Lîberalîzm peyveke koka xwe latînî ye û tê wateya azadîxwazî. Ji koka “Liber” ya ku tê wateya azadîyê hatiye afirandin. Ev peyv di Fransî de wekî “Liberte” tê bikaranîn. Têgîna lîberalîzmê ji sedsala 16’an ve ji bo pênasekirina îdeolojiya navendî ya modernîteya kapîtalîst dest pê kir. Ew yek ji têgehên dirûşma şoreşa Fransî ya “Liberte, Egalite, Fraternite”, ango “Azadî, Wekhevî, Biratî” ye. Lîberalîzm îdeolojiyek nerm e ku dikare xwe li gorî her şert û mercan biguncîne (lê anîn). Di felsefeya wê ya bingehîn de takekesî esas e. Ferq xwedî wê mafê ye ku ne wek tê xwestin bijî, wekî ku dixwaze bijî. Heya ku ferd di qada xwe de be, dikare her helwestek ku bixwaze pêş bixe û wekî ku bixwaze bijî. Azadiya takekesî di ser her tiştî re ye. Yên lîberalîzmê diparêzin dibêjin ku armanca wan ew e ku ferd ji hêza siyaset, aborî û çandê ku sê qadên bingehîn ên desthilatdariyê ne, rizgar bikin. Lîberalîzm di destpêka sedsala 19’an de weke îdeolojiya fermî ya kapîtalîzmê şikil girt. Wî ev bîrdozî di her aliyê civakê de belav kiriye û kiriye pergal. Em dikarin dîroka lîberalîzmê wekî qonaxên Lîberalîzma Klasîk û Neo-lîberalîzmê bigrin dest. Kesên ku di zayîna lîberalîzmê de rolek lîstine John Locke, David Hume, Jeremy Bentham, Adam Smith, James Mill û kurê wî John Stuart Mill hene. Di teoriyên lîberal ên van kesan de ferqeke cidî nîne. Tenê hinek cûdahiyên şêweyî û pratîk têne dîtin. Wek armanceke hevpar, ew hemû azadiya takekesî, serxwebûna saziyên qanûndanîn, cîbicîkar û dadwerî yên ku dewletê pêk tînin û bi van ve girêdayî azadiya aborî diparêzin.
Rêbertî di parêznameyên xwe de lîberalîzmê wek “Ji aliyê bîrdozî ve naskirina lîberalîzmê gelekî girîng e. Tenê gotina takekesî û azadîxwazî ji bo pênaseyê têrê nake. Weke têgîn, di şoreşa Fransayê de bi têgînên wekhevî û biratiyê re derketiye pêş. Navdar Liberte, Egalite, Fraternite wek têgeheke navendî li milê xwe yê rastê muhafezekarî û li çepê xwe jî destpêkê demokratan û piştre jî sosyalîstan dît. Ew wê weke nerîneke nerm a pêşxistina sîstemê (yekdestdariya kapîtalîst) bi rêveçûnê, bêyî hewcedariya şoreşan” pênase dike.
