Ez beriya her tiştî di jinê de xeteriyê dibînim. Bi qasî ku ez xwe nas dikim, em ji lêpirsîna bi dayîka xwe re bigrin, heta mijûlbûn û lêpirsîna keçikan taybetmendiyeke weke di ferqa xeteriyeke kûr de bûn, ji bo min bi bandor bû. Bêyî ku zayendên beramber bi hevre bin, nikarin bi tena serê xwe bin. Lê belê di giştî de rewşeke wisa heye ku ev têkîlî zêde nade qezenckirin. Dema ku ev têkîlî rast neyê dahûrandin her diçe gef li tevahî jiyanê dixwe. Ez herdem di nava metirsiya vê de me û ev metirsî min dibe dahûrandineke gelekî hûr.
Di serî de bi riya hîskirinê min digot di van têkîliyan de nexweşiyek heye. Divê ku ev têkîlî wiha nebin. Bi qelendan ve ew keçikên ku li gel min ên ku ez gelek ji wan hez dikim û dixwazim bi hev re bim, wisa di carekê de ji holê wendakirina wan ji min re weke wendabûnekê dihat. Min digot di vî karî de xwezayîbûn nîne. Piştre min li hemû pergalê temaşe kir, min dît ku di rastiyê de yê ku hêza xwe ya pere û zextê heye, ji zû de jin standiye. Min ferq kir ku ji têkîliyên li gor rêgeza azadiyê û xweşikbûnê tu şop nemaye, ev tenê di xeyalan de heye. Her çi qasî di helbest de, di wêjeyê de, di wêne de, di sînemayê de çi qas dik û senaryo were sererastkirin bila were kirin, di tehlîla dawiyê de min dît ku ev weke ku girseyan ji ser hişên xwe bibe, tê bikaranîn. Berî her tiştî min dît ku çewisandin û dagirkerî di mijara jinê de zagonên herî wehş pêk tîne û evînê dikuje. Vî tiştî min weke li ber bi tolhildêriyê ve bir.
Evîn têgeheke pîroz e. Qetilkirina evînê hestek û hizreke ku ji bo min bi hêsanî nayê qebûlkirin e. Ez di vê mijarê de weke her kes dike, di ezeziyetê de asê nemam. Min nexwest bi nêzîkbûnên zilamên klasîk ve xwe dahûrînim. Ez kesekî ku hindekî hêz komkiriye me. Mînak îro ez kesayetekî hêzê yê ku navê wî diyar im. Min xwest ez xwe bispêrim van û pirsgirêkê çareser bikim, min nexwest ez têrbûna zayendî bispêrime hêzê û çareser bikim. Ev ji bo min bêexlaqî hat. Bi qasî ku min di xwe de xeteriyeke ji bi dilî û vîna azadiyê dûr û xwe dispêre hêzê dît, min ziraviyek nîşan da ku ez xwe jî wenda nekim. Ev di heman demê de bi xwe re vê xeteriyê tîne. Bi qasî ku di zilam de hêz bi pêş dikeve qada destpêkê ya pêkanînê li ser mirovan pêşxistina statûyê ye. Gelo statû çi ye? Yan xwe weke kesayetekî manewî bi propagandayên awarte û bi biçûkên xwe ve vê dike û dide qebûlkirin. An jî bi amrazê çewisandinê ve li ser vê zêdekirina dagirkirinê ve û bi lewazkirina mirovan ve dixwaze bi xwe ve girê bide. Pêvajoya pêşketinê ya hêza di zilam de kûr dibe wiha ye. Ev di jinê de bi rengekî xetertir dibe xwedî astekê. Zilam bi vî rengî bi qasî ku hêza çewisandin û dagirkirinê di kesayeta xwe de kûr kir, nêzîkbûna wî ya jinê mixabin bi rengê gelekî bêhevseng û kûrkirina malekî gelekî xeter çêdibe. Di rastiyê de asta ku aniye gelekî kirêt e. Jinê di dîlbûnê de û metabûyînê de heta dawiyê zirav dike. Ji bo ku egoîzma xwe têr bike, heta dawiyê jinê bêhêz dike, bê vîn dike, tîne rewşekê lêyîstokekê û “seyê xemlê” yê efendiyê xwe. Ji ber ku têr dibe, ji vê jî kêfxweş dibe.
