Îsal jî tevahî cîhan bûye yek û di pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de bi israr e. Bi meşên girseyî, daxwuyanî, mitîng û bangawaziyan ji çar aliyê cîhanê xwedî li Rêber Apo tê derketin û daxwaza azadiya fizîkî tê kirin. Piraniya van çalakiyan bi pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareseriya Siyasî’ re pêşdikevin. Pêngav îro kete sala xwe ya dûyem.
Saleke pêngava cîhanî ya ‘Ji Abdullah Ocalan Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareseriya Siyasî’ bi hemû lez û beza xwe berdewam dike. Ew pêngava dîrokî îro kete sala xwe ya dûyemîn. Bi pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareseriya Siyasî’ re li seranserê cîhanê bi hezaran çalakvan, azadîxwaz û enternasyonalîstan jî bi lidarxistina çalakiyên cûr bi cûr daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berzkirin, daxwaza teqez dawî li tecrîdê anînê bilêv kirin.
Ji destpêka komploya navnetewî ya 9’ê Cotmeha 1998’an destpêkirî heya îro bê sekin û bê rawestan gelê Kurd û dostên xwe li hemberî tecrîd, neheqî û bêedaletiya tê jiyîn di nava tevger û çalakiyan de bûn. Par ev kar û xebat bi saya xebatên Komîteya Ji Abdullah Ocalan re Azadî bi pêngavekî berfirehtir hate xurt kirin. Komîteyê par li tevahiya Kurdistan, Ewropa û cîhanê bi rast hatina salvegera Komploya Navneteweyî Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareseriya Siyasî’ ragihandibû.
Rojek piştî ragihandina pêngavê, roja 10’ê Cotmehê li 74 bajarên cîhanê ku yek ji wan jî bajarê Strasbourg yê Fransayê bû ku lê Konseya Ewropa, Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê (DMME) lê ye bi lidarxistina daxuyaniyên çapemeniyê pêngav hate destpêkirin. Ji wê dîrokê heya niha gelek çalakiyên xurt bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li çar aliyê cîhanê hatin pêkanîn.
Yêk ji wan çalakiyên bi bandor îlana ‘Roja Xwendina Pirtûkên Rêber Apo’ bu ku li 160 navendên bavarên mezin yên cîhanê bi beşdarbûna komên demokrat, enternasyonalan hate pêkanîn. Ev xebat bû naskirin û famkirina felsefe û projeyên Rêber Apo di raya navnetewî de rolekî girîng leyîstiye.
Xebatekî din ku wek kampanya û bi berfirehî pêşket, şandina kertan ji Rêber Apo re bû. Ev xebat meha Sibatê îsal li çend bajarên Ewropayê bi şandina 100 hezar kertan hate destpêkirin.
Xebatekî din ya girîng konferansa ku di meha Sibatê de li Parlamentoya Ewropayê de pêkhatî bû. Li wir Kurdên Bakurê Kurdistanê û hemwelatiyên Tirkiyeyê yên li Ewropayê dijîn bi hevre wê konferansê lidarxistin. Di konferansê de teqezî li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin û hate binxêzkirin ku tişta ku Tirkiye li Îmraliyê û girtigehên din dike binpêkirina Peymanameya Yekîtiya Ewropayê û Netewên Yekbûyî ye.
Meş û mîtîngên girseyî
Çalakiyên girseyî bi beşdariya hêjmarên girseyî yên enternasyonal û dostan pêk hatin. Yêk ji wan wek Meşa Dirêj ya Navnetewî ku di 22’yê Çileya par li Parîsê û di 11’yê Sibatê de li Baselê, her wisa Meşa Azadiyê di 9’ê Sibatê de di Manheimê re pêkhatibûn. Çalakvan 15’yê Sibatê gihêştibûn bajarê Strasbourg yê Fransayê.
Çalakiyek din ya girseyî û bi bandor 17’yê Sibata îsal li bajarê Kolnê yê Almanyayê bi meşek girseyî destpêkir û bi mîtîngekê hate biencam kirin. Bi sedhezaran Kurd û dostên xwe ji welatên Ewropa û cîhanê tevlî mîtînga mezin ya Kolnê bûbûn, piştgiriya xwe ji têkoşîna azadiya gelê Kurd re nîşan dan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.
