Perê jîne

0Shares

Belê…

Tû,  bi xêr hatî

Barê te girane,  kenê te yê zaroka ye

Erêêê…

pere jîne

Tûyî çengê jiyanê

Hinek tîrêjên tavê bigire

Bireşine,

Li ser rûkê zaroken  welatê  min

Qelşên  lingên wan bibîne

Şewata dilên wan seh bike

Li ser rûkê xwe

Binivîsîne hesreta jiyanê

Baz bide deştan,

Binêre nav kevr û zinaran

Dakeve nav şikefta

ne tirse,

Çavên zarokan binêre

Bixwîne êşa bê evîniyê

Erêêê..

 tûyî çengê jînê Pere jîn

neynika  xwe de bibîne

Mirina zindî

Dilê  zarokan de seh bike

Pir bûna xwe

Kirasê  min binêre

Çend caran hatiye firotin

Çavên min binêre

Te kenê min kengî wendakir ?  

Pore min kengî firot ?

Ne tırse

Li çavên min binêre

Rûbar  tê de na herikin

Rûyê  te bi xefka evînê

Binêre ez bê te

çawa çav kor û dil şewatim