Her diçe di pêşketina hemû civakên çînî de rewşa wiha ye. Bi qasî ku civaka çînî pêş ket, hêz bi giranî di zilam de kûr dibe. Bi qasî ku hêz di zilam de kûr bû, di hêza jinê de wendabûneke gelekî mezin derdikeve holê. Em vê hîn jî zelal bikin. Weke tê zanîn bi taybetî di civakên klan ên seretayî de –ez bawerim qada vê herî baş pêk aniye Mezopotamya ye- hêza jinê ya di pêvajoya ji komkirinê derbasbûna hilberînê de bênîqaş e. Di destpêkê de olan, bi rengê xwedawendên jin raveya xwe ya destpêkê dîtine. Ew navê ku hîn jî gelekî bi bandor e, di Kurdî de tê wateya stêrk a Îştar di hemû zimanan de heye. Di roja me de star “stêrk” xwedawendiya jinê rave dike. Ev xwedawend di rastiyê de xwedî risteke dîrokî ya wisa ye. Destpêkê afirandêra civaka niştecih a destpêkê ye. Em ji damezrandina civatên gund ên destpêkê bigrin, pêvajoya herî girîng a şoreşa civakbûnê di asteke mezin de li derûdora çalakiya jinê bi pêş dikeve. Divê mirov vê yekê qebûl bike. Mirov dikare pênaseya xwedawend Îştar wiha bike.
Pirsa ‘jinek çawa’ û ‘zilamek çawa’ sotîner e
Ev tê wê wateyê ku civaka jinê di vê pêvajoya damezrandina destpêkê de mezinbûnekê temsîl dike. Pêvajoya piştî wê derbasbûna civaka çînayetiyê ye û derbasbûna civaka çînayetiyê jî di rastiyê de derbasbûna serdestiyeke zilam e. Pêşketina di serdestiya zilam de ew qasî bêsînor bûye ku hemû xwedayên piştre zilam in. Di rastî de tu xwedawendên jin nemane. Hemû împarator zilam in. Weke îstîsna gelekî kêm jin hebin jî, ew jî jinên weke zilam in. Ji sedî nod û nehê hemû fermandaran hemû bûrokratan zilam in. Bêguman ev jî serdestiyeke bêhevseng nîşan dide. Bêguman li gel ku pêwendiyeke vê bi çînayetiyê re heye, her hal gotina tenê rastiyeke pêşketina mirovahiyê ye, dê nepixandî be. Ango gotina ger zilam serdest nebe jiyan nabe, bi serê xwe tê wateya esasgirtina zîhniyeteke çewisîner û dagirker.
Ez dihizirim ku divê sosyalîzm bi vê re pêwendîdar be. Heta divê li hemberî vê be. Weke tê dîtin, di şêwazên me yên hizirandinê de û şêwazên me yên jiyanê ku çavkaniya xwe ji vê digre de azadî heye. Ger emê di sosyalîzmê de israr bikin, divê em tê bigihên ku xistina ji hêzê ya di asta jinê ya ku ji dîrokê hetanî niha hatiye pêşxistin ne xwezayî ye. Em dibînin ku ev bi pêşketina civakî ve, bi cureyê pêşketina çînî ve girêdayî ye û di roja me de jî ketiye rewşekê ku bûye çavkaniyeke pirsgirêkan a gelekî mezin. Ez di wê baweriyê de me ku evqasî pirsgirêk werin çareserkirin dê şoreş kûr bibe û divê mirov ew bêhevsengiya di navbera jinbûna zêde ya jinê û zilambûna zêde ya zilam rabike. Bi qasî pirsa zilam divê bibe zilamekî çawa pirsa divê jinek bibe jineke çawa jî ji bo min sotîner e. Ji ber ku dîrok pêwîstiyê dibîne ku em vê pirsê bikin. Di heman demê de di Kurdistan’ê de bi taybetî rewşa zilamê hatiye xistin zêdetir ez kişandime vê pirsgirêkê. Min got ku gelê Kurd de pîrekbûn pêşxistin e. Hindek dixwazin vê li dijî me bi kar bînin, di rastiyê de wateya vê ev bû. Ji ber ku ji dîrokê hetanî niha ji ser serê gelê me her dem dagirkirin û desteserkirin kêm nebûye gelekî me yê ku bi her dagirkeriyê ve ango bi her zorbahiyê ve, bi her despotî -ku ev jî hindekî dişibe zilamê serdest- ve girêdayî maye heye. Di vê wateyê de min got şibandine jina kole û ev watedar e.
