Pêvajoya Neolîtîkê û Di Mîtolojiyê De Jin

0Shares

Li Hemberî Metodên Hatine Rûpeşkirin Ê Serweriya Zilam, Sekna Jina Azad

Vegotinên mîtolojîk ên vê pêvajoyê û kolandinên arkeolojîk ên hatine kirin bi gelek daneyên ku hatine bidestxistin rîsta wê ya di hilberînê de, pergala baweriyê û tarzê jiyan û birêxistinkirina pêvajoya di eksene jin-dayîkê de radixîne ber çavan.

Komên destpêkê li korta Dîcle-Firat ku weke Mezopotamya jî tê zanîn pêk tê. Di vê pêvajoyê de pêkînek çendanî û wesfîniyê tê jiyîn. Şoreşekî civakî pêş dikeve. Di xebatên kolandinê ku di qadên wek Xerapreşkê, Çayonu, Çemê Kotêber, Nevala Çore û Çemê Xalan de hatiye kirin de, gelen nirx û berhemên neolîtîkê derketiye holê. Vana piranî cihên Kurdistanê ku weke Mezopotamya Jorîn jî tê zanîn e. Xerabreşê 7500 sal beriya pîramîdên Misrê hatiye çêkirin. Di dîrokê de weke Gulistana Bihiştê derbas dibe. Di 45 kevirên mezin yên derketine de rismê ajelên ku di wê heremê de jiyan dikin hatine çêkirin. Di tebletên Asuran de bi navê ‘Beth Eden’ ji vê şaristaniyê tê behskirin. Di tewratê de tê nivîsandin ku gulistana bihiştê li bakûrê Sûrî dikeve. Li kêleka Xerabreşkê deşta Harranê heye, Xerabreşkê jî di nav vê deştê de cih digre. Tê gotin ku Çayonu yê li Erxenî ye, gûndekî di serdema destpêkê yê şaristaniyê de hatiye avakirin. Bi çanda jiyana xwecihî re avakirina mal û çandinî-cotkarî destpê kiriye. Çandekî ku ji B.Z. 10.200 heyanî B.Z. 4200 berdewam kiriye heye. Malên ku li vê derê hatine çêkirin gilover û çar goşe ne. Binê wan bi keviran hatiye girtin, li derdorê vê qenal hatine çêkirin. Weke yekemîn navenda bazirganiyê tê zanîn.

Dîsa dîtina dendikê genimên ku beriya zayînê di sala 10500’an de hatine çandin, weke keşfa tovê destpêkê girîngiyekê mezin dihewîne. Di salê B.Z. 8000’î de di encama van hemu berheman de Şoreşa Neolîtîkê hatiye jiyîn, di encama vê de jî di navbera salên B.Z. 6000 û 4000’an de çanda Til-Xelef ava bûe. Ev çand li Rojavayê Kurdistanê, li Serêkaniyê derketiye holê. Di serdema çanda Til Xelef de, di civakên Arî de forma eşîrê pêş dikeve. Hirî rêstin, cil çêkirin û li xwekirin, bi destarê genim hêrandin, nan çêkirin û hwd di vê pêvajoyê de pêşketiye. Malên kerpîç tê çêkirin. Bivir û tevrik ji mis tê çêkirin. Çanda xwedawendiyê pêş dikeve. Di pêyv û hevokên ku di vê pêvajoyê de tê şixulandin de, pêyvên jin li pêş e. Jin bi rîsta xwe ya serke ya di jiyan, zayîn û hilberiyê de afirînerî û pîrozbûna xwe nîşan dide. Pîrozbahiyên di pergala baweriyê de, bersivên ku ji pêdiviyan re tê dayîn diyar dike. Pîrozbûna xwarinekî dibe ku veguhere totemekî ango pîvanê afirîneriyê dibe ku ji bo avabûna totemê bes be. Yê ku vêya diyar dike hestên dostanî, minnetdarî û şûkranê ye. Ji çînayetiyê re biyanî ne. Serdema ku ziman û çanda Arî vesaz dibe ye. Xwedawend Star e, ya ku ava dike ye, parazvan e û stêrka jiyanê ye.

