Pêşengên Sedeman Dîrokê Dinivisînin

0Shares

Weke tê zanîn di çarîka yekem a sedsala 21’an de, di pêşengiya gelê Kurd de tevahî gelên Rojhilata Navîn di pêvejoyek şoreşa zîhnî de ne. Bi serxistina şoreşa zîhniyetê ji bo herêma me zindîkirina hemû nirxên civakî yên vê erdnîgariya pîroz e. Bê guman şoreşa zîhnî di serî de pêwîste di kesayeta pêşeng de pêş bikeve. Mirovên pêşeng ew kesin ku di her pêvejoya dîrokê de, destpêkê di zîhin de xwe qezenckirine piştre jî bi gotin û kiryara rast civak jî bi xwe re xistine riya azadî yê. Di çanda herêma Rojhilata Navîn de weke Rêbertî di parêznameyên xwe de destnîşan dike têgîna mirovê kamîl heye. Ev têgin di çanda Rojhilata Navîn de cîhek xwe yê taybet heye. Mirovê kamîl, yanî mirovê bê qusûr e. Bê qusûrî li gor çanda herêmê tê wateya kesê ku gihiştiye mertebeya heqîqet ê. Heqîqeta ku tê behskirin ewe ku mirov gihiştibe asta bersivdayîna pirsên; ez kî me û çawa bijîm? Kesê ku ji xwe derketiye û bûye wijdan, mejî û dilê civak ê. Kesê ku beriya her tiştî nefsa xwe terbiye kiriye. Xwe ji nexweşiyên pergalê yên weke ferdiyet, madiyet û xwestekên şexsî xilas kiriye. Lê di heman demêde jî li hemberî jiyana rasteqîn û hemû kirêtiyên ku li ser têne ferzkirin ne bê helwest e. Bi qandî hizirandinê ewqas jî di gotin û kiryarê de zelal e. Bi taybetî jî çanda civaka Kurd ku xwe bi felsefeya Zerdûştî dide îfadekirin yekbûna bîr, gotin û kiryarê esas dibine. Tenê di gotin de mayîn ji bo hemû baweriyên Rojhilata Navîn weke tiştekî kirêt tê dîtin. Pîvana bingehîn ji bo kes civak bûyîne. Ferdeke ku di gotin û kiriyar de ne li gor pîvanên civakê be, ew weke teyisîna hêza tarî tê dîtin. Berovajî vê yekê jî kesê ku di gotin û kiryar de yek be, civakî be ew weke teyisîna rohnî ango nûra xwedayî tê dîtin. Şêwe û baweriyên ku bi jiyana civakî re ne têkildar be ew di herêma Rojhilata Navîn de bi bandor û mayin de nabin. Di heman demê de kesê ku di sekin û helwest de temsîla çanda civakê nake û li dijî xirabiyan têkoşîn nake, ew weke kesê pêşeng nayê qebûl kirin. Çawa ku di felsefeya Zerdûşt de tê gotin, ”mirov tenê tercîha başiyê bike têre nake ku bibe mirovê kamîl, ancex dema ku li dijî xirabî û kirêtiyê jî têkoşîn kir wê demê ew ferd dighe kamilbunê; yanî xwe naskiriye û nûra xwedayî di teysîne.”