Di 1’ê Gulana îsal de vêcar Qonaxa 2’yemîn ya pêngavê hate ragihandin. Heman demî biryar hate dayîn ku navenda çalakiyan bibin ber avahiya CPT û navendên cîhanî.
Di heman mehê de Sendîkaya Piştevaniya Navnetewî ya Rêveberiya Xweser ya Valencia ya Spanyayê piştgiriya xwe ji Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareseriya Siyasî’ nîşan da, her wiha bang li rêxistinên din yên Ewropayê kir ku li dijî tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê û êrişên dewleta Tirk yên li dijî gelê Kurd û Kurdistanê gavên pêwîst bavêjin.
Ji 69 xelatgirên Nobelê bang
Di nav gelan, civakan de kesên pêşeng, zanyar, nivîskar, ilmdar hene ku ji bo gelên xwe jî hêza moral, motîvasyon û rênîşandanê ne. Di nav van şexsiyetan de kesên xwediyê xelatgirên Nobelê jî tên ku bi berhem û kedên xwe di hemû beşên lêkolîn û berhemdayînê de serkeftî ne. Ji xelatgirên Nobelê 69 şexsiyetên navdar gavekî dîrokî avêtin û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo xwestin. Ev pêngava xelatgirên Nobelê îsal meha Tîrmehê pêşket. 69 xelatgirên Nobelê têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo name ji Komîteya Wezîran ya Konseya Ewropa, DMME, CPT û Komîteya Mafên Mirovan ya NY’ê re şandin. Di nameyên xwe de bang li wan kirin ku demildest erkê xwe bînin cih. Bi vê boneyê em dixwazin cardin navên xelatgirên Nobelê yên li fikir û ramanê Rêber Apo û doza me ya mafdar xwedî lê derketin û bandorekî mezin li raya giştî ya cîhanê jî xist binasin;
Jody Williams, Xelata Aştiyê ya Nobel (1997)
Peter Agre, Kimya, DYE, 2003
Thomas R. Cech, Kimya, DYE, 1989
Martin Chalfie, Kimya, DYE, 2008
Aaron Ciechanover, Kimya, İsrail, 2004
Johann Deisenhofer, Kimya, Almanya, 1988
Gerhard Ertl, Kimya, Almanya, 2007
Joachim Frank, Kimya, DYE/Almanya, 2017
Walter Gilbert, Kimya, DYE, 1980
Alan Heeger, Kimya, DYE, 2000
Richard Henderson, Kimya, Qraliyeta Yekgirtî, 2017
Robert Huber, Kimya, Almanya, 1988
Martin Karplus, Kimya, DYE, 2013
Roger D. Kornberg, Kimya, DYE, 2006
Yuan T. Lee, Kimya, Japonya, 1986
Michael Levitt, Kimya, DYE/İsrail/Qraliyeta Yekgirtî, 2013
Hartmut Michel, Kimya, Almanya, 1988
Paul L. Modrich, Kimya, DYE, 2015
John C. Polanyi, Kimya, Kanada, 1986
Jean-Pierre Sauvage, Kimya, Fransa, 2016
Richard R. Schrock, Kimya, DYE, 2005
Sir James Fraser Stoddart, Kimya, DYE/ Qraliyeta Yekgirtî, 2016
Arieh Warshel, Kimya, İsrail, 2013
Sir Oliver Hart, Ekonomi, DYE/ Qraliyeta Yekgirtî, 2016
Finn E. Kydland, Ekonomi, Norveç, 2004
Eric S. Maskin, Ekonomi, DYE, 2007
Edmund S. Phelps, Ekonomi, DYE, 2006
M. Coetzee, Edebiyat, Efrîqaya Başûr, 2003
Elfriede Jelinek, Edebiyat, Avusturya, 2004
Herta Müller, Edebiyat, Almanya, 2009
Orhan Pamuk, Edebiyat, Tirkiye, 2006
Wole Soyinka, Edebiyat, Nijerya, 1986
Harvey J. Alter, Tıp, DYE, 2020
Andrew Z. Fire, Tıp, DYE, 2006
Robert Horvitz, Tıp, DYE, 2002
Tim Hunt, Tıp, Qraliyeta Yekgirtî, 2001
Louis J. Ignarro, Tıp, DYE, 1998
Barry J. Marshall, Tıp, Avustralya, 2005
