Pêkhateya Siyasî

0Shares

Li Kurdistanê, mêtingeriyeke siyasî ya Tirk ya bihêz ku hem sedem û hem jî encama mêtingeriya ekonomîk, civakî û çandî ye hatiye avakirin. Bi heman şiklî ku li qadên din mêtingerî pêş ketiye, pêşketina mêtingeriya li qada siyasî jî, li ser esasê dagiriya leşkerî çêbûye.

Hegomonyaya Tirkan, li Kurdistanê li ser bingeha dagiriya leşkerî dest pêkiriye. Êl û eşîrên Oğuz ku ne komcivakeke hilberînker bû û debara xwe bi talan û xenîmetê dikirin, hê di sedsala XI. de dest bi êrîş û seferên xwe yên li ser Kurdistanê kiribûn. Eşîr û begên feodal ên ku di vê pêvajoyê de bihêz bûn, karîbûn pêşî li van êrîşan bigirin û rêveberiyên xwe bidomînin. Êl û eşîrên Tirkên Oğuz têvî ku di xenîmet komkirinê de serkeftî bûn, nekarîbûn di qada leşkerî û siyasî de hakîmiyeteke timî ava bikin. Mîritiyên Tirkan ên ku hatibûn avakirin jî, di nav pêkhateya civakî ya Kurdistanê de heliyan û Tirkitiya xwe wenda kirin.

Têkîliyên di navbera Tirkên Osmanî û begên Kurdan de ku di destpêkê de bi feraseta (anlayış) îtifaqê pêş ketibûn, her ku çûyî li dijî berjewendiyên begên Kurdan têkçûye û veguherîye hegomonyaya Tirkên Osmanî. Begên Kurdan di dema Osmanî de hêza xwe ya siyasî ji nişkan ve wenda nekirin; i demeke dîrokî ya dûr û dirêj de, ji bo ku xweseriya xwe ya hundirîn biparêzin, her ku têkoşînên li dijî Osmaniyan xwe digihandin asteke merkezî hêza xwe ya siyasî jî wenda kirin. Li aliyê din, rêveberiya Tirkên Osmanîdi qada leşkerî û siyasîde her ku çûyîbû xwediyêhêz û quwet. Her ku hegomonyaya leşkerî û siyasî pêş ket, ketxwariya ekonomîk jî zêde bû. HakîmiyetaTirk a leşkerî û siyasî, ‘wekî encameke xwezayî’ bi destdanîna ser beşeke nirxa zêde ya di destê begên Kurdan ên feodal de û bi vergî sitandina ji amûrên ku gel pê debara xwe dike, bi mêtingeriya aborî re hate yekirin.

Di pêvajoya komarê de, bi tepisandina berxwedanan, bermayiyên (kalıntı) hêza siyasî ya herî dawî jî hat tinekirin. Di dest çînên hegemon ên Kurdan de ti hêza siyasî û leşkerî nema. Eger gotîn di cih de be çînên hegomon  ên Kurdan hatin xesandin. Êdî jê pêde, ji hem û qedera xwe bi burjuwaziya Tirk ve girêdanê û di bin hegemonyaya Tirk de mal û milkê xwe li dijî gel parastinê cudatir ti pirsgirêkên wan neman. Çînên hakimên Kurd di roja me ya îro de, ji bo ku li dijî gel werin bikaranîn û armanca mêtingeriya Tirk a bi şiklê ‘parçe parçe bike-bi rêve bibe’ pêk bînin, ji derveyê hêzeke eşqiya bi xwedî kirinê, ne mumkîn e ku bibin xwediyê hêz û quweteke leşkerî û siyasî: ‘ji ber mercên dîrokî, navdewletî û ber bi çav’.

