Pêngava 15’ê Tebaxê, serkeftina mirov a ku pêkhatiye ye

0Shares

Berxwedaniya Tebaxê; kûr bûye, fireh bûye û bilind bûye. Tiştê ku Kurdistanê ji nû ve afirand, jiyana nû pêkanî ev şerê me bû. Di çûyîna pêngava 15’ê Tebaxê de, bandora rojiya mirinan diyarker e. Ger rojiya mirinê nîn bûna, bi vî şêweyî wê pêngavek neketina rojevê. Çawa girêdana bîranîna Heqî Qarer me ber bi îlankirina PKK’ê ve bir, berxwedaniya Zîndana Amedê, 15’ê Tebaxê afirand û bû wateya bergirîbûna vîna azad. Inyadkirinên rêxistinên noker û hinek kesayetiyên hundir û derve, yekem car vala hatin derxistin, hemû dewletên biçûk an mezin ên têkildar, hewldanên wan ên eciqandin û çewsandinê vala hate derxistin û vîna azad a gel xwe li piya hişt û biserket. Ev vîna mezin ku bi gelek êşên mezin, bi windayî û bedelên mezin bidestketiye, di dîrokê de ciyê xwe girtiye. Girêdana bîranîna berxwedaniya 14’ê Tîrmehê, bi pêngava 15’ê Tebaxê çêbûye.

Em pêngava 15’ê Tebaxê, gelekî ku henasa wî bi tevahî hatiye çikandin û rastiya xweparastina wî binav bikin, wê derbirîneke rast be. Ev her çiqas wekî êrîşek bê binavkirin, di cewherê xwe de, hişyariya; “Ez gel im, min ji holê raneke.” hat dayîn. Bi taybet berteka li hemberî hovîtiya li Zindana Amedê dayîn, bersiva qîrîna; “Em dev ji hebûna xwe bernadin” e. Bi qasî soza Mazlûm Doxan a; “Divê em dengê xwe bigihîjînin dinê.”, bersiva sozên Xeyrî Durmûş a ku dibêje; “Hûn nikarin hebûna me înkar bikin.” û destnîşankirina Kemal Pîr a ku dibêje; “Ez rizgariya gelê Tirk, di rizgariya gelê Kurd de dibînim.” şerê herî mezin e ku em wate bidinê ye. Ev pêngava şer, di serî de hêzên olîgarşîk ên Kurd û Tirk, li hemberî hêzên despotîk bersiva; “Dema mêtandin û çewsandinên we yên bêsînor derbas bû, dema jiyana azad hatiye” ye.

Taybetmendiyên herî mezin ê şerê 15’ê Tebaxê, di warê perwerdehiyê de seyr e. Û dibe ku bê gotin ku, di jiyana netewekê de, em dev ji rastiya neteweyî berdin girtina wê, nasname hew maye ji dîrokê bê paqijkirin, li hemberî vê yekê ji şerê netewî û çînî wêdetir, bi her awayî şerê nasnameya xwe qezenckirinê ye.

Ger roja îroyîn qonaxa ku 15’ê Tebaxê xwe gihandiye wateyeke wê hebe an şîroveyeke cuda bê kirin, di vê bingehê de Pêngava 15’ê Tebaxê serkeftina mirov a ku pêkhatiye ye. Êdî divê em we bigihînin ravekirina mirovê ku pêk bê û divê vê bixwe em bikin. Ev encameke rast û pir pêwîst e. Dijberî vê yekê, emê nikaribin hev û din erê bikin.

Tevgera PKK’ê wekî tevgera baweriyê derket holê. Ji roja derketina wê û heta roja me ya îroyîn tiştê ku mora xwe li têkoşîna wê ya ku hatiye bilind-kirin da, giyaneke berxwedaniyê ye. Ev giyan, bi ber-xwedaniya partiya me ya çekdarî ve hîn belûrtir bû û bi pêngava 15’ê Tebaxê ve gihişt radeya herî jor. Tişta ku têkoşîna me anî vê astê ev giyan e û xwe gîhandiye rûmet-bûyineke xwedan wateyeke dîrokî.
Pêngava 15’ê Tebaxê di heman demê de afîran-deyeke ku bi ke-dên kiryarî yên awarte ve teşe girtiye.

Pêngava 15’ê Tebaxê dê wekî lehengiya kedê derbasî dîroka berxwedaniya me bibe.

Di welatê me de ji warê erdnigarî û taybetmendiyên dîtir ve di şert û mercên herî dijwar û paşverû de, li xakên Kurdistanê ku heta dawî zuha û ji hişmendiyê dûr e, pêngava şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê, bi derbaskirina çiyayên bilind ên bi berf, bi birçîbûna rojan, bi meşa mehan, bi propagandeke xurt û hêza qane kirinê ve hate pêkanîn.

Di vê wateyê de Pêngava 15’ê Tebaxê deriyê bi hostatî pêşxistina rastiya berxwedaniya şoreşgerî heta piştê vekiriye.
Di serdemeke ku hewildanên tunekirinê yên dewletê di astekî herî jor de bû û tevgera şoreşgerî ya Tirkiye dixwest tune bike de, Pêngava 15’ê Tebaxê ev şoreşgertî di xwe de şenber kir û ji bo ku careke din bide gelê Tirkiye xwedî li van nirxan derket.
Pêngava 15’ê Tebaxê ya şoreşgerî, karakterê kesên bajariya biçûk, netewperwerên hov, revokên şo-reşê, radestkar û bêvîn derxist holê û nasnama wan a rast li ber çavên her kesî raxist.