Ardem Patapoutian, Tıp, Lubnan/DYE, 2021
Sir Peter J. Ratcliffe, Tıp, Qraliyeta Yekgirtî, 2019
Charles M. Rice, Tıp, DYE, 2020
Sir Richard J. Roberts, Tıp, DYE/ Qraliyeta Yekgirtî, 1993
Michael Rosbash, Tıp, DYE, 2017
Gregg L. Semenza, Tıp, DYE, 2019
Jack W. Szostak, Tıp, Qraliyeta Yekgirtî /DYE, 2009
Mairead Corrigan-Maguire, Aştî, İrlanda, 1976
Shirin Ebadi, Aştî, DYE, 2003
Adolfo Perez Esquivel, Aştî, Arjantin, 1980
Dmitry Muratov, Aştî, Rusya, 2021
Oscar Arias Sanchez, Aştî, Kosta Rika, 1987
Kailash Satyarthi, Aştî, Hindistan, 2014
Rigoberta Menchu Tum, Aştî, Guatemala, 1992
Jody Williams, Aştî, DYE, 1997
Barry Clark Barish, Fizik, DYE, 2017
Georg Bednorz, Fizik, Almanya, 1987
Steven Chu, Fizik, DYE, 1997
Albert Fert, Fizik, Fransa, 2007
Sheldon Glashow, Fizik, DYE, 1979
David J. Gross, Fizik, DYE, 2004
Serge Haroche, Fizik, Fransa, 2012
Gerardus ‘t Hooft, Fizik, Hollanda, 1999
Takaaki Kajita, Fizik, Japonya, 2015
Ferenc Krausz, Fizik, Avusturya, 2023
John C. Mather, Fizik, DYE, 2006
Michel Mayor, Fizik, İsviçre, 2019
Konstantin Novoselov, Fizik, Birleşik Krallık, 2010
Giorgio Parisi, Fizik, İtalya, 2021
Roger Penrose, Fizik, Birleşik Krallık, 2020
Robert Woodrow Wilson, Fizik, DYE, 1978
David J. Wineland, Fizik, DYE, 2012.
Piştgiriya pêngavê ya li welatên Ereban
Bêgûman ne tinê Rojava heman demî Rojhilata Navîn jî di mijara xwedî derketina Rêber Apo bi awayek çalak rolê xwe leyîst û piştgiriya pêngavê kirin. Em li vir behsa gelê xwe nakin, behsa gelê Ereb yê ku bi 23 welatan ji hev hatî berbelavkirin dikin.
Di roja ragihandina pêngavê de, par roja 10’ê Cotmehê li welatên Erebî jî piştgiriyeke berfireh û bihêz ji pêngavê re derkete holê. 100 kesayetên akademîsyen, rewşenbîr, hunermend û siyasetmedar yên Sûriyê, Misir, Lîbya ragihandin ku ew jî tevlî pêngavê cîhanî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dibin. Her wisa teqezî bi wê yekê kirin ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo wê aştî û çareserî pêk were.
Di roja 31’ê Kanûna 2023’yan de jî hezar û 25 parêzerên Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyeke hevpar piştgiriya xwe ya ji pêngavê re nîşan dabûn. Her wiha îmzeyên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo avêtibûn ji Efûya Navnetewî, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya parêzên Rêber Apo re şandibûn.
Di 12’yê Cotmeha 2023’yan de gelê Oromo li Nayrobiya paytexta Kenyayê jî bi daxuyaniyekê beşdarî Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareseriya Siyasî’ bû û dan diyarkirin ku rol û mîsyona Rêber Apo di pêvajoya çareseriya siyasî ya gelê Kurd de gelek girîng e.
Ji pêngavê re li çar aliyê welêt xwedî derketina xurt
Bêgûman zemîn û potansiyela herî xurt ya li ser bingeha pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareseriya Siyasî’ gelê me û welatê me ye. Weke li Ewropa, cîhan û Rojhilata Navîn bi giştî li çar aliyê Kurdistanê jî xwedî derketin û pêşengtî kirin ji pêngavê re hate kirin.