Wexta hat fêmkirin ku ji ber ku hêza siyasî li begên eşîrperest-feodal hatiye qedexekirin, Kurdên di hembêza burjuwaziya Tirk de burjuwabûn bi xwe re pêş xistine jî jixwe wêti car nikaribin xwe bigihînin hêzeke bi vî şiklî, di qada siyasî de rêveberiya Tirk bûhêza hakim. Tirkên ku di dema Osmaniyan de di çend eyaletan de li ser rêveberiyê bûn, di demeke dur û dirêj a dîrokî de, hem û rêveberiyên ku di encama dabeşbûna (parçalanma) Kurdistanê de bi şiklê bajar, bajarok û navçeyan çêbibûn bi dest xistin. Saziyên dewletê yên li Kurdistanê, îro bi temamî di bin hegomonyaya burjuwaziya Tirk de ye. Di qada leşkerî de jî bi heman şiklî bûye.

Heya bi salên 1830’an, li Kurdistanê, kontrola leşkerî ya Tirk hê jîpir zeîf bû. Dîsa, heya van salan Kurdan ji bo Sultanên Osmanî leşkerî nedikirin. Lê, ji ber ku li pêşberê Ewrûpayê timî binkeftin dihat bidestxistin û tevgerên rizgariyê yên neteweyî yên gelên Xiristiyan pêş diketin, Osmanî neçar man artêşa Yeni Çeri’yan belav bike û ji gelên Misilman artêşeke nû ava bike; li ser vî esasî ji bo Kurdan pêvajoya bi darê zorê girtina leşkeriyê dest pê kir. Bi vê armancê, ji 1830’an pêde, li ser Kurdistanê seferên leşkerî yên xurthatin çêkirin. Bi van êrîşên talankirinê, li aliyekî hewl hat dayin ku li ser Kurdanbi şiklekî bi sîstem vergiyê ferz bikin û li aliyê din jî fêrî leşkeriya mecbûrî werin kirin. Ev leşkeriya mecbûrî û vergiya timî, di sedsala XIX. de bû yek ji sedemên herî girîng ên serhildanên mezin. Bi têkbirina serhildanan, di asteke girîng de ji destê feodalan xweseriya hundirîn hate girtin û hegomonyaya Tirk a ku li şunê bi cih bûye jî, bi darê zorê bi gelê Kurd leşkerî û vergiya timî da qebûlkirin. Dema ku li gel çewisîn û kedxwariya feodalan, çewisîn û kedxwariya hegomonyaya Tirk jî zêde bû, ji bo gelê Kurd rojên herî zehmet dest pê kirin.

Êdî dikarîbû li ser Kurdên di pêvajoya komarê de îradeya wan hatiye şikênandin polîtîkayên ku bihata xwestinwere pêkanîn.Ji van polîtîkayan yek jî, leşkeriya mecbûrî ya di navbera 2-4 salan de dihate guherîn ku li ser her Kurdê bîst saliya xwe derbas dike hatibû ferzkirin bû.Kurd, ji bo artêşaTirk tenê dikarin bibin leşkerên ku weke koleyan wezîfeyên herî giran pêk tînin. Di asta fermandariyan de, ji derveyêKurdên xayin û ajan, tenê yek Kurd jî tineye.Burjuwaziya Tirk bi şiklekî bê nîqaş li ser artêşêhakim e. Gundiyên Kurdên ku ji bo leşkeriyê tên girtin artêşê, piştî ku li dayikbûna xwe tên poşmankirin û “dersekî welat” ê baş distînin tên şandin cihên jê hatine. Gundiyên Kurdên weke robotan lê hatine, ji leşkeriyê dizivrin û jiyana xwe ya li welat bi parvekirina ‘bîranînên ji leşkeriyê’ bi derdora xwe re, jehra şovenîzma Tirk li derdorê belav dikin.Kurd, bi vî şiklî li ber sîstemê tên stuxwarkirin û tên kirin hêzeke leşkerî ya girîng a artêşa dagirker; bi vê, ku yek ji rêbazên herî çors (kaba) û herî kujêr e, her Kurdhema bêje tê xistin rewşek ku li xwe îxaneta bike. Di maneyekê de, li ser hesabê mêtingeriya Tirk ‘Kurdistan ji aliyê Kurdan ve hat dagirkirin’.Lê belêli pey vê, rêbazên çors, hovane û pir zirav ên mêtingeriya Tirk nedîtin, tenê sûc û kêmasiya Kurdan dîtin, bibe nebe bi bûn xayin û nokerên xizmetkar mumkun e. Îro li Kurdistanê her kes bi dahol û zirneyê tê rêkirin leşkeriyê; ev rewş dubarekirina komedî-drama ku dayikek cenazeyê kurê xwe bi tilîliyan rêbike goristanê ye.

