Mijarekî din a ku çanda desthilatdariya zilam ihmal dike jî helwesta wî ya nebîrewer û neberpirs a li hember zarok û extiyaran e. Wana daxistine asta jinên duyem û seyem. Li hember zarokan cihanekî zalim û bêhest hatiye spartin. Sîstema desthilatdariya zilam derûnî û cihana wan qet naxe hesabê. Kesayet û cihana xwe ya ji nirxên wekhevî û azadî dûr, ji xeyalên hêja re tim di nava xiyanetê de ye wekî heye dixwazin di mêjî û zîhnê zarokan de bi cih bikin; şev û roj li ser vî esasî erîş dike û ji vî êşê nabihîze. Nêzîkatiya li hember zarokan ji yê tê bawerkirin wêdetir tijî şaşitî û xeterî dihewîne. Ev rastî ji malbatê heta dibistanê, ji kolanê heta cihên lîstokê serwer e û bi sazî bûye. Cihana zarokan kirine qabûs.
Mafên zarokan jî mijarekî gellekî girîng e ku mirov nikare ji dayîk, bav û dewletê re bihêle; ev her roja derbas dibe zêdetir derdikeve holê. Di nava hemû çêlikên lawiran de ya ku herî zehmetî pêş dikeve zarokê mirovan e; nêzîkatiyekî pir taybet û zanistî jêre pêwist dike. Nîzama ku xwe dispêre desthilatdariya zilamê wehş; ji kole, jin û kedkaran şûnve herî zêde zarokan mahf kiri ye. Nîzama zilaman qasî ku zarokan qet nasnekin kor, bê wîjdan û zalim e. Di demên destpêke ya civaka çînayetî de zarokan ji bo xwedayan dihatin gorî kirin. Belkû a niha bi fizîkî qurban nakin lê qurbankirina manewî bê ku ji leza xwe tiştek winda bike, berdewam dike. Jina ku derûniya zarokan li gorî zilaman baştir nasdikin jî ji ber kêm zanistî û bê derfetiyê nikare rola xwe ya dayîktî baş bileyîze. Rêbazên dewletê ya ji jor ve emîr dike jî ji xwe ji bo cihana zarokan pir xerîb e. Ev di çarçoveya pir giştî de jî baş nîşan dide ku mafên zarokan divê li gorî nîzamekî baş bêne tanzîm kirin. Di serî de perwerde, tendûristî û lîstok, danezanekî mafên zarokan a ku dilovaniya dayîk û aşitiyê esas digre wekî erkekî nayê taloqkirin li pêşiyê we de ye.
Perwerde, amûre herî girîng a netewîkirina modernîteyê ye. Lê Kurdan hê di merhaleya bexçeya zarokan de, di pergalên perwerdehiyê ya netewên serdest de ji nasnameyên xwe yên dîrokî û civakî tên qutkirin. Amûra civakîbûyînê ya ku jê re dibêjin perwerde, ji aliyê nasnameya Kurdan ve dizivire amûrekî ku ji nasnameya xwe ya cewherî qut kirin û dihêle ku kesayet dev jê civakîbûna xwe berde. Perwerdeya bi zimanê dayîkê di gellek perçeyan de qedexekirî ye, zimanên netewên serdest di dewsa zimanê dayîk de tê bi cih kirin; zimane dayîkê ne wekî amûrekî civakîbûyinê pêş dixe, dizivire haceta reva ji civakîbûyînê. Kurdinî wekî zîhniyetekî çandî, di dewsa pêşxistina zanebûna nasnameyê de rol bileyize, dibe nîşaneya teslîmbûna ji çandên netewên serdest re.
Tiştê herî girîng, çand û ziman e; çand û ziman şerefa gelekî ye. Ger hûn çand û ziman jê bistînin civakekî ji mirovên bê şeref bimîne. Ev qirkirin e. Qirkirina çandî, qirkirina ziman, qirkirina siyasî, qirkirina aborî, qirkirina xwezayê tev di nava vî de ne. Her cure qirkirin tê kirin. Civakekî, gelekî ku bi zimanê xwe nikaribe binivîse û zimanê xwe nikaribe bi kar bîne hêjayî hemû xirabiyan e!