Li hemû bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi destpêkirina pêngavê re di dirêjiya salê de di çarçoveya pêngavê de bi sedan çalakiyên cûr bi cûr hatin lidarxistin. Di çalakiyan de bi beşdariya girseyî ya jinan, ciwanan, welatparêz, malbatên şehîdan, rewşenbîr û hemû beşên civakê daxwaza şikandina tecrîda li Îmraliyê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye kirin. Her wiha tekezî li wê yekê hatiye kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê û pirsgirêka Kurd çareser nebe, pirsgirêka Rojhilata Navîn teqez çareser nabe.
Cardin di dirêjahiya salê de li Başûrê welêt jî li çendîn bajar û navçeyan ruxmê hemû astengî, gef û hewildanên çavtirsandina PDK û malbata Barzanî jî çalakiyên cûr bi cûr hatin lidarxistin. Li Sekoy Azadî ya bajarê Silêmaniyê bi beşdariya hejmareke berçav ya siyasetmedar, rewşenbîr, çalakvanan pêngava cîhanî hatibû ragihandin. Herwisa parêzeran daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin û di çarçoveya pêngavê de pirtûkên Rêber Apo hatibûn belavkirin. Li gel çalakiyên pêşdiketin girtin, êşkence kirin, suîkast kirina pêşengên li herêmê ji aliyê PDK-MIT’a Tirk ve jî berdewam kiriye. Lê belê daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo her kû çuye li Başurê welêt jî bilind bûye û her kû diçe xurtir jî tê ser ziman.
Şengal û Mexmûr bêgûman dû cihên girîngin ji bo gelê me. Li van herdû cihan xwedî derketina li pêngavê astekî girseyî de di dirêjahiya salê de pêşketiye. Li herdû cihan di çarçoveya pêngavê de bi dehan çalakiyên cûr bi cûr hatine lidarxistin, pirtûkên Rêber Apo hatine xwendin.
Li Şengalê pêngav bi navnîşana ‘Ji Abdullah Ocalan Re Azadî, Ji Şengalê Re Xweserî“ hatin lidarxistin û berdewam dikin.
Li Wargeha Mexmûrê jî beriya destpêkirina pêngavê, di 20’ê Tîrmeha 2023’yan de Çalakiya Nobetê li dijî sîstema tecrîdê ya Îmraliyê û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatibû destpêkirin îro kete roja xwe ya 449’emîn û berdewam dike. Cardin bi çalakiyên cûr be cûr li Mexmûr jî pêngav tê domandin.
Li Bakurê welêt û Tirkiyeyê jî hîn di destpêka pêngavê de Girtiyên ji Doza PKK û PAJK’ê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kiribûn û biryar dabûn ku bi tu kesî re hevdîtinê nekin. Hevdemê çalakiya girtiyên siyasî, ji du aliyan ve meşên dirêj destpê kir û li Amedê gihiştin hev û bi vî awayî piştgiriya xwe ya germ ji Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareseriya Siyasî’ nîşan dabûn û banga şikandina tecrîda Îmraliyê hatibû kirin. Daxwaz û bangawaziyên dawî li tecrîda Îmralî anîn û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo îro jî ji bakurê welêt û Tirkiyê bilindtir dibe û bi cûr be cûr çalakiyan tê xurt kirin.
Em carekî din jêre şahîdî dikin ku fikir û felsefeya Rêber Apo bi dildar, şoreşger, dost û hevalên xwe re weke çemekê bi xûme xûm ber bi dîroka mirovahiya azad ve diherike û pergala netew-dewlet çi bike jî nikare pêşî lê bigre. Dawiya dawî azadiya fizîkî ya Rêber Apo jî yê bê pêkanîn û pergala Netewa Demokratîk, Konfederalîzma Demokratîk jî jiyanî bibe. Hêz û potansiyela vê di asta xwedîlêderketin û baweriya muazam ku lê ye de veşartî ye. Yên ku tama azadiyê digrin carek din nikarin jê dest bikşînin û vegerin koletiya berê ku ev yêk di serî de ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên fikir û ramanên Rêber Apo dinasîn, jê bawer dikin wiha ye. Ji ber wê yekê ji bilî serxistina ‚Ji Rêber Apo Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareseriya Siyasî‘ wirdetir ti reyekî din nîne. An serxistin, an serxistin.