Bi kurtahî hegomonyaya Tirk ku di dîrokê de di qada leşkerî û siyasî de bi vî şiklî pêk hatiye, di roja me ya îro de xwe gihandiye bingehekî xurt ê ekonomîk, civakî û çandî û bi temamî veguheriye mêtingeriyekî siyasî. Ev mêtingeriya siyasî ku di dîrokê de bi spartina bingehên xurt xwe ava kiriye, îro jî bi şiklekî diyar, bi şiklê mêtingeriya ekonomîk xwe gihandiye hedefa xwe. Ev mêtingerî li aliyekî jî maske bi kar tîne, li aliyê din hesaba mercên navdewletî û mercên heyî yên li Kurdistanê dike û bi şiklekî ku li cîhanê kêm tê dîtin xwe dimeşîne.

Yên ku dîrokê, şert û mercên ber bi çav nizanin an jî ji ber berjewendiyên xwe yên çînî ji nedîtî ve tên, hewl didin ku rêveberiyeke bi vî awayî kubi parlemento, partiyên siyasî û rast û ‘çepa’ xwe ve tê meşandin, ne wekîmêtingeriyeke siyasî, wekî ‘demokrasiyeke burjuwa’ ya temam bibînin û nîşan bidin. Gelek nêrînên sosyal şovenîst jî hewl didin fîl bi mûyê wî tarîf bikin û weke ev gotin belav kirin û rastî çewt nîşan dan ji xwe re kiribin meslek: “waliyê wê (Kurdistanê) yê giştî tineye”, Kurd jî dikarin bikevin parlemento û artêşê”, Tirkiyê bi xwe mêtingehek e, mêtingeha mêtingehekê nabe”, tenê DYE û Rûsya dikare mêtingeriyê bike, ji bo tiştekî bi vî şiklî hêza Tirkiyê têrê nake”.

Lê belê, mêtingeriya Tirk ji ber sedemên dîrokî, leşkerî, çandî, civakî, ekonomîk û navdewletî ewqas xwediyê hêz e kumeşandinê parlemento, partiyên siyasî, rast û çepa xwe weke encameke xwezayî ya vê hêza xwe dihesibîne. Jixwe, hê DYE’yê nebû jî, Kurdistan di bin hegomonyaya Tirkan de bû. Demên ku Kurdistan bi destêwaliyên giştî, mufetîşên giştî, fermandariyên giştî yên ku hem û înisiyatîfên siyasî, hiqûqî wergirtine hatiye birêvebirin jî pir çêbûne. Di pêvajoyên ku dewletên emperyalîst ên bihêz hebûne de carna li dijî van dewletan û carna jî bi îtifaqa van dewletan, dîsa jîTirkan hegemonyaya xwe ya li ser Kurdistanê meşandine.Mejiyên nikarin rastiyên evqas aşkere ne bibînin, tenê dibe ku ew kes bin ku Kemalîzmê li ser wan pir zêde tesîr kiribe. Ji bo ku rastî nîşanî van mejiyan were dayin, divê jehra Kemalîst ji van mejiyan were derxistin û mejiyên ev jehr jê nehatiye derxistin jî werin perçiqandin.