Tiştekî ku ez esas digrim ev e; her tişt bila ya te be lê bila azadiya min jî hebe. Azadiya min a mirovî û qada min a jiyanê jî hebe. Ger ev nebe nabe. Dema zarokekî tê dinê zimanê dayîka wê/î heye, wê zimanî bi kar tîne, divê tu qada bikaranîna wê zimanî çêbike. Mirovan, zarokên xwe bi çand û zimanê xwe nikarin mezin bikin. Malbat û zarokên we yên tevahî heye. Zarokên xwe nikarin bi çanda xwe, bi zimanê xwe mezin bikin. Ev tiştekî pir erjeng û nêzîkatiyekî naye qebûl kirin e… Tişta em dixwazin bi zimanê xwe, bi çandê xwe ve mezinkirina zarokan e. Min berê jî têkoşîna xwe ya di zarokatî de bi dayîka xwe re meşandi bû behs kiri bû. Hûn jî divê zarokên xwe bi ziman û çanda xwe mezin bikin. Ger bi vî şiklî mezin nekin ew zarok ne ya we be. Ji ber ku ew êdî zaroka çandekî din e. Ez nabêjim bila fêrî çandên din nebe lê divê berêpêşî fêrî çanda xwe bibin.
Lêgerînekî min a ku ji zarokatî ve tê heye. Qet ji bîr nakim; ez bin kepir de bûm. Min mirişk û çelikên wê nîşanî dayîka xwe kir û got “Tu dibînî, mirişk jî bi çelikên xwe re bi zimanê xwe dipeyivî, bi zimanê xwe gazî wan dike. Tu çima min qasî mirişkekî jî nikarî biparêze? Tu bi zaroka xwe re zimanê xwe neaxive, çanda xwe fêr nake.” Di wan deman de, dibistanê de min Tirkî nedizanî, di vî alî de gellek zorî dikişand. Dibînin, hîn di wan deman de jî nakokiyên me hebû. Û raperîna me ya destpêke, serhildana me ya destpêke bi vî awayî bû. Ji xwe hîn piştre me vî raperînê pêş xist û heta roja îro jî anî. Veya gihand bingehekî felsefî û zanistî. Feraseta min a demokrasiyê di esas de naveroka min a kesayetî ye. Meşa ku min ji zarokatî dabû destpêkirin min gihand projeyekî.
Têkoşîna min û kesayeta min a ji wê rojê heta niha pêşxistiyê nîşan dide ku ez şopdarekî pirr zîrek a xeyalên xwe me û ev şewazekî baş e. Kesayetên ku ji xeyalên xwe ya zaroktî re xiyanet nekirinê, kesayetên bi hêz in. Hinek ji wan dibin mirovên zanistiyê, hinek ji wan dibin mirovên çalakî û şoreşê û hinek ji wan jî dibin hûnermend. Kî xeyalên xwe ya zaroktî wekî rastî ye jiyan bike, ewqas dibin kesayetên mezin. Bi rihetî dikarim bibêjim ku xiyanet nekirina min a ji zarokatiya xwe re min biriyê mîlîtaniyekî şoreşger a dorfireh. Dev jê neberdana xeyal, azwerî û xwestekên xwe ya wê demî, gav bi gav bi dest xistina hêza pêkanîna wê jî bi xwe re tîne. Bi dest xistina xeyalên zaroktî encax bi şoreşê re gengaz e. Şoreş jî amûra herî bingehin a xwe gihandina xeyalên zarokatiyê ye. Lewma şewaza jiyana şoreşgerî, şewaza jiyana zarokiyê ye.
