Penaber

0Shares

Ez hatim kuştin dişveke lal de

Ya hevîneke sar

Ez hatim kuştin di şeveke bêdeng de

Bi xemgînî ya havînê re

Bi lorînên dayîkê, bi berbangê

Li ber stirana kenê penaberiyê

Tazî û birçî

Xewna welatekî azad,

Bi min re penaber e

Ber bi welatên biyanî

Û ziman zincîrkirî, bi êşa jiyanê

Girî û hesreta mirineke bi şeref

Li ser axa rihmetê

Di gewriya min de bûye strî

Mirineke bê deng

Weke zarokekî biçûk

Di himbêza dayîka xwe de

Ketiye xew

Li ser kaniyekê,

Ji kaniyên Kela Mem ê

Yan jî,

Li bin derakê ji darên gozên Gabar

Şevekê ji şevên payîzê

Bi tev stranên bavê kal

Penaber im,

Li ser axa xwe

Penaber im,

Di welatê xwe de!..

Ji Pênûsa Gerîla 

Attachment