Zilam hem lê dide, hem dibêje hesdikim, hem rondikan dibarîne
Di vir de dema ez derbasî pirsa “di vê de rista zilamê Kurd çi ye?” dibim, min dît ku rista zilamê Kurd di rewşeke dilêşiyê de ye. Di wateya klasîk de jî min dît ku ev zilam naşibe zilamên netewên din. Hin aliyên wî gelekî cuda ne. Zilamê ku di bin bandora pergalên çewisînêr de ne, êşa vê hemûyî ji jinan û zarokan derdixin. Dîsa balkêş e, dixwaze çavkaniya hemû hezkirina xwe jî di vir de bibîne. Ango him lê dide, him hez dike û him jî rondikan dibarîne. Kesayetekî gelekî bi nakokî ye. Dixwaze hez bike dikuje, di şêwazê hezkirina wî de kuştin heye. Ji bo zarokên wî jî ev wiha ye. Min ev zilam gelekî neçar dît. Bi qasî ku min neçar dît, dahûrandina zilam jî ji bo min weke bi qasî dahûrandina jinê girîng xuya kir. Di rastiyê de pirsgirêkê ji pirsgirêka jinê zêdetir weke pirsgirêkê zilam jî dahûrandina min girîngiyeke mezin dide jiyîn. Vê di gelek bîrdoziyan de wiha dideyne holê. Ji ber ku gelek bîrdozî xwedî serdestiya zilam in, zêde pêwîstiyê nabînin ku zilam dahûrînin. Ger kesayeteke sosyalîst a kûr nebe, zilam zêde cih nade hizirandinên ku desthilatdariya xwe bixe xeteriyê. Naxwaze xwe zêde bike mijara rexneyê. Ev rewş nêzîkbûneke ku di zilam de gelekî hatiye pejirandin e.
Rewşa min hindekî cuda ye, ji ber ku min qutbûna ji zilamê klasîk di asteke pêş de pêk aniye, Ez bi wêrekî zilam rexne dikim û dadihûrînim. Bêguman ev taybetiyek e. Ji ber ku min jinê jî ji zilamê asta klasîk de him qut kiriye, him jî di azadiyê de riyeke girîng dayê, divê mijarê de jî nêzîkbûnên min gelekî azad bûne. Ez pirsgirêkê di çarçoveyeke gelekî dînamîk de bi dest digrim û dixwazim hindek têgehên nû bi pêş bixim. Têgehên weke ji kuştina zilam em bigrin, bi heman rengî ji nû ve afirandina jinê û kuştina zêde jinbûnê bala min dikişîne. Tenê di asta têgehan de ne, em di nava hewldaneke weke artêşbûna jinê de ne. Ev pêşketinên ku gelek lê şaş dimînin, heta rê li ber bertekên mezin vedikin in. Bêguman ev berhema feraseteke kûr e. Her çiqasî cihê wan ên xwe bi xwe hebe jî di rastiyê de ji bo bingehê şêwazê jiyana nû bikaribe van hemû rexneyan pêşwazî bike, were avêtin afirandina zemînê gavavêtineke ku xwe dispêre wekhevî û azadiyê neçariyek e. Her diçe plan û bername li ser vê bingehê tê pêşxistin. Ji ber wê jî dema em ber bi civaka nû ve diçin, tişta ku divê her kes bizanibe di vir de jî tê xwestin ku planeke pêşketî derbasî jiyanê were kirin. Ev him gelekî girîng e, him jî gelek karên ku em bikin piştî şoreşê ne, di serî de çareserkirin e. Di vê mijarê de weke ku xeletiyeke dîrokî neyê kirin, ferasetek jî gelekî xwedî bandor e. Berê dihate gotin, “pirsgirêka netewî, pirsgirêka jinê piştî sosyalîzmê tê çareserkirin.” Lê belê di rastiyê ev yek ne wiha ye. Ger ev pirsgirêk kêlî bi kêlî weke rojane neyê çareserkirin, ne şoreşa sosyalîst dibe, ne netew rizgar dibin, ne jî zayend rizgar dibin.
Rêber Apo
Çavkanî; Dahurandina Şoreşa Civakî Û Jiyana Nû