Pêwîst e em careke din li mijara dagiriya leşkerî vegerin. Yên xwediyê quweta leşkerî ne, li gorî asta vê hêza xwe, li ser ekonomî, pêkhatey a (yapı) civakî û siyasî jî, hakîmiyeta xwe ava dikin.E v rastî, alfabeya Marksîzmê ye. Têkîliya di navbera hêza leşkerî û ekonomîk, hêza siyasî û ekonomîk de rasterast û ji sedî sed e. Dîsa hin kes ê bêjin, artêşa li Kurdistanê ne artêşa Tirk e. Em ji van kesan re tenê vê dibêjin, gotinên wekî, ev artêş îro li Rojhilata Navîn berjewendiyên emperyalîzmê diparêze, rast in lêbelê ev jî rastiyek e ku evartêş, li Kurdistanê, li Qibrisê, li Anatoliyê berjewendiyên xweser ên burjuwaziya Tirk diparêze. Di navbera salên 1925-1940’an de kontrola emperalîzmê li ser Tirkiyê lewaz û zeîf e. Di vê pêvajoyê de artêşa Tirk bi şiklekî hovane Kurdistan dagir kiriye, eger sibê Tirkiyê ji kontrola emperyalîzmê derkeve jî, îhtimal heye da ku ev artêş hê zêdetir jî bi destên kemalîstên ku xwe “çepgir” dihesibînin, dîsa li Kurdistanê bimîne û wekî ku layiqê raboriya xwe ya kujêr be û tevkujiyên xwe bidomîne.

Bi kurtahî em dixwazin vê bêjin:

Burjuwaziya Tirk ku di qada leşkerî de li Kurdistanê pir xurt e, weke di qadên ekonomîk, civakî, çandî de bûyî, dikare di qada siyasî de jî birehetî mêtingeriyê pêş bixe. Di sîstema kapîtalîst de, her kes li gorî asta quweta xwe xwediyê mafê axaftinê ye. Hêza û quweta burjuwaziya Tirk jî, têra mêtingehkirina Kurdistanê dike.Îro, nîviya Qibrisê dagirkirina wê jî, piştrast dike ku ew xwediyê vê quwetê ye.

Mêtingeriya siyasî ya Tirk, wekî şikla rêveberiyê li Kurdistanê parlemento û partiyên siyasî bi kar tîne. Ev, ne ji ber lîberalbûna wê ye; weke ku di qada ekonomîk, civakî û çandî de bûyî, di qada siyasî de jîfeodal-kompradorên Kurd di bin kontroleke şidayî de digire. Rê û rêbazên mêtingeriya siyasî ya Tirk in ev in; bi riya feodal-kompradoran di hilbijartinan de di bin navê şerên partiyan de eşîrperestî û qebîleperestî texrîq kirin û gel bi hev dan qirkirin, xwediyên erdên ku di asteke navîn de mezin in bi zext û çewisandina xwediyên erdên mezin û bi zext û çewisandina kompradoran re rû bi rû hiştin, rêveberiya mêtinger ku li cîhanê mînakên wê kêm peyda dibin di bin maskeyê ‘demokrasiyê’ de veşartin. Eger li welatekî, wekî ku mêtingeriya siyasî bi riya parlemento û partiyên neteweya hakim tê birêvebirin xuya bike, ev tê wateya ku rêveberiya mêtinger li vî welatî dema xwe ya herî rehet dijî. Li mêtingehên Îngilîz û Frensiyan jî bi heman şiklî bûye. Xizmetkarên ji mêtingehan hatibûn ên zer, reş, spî dema bawer dikirin ku di parlementoyên Parîs û Londrayê de siyasetê dikin, piraniya van mêtingehan gihîştibûn serxwebûna xwe. Lê her ku têkoşîna serxwebûna neteweyî bi pêş ket, ev lîstokên “demokrasiyê” hêdî hêdî cihê xwe ji pûtînên bê rehm ên genaralan re, ji êşkence, zindan û bombebaranan re berdaye. Jixwe herî demên rehet ên rêveberiya mêtingehê jî, eger ev xeml û boyaxa demokrasiyê ji ser wêwere rakirin, ji binî despotîzmeke leşkerî û sivîl ku bi xwîn, êşkence, kuştin û êş û jan hatiye honandin derdikeve.