Di gel ku ji bo naskirina lîberalîzmê lêkolînkirina dîroka lîberalîzmê girîng e, di heman demê de şert û mercên ku bûne sedema derketina lîberalîzmê zanîn jî pêwîst e. Wê demê em dikarin baştir fêm bikin ka lîberalîzm ji kê re tê çi wateyê. Rêbertî di parêznameyên xwe yên dawî de diyardeya lîberalîzmê ji aliyê dîrokî û civakî ve nirxand û lîberalîzmê weke îdeolojiya navendî ya kapîtalîzmê pênase dike. Lîberalîzm ji bo modernîteya kapîtalîst xwedî nirxeke jiyanî ye û heta îro di berdewamkirina sîstemê de bûye îdeolojiya sereke. Ger em lîberalîzmê li gorî paradîgmaya xwe ya nû binirxînin, pêwîst e aliyên wê yên dîrokî û civakî jî binirxînin. Di paradîgmaya meya kevin de pozîtîvîzm û determînîzm serdest bû ji ber ku perspektîfa Marksîzmê bi bandor bû. Li gorî vê paradîgmayê; Dema ku me bûyerên dîrokî û civakî nirxand, me sîstemên ku hatine jiyîn weke pêwîstiyek girt dest. Me kapîtalîzm weke qonaxeke ku ji bo bidestxistina sosyalîzmê diviyabû bihata jiyîn dît. Me di warê şert û mercên madî de geşedanan vegot. Li gorî paradîgmaya nû, Rêbertî geşedanan li gorî nêvenga madî û zîhnî de dinirxîne. Rêbertî di pêvajoya dîrokî de civakê wek; Bi rengê civaka xwezayî, civaka şaristanî û civaka demokratîk tê jiyîn, vedibêje. Ev nêzîkatiyeke sosyolojîk a nû ya dîrok û civakê ye. Ji vê perspektîfê em dikarin rastiya her sîstem, bûyer û diyardeyên ku di dîrokê de hatine jiyîn baştir fêm bikin. Modernîteya kapîtalîst weke qonaxa dawî ya pergala şaristaniyê tê jiyîn. Pergal bi gelemperî pêvajoyên çêbûn, mezinbûn û hilweşînê dijîn. Ji pêvajoyên belavbûnê re pêvajoyên kaosê jî tê gotin. Her çend encamên van pêvajoyên kaotîk ne diyar bin jî, ji bo azadiyê ev demên herî guncaw in. Kîjan hêz zêdetir rêxistinkirî be dê diyarker be. Niha em derketina lîberalîzmê bi vê têgihiştina dîrokê şîrove bikin.
Pergala serdest li Ewrupaya serdema navîn feodalîte bû. Ev sîstem bi dêr û împaratoriyan dihat temsîlkirin. Her çiqas vê pergala ku di nava krîzê de bû jî bi seferên xaçperestan xwest temenê xwe dirêj bike jî bi ser neket. Van krîzan bûne sedem ku nakokiyên di nava sîstemê de zêde bibin. Zextên ku sîstemê li ser civakê zêde kiriye, bûye sedema pêşketina xizanî, nexweşî û aloziyan di nav gel de. Piştî sedsala 13’an ev rewş her ku çû girantir bû. Ev serdem pêvajoyên ku hilweşîna pergala feodal dest pê kir û ji hevgirtina sê yekdestdarên desthilatdariyê pêk dihat. Ev papa, împaratorî û îxtîdarên herêmî bûn. Ew bi girêdanek hiyerarşîk bi hev ve girêdayî bûn. Papa serwerê vana hemu bû. Dêrê, weke hêza îdeolojîk û manewî ya pergalê meşrûiyeta xwe temîn dikir. Ji ber vê yekê dêrê di hemû qadên jiyanê de rêxistinbûna xwe mîsoger kiribû. Dêrê xwedî şiyana hilberînê û dewlemendiyek mezin bû. Bi pêkhatina Ronesansê re, bi hilweşîna mutleqbûna Papa, ji bo avakirina ramanên nû bingehek peyda kir. Piştre di dêran de reform pêş ketin. Piştî Ronesans û tevgerên reforman, ramanên nû ji bo pêşveçûnê zemînê dîtin. Di vê serdemê de tevgerên keşfa erdnîgarî jî pêk hatin. Qiraliyetên nû ku