Belê…
Tû, bi xêr hatî
Barê te girane, kenê te yê zaroka ye
Erêêê…
pere jîne
Tûyî çengê jiyanê
Hinek tîrêjên tavê bigire
Bireşine,
Li ser rûkê zaroken welatê min
Qelşên lingên wan bibîne
Şewata dilên wan seh bike
Li ser rûkê xwe
Binivîsîne hesreta jiyanê
Baz bide deştan,
Binêre nav kevr û zinaran
Dakeve nav şikefta
ne tirse,
Çavên zarokan binêre
Bixwîne êşa bê evîniyê
Erêêê..
tûyî çengê jînê Pere jîn
neynika xwe de bibîne
Mirina zindî
Dilê zarokan de seh bike
Pir bûna xwe
Kirasê min binêre
Çend caran hatiye firotin
Çavên min binêre
Te kenê min kengî wendakir ?
Pore min kengî firot ?
Ne tırse
Li çavên min binêre
Rûbar tê de na herikin
Rûyê te bi xefka evînê
Binêre ez bê te
çawa çav kor û dil şewatim