Ev tiştên hatine gotin, hemû, ji bo Kurdistanê sed qatî hê rastir in. Têvî van rastiyan, yên ku gelê me bi hev didin qirkirin, zilm û çewisandina kompradorên feodal her zêde dikin, dixwazin despotîzma wê ya xwîndar wekî ‘demokrasî’nîşan bidin, di bin navê mêtingeriya siyasî ya burjuwaziya Tirk de, yên ku dikarin ji têkoşîna ji bo ku‘endamên partî’, kesên ‘bê partî’, an jî ‘endamên neteweyî’ bişînin parlementoyê re bêjin ‘têkoşîna demokratîk’ û bi ser de jî xwe weke ‘demokrat’, ‘welatparêz’ û heta ‘sosyalîst’ didin naskirin, bila li aliyekî bimîne layiqê van nirxên pîrozbûnê –em dubare dibêjin- herî zêde dikarin bibin tirşikçiyên mêtingeriya Tirk. Heya ku berê xwe nedaye mêtingeriya siyasî û tinekirina bi her şiklê mêtingeriyê nekiriye hedefa xwe, ti ji van têkoşînên li Kurdistanê, dixwaze bila bi şiklê komale be, dixwaze di asta partî de be, dixwaze bila îlegal an jî legal be, ne demokratîk in. Di nav lepên rêveberiyek ku tinekirina gelekî kiriye hedefa xwe û bi vî şiklî pêş dikeve de, bi şiklê rêxistinên meslekî jî be, têkoşîna demokratîk ne mumkîn e. Lê eger em ji çûna meclîsê ya feodal-kompradorên herî mezin re nebêjin demokrasî; dîsa eger em ji Tirkiyeya ku di cewhera xwe de bi qasî misqalekê demokrasiya burjuwa nahewîne re nebêjin demokrat, ev bi vî şiklî ye.

Têkoşîna demokrasiyê, ji bo Şoreşgerên Kurdistanê, li ser esasê serxwebûna neteweyî, li dijî zilm û zora feodal-komprador a li ser gel tê dayin. Yên ku di bin ala welatparêziyê de tên gel hev, ji hêzên demokratîk tên hesibandin. Di navberavan hêzan de jî, rêgezên demokratîk tên pêkanîn. Ji bo yên ku ji derveyê vê alê li cihekî din kom bûne, eger nehatibin xapandin, heqê jiyanê jî tineye.

Bi kurtahî, rêveberiya li Kurdistanê, ew rêveberiya mêtingeriyê ya KT’ê ye ku rêveberiyên herî bê rehm û herî fêlbaz û zirav di zikhev de tên pêkanîn.Vêrêveberiyê, di asta biqasî ku giregirên beşa feodalkomprador karîne bibin kole û xizmetkar de êw girtine bin parastina xwe û li ser gel zilm û zoreke bêsînor ferz kiriye. Li çiya û baniyan bi navgîniya rêxistina jandarmayan timî gundiyan di bin çewisîn û kontrolê de digire; bi sêber (üçlü) ku ji amîrê îdarîm (qeymeqam, walî), giregirên leşkerî û komîserê leşkerîpêk tê bajaran bi rêve dibe û li gel herêmên çiyayî di bin çewisînê de digire. Li gel van aliyên aşkere yên rêveberiya mêtinger, MİT li aliyekî hem û giregirên rêvebir ên mêtingehê bi şiklekî veşartî bi rê dixe, li aliyê din beşeke mezin a ji pêkhateya civakî ya welêt ku bûye xizmetkar û kole jî, ji bo ku gel bi hev bide qirkirin û têkoşîna rizgariya neteweyî asteng bike bi şiklekî veşartî bi rê dixe. Di bingehên hem û van rêveberiyên aşkere û veşartîyên mêtingehê de dagiriya leşkerî heye. Jandarma, polîs, rêveberên mêtingehê yên sivîl, partiyên burjuwa û TBMM’ê,(meclîsa mezin a miletê tirkiyê) li Kurdistanê li ser esasê vê dagiriyê pêş dikevin û mezin dibin. Rastî ev e. Ne hêza sosyal-şovenan û ne jî hêza bi her şiklê burjuwa û burjuwayên biçûk têrê dike da ku ev rastî were guherîn. Têkoşîna rizgariya neteweyî ya Kurdistanê, wêher şiklê nêrînên sosyal-şoven, burjuwa û reformîst ên burjuwaziyên biçûk ku mêtingeriya di qada siyasî de vedişêre û meşrû dike bi erdê re bike yek û mezin bibe.

Rêber Apo

Jî Perspektîfên Rêber Apo “Riya Şoreşa Kurdistan’ê”

Attachment