Xwedawenda çiya Nînhursag yek ji nûnerên destpêkê ya serdema xwedawenda ye. Hêz û birêxistinbûna wê di lûtkeyan de ye. Di mîtolojiyê de tê xuyakirin ku ew gulistanek biçûk çêkiriye û giha çandiye. Enkî bi ketina vê gulistanê 8 gihayên cêda dixwe. Ji ber vê di 8 cihên wî de êş û nexweşî xwe nîşan dide. Nînhursag jî ji bo çareserkirina vê rewşê 8 xwedawend rê dike gel Enkî. Ev xwedawend nexweşiyên wî baş dikin. Heman demê Xwedawenda Jiyanê Nîntî ku ji ber perasiyên Enkî pir diêşîya rê kiribû, wî baş dike. Piştre ev çîroka paresiyê ji aliyê zilamê qurnaz ve tê berevajîkirin û veduguhere çîroka ku di şexsê Hewa de jin ji paresiyê Adem hatiye avakirin. Weke ku di vê mînakê de jî tê dîtinhemu berhemên ku bi destê jinê, bi aqil û keda wê hatiye avakirin û ji şîfayê re rê vekiriye; bi rêbazên dizî, qûrnazî û xespê weke tiştên aîdê zilan hatine berevajîkirin. Ev jî nîşan dide ku ger şaristanî berevaj3i were xwendin dê dîrok rast were fêmkirin.

Ger em bi kûrtasî behsa hîn taybetmendiyên bingehîn yên vê serdemê bikin em dikarin vana bêjin; civan jinê weke afirînerê erdê, parasvanê gûnd û bajaran, dayîka dar, av û kefê pênase dike. Jin di warê madî û manewî de pîroz tê dîtin û ji ber ku baweriya xwe didin vê pîrozbûnê navê xwedawenda didin her tiştê. Xwedawend bi tiştên ku ew afirandine û îcad kirina tên sembolîzekirin.

Di wan serdeman de gelek berhemên bi destê dayîk-jin hatiye pêşxistin, di civakên çînî û şaristanî yên ku piştre hatine avakirin de hema bêyî were guhartin bi kirina malê zilam hatine şixulandin. Ev him di sembolan de him di gelek torenên pîrozbahîyan de, cejnan de û di perestiyên ji xwedê re tê kirin de tê dîtin.

Taca xwedawenda weke hêyva nîv ango bi şiklê hêyva nû ye. Di salên dûv re tacên qral-xwedê jî wisa ye, ev ne lihevhatinekî ye. Rengê wan sor e. Him di reglê de him di kêliyê zayînê de bi wateya avakirina jiyanê sor pîroz hatiye dîtin. Piştre ji hêla aqilê zilam qurnaz ve rengê sor kirina malê şeytan; jinê weke şeytan dîtin û gunehbar dayîna nîşandan heman pêvajoyê pênase dike. Di nava sembolên xwedawendan de sêgoşe, masî, çav, asinê, hêyv, tav, dar, av, ax, genim, sêv, hêjîr û dara zeytûnê, şîr, pelê mêwê dîsa mar, piling û kund pîroz dihatin dîtin. Hîn ji van sembolan dişibandin laşê jinê. Mar weke hebûnekî pîroz dihat bidestgirtin, ji ber ku weke sembola tendûristî û şîfayê ango wek sembola zanistê dihat dîtin. Mar jî sembola zayîn, avakirin û sembolekî ku şîfayên başker dide bû. Di rastenheva ketina jinê, ketina wê û weke şeytan bilevkirina wê jî kete rojevê. Kund dosta jinê ye, her tim agahiyan ji xwedawend re tîne. Di roja me de jî weke bêoxirî tê dîtin. Buyeran beriya were jiyankirin dîtina kund û însanan hişyarkirina wê dibe sûcê wê yê yekane. Asinê hîna jî di civakan de li deriyê xwe didin û baweriya ku ewê bereketê bîne heye. Dara hêjîrê di serdema Yahudiyan de tê şewitandin; ji ber ku tehamulê mayîna tu sembola ku ji jinê re pîrozbahiyê etif dike nayê kirin. Dîsa qloçekî ku qulibiye ya ku sembola Xwedawenda Fenîke ya Astarte ye, di roja me de weke qloçê şeytan tê nîşandan. Astarte hatiye şeytankirin. Ew cilên sor li xwe dikir. Di roja me de tê gotin ku şeytan cilên sor li xwe dike û mirovan bi şehvetê ji rê derdixe.