Rêber Apo weke ferdê azad ê herêma Rojhilata Navîn di esasê civakbûyînê de, fikir û felsefeyek pêş xist. PKK weke hêza pêşeng a avakirina ferdê azad di Kurdistanê de pêşxist. Di pêşengiya Kurd ê azad de jî, pêşxistina ferdê azad ê Rojhilatî armanc kir. Bê guman li gor fikra Apogerî pîvana ferdê azad civak bûyîne.  Fikrê Apogerî ku xwe li ser rîşa çanda Rojhilata Navîn pêşxistiye, têgîna mirovê kamîl esas digre. Rêber Apo ev fikrê xwe derbasî jiyanê kir. Di rastiya jiyanê de bi hezaran car îsbat kir ku ev yek çiqas gengaz e. Ji ber vê yekê dema em behsa fikrê Apogerî dikin, di heman demê de em behsa rastiya sekna ferdê pêşeng dikin ku bi jiyana xwe bûye nimûna pêkanîna vî fikrî. Îdeolojiya PAJK û PKK’ê îfadeya jiyana kadroyê pêşeng a partiyê dikin. Weke nimûne em bêjin, hevalê Mazlûm Dogan bi hemû helwest û kiryarên xwe îdeolojîya partiyê îfade dikir. Lê helwest û kiryarên hevalê Mazlûm berî ku pêş bikevin di pirtûkan de nehatibûn nivîsandin. Ango helwesta hevalê Mazlûm bi xwe rastiya cewher û rihê hevalê Mazlûm îfade dike. Ev rih bûye nimûna kesayeta ku xwe bi xwe di afirîne û di ronahiya fikrê xwe de rastiya civakekî di afirîne. An jî hemû helwest û kiryarên hevala Sara ne pêkanînek tiştên nivîskîbû. Rihê berxwedan û sekna kadroyên pêşeng destpêkê di pratîka jiyanî de pêkhat, piştre bû nivîs. Yek rastiya ku ferqa me li gel tevgerên din datîne holê ev e. Tişteke ku nirxê wê yê pêkanînê nebe, nirxê wê ya gotinê jî nîne. Li gorî xeta Rêber APO, tiştek Heta nebe pêkanîn ew tenê teoriye, lê dema gengazbûna pêkanîna wê îsbatbû ew dibe baweriyek îdeolojîk û sekneke nimûne ji bo civakan.

Di rastiya kadroyên pêşeng ên PAJK û PKK’ê de, em dibînin ku pêşengî sekna serdemên herî zehmet e. Di demên awerte de pêşengên rasteqîn derdikevin holê. Di demên asayî de herkes dikare xwe weke pêşeng li qelem bide, lê di rastiyê de herkes nikare bibe pêşeng. Di serdemên asayî de jî pêwîstiya civakan bi pêşengên awerte nîne. Tevî rewşa asayîbûnê kesên ku zêde xwe derdixînin pêş ne pêşengên gel ê rasteqînin, hîn zêdetir ew kesên ku di bin navê pêşengiyê de dixwezin nirxên civakê dagir bikin e. Ji bo wê dema pêwîstiya civakê bi pêşengan çêbû, wê demê civak bi xwe bi şêweyek xwezayî pêşengên xwe di afrînîn. Dema pêwîstî hebe, wê demê pêşeng derdikevin. Her çendî mirov tam nikare navekî li vê têkiliyê bike, lê tiştek wisa ya bi wize-enerjiya xwezayî pêş dikeve. Civak pêwîstiya xwe bi pêşengan dibîne û di dema wê de pêşeng bersivê didin vê pêwîstiyê. Bê guman ev yek nayê pilankirin, lê di dema wê de tê jiyankirin. Ji bo wê di her serdemek dîrokî de li gor pêwîstiyan kesayetên pêşeng derketin pêş û ji bo pêwîstiya civakan bûne bersiv. Di rastiya PKK’ê de ev rastî bê nîqaşe. Ji xwe di dîroka tevgera me de nimûneyên vê yekê bê hijmarin.

Weke tê zanîn ev serdema ku em têdene, di dîroka mirovahiyê de serdema herî zehmet e. Civaka mirov ji her demekî zêdetir pêwîstiya xwe bi pêşengan heye. Bi taybet herêma Rojhilata Navîn bi şêwayek lezgîn pêwîstiya xwe bi pêşengiya şoreşgerî heye. Tam jî di demek bi vî şêweyî de PAJK û PKK erkên pêşengiyê girtine ser milê xwe. Pêşengiya tevgera me di serî de zihnê civakên Rojhilata Navîn ronî dike, ji bo pêşerojek azad hêvî û bawerî dide. PKK û PAJK, di jiyana pratîkî de jî îsbatkirine ku, tişta tê gotin tenê ne hêviyeke, ew rastiyeke hatiye ceribandin. Li ser vî bingehî gelên herêmê pêşawaziya pêşengiya partiya me dikin.

Warşîn Azadî

Attachment