Pevçûnên Me Xeyalên Me Ava Dikin
Dêrsim Zêrevan
Xîştikeke zirav di navbera ronahî û tariyê de derbas dibe. Jiyan jî xêzikeke nazike di navbera xweşbûn û êşê de. Ma ne hemû xweşikbûn xwe bi êşê heyvan dikin? Jiyan jî bi wekheviya herdu têgehan bi wate û qîmet dibe. Gava ku mirov armancên xwe bi azara nepijîne, pênaseya xweşikbûnê jî di ramanê wan de şîlo dimîne. Belkî jî ev erdembûn ne qismetê her kesiye ku tê de karibin serwext bibin. Yan jî em bêjin ji xwe re nakin derd û xwe dispêrin deskeftiyên rehet. Mirovên ku xwediyê baweriyên mezinin, bi her jiyaneke erzan ku ji wan re tê pêşkêş kirin razî nabin. Jiyanên erzan û sivik tehna azadiya wan naşkîne. Lewra, bedêla wê canê wan jî be, azarê xwe bi xiroşma xweşikbûnê ditemijîne û feda dikin.
Dilgirtiyê lêgerên bi wate tenê bi tenê dikarin di oxira wê de pevçûnên giran bidine ber çav. Sosrete; qîmeta gotineke bi tenê ku navê wê azadiye, dihêle ku mirovek, jinek, şoreşgerek karibe pişta xwe di bin barê êşa mirovatiyeke ku koletiyeke kirêt bi destê deshilatdariyê layiqî wan tê dîtin rast bike. Gava ku îro ez li tabloya cîhana me ya ku înkara van hestên mezin dike û bêxem jiyan dike temaşe dikim, ev rastî birînan di dilê min de der dike. Lê ev jî heye ku, ji bo ku xeyalên bi hezaran jinên mîna Te bi cih bînin, rêya têkoşînê bi me hîn û hîn xurtir û wêrektir dike. Sedema pevçûnên me bi ast dike. Belkî jî ji mezinbûna van xeyalan ditirsin, ji bo wê ye pevçûnên wan jî li ser kiryarê erzan û biçûk dimeş e. Lê şoreşên ku me di raman, dil û hestên xwe de ava kirine wê bipijiqe her derekê û gemara li ser wan jî kom bûye paqij bike. Ma ev ne bes e ku em bêjin bila hezar carî azarê ku em bikişînin bi qurbana xweşikbûneke gerdûneke azad be!
Jiyana min her pevçûn bû…
Demeke dirêj bû ku van çend gotinan bala min kişandibû û ez ber bi lêkolîna xwe ve dikişandim. Kêm zêde her zarokekî vî welatî ku şervantiya doza azadiyê kiriye, li peyî xwe pevçûnên mezin hiştin e. Her jiyanek, her kesayetek wan, bi serpêhatiyên xwe jiyaneke dagirtî û tije li dû xwe hiştin e. Li gorî wateya têkoşîna wan her yekê/î bi rengekekî bandora xwe li ser kesayetiya min hiştiye. Heya wisa lê hatiye ku ji her pevçûneke wan pareke û parçeyek ji ya xwe li têkoşîna jiyana min zêde kirin e. Lê ez dikarim bêjim ku ti pevçûn, lêgerîn û vîn bi qasî ya we heval; dil, wijdan û hestên min bi vê kûrahiyê nelerizandiye. Ne tenê ev, çi qasî ez di pevçûnên xwe de kêm mame ew jî nîşanî min da. ‘Jiyana min her pevçûn bû’, ev gotin gotinê çîroka pirtûka şoreşgera jin SAKÎNE CANSIZ’IN.
