jiyanê venede, rengê Rêbertiyê jî li jiyanê nayê vedan.” Di vê rastekê de ya ku hewldan û xîreteke mezin dida raberkirin û hevaleke di vê hewldana xwe de jî serkeftî bû.

Hevala Bêrîvan, kesayetiyên mirovan pir baş nas dikir. Tiştên di dilê wê de derbas dibûn, ji yên li hemberî xwe re dianî ziman û heman tişt ji bona wê jî derbasdar bû. Mirov dikarî bi hêsanî, di dilê wê de çi hebû, xeyalên wê yên binirx û mezin di kîjan astê de bû, ji bona ku ev pêkwerin di kîjan astê de hewldan dikir, evîna wê ya azadiyê çiqas mezin bû bîbîne. Digot; “Divê rêhevalên min ji ber jiyanê rêzdayînê nedin min. Ger mirov wê rêzdayînê bide, divê ev yek ji kesayetî, girêdayîna bi jiyanê ve û girêdayîna bi Rêbertiyê re rêzdayîn bê dayîn.” Ew ji yek hevala ku herî zêdetir rêzdayîn jêre dihat raberkirin. Ji ber sekna wê, girêdayîna wê ya bi Rêbertiyê ve û evîna wê ya bi jiyanê ve wisa bû. Lêhûrbûnên wê yên di derbarê wê mirov çawa bigihîje azadiyê, wê mirov di kîjan astê de li hemberî jiyanê bikaribe baldar bibe, wê mirov çawa bikaribe rêhevaltiyê bijî û bide mezinkirin pir bihêz bûn. Hevala Bêrîvan hem xwendekar, hem jî mamosta bû.

Ji xwe herî dawî pêşniyara çalakiya fedayî kiribû. Tevayî amadekariyên xwe kiribû, ji wê re demeke pir kêm mabû ku vaye ev şehadet hatibûn jiyankirin. Bi rastî jî bi Zîlanbûyîn û Bêrîtanbûyînê jiyan dikir. Ji bona fedayî nêzîkî jiyanê dibû, berxwedaniya wê jî di wî bingehî de pêkdihat. Demeke dirêj lêhûrbûniya vê jiyan kir. Dema mirov ji derve ve li wê dimeyzand, ew lêhûrbûyîna wê dihat dîtin. Em li benda ji hevaleke wisa, ji çalakiyeke wisa bûn. Ev yek ji jiyana wê, ji sekna wê û ji nêzîkatiyên wê ve diyar dibû. Xebatên dikirin, çalakî û pratîka rêxistinî dikir, her çi dibe bila bûbûna di bingeha rêxistinî de bû, wê ew çalakiya fedayî di bingeha serkeftinê de pêkanîbûna. Ew xebatên çalakiya fedayî, ji ber kêmaniyên hinek hevalan demeke diyar dirêj kir. Lê belê hevala Bêrîvan, encamên wan xebatan bi sebir û meraq li bendê disekinî. Êdî xwe amade dikir. Rojnivîsa wê parvekirinên wê yên bi hevalên jin re ji bona her tiştî vegotinkirinê têrê dikir. Hevalan piştî bûyera şehadetê, rapora wê ya ji bo hevala Arjîn re dayî nivîsandin, li cihê ew şehîd bûyî dîtibûn. Lêhûrbûyîna wê di xeta Bêrîtan û Zîlanê de bû. Ji ber ku di wî bingehî de nêzîk dibû. Û dixwest di jiyanê de jî di wî bingehî de encam bike. Mirin ji bona wê qet ne ti tiştek bû. Ji bona ku ti astengî li pêşiya vê çalakiya wê nebin asteng, biryardar bû ku tişta ji destê wê bê bike. Em piştî pevçûnê çûn cihê wargeha wan. Tişta dihat fêmkirin ku hevala Bêrîvan ji hindur ve şer kiribû. Ronîdarkirina mangayê kun dike, sobeyê datîne bin lingê xwe û şer kiribû.

Ti tiştekî ku bikeve di destên dijmin de nehiştibû, lê belê ji rêhevalên xwe re gelek tişt hiştibû. Li gel wê deftereke ya sabotajê mabû. Ew heta rûpela wê ya dawiyê şewitandibû. Tiştên din jî ji bona nekevin di destên dijmin de parçe parçe kiribûn û li derdorê dabû belav kirin. Wê nirxên rêhevalên xwe û jiyanê pir baş dizanî. Bi vê zanistiyê ber bi jiyanê ve diçû. Wê her tim ne ber bi mirinê ve, ew ber bi nûbûyîn û jiyanê ve diçû. Mirov wê bide jiyanîkirin, wisa ne bi hêsanî ye.”

Em rêhevala Bêrîvan bi rêzdarî bibîrtînin, em soza xwe nû dikin ku em ê wê di têkoşîna xwe de her tim bidin jiyanîkirin.

Hevrêyên Wê Yên Têkoşînê

 

 

Attachment