ava bûn, tevgerên xwe yên mêtîngeriyê dabûn destpêkirin. Qiraliyetên ji bo keşif û mêtîngeriyan hewceyê piştgiriya madî bûn. Vê rewşê îmkan da ku çîna navîn di forma bazirganan de zêdetir pêş bikeve. Rêbertî diyar dike ku çîna navîn a ji aliyê vê beşê ve hatiye avakirin, ji dema avabûna şaristaniyê ve heye. Ev çîn ji ber taybetmendiyên xwe yên dijî civakê û keysperest (fırsatçı) ji aliyê civak û hêzên desthilatdar ve erênî nehat dîtin. Rewşa ku çîna bazirgan li ser çîna navîn pêşxist ew bû ku bi lîstina bi bihayan û girtina bazarê di bin kontrola xwe de qezenc dikirin. Li aliyê din hêzên din ên serdest ji ber ku nekarîn çîna navîn di bin kontrola xwe de bigrin, nakokiyan dijiyan û nakokiyan gurtir dikirin. Ev qisma ku di dîrokê de her tim xwe di nava valahiyên civakî de veşartibû, bi sûdwergirtina ji vê krîzê derketina xwe ya li ser dikê pêşdixist. Dema ku çîna navîn berê hebûna xwe li ser desthilatdariyê ava kiribû, ji bo ku ji vê qeyrana derketî sûd werbigire berê xwe da desthilatdariyê. Çîna navîn ji bilî ku dixwest li gorî tifaqên ku bi qiraliyetan re kirî para xwe ji desthilatdariyê bigire, arîstokratên herêmî yên li ser desthilatdariyê jî ji holê radikir. Di encama vê tifaqê de împarator, Papa û arîstokrasiya herêmî ku feodalîteyê pêk tînin, hatine têk birin. Bi têkçûna Papa re serdestiya dêra navendî qels bû û li şûna dêra navendî gelek dêr û mezheb hatin avakirin. Her çiqas mezhebên Katolîk, Protestan û Anglikan di encama bertekên civakê yên li hemberî hikûmetê de hatin avakirin jî, ji ber ku çîna navîn wan ji bo berjewendiyên xwe bi kar anî bûn bingehê derketina ramana lîberalîzmê. Ji ber ku dogmayên ku ji hêla pergala dêrê ya mutleq a navendî ve hatine afirandin, destûr nadin geşepêdana lîberalîzma ku li bingehên rêxistinî yên windatir digeriya.
Bi taybetî jî mezheba Protestan ji ber têgihiştina xwe ya li ser ferd beriya her tiştî bingehek ji lîberalîzmê re peyda kir. Ev mezheb di encama tevgera ku di sedsala 16’an de bi pêşengiya Martîn Luther hatiye destpêkirin, hatiye avakirin. Protestantî li dijî dogmaya hişk a Papa bû û di ola Xirîstiyan de rê li ber reforman vekiriye. Wî dawî li ramana skolastîk anî, ku felsefeya bingehîn a dêrê bû. Avaniya civakî ya Serdema Navîn guhert. Vê rewşê rê li ber serdema ronakbîriyê vekir. Êdî ramanên xwe li şûna ku bispêrin dêrê, pêşdixin ku bispêrin aqil. Ew bûyer û rastiyan ne li ser analîzên Papa li ser zanist û felsefeyê bingeh digirin. Di vê serdemê de ramanwerên weke Descartes, Galileo û F. Bacon derketine pêş. Bi vê zihniyeta nû re civak ji gelek aliyan ve pêşket. Di felsefe, zanist, tib û hunerê de pêşketinên nû çêdibûn. Astronomî û keşfên erdnîgarî jî baweriya civakê ya bi dêrê lewaz dikir. Bi sedan zanyarên wek Bruno û Thomas Moore berdêlên giran ji bo van pêşketinan dan. Vê asta hişmendiyê li hemberî pergalên serdest ên di nava civakê de serhildan pêşxist û pêvajoya şoreşan lezand. Şoreş di serî de li Îngîlîstanê (1648), Hollandayê (1688), Emerîkayê û herî dawî li Fransayê pêk hatin.