Her ku ez li ser wateya gotina pevçûnê hizirî me, min ev pirs ji xwe kiriye. Gelo pevçûn diyardeyeke wisaye ku her û her di xwezaya mirov û jiyanê de heye, yan jî sedemên derve rê li ber hebûna vê diyardeyê vekiriye. Dibe ku herdu jî rastbin. Lê ya ku dihêle ev qasî ev pevçûn dijberiyê dibe asteke bê emanbûyinê çi ye? Gelo bersiva cudahiya raman û armancan tenê têrê dike ku mijar hîn zelaltir bibe? Ya ku ez dibêjim, ji ya te rastir e. Ya min bila bi ser ya te bikeve. Gelo peşbirka wê ye di alema mirovan de. Ya min û ya te bila dijber be jî, lê çima mafê danenasîna rastiyê di pevçûnê xwe de em nikarin rêbazê hîn mirovane bi kar bînin. Heya ku hegemoniya çavkor rastiyên xwe yê şaş biparêze wê heyina we dîlê ez ezîtiyê be, wê hestên wan jî hov bin û rêbazên wan jî barbar bimînin. Ji dîrokê û vir ve, ev çavsoriya ku bûye xefika cewherê mirovahiyê, li pevçûnên dozên manîdar ku xwe bi xemla azadiyê lawîn kirine diterpilin.
Sara ango Sakîna Cansiz, kesayeteke abidînî ku nasnameya wê li wan gelê ku ji dîrokê heya roja îro heyina jiyana xwe li ser pevçûnên di derbarê wekhevî, heskirin, rêzdayin, ked, û heqîqetê mezin bûye û xwe nas kiriye. Neheqî li ser kê bê kirin, bi rêgeza ku pê hatiye hînkirin wê li hemberî zilma wan bisekine û bi pevçûnên xwe li hemberî wan derkeve. Wateya hevoka Wê ku dibêje, ‘Jiyana min her pevçûn bû’, xwe dispêre dirêjiya nirxê dîrokeke wiha. Ev pevçûn ji rojên zarokatiyê bûye hevkarê jiyana Wê, di nava refê şoreşê de jî her çûye ev pevçûn bi mezinbûna armanc û lêgerînên Wê re li xwe zêde kiriye û pêre mezin bûye.
Li gorî şoreşgereke mîna Sakîne, li hemberî her şêwe paşverûtiyê wê pevçûnên xwe kêm neke. Ji bo vê yekê ye ku bi karektera Xwe ya çalak bi awayeke lez kariye asteke mezin qezenc bike û cihê Xwe di nava yekemîn şoreşgerên ku qedera jiyaneke azad di der barê neteweke mîna kurdan ku bi destê dagirkeran dixwestin ku navê wan ji rûpelên dîrokê bibin. Sakîne weke hemû hevrêyên xwe di wê ferqê de bû ku bi wê pevçûna Xwe ku jê veger nîne wê bibe çirûskek hêviyê ji hemû gelên herêmê, Rojhilata Navîn û cîhanê re.
Belê, şoreşgerên ku peymana azadiyê mor dikin hêviya pêşeroja mirovên bindestin. Hêvî nebza dilê sekiniye, hinasa mergên fetisiye, jiyana giyanê miriye. Hêvî yadîgariya xeyalên ku li asoyê dûr asê mane. Jina şoreşger û gerillaya welatê çiya Sara ji despêka jiyana xwe heya roja me ya îro bi kirinên xwe berxwedan û têkoşîna Xwe bûye navnîşana hêviya netewa kurd û dostên doza wan. Her wiha bûye pêşenga hevjiyan a azad ji bo jinan û civakeke bi wekheviyeke bi vîna jinê tovê wê ji nû ve reşandiyê û zîl daye.
Ji bo ku em jiyanê bi perçikê wê yê herî biçûk binasin, me ti carî qîma xwe bi rehetiyê neanî û me rêyên hesanî ne hilbijart. Jixwe ti zorahiyê jî nikarîbû pêşiya rêveçûyina nasîna wê bigire. Ya ku jiyanê bi me ew qasî bi nirx dike giraniya wê ye. Lê pevçûna Te, rêve çûna Te belkî ji tiştên nadirin ku mirovahiyê şahidiya wê kiriye. Li hemberî vê vîna Te, careke din dersa ku vîna mirov ti sînoran nas nake raxiste ber çavê me . Êdî dost û dijminên Te di ferqa rastiya Te de ne. Jixwe hevalên Te sozdarên rêça Te ne. Pevçûnên Te bi pevçûnên xwe re armanc kirine û ketine ser rêya doza Te de.