Her Jinekî Bila Bîst, Sîh Zarok Perwerde Bike
Hûn zarokekî welatparêz a bi tenê jî dikarin mezin bikin an na? Hûn tenê yek zarokekî jî dikarin di zimanê dayîk de mezin bikin an na? Te tûne dihesibînin, ziman û çanda te tûne ye. Çi tiştekî te tûne ye. Lê dizanin zarok çêbikin! Behsa evîn û hezkirinê dikin! Lê nikarin ji zarokekî xwe ya bi tenê re jî zimanê dayîkê fêr bikin, tenê yek zarokekî xwe jî nikarin baş mezin bikin. Divê ji keçên xwe re, ji zarokên xwe re perwerdeyên xwe bidin, ji bo vî cihên perwerdehiyê vebikin. Divê xwedî li zarokên xwe derkevin. Li Kurdistanê bi hezaran zarok bi reya rawdayan ji dayîkên wan tên qutkirin, ji Kurdî tên dûrxistin, bi vî şiklî Kurdî tê tûnekirin. Perwerde nedîtina zarokan a bi zimanê dayîkê, qirkirinekî çandî ye. Ger dayîk nekaribin zarokên xwe fêrî zimanê xwe bikin, ev tiştekî erjeng e. Zarokekî ku nikaribe zimanê xwe ya dayîkî fêr bibe nikare ji dayîka xwe hez bike, rêzê jê re bigre. Di navbera dayîk û zarok de xeribbûn yê bê jiyan kirin. Ez vê înkara mafê herî bingehin protesto dikim. Ev qirkirin e, gellek rehendên vê qirkirinê heye. Qirkirina çandî, qirkirina ziman, qirkirina siyasî, qirkirina aborî, qirkirina xwezayê; tev di nava vî de ye. Ne şaş bim xalên 67 û 68’emîn Netewên Yekbûyî (NY) behsa vî qirkirinê dike. Qedexe kirina zimanê dayîkê, di bin zextê de hiştina wê, bi serbestî nekaranîna wê wekî qirkirina çandî tê pênasekirin. Di Hevpeymanên Ewropa de ku Tirkiyê jî alîkê van e, van mafan dixin di bin ewlehiyê de. Di vî çarçoveyê de divê mijarê bibin Netewên Yekbûyî û di vî mijarê de divê xebat bêne meşandin. NY jî divê mafên gelên me biparêze.
Her jinekî bila bîst, sîh zarok perwerde bike. Ne hewce ye îlla zaroka wan jî be, hemû zarok zarokên me ne. Sosyalîzm, demokrasî ev e. Civaka kapîtalîzma wehş vana tev mehf kiriye. Ev tiştê herî rast e. Divê ji hev û dû re bibin alîkar. Tevgera demokratîk a jinê, tevgera aşîtiyê ye. Zarok ji nava vî derdikevin. Divê xwedî li zarokan re, li îxtiyaran, li bê kesan derkevin. Keç, dayîk û zarokên li holê dimînin hene, divê xwedî li van derkevin. Divê ji wan re perwerdeya zimanê dayîkê bêne dayîn. Li hember zarokan berpirsiyariyekî mutlaq pêwîst e. Ez li hemberî zarokan bi awayekî awarte berpirs nêz dibim. Çima zarok tînin dinyayê? Wê çaxê divê baş li wan meyzînin. Ez li vir bang li jinan dikim; ger zaroka bê dinyayê azad mezin nekim, nekarim navekî Kurdî jî li wê/î bikim, ezê çi ji vî zarokî bikim? Ev qirkirinekî çandî ye. Hawirdora Kurdan hatiye pêçan. Gelekî ku van rewşan tev erê bike, bertekekî demokratîk jî nede bila here xwe biaveve avê.
Rexneyên ku derbarê zarokan de li dayîkan dikim divê baş bêne fêhmkirin. Ji ber ku ji zarokan gellekî hez dikim van rexneyan dikim. Malbatên nikaribin keçikên xwe perwerde bikin û ji ber dibistanên nîzamên serdest a rewşa wan tê zanîn, zarokên keçik û jin dikarin li Parkên Çanda Jina Azad perwerde bibin, hilberînin û di beşên xizmetê de cîh bigirin. Parkên behsa wan tê kirin, dikarin rola perestgehên hemdem bilîzin. Ji bo perwerde û pêşketina zarokên keç dikarin cihên taybet vebikin. Divê bikaribin zarokên keç ên xîzanan perwerde bikin. Mezinkirina zarokên keç girîng e. Zarokên keç tenê malbatên wan nikarin wan mezin bikin. Van mezin bikin… Zêhniyetekî ku dikare zarokan bikuje pir xeter e. Di civakekî de ger jin rastî qirkirina çandî tê, ew civak xilas bûyî ye, tiştek ji wê civakê dernakeve. Dîsa ger di civakekî de dest avetina zarokên keç hebe û bi sedan mirov tevlî vê bûyerê bibe, ew civak xilas bûyî ye. Va her roj di rojnameyan de dinivîsin ku komên çeteyan zarokan ji Amedê direvînin û tînin Stenbolê. Sibê evan tev yê bibin çete; van zarok yê sibê bibin çeteyên faşîst. Diyanet zarokên 7 salî re hewldide Quranê bide jiber kirin. Dema bû rojev bertek ava bûn, paş da gav avetin. Tu ger hewlbide ji zarokekî 7 salî re tiştekî ku fêhmnake bide jiberkirin mêjiyê wan felç dibin. Zarok jî be, tenê yek kesekî jî divê bê rêxistin nemîne.