Pêngava 15’ê Tebaxê ger tenê mirov dijwariya şert û mercên wê demê, astengiyên ku rû be rû bû, zehmetiyên ku hatin kişandin, tevî kêmasiyên xwe û rewşên neyênî bide berçav, bi rastî jî tevgereke behîtî ye. Erê, ji bo kesên ku bi zanyariya şoreşê ve hişka hişk girêdayîne re, tu têkiliya vê bûyerê bi behîtiyê ve nîne. Lê belê di şert û mercên Kurdistanê de qetandina kefenê ku ji şoreşa me û heta ji hebûna me re hatibû dirûtin û derketineke wiha şoreşgerî çêkirin ne karê her mêrî bû.

Di nava vî şerê de yek jê kesayeta fermandar a ku em di ecibînin Egîd e, cihê wî wexta mirov qala vê şerê dike divê misoger were bi bîranîn. Lê ez cardin diyar dikim ku hûn gelek ji nûneriya egîdiya wî dûr in. Ya rastî bi hewldanek mezin em dixwazin we bînin ser vî halî, we bînin veguhertinê, lê mîna ku hûn dibînin, dest ji astengiyên dijmin berdin, astengiyên we bixwe di astek pir bilind de ye.
Divê ez yekser bêjim ku birastî jî we dev ji xwe berdaye û hûn pir kirêt mane. Ez qet ji vê yekê hes nakim. Erê! Ger mirov xwe bixe vê rewşê, hezkirin û rêzgirtin bê îmkan dibe. Ew ji bo kesên din hacetek pir hêsan e û jixwe tevahî gel di rewşekî pir xerap de maye. Niha êdî ya li hemberî me ev e, dibêje “tu çi dibêjî bêje, çi qas hewl didî bide, em ê dîsa ya xwe bikin”. Tu nikarî biguherî û veguherî. Niha ez pir baş dibînim, dibe ku di polîtîkaya dijmin de di radeyek diyar de guhertin çêbibe, lê belê guhertina kesayetên rikdar ê di nava we de ji min re hindek din jî zor tê. Lê belê di vir de rikdariyek jî nîn e, em bi xelasbûneke pir balkêş re rûbirû ne. Dibêje; “ger ez bijîm, ez ê berbat bijîm.” Şerm e. Tu demek ji ya din zûtir biçî, ti wateyekî vê nîn e, pir kirêt e, fedî bike. Dibêje “na.” Êdî ev çawa avabûye, çawa bûye rewiştek (karakter), birastî jî weke min diyarkir ji çareserkirina pirsiyareke herî zor ê fîzîkê jî zortir e. Hûn çawa diwêrin wiha bijîn? Wexta ev qas bi xeletî nêzîk dibin ma ji we re dibêjin hûn dikarin bijîn? Ma ferîşteyên sirûşê (îlham perisi) hene ango hêzên cîgir di dewrê de ne. Na! Bala xwe bidin, ango ger bi rêbazên pir taybet em we negrin, divê hûn fêm bikin ku ji bo saetekî, ji bo rojekî nikarin xwe ragirin ku bibin xwedî jiyan.

Niha ger pêwîst be ez dikarim ji bo gel bibim pir, dikarim xwe ragirim jî, lê belê ger hûn di wê rewşê de bin ku nekarin di pirê re jî derbasbibin, wê wextê divê mirov çi bike? Girîn ne rêbazek e. Xwe bi hêsanî dayina kuştin jî ne riyek e. Xwe hêsan kirin, ji bo van karên hêsan ê hûn pir jê hezdikin nîqaşên beredayî kirin, roja xwe vala derbaskirin, pir ji rêzê derbaskirin, evana ne rê ne. Ez ji ber van nêzikatiyan fedî dikim û ezap dikêşim. Wê kengî bibin xwedî bask, kengî bifirin, wê kengî bibin raveya jiyanek dewlemend û rewnaq, lê belê wexta ez li rastiyên holê dinêrim her wekî dixwazin vê yekê îspat bikin. Dijmin çi qas xwestibe em ew qas in. Ji vê dijminê re dibêjin di dîroka mirovahiyê de yê herî barbar, ê herî faşîst, ji vê jî xeraptir, di rewşekê de be, hûn dibêjin em li gor wî ne.

Ev şer ne tenê şerekî leşkerî ye, di heman demê de şerê jiyanê ye. Ev civakê nû dike, çandê nû dike, rih nû dike, mejî û polîtîkayê nû dike. Her Kurd dizane ku, ev ji nû ve vejîna wî/ê ye. Ronesansa wî/ê ye. Edî Kurdbûna berê nîn e. Jiyana kevn nîn e. Divê her kes hişê xwe bîne serê xwe. Ev Kurdê nû dikare ciyê xwe li Rojhilata Navîn bigire û dikare di vê dinê de ciyê xwe bigire. Lê ger tu di Kurdbûna kevn de bi bergirî nêzîk bibî, tu miriyî. Yê mirî ne Kurdbûna PKK’ê ye, ev Kurdbûneke kevn e. Sedî sed miriye. Bes Kurdbûna ku me afirandiye, bi tevahî Kurdbûneke jîndar e. Her tişt bimire jî, yê heta dawîn jîndar bimînin em in. Di nava rêxistina me de, jiyana ku em di nava xwe pêktînin, ew qas mezin e.

Rêber APO

Attachment