Ev gotin û hevokên minê qalind bi şermokî li dû hev xwe rêz dibin. Hestê min lal û bê çare ne. Ev jî rastiyeke ku xwe dispêre qusûrên min yên berê. Çima min kite bi kite Te fêm nekir? Çima min têra xwe, xwe di hemêza Te de germ nekir, du dil, deh dil, hezar dil di giyanekî de ranegirt? Çima gava ku tu di dilê min de bû, min Te zeft nekir, hişt ku ez îro li dûrahiyê de bi peyî Te bikevim. Çima, çima,çima… Hezkirinên ku li dûr dimînin hezkiriyên xwe germ nake. Heyrantiya ku wêrektî têrê neke ku em ji bin perda wê rizgar bibin mirov mezin nake. Pevçûnên kêm pêşiya qusûrê wiha vedike. Her îtîrafek ku mirov ji nefsa xwe re dike, tê wê wateyê ku mirov xwe ji pevçûnên mezin re amede dike. Ev jî îtîrafa min e.
Derengbe jî dîsa jî ez dixwazim xwe bi agirê zanebûn û nasîna We bişewitînim. Niha ez amedeme û li devê deriyê jiyana We didim. Ji bo gihiştina azadiyê jiyaneke bê qusûr, pevçûneke bê sekin, ji nasînê wêdetir naskirin ez jêre berendamim. Ji bo ku dil û ramanên mirovan bi ronahiyê ronk bibe tarîtiya di nava çar dîwarê zindanan yê tarî we bi ronahiya dilê xwe asoyên azadiyê didîtin. Ronahiya We li asoyê jiyana me jî dide. Di vê dozê de bi ronahiya We tolê ji hemû tarîtiyê ku mane hilênin û bi şewqa xeyalê we her derê biçirisînin.
Belkî dîrokê ji bîr kiriye ku rojekê di rûyê me de, di rûyê Te de bikene, lê ku wisa be jî em ê bi kirinên xwe wê bidine kenandin. Ji kenê wê jî xwençeya gula ji pêşe roja xwe re bipişkivînin. Rêya me ku ti carî me ji ya ku em dixwazin ava bikin nayê xwarê, wê bihêle ku dîrok ji xefika mêtînger rizgar bibe. Da ku di rêya xwe ya rast de biherike. Belkî hemû azarên ku em di roja xwe ya îroyîn de dikişînin, ji ber rabirdûya me ya berê ye. Ji rastiya jiyana ku heya roja me ya îro şopa wê maye dibizdin û heyina me ya îro jî naxwazin bibînin. Lê di nava herikîna şoreşê de ku hevala Sakîne yek ji avakerên wê yên despêkê bû ye, bi berxwedana xwe ya efsûnî di zindanê li hember faşîzma dewleta dagirker û heya jiyana xwe ya şoreşê ev dîrok wê bi destê xwediyê xwe êdî were neqişandin.
Her kes jiyana xwe bi awayekî xêz dike. Hinek bi awayekî rast bêyî ku li çep û rastê xwe meyze bikin, di ku re tên li wir bi dawî dikin jiyana xwe. Hinek jî fitloneka didine xwe û xwe ji bin barê jiyanê vedidizin. Û wateyê li heyina xwe nakin bar. Lê hene, yên ku hemû şaxê jiyanê bi kesayetiya xwe re dikine yek û bê tirs di labîrenta jiyanê de didine pêş xwe, zore, dirêje, lê xwesteka wan dihêle bê ku di rêya wê de wenda bibin bi serkeftî bigihîne rêya derketinê.
Şervana welatê çiya Sakîne Cansiz jî yek ji wan jina ye ku bi serkeftî rêyeke wiha daye ber xwe. Lewra, ew bûye Sakîneya herkesî û bûye Sakîneya me. Ji ber ku wê xwe derbas kiriye û rêya xwe bi dilê me hemûyan xistiye û tê re derbas bûye. Êşê me hemûya kişandiye. Tenê ji bo ku em karibin hîn kêmtir êşan bikşîn û hîn xweştir rêyan nas bikin. Lê nexwestiye ku ev di me de bê pevçûn çêbibe.