Weqfa jina azad tenê ne ya Kurdan, Tirk, Kurd, Ewropa û divê bibe cihê hemû jinên dinyayê. Van cihan pêwîst e wekî Akademiya Azadiyê binirxînin. Wekî dibistana azadiyê bikar bînin. Destê zilamên qirêj, destê jinên qirêj divê nekeve li van deran. Wê nûnertiya xeta dîroka 10 hezar salî bikin. Hin zarokên, zarokên sêvî ku min gellekî ji wan hezdikir hebûn. Dîsa li Tirkiyê û Îranê, zarokên ku xwe şewitandin hebûn. Zarokên dixwendin hebûn. Hîn dixwînin? Dikarin bigrin û bidin xwendin. Ji bo zarokên kolanan dibistanên xwendinê ava bikin; qampanyayên xwendinê bidin destpêkirin. Bi komên 40, 50 kesî de, bê ku cudatiya keç û xortan bikin van zarokan bigrin û perwerde bikin. Dibistan, ji bo aşitî û jiyana nû divê bibe cihên perwerdehiyê, ji bo dayîkan jî divê bibe cihê perwerdehiyê. Wekî dibistanekî; dibistanekî ku ziman û dîroka Kurdî fêr dike. Projeya jiyana azad li vir bixin meriyetê. Weqif ji bo zarokan divê bibe dibistanekî jiyanê ya nû. Azadbûna jinan, azadbûna zarokên keç e. Ger jin azad bibe yê ev tev pêş bikevin û azad bibe.
Pêşniyara min e, xurfên xwendina Kurdî di her gundekî de, di her taxekî de vebikin. Alfabeya Kurdî fêrî bikin. Guncav be her kes divê zimanê dayîkê fêrî zarokên xwe bikin. Perwerdeya zimanê dayîkê dikare bê pêkanîn. Ma a niha nikarin di taxan de dibistanên ku perwerdeya Kurdî didin vebikin? Di her taxê de çend malbat qey nikarin werin li cem hevûdû û ji zarokên xwe re nikarin perwerdeya Kurdî bidin? Ma ewqas jî ji polîtîka fêhmnakin? Ger ezê zimanê xwe ya dayîkê nikaribim biaxivim, zarokên min zimanê xwe ya dayîkê ger nikaribin fêr bibin çi wateya jiyana min dimîne? Xwe û zarokên xwe perwerde bikin.
Cîhanekî xweser a zarokan ku divê tu cara lê neyê xiyanet kirin, tim rêzê jê re bê girtin û pêwîstiyên wê bê bi cih anîn heye. Xiyanet kirina ji vî cihanê re, ji civakê re nirx daye wundakirin. Em sosyalîst in, bi mûlkiyeta li ser jinê, zarokê û xwezayê re ne mûmkûn e ku em têkilî deynin. Ji zarokan re, ji hemûyan re vêya dibêjim: Min dixwest bibim yek ji wan. Bûme ewqas salî lê wekî zarokan im. Hezkirinên min a mezin bigîhinin wan. Hem ji bo jinan hem jî ji bo zarokan, ji bo gelê me wekî kesayetekî azad mayinê onurekî mezin dihesibînim. Di şêst saliya xwe de jî wekî zarokekî bimînim. Min ji bo zarokan, ji bo gel, ji bo we jiyan kir.
Rêber Apo