Salên B.Z. 4000-2000 ku weke merheleya hevsengiya pêvajoya civaka xwezayî tê pênasekirin, pêvajoya avabûna hevsengiyên hêzê ya di navbera jin û zilam de pênase dike. Bi vê pêvajoyê re di rismên ku li ser keviran hatine çêkirin û heykelan de li kêleka jinê weke kûr, bira ango heskiriyê wê nîşandana zilam ev hevsengiya hatiye avakirin nîşan dide. Ev rewş li Mezopotamya Îştar-Dumuzî, li Misrê Îsîs-Osîrîs, li Yewnan Afrodît-Adornîs, li Libnanê Astarte-Bal e. Tê dîtin ku bi gotinê mîtolojîk di navbera jin û zilam de derbasbûna merheleya him şer û him jî têkoşînê tê jiyîn. Mirov dikare tecawuzkirina xwişka Îştat û wê şandina bin erd weke mînakê vê nîşan bide. Bi alîkariya Dumuzî, ji bin erdê derxistina Îştar a ji bo ji bin erdê xilaskirina xwişka xwe daketibû bin erdê, mirov dikar weke bûyerên nîşaneya hîna jî ji bûyîna xwedî hêz a jinê şîrove bike. 104 Me’yên ku Înanna di destê xwe de digre, weke parazvanê jiyanê hebûna wê ya nebe nabe destnîşan dike.
Pêvajoya ku ji B.Z. 3000 destpê dike û heyanî derketina Mûsa berdewam dike, Şikestina Yekemîn a Cinsî ya jinê dihewîne. Li dijî jiyana ku li derdora jinê şêwe digre êriş hatiye destpêkirin. Nasnameya jin bi êrişan re rû bi rû ye. Di vê pêvajoyê de destpêkirina tecawuzan jî bi vê êrişê ve girêdayî ye. Dîsa pevçûna di navbera Mardûk û Tîamatê şideta têkoşîna vê pêvajoyê destnîşan dike. Li gor mîtolojiyê Marduk ê kûrê Tîamat, ji nêwiyên Tîamat û xwedayên din re bi pêşkeşkirina hîn şertan di mijara kûştina Tîamatê de wana îkna dike. Di nav van şertan de, bi daxwazên weke hemu sifetên xwedayan girtina ser xwe, weke serekeyên xwedayan hatina dîtin, tayê qederê girtina destê xwe ku pêşkeş dike hewildanê sereke yê berfireh ku tifaqa zilam li hemberî jinê ketiye nav e. Lê Marduk ê ku bi taybetmendiyên 50 xwedayan li hemberî Tîamat şer dike, dîsa jî biser nakeve. Ji ber ku Tîamat pir bi hêz e. Marduk bi qûrnaziyan li hêzên taybet ên Tîamat dide. Yek ji tîran li mêjiyê wê, yek jê li zikê wê û yek ji tîran jî li dilê wê dide. Ango êriş dibe ser danehevên jin ê ku jinê dike jin. Marduk ê ku Tîamatê dikûje, bêyî tirsa xwe yê li hemberî jinê veşerê laşê wê hemu dike parçe û dawiya pêvajoyekî ji aliyê zilam ve bi encam dike.

Weşanên Akademiya Şehîd Zîlan-Zeynep Kinaci

Dê berdewam bike; ‘Beşa III: Hosteyê Destpêkê Yê Şerê Taybet: ‘ŞAMAN’’

Attachment