Têkildarî vê pêvajoyê, Rêbertiya me di parêznameyên xwe de ev nirxandin kir: “Helbet ne rast e ku mirov artêşa zanist û felsefeyê ya ku ji sedsala 16’an ve gav bi gav zêde bûye, weke hêza pêşeng a yekdestdariya kapîtalîst bihesibîne. Bi rastî jî piraniya kesên ku di her sê tevgerên dîrokî (Ronesans, Reformasyon û Ronakbûn) de cih girtine û yên ku di warê kalîteyê de serdest bûne, xwedî zîhniyeta azad, jîr û exlaqî ne, em dizanin ku ew ji klîk û şêwaza jiyanê ya mîna kapîtalîzmê nefret dikin. Bê şik şoreşa zihniyetê ya ku li Ewrupayê derketiye, ji bo hemû mirovahiyê li çar aliyê cîhanê nirxek e. Qismek mezin a wan humanîst bûn. Ji ol û neteweperestiyê dûr disekinîn. Her wiha xebitîna zanist û felsefeyê bi xwe şoreşek bû. Heger ji beşekî civakî re were jimartin, şik û guman nabe ku ew alîgirê kesên ku herî zêde hewcedarê azadî, wekhevî û demokrasiyê ne, ne yên ku bi nirxên şaristaniya klasîk dizanin. Çawa ku aborî careke din di bin serweriya yekdestdariya dewletê de bû, tevgera yekdestdariya îdeolojîk jî bi heman rengî bandorker bû. Serhildan hem di warê siyasî, hem jî di warê bîrdozî û hem jî di warê aborî de bi çalakiyên berfireh hatin tepisandin. Di dawiya sedsala 18’an de, ne tenê di eniya yekdestdariya aborî (pîşesazî) de, lê di eniya siyasî (Şoreşa Fransa) û îdeolojîk de (neteweperestî û netew-dewlet) de jî bi ser ket. Yên winda kirine Katolîzma Xiristiyan, monarşiya kevnar, împaratorî û humanîzm bûn. Çawa ku aborî ji aliyê yekdestdariyên dijberê xwe ve hate daqurtandin, tevgerên demokratîk û netewe jî ji aliyê netew-dewlet û neteweperestiyê ve hatin daqurtandin. Erka Arîstokrasiyê û dêra Katolîk û hemû Xiristiyantiyê ew bû ku ji bo berjewendiya xwe bi efendiyên nû re hevalbendiyê nû bikin, her çend wekî berê ne bi îtîbar bin jî, heta ku dibe bila bibe bi şert û mercên guncan re li hev bikin. Ji ber vê yekê, heta sedsala 19’an, ne tenê serketina yekdestdarên aborî yên nû bû. Herî kêm bi qasî serketina wê, serkeftina îdeolojîk jî girîng bû û hatibû qezençkirin.”
Di destpêka sedsala 19’an de lîberalîzm bi pêşkêşkirina argumanên pêwîst sazîbûna xwe temam kir û bû îdeolojiya fermî ya modernîteya kapîtalîst. Netew-dewlet weke sîstema dewletê bû serdest û edndustriya ku bi şoreşa sanayiyê pêş ket veguherî endustriyalîzma ku tenê armanca wê qezenc e. Di bin navê dijberiya olê de, bi pêşxistina laiktiya ku ji wê zêdetir dogmatîk e, têgîna exlaqê di civakê de qels kiriye. Dewletê têkiliya civak û ferd ji nû ve ber çavan re derbas kir û li gorî berjewendiyên xwe nîzameke nû ya hiqûqî da destpêkirin. Ekonomiya heyî vala kir û veguherand ekonomîzmê. Exlaqê ku civakê li ser lingan digre vala kiriye û bi sê S’yan xira kiriye. Bi pêşxistina neteweperestiya ku îdeolojiya bingehîn a netew-dewletê ye, di navbera gelan de qirkirinan pêk anî. Ji ber ku modernîteya ku navenda wê li Ewrupaya Rojava ye, li derdorê belav bû, bû sedema şerên piralî. Di nîvê yekemîn a sedsala 20’an de, şerên di navbera hêzên hegemonîk û şerên çîn û navneteweyî de nîşaneyên sereke yên krîza lîberalîzma klasîk e.
Di encama qeyrana aborî ya salên 1930’an de teza aborî ya Keynes ku ji sosyal lîberalan e derket pêş. Esasê van tezan hewldana çareseriya du xalan e.
Ya Yekem; Xwedîderketina amûrên hilberînê ji kontrola dewletê re hêlan e.
Ya duwem; Di rewşên ku çîn pirsgirêkên îktîsadî û civakî dijîn de, dewlet rola navbeynkariyê digire ser xwe û çareseriyan dibîne. Keynesyanîzma sepandî, di prensîbê de, hewldanek e ku “mantiqa sermayeyê” û “mantiqa çîna karker” li hev bîne. Ev feraseta lîberal a sosyal ne bû çareserî û di salên 1960’an de hat xistin û di salên 1980’an de cihê xwe ji Neo-lîberalîzmê re hêlaye.
Neo-lîberalîzma ku bingehên wê piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn hat avêtin, dema ku bêbaweriya bi teoriyên rizgariyê re pêş ket, di sala 1960’an bi berhevkirina pileyên belaş dibistana xwe li Elmanyaya federal ava kir. Di salên 1978’an de, Neo-lîberalîzmê wek parêzvanê bûrjûwaziya radîkalîze kir û ew wek “destê nedîtbar” ê ku bazarê tesdîq dikir pênase kir. Di encamê de, di sala 1978’an de, Desteya Zanistî ya Wezareta Aborî ya Elmanya ya federal siyaseta xwe ya Neo-lîberal derxist pêş. Di vê serdemê de li Îngilîstanê Margaret Thatcher û li DYE’yê Ronald Reagan li ser polîtîkayên Neo-lîberal hatin ser desthilatdariyê. Li gorî van polîtîkayan dewlet bi giştî wê ji aboriyê vekişe û bi taybetkirinan dewlet bi tevahî kapîtalîst bibe. Dê piyasa dîsa hêza xwe bi kar bînin û destnayê dayîna mekanîzmaya xebitandinê. Werin em vê beşa dîrokê bi nirxandina Rêberê xwe ya li ser Neo-lîberalîzmê bi dawî bikin:
“Her çendî îdeolojiya fermî ya tevahî neyê binavkirin jî, hin meylên îdeolojîk ên nêzî wê derketine holê. Lîberalîzm weke meyleke bûrjûwazî nikarîbû zêde bandorê li dewletê bike. Ezmûnên sosyaldemokrat jî rastî heman çarenûsê hatin. Her çend îdeolojiyên çep îdia dikirin ku li dijî hukûmetê ne jî, ji bo derbaskirina dewletparêziyê asoya wan tune bû. Van hemû îdeolojiyên karakterên xwe yên rastîn eşkere kirin ku di têkiliyên desthilatdariyê de çi rol lîstine. Ev rastî ji bo rewabûna dewleta kapîtalîst xeteriyeke cidî bû. Ew ê êdî ji jêhatîbûnên ciddî yên ku dikaribû bandorê li girseyan bike bêpar bimîne. Muxalefetên gel dê bala xwe bidin tevgerên ku ne dewletparêz in. Şoreşa 1968’an her çiqas gelek kêmasiyên xwe hebûn jî, rê li ber vê yekê vekir. Ji çepgirên nû heta femînîzm, tevgerên ekolojîk û tevgerên çandî yên herêmî li gelek qadan li dijî dewletê şêwazeke nû ya dijberiyê pêşketiye. Ev faktora sereke bû ku, bû sedem sîstem bikeve nav kaosê. Ji aliyekî din ve, zêdebûna pirsgirêkên jîngehê û bilindbûna mûçeyan di encama siyaseta tawîzan de bû sedema kêmbûna daxwaz, lêçûn û dabînkirina zêde ji ber xizaniya girseyan. Nakokiyên navxweyî yên pergalê li ser eksena DYE-YE-Japonya zêde bûn. Neo-lîberalîzma piştî salên 1980’an ji bo çareseriya vê krîza nû ya kaotîk hate pêşbînîkirin. Vebûna Sovyetê di sala 1990’an de ji bo pergalê ne serkeftinek bû, lê faktorek ku krîz zêde kir. Tevgera nû ya gerdûnî ya Neo-lîberalîzmê di van şert û mercan de derket pêş. Di bin bomberdûmana giran a çapemeniya yekdestdar de, hewl hat dayîn ku paradîgmayên sexte werin hilberandin. Avakirinên teorîk ên ji bo diyarkirina hedefên nû yên pergalê hatibûn lezkirin. Li şûna komunîzmê, “pevçûna şaristaniyan” di nêrîna revacê de bû. Bi taybetî lihevnekirina rejîmên ku li erdnîgariya Îslamê hatine avakirin bi berjewendiyên sîstemê re roj bi roj zêde dibû.”
Di encamê de lîberalîzm; Bi pêşengiya çîna navîn xwe nû kiriye û weke îdeolojiya kapîtalîzmê di gelek aliyan de hebûna xwe nîşan daye. Tevî zîhniyeta berfirehkirina bêsînor û avabûna lîberalîzmê, rêxistinên civakan ên antî-demokratîk jî avabûna xwe ya îdeolojîk û rêxistinên siyasî pêş xistine. Li dijî kûrbûn û belavbûna lîberalîzmê, zîhniyet û rêxistinbûna rêxistinên siyasî yên demokratîk di heman demê de pêşketiye.
Ji Pênûsa Akademiya Şehîd Zîlan